Em Rêhevalê Xwe Çekjîn Anûş Bi Rêzdarî Bibîrtînin

Em Rêhevalê Xwe Çekjîn Anûş Bi Rêzdarî Bibîrtînin

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Ji milîtanên pêvajoya berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, ewladê leheng ê xelkê me yê Serhedê hevrêyê me Çekjîn Anûş 30'ê Îlona 2023'an li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl şehîd bû.

Hevrêyê me Çekjîn Anûş ku çanda berxwedanê ya xelkê me yê Serhedê pejirand û bîranîna hevrêyên me yên bi fedaîtî şehîd bûn ji xwe re kir rêber, bi îdîa û biryardariyeke mezin têkoşiya. Ji milîtanên hêja yên partiya me PKK'ê ku bêrawestan têdikoşe û azadiya gelê me di ser her tiştî re dibîne, hevrêyê me Çekjîn di vê oxirê de bi rengekî fedaî şer kir. Hevrêyê me baweriya xwe bi wê yekê anî ku li Kurdistanê azadî û serketin tenê bi fedakariya li ser xeta fedaîtiyê dibe, heta hemû hucreyên xwe dilsozê vê yekê ma.

Di serî de malbata hêja ya ku milîtanekî hêja yê weke hevrêyê me Çekjîn mezin kir û tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me kir, bila serê xelkê me yê Bazîdê û tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.

Agahiya nasnameya hevrêya me Çekjîn Anûş wiha ye:

Çekjîn
Navê Kod:
Çekjîn Anûş
Nav:
Adnan Temel
cihê jidayikbûnê:
Bazîd
Navê Dayik:
Fazile
Navê Bav:
Mustafa
Cihê Şehadetê:
Zap
Dîroka Şehadetê:
30. 9. 2023

          Çekjîn Anûş – Adnan Temel

Hevrêyê me Çekjîn li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me li bajarê serhildanê Bazîdê bi çanda kûr a Serhedê mezin bû, bi nirxên Kurdîtiyê mezin bû. Ji ber ku malbat û derdora wî welatparêz bû, bi çîrokên lehengiyê yên serhildanên li herêma Serhedê mezin bû, kete bin bandora lehengên van serhildanan û ew ji xwe re kir mînak. Di heman demê de tevgera dawî ya berxwedanê ya gelê me PKK bi saya vê têgihiştina welatparêziyê ya kûr nas kir, kete bin bandora têkoşîna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ya li ser xeta fedaîtiyê. Ji ber vê yekê jî gerîla ji xwe re timî kir armancek ku xwe bigihîne. Mîna her ciwanekî Kurd ê li Kurdistanê rastiya dijmin bi xwe dît, bi vî rengî nas kir, polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me ti carî qebûl nekir. Hevrêyê me gihîşt wê baweriyê ku li hemberî van polîtîkayên dijmin divê teqez têbikoşe, li ser vê bingehê kete nava lêgerînê. Her wiha ji wê yekê bawer kir ku têkoşîna li dijî rastiya qirkeriyê ya li urdistanê divê radîkal û tûj be, bi taybetî jî ji çalakiyên hevrêyên me Mûstafa Malçok û Evrîm Demîr bi bandor bû ku ji bo şermezarkirina polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê me bedena xwe dan ber agir. Hevrêyê me bi van çalakiyan bandora dilsoziya li jiyana azad careke din hîs kir, xwe gihand çiyayên Kurdistanê ku mînaka herî şênbe a vê dilxwaziya bi azadiyê re lê tê jiyîn û biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me bi vî rengî lêgerîna xwe ya têkoşînê ya li dijî dijminê qirker gihand encamê û sala 2011'an ji warê ku lê ji dayik bû tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Çekjîn perwerdeya xwe ya destpêkê ya li nava refên gerîla li herêma Serhedê wergirt, ji hevrêyên xwedî tecrûbe yên li vê derê pîvanên bingehîn ên gerîlatiyê hîn bû. Di heman demê de pîvanên hesas ên jiyana gerîla di pratîkê de hîn bû, bi saya tevlîbûna xwe ya bi dilxwazî di demeke kurt de bû gerîlayekî şareza. Di pratîka xwe ya sal û nîvekê de ya li herêma Serhedê, li gelek qadan têkoşiya, tecrûbeya bi salan di vê pêvajoyê de wergirt. Di sala 2013'an de tevlî nava komên vekişiyan Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û derbasî herêma Metînayê bû. Bi perwerdeya akademîk a li vê derê wergirtî, partiya me PKK û rastiya Rêber Apo hîn baştir fêhm kir, ji têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla bi bandor bû. Bi vê bandorê û asta xwe ya têgihiştinê bi rengekî çalak tevlî bû, her tim hewl da ku têkoşînê mezin bike. Hevrêyê me Çekjîn ku bi beşdariya li nava refên gerîla berpirsyarî hilda ser milê xwe, haya xwe ji vê wezîfeya dîrokî hebû. Ji bo vê jî tenê serketin danî pêşiya xwe, rêyeke din qebûl nekir û baweriya xwe pê anî ku têkoşîneke rast û bi bandor li ser xeta fedaîtiyê dibe. Hevrêyê me têgihişt ku bi têkoşîneke fedaî gelê me dikare azad bibe û serketin jî bi vî rengî dibe. Hevrêyê me pê zanî bû ku bi têkoşîneke fedaî dijmin dikare ji Kurdistanê bê avêtin, lewma her roj hîn bêhtir xwe perwerde kir. Bi rêya perwerdeyê bandora sîstema kapîtalîst yek bi yek ji ser kesayetiya xwe avêt û ji bo xwe bigihîne kesayetiya Modernîteya Demokratîk kedeke mezin da. Hevrêyê me Çekjîn bi saya kûrbûna xwe têgihişt ku fedaîtî tenê bi çalakiya fîzîkî nabe, fedaîtiya esasî ew e ku xwe bi fikrî tevlî nava têkoşînê bike. Ji ber vê jî bi rengekî bêteredût tevlî bû.

