Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Em hevrêyên xwe Bêrîtan, Brûsk, Hîvda, Dijwar û Qehreman ku di Hezîrana 2019’an de li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê gihîştin şehadetê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.
Hevrêyên me ku bi hişmendiyeke mezin a welatparêziyê wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi cih tînin, bi tevlîbûna xwe ya bê dudilî re karîn bibin milîtanên fedaî yên Apoyî. Hevrêyên ku li dijî êrîşên artêşa Tirk bi hişmendiya dîrokî tevdigeriyan û di pêkanîna taktîkên demê de israr kirin, li qadên herî dijwar bi erkên şoreşgerî rabûn. Hevrêyên me yên têkoşîna fedaiyane esas girtin û ji vê xwe nedan paş, karîn wateyeke mezin bidin her kêliya têkoşîna xwe û bigihijin serketinê. Ji bo vê jî hevrêyên me Bêrîtan, Brûsk, Hîvda, Dijwar û Qehreman ku di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girtin, ji bo me jî wê bibe sedem ku em hê bêhtir têbikoşin.
Em soza xwe dubare dikin ku ala têkoşînê ya ku hevrêyên me yên bi nirx ku destkeftiyên gelê me bi berdêla jiyana xwe parastin û dewrî me kirine bi hişmendiya ku bibin layiqê hemû şehîdên xwe tevbigerin.
Em sersaxiyê ji malbatên hevrêyên xwe Bêrîtan, Brûsk, Hîvda, Dijwar û Qehreman û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
|
Nasnav: Bêrîtan Harûn Nav paşnav: Bêrîvan Araz Cihê jidayikbûnê: Sêrt Dayik-Bav: Hasîbe-Mehmet Dem û cihê şehadetê: 15 Hezîran 2019/ Metîna |
Bêrîtan Harûn – Bêrîvan Araz
|
Nasnav: Brûsk Andok Nav paşnav: Yusuf Buluk Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Behîce- Gurgîn Dem û cihê şehadetê: 4 Hezîran 2019/Xakûrkê |
Brûsk Andok – Yusuf Buluk
|
Nasnav: Hîvda Pîrosî Nav paşnav: Rojbîn Akdogan Cihê jidayikbûnê: Şirnex Dayik-Bav: Sarya- Hazim Dem û cihê şehadetê: 6 Hezîran 2019/ Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Hîvda Pîrosî – Rojbîn Akdogan
|
Nasnav: Dijwar Leter Nav paşnav: Cavît Alpaslan Kilinç Cihê jidayikbûnê: Mûş Dayik-Bav: Vesîle- Fuzr Dem û cihê şehadetê: 6 Hezîran 2019/ Xakûrkê |
Dijwar Leter – Cavît Alpaslan Kilinç
|
Nasnav: Qehreman Kobanê Nav paşnav: Mistefa Henîfî Cihê jidayikbûnê: Kobanê Dayik-Bav: Gulîstan- Ehmed Dem û cihê şehadetê: 17 Hezîran 2019/ Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Qehreman Kobanê – Mistefa Henîfî
Bêrîtan Harûn – Bêrîvan Araz - Hevrêya me Bêrîtan li gundê Êrkend ê girêdayî herêma Garisa ya Botanê ku bi welatparêziya xwe navûdeng e, hate dinê. Gundê Êrkend ku li ser erdnîgariya bi heybet a Çiyayê Herekol cih digire, ji dema destpêka têkoşîna me ya gerîlayên Apoyî û vir ve dil daye Tevgera me, bi dilsoziyeke kûr wezîfeyên xwe yên welatparêziyê bi cih aniye, zarokên xwe yên herî hêja tevlî têkoşînê kiriye û xwedî gelek şehîdên hêja ye. Çawa ku gelek şehîdên Êrkendiyan hene, li zindanan gelek şoreşgerên wê yên berxwedêr û di nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de jî gelek lehengên wê yên têdikoşin, hene. Ev welatparêziya kêr a xelkê Êrkend û karakterê wê yê ku serî li hember dijmin natewîne, ew kiriye hedefa dewleta Tirk a dagirker. Di salên 1990’î de dewleta Tirk li ser bingehê êrîşên qirkirinê, bi hezaran gund şewitand, Êrkend di destpêka van gundan de tê. Gundê xelkê Êrkend hatiye wêrankirin, ji ber êrîşên qirkirinê neçar maye koç bike lê ti carî tawîz ji xeta berxwedanê nedaye. Her çendî ku belavî bajarên Tirkiyeyê bûyîbe jî, li her cihê ku çûyê di tarzê komunê de jiyan kiriye, kevneşopiyên xwe daye jiyîn, têkoşîna xwe ya ziman û nasnameyê li her derê domandiye.
