Divê Haya Hêzên Iraqî Ji Şer Hebe Û Li Gorî Vê Yekê Tevbigere

Divê Haya Hêzên Iraqî Ji Şer Hebe Û Li Gorî Vê Yekê Tevbigere

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi droneyên bombebarkirî û teqemeniyên qedexekirî;

22'ê Sibatê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 3 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

2. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

Di navbera rojên 21 – 25'ê Sibatê de li herêma Garê qadên Deşta Kafya, Neqeba Xêrê, Girê Zengil, Girê Reşît, Sêdarê 9 caran, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qadên Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê Bahar 23 caran, li herêma Xakurkê qadên Sinînê, Xinêrêya Jor, Ava Lolanê, Kolît 5 caran, li herêma Zapê qada berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm 3 caran, li herêma Metînayê qada Serê Metînayê carekê; bi giştî 41 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

3. Rojên dawî hêzên Iraqê bi navê 'hêzên sînor' hatiye hin qadên herêmên Zap û Avaşînê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku şer lê giran e. Cihên ku hêzên Iraqê hewl didin bên; bi kîlometreyan dûrî sînorê fermî yê dewletên Iraq û Tirkiyeyê ye, li nava Başûrê Kurdistanê ye û ew qad in ku niha di navbera gerîla û artêşa Tirk a dagirker de şerekî giran lê diqewime. Em ne li dij in ku hêzên sînor ên Iraqê parastina sînor bikin, lê belê cihên ku hatinê ne xeta sînor e. Ev hêz li herêmên navberê têne bicihkirin ku şerekî giran lê diqewime. Lewma ji vê liv û tevgerê tê fêhmkirin ku hin hêz li pey hin lîstikan e. Wê hîn bêhtir kêrhatî be ku hêzên Iraqê vê rastiyê zanibe û haya xwe ji şerê li vê qadê hebe û li gorî vê yekê tevbigere.

26’ê Sibata 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê

 
 

 

 

Daxuyanî

Hewrêyê Me Berjîn Canda Gihişt Şehadetê

19.04.2024
Daxuniya Şehîdan a HPG BİM

Zêdetir Bixwîne

Hewrêyê Me Dilxwaz û Argeş Gihiştin Şehadetê

17.04.2024
Daxuniya Şehîdan a HPG BİM

Zêdetir Bixwîne

Hewrêyê me Bêrîtan û Garzan Gihiştin Şehadetê

15.04.2024
Daxuniya Şehîdan a HPG BİM

Zêdetir Bixwîne

Hewrêyê Me Delal Zanyar Gihişt Şehadetê

14.04.2024
Daxuniya Şehîdan a HPG BİM

Zêdetir Bixwîne

Mîllîtana  Fedaî a Apoyî Rêhevala me Eser gihişt şehadetê

13.04.2024
Daxuniya Şehîdan a HPG BİM

Zêdetir Bixwîne

Cejna Gelê Me Û Hevrêyên Me Pîroz Be!

11.04.2024
HPG BİM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Belgeyên Di Derbarê Rastiyên Ku Artêşa Dagirker Veşartî De!

09.04.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Dagirkerên Ku Berê Xwe Dan Tunelên Şer Hatin Cezakirin

09.04.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

telegram