Piştî perwedeyê û kûrbûna xwe derbasî herêma Xakurkê bû, li vê derê heta sala 2018'an bi rengekî çalak tevlî pratîkê bû. Li herêma Xakurkê hevrêyê me tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû, di van çalakiyan de jî bi wêrekî têkoşiya û ji hevrêyên xwe re bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me di pêvajoya şer de birîndar bû, ti carî xwe neda alî, ji bo têkoşîna xwe mezin bike hîn bêhtir hewl da. Li herêma Xakurkê tevî hevrêyên hêja di heman çeperê de şer kir, tevî ku şehadeta hin hevrêyan bandoreke giran lê kir jî her şehadet ji xwe re kir hinceta mezinkirina têkoşînê. Hevrêyê me baweriya xwe pê anî ku armancên şehîdan tenê bi dilsoziya bi şehîdan re dikare pêk bîne, bi vê armancê hîn bêhtir xwe kûr kir û roj bi roj têkoşîna xwe mezin kir.

Hevrêyê me Çekjîn piştre ji bo hevrêyên xwe perwerde bike tevlî nava karên akademîk bû, bi taybetî ji bo taktîkên gerîla yên dema nû bi profesyonelî bi cih bê anîn, ked û hewldaneke mezin da. Di branşa çeka giran de bi dehan hevrê perwerde kir, di afirandina xeta çalakiyê ya gerîlayên azadiyê de bi roleke girîng rabû. Hevrêyê me dema ku hevrêyekî xwe perwerde dikir di heman demê de xwe jî perwerde dikir û bi qasî taktîka leşkerî ji aliyê îdeolojîk ve jî xwe timî nû kir. Di serî de Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedana destanî ya gerîlayên azadiyê ya li çar aliyên Kurdistanê, moraleke mezin da hevrêyê me Çekjîn, ku bû sedem hîn bêhtir hewl bide tevlî pêvajoya şer bibe. Êrîşa dijmin a nemerdane ya li hemberî hevrêyên me ku bi çekên kîmyewî êrîş dikir û şehadeta hevrêyên me di van êrîşan de, hêrsa hevrêyê me Çekjîn a li dijî dijmin qat bi qat zêde kir. Li hemberî rastiya dijmin a qirker xwesat tevlî nava şerekî çalak bibe, bi israreke mezin xwest derbasî qadên şer bibe. Hevrêyê me Çekjîn ku bi daxwaza xwe ya mezin û asta xwe ya kûrbûnê gihîşt armanca xwe, derbasî herêma Şehîd Delîl Zagros bû, beşdarî nava berxwedana li ser xeta fedaîtiyê bû. Hevrêyê me Çekjîn di nirxandineke xwe de got, 'Divê tola dîrokî ji dijmin bê hilanîn, ku careke din bi pey xeyalên mêtingeriyê ya li hemberî gelê me nekeve'. Bi vê gotinê îdîa û biryardariya xwe nîşan da. Bi sekna li hemberî êrîşên dijmin û çalakiyên xwe, li gorî vê îdîaya xwe tevlî bû û weke milîtanekî Apoyî yê cewher û gotina wî hevgirtî, bû mînak ji hevrêyên xwe re. Hevrêyê me Çekjîn di 30'ê Îlona 2023'an de şehîd bû, bi sekna xwe ya milîtanî, bi tevlîbûna xwe ya fedaî, bi hevrêtiya xwe ya xurt û ji dil cihê xwe di dîroka azadiyê ya gelê me de girt. Weke hevrêyên wî em soz didin ku têkoşîna hevrêyê xwe Çekjîn bi ser bixînin.

 

5’ê Sibat a 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG

Daxuyanî

Em Rêhevalê Xwe Dijwar Tolhildan Bi Rêzdarî Bibîrtînin

02.03.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

Bîlançoya Şer A Meha Sibatê Ya 2024

01.03.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Radarek, Termalek Û Mobesseyek Hatin Îmhakirin

29.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Divê Haya Hêzên Iraqî Ji Şer Hebe Û Li Gorî Vê Yekê Tevbigere

26.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Em Rêhevalên Xwe Egîd, Agir, Serhed û Xeyrî Bi Rêzdarî Bibîrtînin

23.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

Kepçeyên Li Zapê Hatin Derbkirin

22.02.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Em Rêhevalê Xwe Şervan Varto ê Milîtanê Fedaî Bi Rêzdarî Bibîrtînin

21.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

Rêhevalê Me Dijwar Elbak Di Kemîna Hêzên İranê De Gihîşt Şehadetê

20.02.2024
Daxuyaniya Şehîdan a HPG-BİM

Zêdetir Bixwîne

telegram