Hevrêya me Bêrîtan di nava rastiyeke wiha civakî de hate dinê, ruxmî ku li Edeneyê mezin bûye jî weke jineke Kurd a ji aliyê sosyolojiya Kurd a dîrokî ve hatî mezinkirin, karakter qezenc kir. Ji ber ku êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk rasterast jiyan kir û bû şevtirska xeyalên wê yên zarokatiyê, ji sîstema dewleta Tirk û dibistanên wê nefret kir. Lewma encex 3 salan çû dibistanê û piştre terk kir. Ji ber ku di vê têkoşînê de bavê xwe, mamê xwe û gelek xizmên xwe şehîd da. Weke ewladek gel û malbateke ku berdêl dayî, li ser lingên xwe sekinî, weke karker xebitî, di şert û mercên zehmet de jiyan kir lê ti carî dest ji heqîqeta xwe berneda. Jixwe çawa li ser lingên xwe sekinî, yekser tevlî têkoşîna azadiyê bû û li ser şopa çanda welatparêziyê ya ji malbata xwe girtî meşiya. Li qadên cuda yên têkoşînê xebitî. Kesayeta wê ya serhildêr ew gihand asteke pêşeng û bi taybetmendiya xwe ya çalakvan derket plana pêş. Lewma gelek caran rû bi rûyê binçavkirin û zextên dijmin ma. Lê ev zext bûn sedem ku di têkoşînê de hîn radîkal û aktîf bibe.
Di sala 2008’an de weke şoreşgerek profesyonel ji her tiştê sîstema dewleta Tirk dûr ket û tevlî nava refên PKK’ê bû. Di sala 2009’an de li PAJK’ê perwerde dît. Weke milîtanek a di îdeolojiya azadiya jinê de kûr bûye û xwedî ruhê ciwan ê Apoyî, li gelek deverên Kurdistanê têkoşîn meşand. Tevlîbûna wê ya bi moral, rûkeniya wê, hevrêtiya wê ya xurt, sekna wê ya radîkal û pêşengtiya wê ya ku rehberiyê ji hevrêyên xwe re dike, bandor li gelek ciwanan kir û bû sedem ku tevlî têkoşînê bibin. Hevrêya me Bêrîtan a xwedî sekneke jîr, xebatkar û zelal, ji ber ku di nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de çavê xwe li jiyanê vekir, mezin bû û di dema ciwantiyê de tevlî bû, weke Apoyiyek heqîqî formasyon qezenc kir. Karakterê wê yê bi înad, kêrhatinên wê, kesayeta wê ya xwe dayî serketinê û ji pêşketinê re vekirî, bû sedem ku di tempoyek bilind de beşdar bibe û encamên girîng bi dest bixe.
Hevrêya me Bêrîtan kir armanc ku weke fermandara pêşeng a artêşa me ya jina azad Bêrîtan Hêvî – Gulnaz Karataş be. Esas girt ku têbikoşe, şer bike, azad bibe, bedew bibe û bibe Bêrîtan. Lewma ji bo ku di leşkerî, hunera gerîla û îdeolojiya azadiya jinê de kûr bibe û bibe pispor, gelek xebitî. Tiştên ku ji hevrêyên xwe û tevgera jina azad fêr bûyî, ji bo weke gerîlayeke YJA Starê pratîk bike xwest biçe qadên ku şer lê germ. Li ser vî bingehî derbasî herêma Metîna bû. Hevrêya me Bêrîtan weke fermandarek ku tecrubeya xwe ya girîng a bi salan bi hemû hevrêyên xwe re parve kir, şervanên xwe xurt kir, ew perwerde kirin û ji serketinan re amade kir û bi vî rengî bi rola xwe rabû. Hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe yên jin û mêr qezenc kir.
