HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

Doza Kurdan, li Tirkiye û herêmê li benda çareserkirinê ye. Gelek caran hatiye îspatkirin ku ev kêşe bi zext û şîddetê nayê çareserkirin. Rêber Apo bi salan hewl da ku vê meseleyê bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bike û ev pêvajo heta Mûtabakata Qesra Dolmabahçeyê domiya

. Lê dema ku Erdogan dît ku ev gav ew ê Tirkiye demokratîze bike û ew ê hesabê wî yên faşîst ên dîktatoriyê asteng bike, maseya diyalogê  ji holê rakir û di 24’ê Tîrmeha 2015’an de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê şer da destpêkirin.

Tifaqa AKP-MHP’ê di 3 salên dawîn de di şer de tiştek bi dest nexistiye. Di vî şerî de têkoşîna azadiyê li ser pêyan maye û bi berxwedaneke mezin zemîna muxalefetê xurttir kiriye. Rejîma faşîst jî bi rêya medyayê rastî veşartiye û di warê leşkerî, siyasî û ekonomîk de êdî nikarin Tirkiyeyê bi rê ve bibin.

Erdogan ji bo astengkirina têkçûna xwe biryara hilbijartina zordest daye û hedefa wî ev e ku pergaleke faşîst a dîktatoriyal ava bike. Eşkere ye ku ew ê gelên kedkar ên Kurdistan û Tirkiyeyê bersiveke xurt bidin vê faşîzmê. Di heman demê de tê nîqaşkirin û tê zanîn ku AKP ew ê serî li gelek fen û fût û entrîkayan bide.

Li hemberî vî tiştî ji bo ku gelê me karibe îradeya xwe deyne holê û provokasyonên AKP’ê pûç werin derxistin, li ser esasê biryara Konseya Rêveber a KCK’ê îro piştî saet 19.00’an ew ê hêzên me heta 24 saetan tu çalakiyên leşkerî nekin. Hêzên me di navbera van saetan de ew ê hewl bidin dûrî qadên sivîlan û cihên dengdanê be û ew ê tu çalakiyan nekin.

 

23’ê Hezîranê 2018

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel