Ji çapemenî û raya giştî re!
Gêrîllayên me yên HPG û hêzên YBŞ berxwedana xwe ya li hember çeteyên Daiş her roj bi bilindkirinê mezin dibe. Di vê berxwedana bi heybet de gêrîllayên me yên HPG û şervanên YBŞ ê, li hember êrîşên ji aliyê çeteyan ve hatin pêşxistin de heman demê de bersiv hatiye dayîn û bi gelek çalakiyên bi bandor ji pêşketina wan asteng kiriye. Gelê Şengalê divê berxwedanê dest ji xaka xwe bernedane û di şert û mercên jiyanê yên herî zehmet de jiyana xwe berdewam kirine û tevlîbun ji berxwedanê re kirine. Li beramberî vê berxwedana gelê me, çeteyan bi dorpêçeya çiyayê Şengalê teng kirin û bi armanca qetil kirina gelê meyê li vê herêmê êrîşên xwe berfireh dikin.
Êrîşên ku ji roja 19-20 û 21 cotmehê de ji demjimêrên beyanî ve ji aliyê çeteyên Daiş li derdora gundên Skiniye, Baro, Şilo û Solak' ê xwestine êrîşekî berfireh pêkbînîn. Herwiha di 19 cotmeh danê şevê de ji çeteyan êrîşek yê wan ya cuda li ser gundên Dahola û Borik pêkhanîn. Hêzên me HPG û YBŞ di tevahiya 3 rojan de li gundên Bare, Solak û Şilo di nava pevçunên pir giran de bûn. Li hember tevahî êrîşên çeteyan heman demê de bersiv hatiye dayîn û herwiha çendeha çalakî ji hatin li darxistin. Pevçûnên di roja 1. de li gundê Bare û Solakê berfireh bûyîn, di roja 2. de ji li derdora gundê Solak pevçûn berfireh bun. Di nava pevçûnên 2 rojan de 55 çeteyên Daiş hatine kuştin û ji 10 an zêdetir çete birindar buyîne. Di van pevçûnan de ji, ji 13 cenazeyên çeteyan bêhtir li herêmên şer rû dayin mane dibin destê gêrîllayên mede û jiwan ji 3 cenazeyên çeteyan hatine girtin. Di roja 3. ya pevçûnê di 21 cotmehê de di navbera gundên Şilo û Bare de ji aliyê gêrîllayên meve çalakiyek ya pusûyê li hemberî konvoya çeteyan hatiye danîn. Di çalakiya li hember konvoyê de bi giranî du wesayîtan zerer dîtin û 4 çete hatine kuştin û 3 ji birîndar buyîne. Herwiha li derdorê gundê Bare ji li hember çeteyan çalakiyek hatiye encam dayîn û li vê derê ji bi temamî 4 çete hatine kuştin.
Di pevçûnê 3' ê rojana de ji aliyê gêrîllayên me ve 3 çalakiyê sabotaj, 2 pusû, 2 ji bi çekên giran çalakiyên bi tevahî li hember 7 wesayîtan hatî li darxistin de 2 bi doçka 5 wesayît bi temamî hatine roxandin. Herwiha di demê van çalakiyan de ji 8 wesayîtan ji zerer û ziyan girtiye.
Di tevahîya pevçûnên 3 rojan de bi tevahî 63 endamên çeteyan hatine kuştin, bi temamî yên ku hatîn dîtin 14 çete jî birîndarbuyîne.
Di pevçûnan dee 3 çekên keleşnîkof û 1 rext hatine desteser kirin.
Di van pevçûnan de li gel 3 gêrîllayên me 1 ji şervanê YBŞ' ê bi tevahî çar rêhevalên me, lehengên şoreşgerên azadiyê bi têkoşînek qehremanî tevlî nava refên şehîdên azadiya Kurdistanê bun.
Agahiyên sicilên rêhevalên me wûhane;
|
Navê Kot: Cudi Rüstem Nav Paşnav: Orhan Şex Kamber Cihê ji Dayikbunê: 1994 – Heleb Navê Dayîk û Bav: Zeynep – Muhammed Cih û Dîrok Şehadetê: 19 cotmeh 2014/Şengal-Bare
|
Cudi – Orhan Şex Kamber
|
Navê Kod: Polatcan Agıri Nav Paşnav: Apo Hussi Cihe Dayîkbûnê: 1993 – Reqqa Navê Dayîk û Bav: Hawa – Ahmet Cih û Dîroka Şehadetê: 19 cotmeh 2014/Şengal-Bare
|
Polatcan – Apo Hussi
|
Navê Kod: Karker Sema |
Karker – Yavuz Eli
|
Navê Kod: Zinar Xidir
|
Zinar – İsmail Xidir
Tekoşîna jiyanê ya gelê me yê şengalê li hember hemû zor û zehmetiyan berdewam kirîn, herî dawî bi qepatbûyîna korîdora ewlekarîyê re hînbêhtir tengas buye. Bi taybet ji pêdivî bi alikarîyên xwarîn û alikarîyên mirovî tê dîtin. Ji ber encama qepatbuyîna korîdora ewlekariyê di ser 10 hezar mirovên me rû bi ruyê pirsgirêkên pêdiviyên sereke, xwarin û tendurustiyê ne. Li ser vê rewşê ji demek din zutir ji aliyê saziyên mirovî yên navnetewî ve ji bo pêşketina alikariyan berpirsyartî û erkê serekeye.
Weke HPG li gel YBŞ li ser armanca azad kirina Şengalê tekoşîna ku em dimeşînin, bi hemu awayê fedekariyan di pêşxistinêdeye. Bi sekna me ya bi biryar ku li hemberî dijminê xwe me nîşan dayî, herwiha rêkxistin, sazî û eşîretên ku li Şengalê heyîn bi heman berpirsyartî, têgihiştin û nêzîkbuyînê de xewdî derketin wê di hêza tekoşîna hevbeş de gihiştina hevdû, pêwîsîte berxwedanê mezintir bikin.
22 cotmeh 2014
Fermandariya HPG ya Şengalê