Hîna gelek serketin hebûn ku li têkoşîna me zêde bike, 15’ê Hezîrana 2019’an li qada Dergelê ya herêma Metînayê şehîd bû. Em soz didin ku têkoşîna jina bi wêrek a gelê Botanê, pêşenga tevgera ciwanan û milîtana mînak a YJA Starê hevrê Bêrîtan bidomînin heya ku azadiya hemû ciwanan, jinan û gelên bindest pêk tînin.
Brûsk Andok – Yusuf Buluk - Ewladê malbateke kedkar hevrêyê me Brûsk li navçeya Qelqelî ya Wanê hate dinê. Hevrêyê me Brûsk li gundekî ku çanda Kurdan a qedîm lê serwer e û li ser sînorê Bakur û Rojhilat cih digire, mezin bû. Berxwedanên ku hem li Serhedê hem jî li Rojhilat hatin raberkirin, serhildanên gel, Komkujiya Geliyê Zîlan, êşên kûr ên ku gelê Kurd jiyan kirine di hafizaya wî de cih girtin. Li aliyekê zilmên ku dijminan bi serê gelê Kurd anîne, li aliyekê êrîşên hovane yên mîna Komkujiya 33 Guleyan, li aliyekê jî berxwedana zarokên Kurd ên bi wêrek ji bo avakirina kesayet û hafizaya hevrê Brûsk diyarker bûn. Piştî 8 salan dibistan xwend, dest ji dibistanê berda û weke operatorê kepçeyê xebitî.
Hevrêyê me Brûsk ku di dilê wî de hezkirineke mezin a ji gel re û welêt re heye, li hemberî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê eleqeya wî çêbû. Xwe û hesretên xwe di Tevgera Azadiya Kurdistanê de dît. Bi vê eleqeyê tevlî Newrozan û serhildanan bû. Agirê ku ji aliyê Mazlum Doganan ve hatî vêxistin, agirê di dile hevrê Brûsk de gur kir. Bi van hestan tevlî xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz bû. Hingî ku îdeolojiya Apoyî nas kir û xwend, hîn zanetir bû. Hingî ku rastiya gel, welêt û dijmin nas kir, xwe û dîroka xwe nas kir. Hingî ku di aliyê îdeolojîk de mezin bû, têkoşîna xwe hîn mezintir kir. Lê piştî cihekê, pratîka xwe nebes dît û bawer kir ku divê hîn xurt û bandortir tevlî têkoşînê bibe. Li ser vî bingehî sala 2015’an li Amedê ku dilê welatê me Kurdistan lê diavêje, tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Brûsk ji bo bi berfirehî perwerdeya gerîla bibîne û xwe bike pispor, hate şandina Herêmên Parastinê yên Medyayê. Bi alîkariya hevrêyên xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê dît. Fêr bû ku li dijî dijminê qirker xwe çawa biparêze û hunera gerîla çawa bixe pratîkê. Di perwerdeyên destpêkê yên dîtî de rastiya gel, welêt, şehîdan û Rêbertî nas kir û gihişt zanebûneke şoreşgerî. Van perwerdeyan û tiştên fêr bûyî, kesayeta wî pir bandor kir. Bi zanebûna xwe armanc û rêya ku li ser bimeşe, bi rengekî zelal diyar kir.
Hevrê Brûsk bû şahid ku erdnîgariya Kurdistanê û bi taybetî jî çiyayên wê parçeyekî buhiştê ne. Dît ku rastiya Kurdistanê xwedî wê nirx û bedewiyê ye ku mirov ji bo canê xwe feda bike. Lewma anî ziman ku her kêliya li çiyayên Kurdistanê pir bi nirx û hêjayî jiyankirinê ye. Timî destnîşan kir ku sedemê herî mezin ê tevlîbûna wî ya nava refên gerîla, hevrêtiya xwezayî, sade, bi cewher û bêberjewendî ya PKK’ê ye.
Ji Endamên Tabûra Nemiran Şehîd Andok – Ramazan Yildiz û Şehîd Êrîş – Cengîz Ozek ên ku 25’ê Gulana 2012’an li navçeya Pinarbaşi ya Kayseriyê li dijî dijmin çalakiya fedayî kirin, pir bandor bû. Pîvanên fedayîtiyê û fedayîtiya bêdawî ya ku di wan de zindî bû, esas girt. Kir armanc ku mîna wan bibe milîtanek fedayî yê Apoyî. Li ser vî bingehî bala xwe dayê ku bibe endamê Hêzên Taybet û di encama perwerdeyên dîtî de gihişt vê armanca xwe. Zanî ku fedayîtî ne tenê şêwazekî çalakiya di kêliyê de ye, di her kêliyê de û li her derê bi ruhê fedayî jiyankirin, di her warî de temsîlkirina kesayeta fedayî û ji jiyana azad re pêşengtî kirin e û bi vî rengî tevgeriya.
Hevrêyê me Brûsk li her qadê û di her wezîfeya girtî ser xwe de, bi ruhê fedayî yê Apoyî beşdarî xebatan bû û ji bo serketinên mezin bû xwedî rol. Li ser vî bingehî dema li Qada Ermûş a herêma Xakûrkê li ser wezîfeya xwe û di lêgerînê de bû ku darbeyê li operasyona artêşa Tirk a dagirker bixe, 4’ê Hezîrana 2019’an di êrîşa dijmin de şehîd bû. Em soz didin ku armancên milîtanê fedayî yê Apoyî hevrê Brûsk ku ji bo van armancan hemû jiyana xwe û canê xwe feda kir û bîranîna wî tîmî bidin jiyîn.
Hîvda Pîrosî – Rojbîn Akdogan - Hevrêya me Hîvda di nava malbateke ji eşîra Pîrosî ku yek ji eşîrên qedîm a Botanê ye de, li navçeya Elkê ya Şirnexê hate dinê. Di derdoreke ku çiyayên serhildêr û bi heybet ên Kurdistanê di dilê wê de bi cih bûye, mezin bû. Weke zarokek çiyayî ya qewmek çiyayî, kesayeteke ku serî natewîne, li dijî bêmafiyê disekine, xwedî îrade û berxwedêr qezenc kir. Sîstema cerdevantiyê ya ku ji bo tunekirina gelê Kurd tê ferzkirin, li derdora malbata hevrê Hîvda jî hate ferzkirin. Lê wê timî li dijî vê yekê sekin raber kir û bi hestên welatparêziyê yên malbata xwe mezin bû. Hest, fikir û exlaqê civaka xwe qezenc kir. Her çendî nexwestibe jî 7 salan li dibistanên dewleta Tirk xwend.
Hevrêya me Hêvîda ya ku têkoşîna gerîla nas kir û ji nêz ve şopand, her tim jiyana gerîla meraq kir. Xeyala ku rojek bibe gerîla û li çiyayên azad têbikoşe ava kir. Rojekê derfet dît ku gerîla nas bike, bi wan re biaxive, wan ji nêz ve nas bike, tevgerên wan bişopîne û di çavên gerîla de bibe şahidê ronahiya hêvî û kêfxweşiya jiyanê. Vê rasthatina dîrokî bandoreke kûr li hevrêya me Hîvda kir. Bi hîsa ku ew nêzî hesret û xeyalên xwe dibe, ji bo ku wan bêhtir nas bike ket nav lêgerînan.
Hevrêya me Hîvda li hember êrîşên qirkirinê yên topyakûn ku dewleta Tirk a dagirker di sala 2015’an de li dijî gelê Kurd dabû destpêkirin, tehemûl nekir û ji bo parastina gelê Kurd ji van êrîşên hovane, bêbandorkirina siyaseta qirkirinê û lêdana derbeyek giran, biryara tevlîbûna nava refên gerîla da. Li ser vê bingehê di dawiya sala 2015’an de hevrêya me tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Hîvda perwerdeya xwe ya şervanên nû li herêma Heftenînê dît. Ji ber ku jineke Kurd a çiyayî û xwedî giyaneke azad bû, zû hînê jiyana gerîla bû. Hevrêya me her tim kêfxweşiya di dilê xwe de bi hevrêyên xwe re parve kir. Hevrêya me ji ber tevlî jiyana azad a PKK’ê bû xwe gelek bi şans didît û ji ber vê yekê di her wateyê de xwedî li vê jiyanê derdiket. Hevrêya me ku gelek girêdayî gelê xwe bû digot, “Eger ev ax avdanê dixwaze, ez amade me bi xwîna xwe av bidim…” û di vê astê de xwe fedayê azadiya gelê me kir. Di vê astê de bi zanabûn û biryardar tevlî pratîka gerîlatiyê bû. Li Heftanînê bi ked û hewldaneke mezin hem xwe pêş xist û hem jî her berpirsyariya ku dikeve ser milê wê bi serketî bi cih anî.
Hevrêya me Hîvda her tim bi enerjiya xwe ya jiyanê û hevrêtiya ji dil hêz dida hevrêyên xwe. Wê bi kesayetiya xwe ya biryardar rola pêşengiyê lîst. Di rojnivîska xwe de gotibû 'Mirovekî wêrek, ew keseke ku hêviyê diafirîne ye. Li ku derê hest û wate hebe, li wir her tim hêzek heye'. Wê ev gotinên xwe kir rêgeza meşa xwe ya şoreşgerî. Di heman demê de got, 'Fedaîbûn ew e ku mirov xwe derbas bike û û mîna avê tevlî okyanûsê bibe. Di her hawîrdorê de û di her şert û mercî de bûyîna xwedî hêza çareseriyê ye. Di her kêliyê de bi xwe re şerekî mezin meşandine’ û bi ruhekî fedaî beşdar bû. Sekneke gelekî xurt nîşan da û bi kûrahî fêm kir ku azadiya gelê Kurd ancax bi têkoşîneke fedaî dikare pêk were. Weke jineke azad xwe di pîvanên PKK - PAJK'ê de ava kir û di xeta YJA Starê de weke gerîlayek bi tecrube serketin bi dest xist.
Şehadeta bêwext a hevrê Hîvda ya 6'ê Hezîrana 2019'an her çend me hevrêyan gelekî xemgîn kir jî, ji bo me mîrateyeke mezin a têkoşînê hişt. Em soz didin ku em ê têkoşîna azadiyê ya gelê xwe bi serfiraziyê tacîdar bikin, li bîranîna hevrê Hîvda xwedî derkevin û xeyalên wan pêk bînin.
Dijwar Leter – Cavît Alpaslan Kilinç - Hevrêyê me Dijwar li gundê Leterê yê girêdayî navçeya Kop a Mûşê ji dayik bûye. Bi çanda qedîm a gelê Serhedê re mezin bû. Mezinbûna hevrêyê me Dijwar li gund, ji bandorên sîstema dewletparêzî û asîmîlasyonê parast. Ji ber hevrêyê me di nava malbateke çîna karker, paqij û durist de mezin bû, kesayeta wî jî li gorî van qerekteran teşe girt. Hevrê Dijwar jî bi kêfxweşiyeke mezin li jiyana xwe dinêrî, hewl dida tiştên nû li jiyana xwe zêde bike û vê yekê bi keda xwe pêk anî. Li gund tevkarî li malbata xwe kir û bi fedekariya xwe dilê her kesî qezenç kir. Ji zarokatiya xwe ve Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dikir. Bi guhdarîkirina çîrokên berxwedana destanî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê û lehengiya milîtanên Apoyî mezin bû. Weke her kesî hevrêyê me Dijwar jî bi bayê azadiyê yê ku Tevgera Apoyî anî Kurdistanê bandor bû. Ji bo vê jî dil û berê wî tim li gerîla bû.
Di sala 2015’an de, dewleta Tirk di bin navê "Plana Hilweşînê" de êrîşên berfireh li ser gelê Kurd da destpêkirin. Hewldanên Rêber Apo ji bo çareseriyeke aştiyane hatin paşguhkirin û ew xistin nava tecrîdeke giran de. Vê rewşê hêrseke mezin bi hevrêyê me Dijwar re çêkir. Ew bawer dikir ku têkoşîna çekdarî li dijî dijminekî ku zimanê aştiyê fêm nake pêwîst e. Ji ber vê sedemê, di sala 2015’an de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû.
Hevrêyê me yê ku gihişt çiyayên azad, jiyana gerîla, têkilî û hevrêtiya wan dît, fêm kir ku çiqas biryarek di cih de daye. Ji ber biryareke bi vî rengî rast daye, biryardarî û baweriya hevrêyê me ya bi xwe xurtir bû. Li hemberî jiyaneke bêhesab û hev xurtkirinê ku her kes bi heyranî lê dinêre, nîşan da ku çiqas biryareke di cih de daye. Hezkirin û parastina hevrêyên xwe û jiyana azad di her şert û mercî de weke rêgeza xwe ya herî bingehîn diyar kir. Ji her kêliya jiyana azad tam girt û dît ku ew wateyeke mezin li kesayetiya xwe bar kiriye. Hevrê Dijwar fêm kir ku gerîla ne tenê hêzek artêşê ya çekdar e, di heman demê de pêşengên jiyana azad in ku jiyana azad diafirînin, dijîn û diyarî hemû gele me dikin. Bi vê hişmendiyê, hewl da ku xwe veguherîne milîtanekî fedaî yê Apoyî ku gihîştiye astên bilind ên mirovî. Li ser vê bingehê, guhdarîkirina hevrêyên xwe, hînbûna ji wan, bi cewherîkirina perwerdehiya PKK'ê, şopandina şehîdan û bûyîna milîtanekî dilsoz ê Rêber Apo ji bo xwe kir armanca bingehîn ê jiyana şoreşgerî.
Bi qasî ku hevrêyê me Dijwar di îdeolojiyê de kûr bû, her wiha li ser hostatiya hunera şerê gerîla jî sekinî. Li ser vê bingehê, ji perwerdeya destpêkê ya gerîlatiyê û vir ve xwe bi dewamî perwerde kir. Hewl da hemû hûrgiliyên gerîla hîn bibe û pêk bîne, li ser vê bingehê hewl da bibe pispor. Ji bo karibe vê hewldanê bi awayekî sîstematîktir bimeşîne, li akademiyeke pisporiyê ya leşkerî beşdarî pêvajoya perwerdeyê bû û di taktîkên çekên giran de pispor bû. Ji ber ku dizane gerîlatiya profesyonel mifteya serketinê ye, li ser bingeha rêgeza ku rojê 24 saetan gerîlatî kirin û valatî ji dijmin re nehiştin tevgeriya. Hevrêyê me Dijwar bi kûrbûn û tevlîbûna xwe ya sade karî bibe çiyayekî ku hevrêyên wî pala xwe bidin û bibe çavkaniya moralê. Ji bo vê jî ew layiqê hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên bû.
Hevrêyê me Dijwar ku gerîlayekî ji pêşketinê re vekirî û xwedî potensiyeleke xurt bû, li herêma Çilûçar a Xakûrkê ku bi fedekarî lê têdikoşiya di 6’ê Hezîran 2019’an de, di encama êrîşa dijmin de şehîd bû. Em soz didin ku em ê armancên hevrê Dijwar pêk bînin û her tim bîranîna wî zindî bihêlin.
Qehreman Kobanê – Mistefa Henîfî - Hevrêyê me li warê berxwedanê ku navê xwe ji cîhanê re ragihand û bû sembola têkneçûyînê ya vîna Apoyî, li Kobanê ji dayik bû. Li hewirdoreke ku nirxên bi hezaran û hewldanên Rêbertiya me û şehîdên me yên qehreman hatine afirandin, mezin bûn. Hevrêya me di temenê biçûk de derfet dît ku Tevgera me nas bike û bi terbiyeya ji malbata xwe wergirtî û hesta welatparêziyê mezin bû. Ji ber vê yeke bû xwedî kesayetekî hesas ê li Kurdistanê dijî. Hevrêyê me tevî temenê xwe yê ciwan, ku zilm û zordariya li ser gelê me dît û li dijî pergalê bertek nîşan da, bi demê re nêzîkî Tevgera me bû. Hevrêyê me, ku heft salan li dibistanên pergalê xwend, di vê serdemê de gelek nakokî jiyan. Hevrêyê me, ku dest bi lêgerîna jiyanê kir û li hember polîtîkayên asîmîlasyonê yên rejîmê hesastir bû, xwest dev ji dibistanê berde da ku tevkariyê li debara malbata xwe bike. Hevrêyê me yê ku diyardeya kedê nas kir, ji aliyê hewirdorê xwe ve hat hezkirin. Hevrêyê me her ku mezin bû, lêgerîn û nakokiyên wî kûrtir bûn. Ji kadroyên ku ji bo Şoreşa Azadiya Rojava dixebitin, gelek bandor bû. Ji jiyan, sekin û xîtabên milîtanên Apoyî gelek bandor bû û xwest Tevgera me ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me Qehreman, hevrêyên ku di êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser Rojava, Başûr û Şengal de ku bi ruhekî fedaî li ber xwe dan, ji bo gelê me xwe kirin mertal û gihîştin şehadetê, mînak girt. Hevrêyê me yê ku her tim di aliyê wîjdanî de di nav lêpirsînan de bû, biryar da ku mîna her ciwanekî Kurd ê bi rûmet beşdarî vê berxwedana destanî bibe.
Hevrêyê me ku di sala 2015'an de li Kobanê tevlî nava refên berxwedanê bû, piştî perwerdeyeke demkurt berê xwe da çeperên şer. Hevrêyê me cihê xwe di Berxwedana Kobanê de ku bi berxwedana xwe ya bêhempa di dîrokê de cih girt û ji hemû gelên bindest re bû mînak. Hevrêyê me Qehreman ku bi ruhekî Apoyî têkoşiya û çeteyên DAÎŞ'ê têk bir, di demeke kurt de pêşketineke mezin nîşan da. Li qadên şer ên giran cihê xwe girt û tevlî gelek çalakiyên serketî bûn û di dilê hemû hevrêyên xwe cih girt. Di pêngavên li dijî DAÎŞ’ê hatine destpêkirin de, cih girt û di demek kurt de tecrubeya leşkerî bi dest xist. Bi kesayeta xwe ya gihiştî û şervan bû milîtanek Apoyî. Hevrêyê me yê ku di êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de birîndar bû, bi saya îradeya xwe ya şoreşgeriyê ya xurt di demek kurt de baş bû û di çeperê de cih girt. Bi kesayeta xwe ya pratîkvan a di şer de, tecrubeya xwe ya leşkerî û hevrêtiya xwe ya xurt, her wezîfe bi layiqî bi cih anî. Piştî pratîkek şerê dijwar, hevrêyê me beşdarî perwerdeyên akademîk bû. Nebesiyên di pêvajoya şer de lêpirsîn kir û muhasebeya xwe kir. Bi dersên îdeolojîk ên dîtî re, şansê hîn zêdetir fêmkirina felsefeya Rêbertî qezenc kir û di warê îdeolojîk de kûr bû. Hevrêyê me perwerdeya xwe bi serketî temam kir. Hevrêyê me ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me ji her wezîfeyê re amade bû û di ferqa mîsyona xwe ya dîrokî de bû. Bi rengekî aktîf di paqijkirina çeteyên DAÎŞ’ê ji Rojava û Şengalê de cih girt.
Hevrêyê me Qehreman bi şopên kûr ên di nava refên têkoşînê de hiştî, wê her tim were bîranîn. Bi hevrêtiya xwe ya sade, paqij, xurt û kûr, mîrateyeke têkoşînê ya mezin ji me re hişt. Weke milîtanek fedayî yê Apoyî, bû yek ji şehîdên me yên ku di dîroka lehengiyê de cih girtin. Hevrêyê me Qehreman milîtanek Berxwedana Kobanê ya Destanî ye, bi xwesteka têkoşînê wê ji me re bibe rehber. Em soz didin ku xeyalên hevrêyê xwe yê ku 17’ê Hezîrana 2019’an şehîd bû, pêk bînin. Em li ber bîranîna hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.
29’ê Pûşperê 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG