Perwerdeya Neteweya Demokratîk

Perwerdeya Neteweya Demokratîk

Beriya ku dibistan vebibin her sîstem an jî dewlet kar û barê amadehiyên perwerdeya sala pêşiya xwe dikin. Bi gelemperî çawa ku ji bo bêhnvedana havînê navber tê dayîn ev kar û amadehî tên kirin, qedandin. Perwerdeya sala borî bi her aliyî ve tê nirxandin, kêm û kurtiyên wê tên tespîtkirin, guherînên pêwîst tên amadekirin. Ev kar hemû bi armanca ku sîstem zarokên xwe, ciwanên xwe bixin bin xizmeta civak û neteweya xwe tên kirin. Jixwe armanca giştî ya perwerdeyê jî li gor nirxên neteweya xwe nifşên nû gihandin e.

Ev rewş di sîstema dewletî de her wisa ye. Hemû sîstem ji bo bigihên vê armanca xwe hemû derfetên xwe dixin xizmetê. Mirov bala xwe didêkê ku hema bêje piştî parastina dewletê ango lêçûnên mîlîtarîst, butçeyên herî giran ji bo perwerdeyê tên veqetandin. Di encamê de berdewamiya pergalê tê fikirîn, lewra ji bo vê qadê devê tûrikên derfetan heta dawîn vekirî ne.

Ê me kurdan jî di vî warî de hewldanên me hene. Ji bo kurdên ku di nav çend dewletan de hatibin parçekirin mirov nikare qala sîstemeke wiha bi rêk û pêk a perwerdeyê bike. Her çiqas li Başûrê Kurdistanê ev bîst sal in sîstemeke perwerdeyeke bi kurdî hebe jî ji aliyê mêjî, naverok ve perwerde ne kurdînî ne jî Kurdistanî ye. Jixwe di encamê de jî nifşên tên gihandin, dertên holê, ji kurdan zêdetir dişibin esas xwediyên naveroka perwerdeyê. A rastî tam naşibin wan jî, tiştekî ûcûbat derdikeve holê ku zehmet e mirov navekî jî li wan bike. Sîstema perwerdeya li Başûrê Kurdistanê bi her aliyî ve mijara nirxandinên dûrûdirêj in lê ji aliyê mebesta nivîsa me ve ev, mijareke cuda ya berfireh e.

Li parçeyên din ên Kurdistanê mirov nikare behsa perwerdeyeke dibistanî ya bi kurdî û kurdewarî bike. Ji dîrokê ve kurd perwerdeya xwe bixwe kirine. Civakê bi ezmûn û cêribandinên xwe yên heta niha girtine, zarokên xwe li gor van, bi nirxên xwe gihandine. Di honandin, perwerdekirina şexsiyeta kes de dayika kurd bi rola sereke radibe. Saziya perwerdeyê ya destpêkê û bingehîn dayik e. Zarok di tevahiya jiyana xwe de esas bi çand û exlaqa ku dayik dide jiyana xwe berdewam dike. Çand û exlaqa civaka kurd hema piştî zayînê di guhê zarokê xwe de weke lorîk distirê û heta digihîne astekê ev perwerde bênavber berdewam e. Heta perwerdeya dayikê heta bi hetayê, heta ku zarok hebe berdewam dike. Bi çîrokan, metelok, pêkenok, helbest, fabl, lîstok û hwd. bi gelek cure amûran vê berpirsiyariyê bi dil, bi cî tîne.

Kurd heta îro tenê bi perwerdeya dayikê negihane. Piştî temenekê dema zarok dikevin nav civakê û dest bi xebatê dikin vêca perwerdeya pîşeyî dest pê dike. Beşa perwerdeya mayî li ber destên osteyên pîşeyê dibînin. Exlaqê kar û hilberîn, afirîneriyê di navendên kar de tên dayîn.

Bêguman di pêvajoyê de rê û rêbaz, sazî û dezgehên din jî hebûne. Di vî warî de em dikarin behsa perwerdeyeke di medreseyan de hîn bi rêk û pêk hatiye dayîn bikin. Em bala xwe didinê ku her çiqas mufredata medreseyan bi erebî bin jî perwerde bi kurdî hatine dayîn. Lê bi naverok ev jî zêdetir erebî bûne û perwerdeyeke olî bûye. Heta ev jî tenê ji bo beşek civakê bûne. Zêdetir ji bo desthilatdar, arîstokratan yan jî tenê ji bo mêran bûye. Dîsa nîvê civakê; jin, ji vê perwerdeyê bêpar mane.

Em dinihêrin îro êdî ev rewş bi vî rengî berdewam nake. Ji bo ku mirov bikaribe nifşên xwe li gor armancên xwe, li gor çand û exlaqê neteweya xwe bigihîne, sazî û dezgehên perwerdeyê pêwîst in. Yan na wê her sazî û dezgehên ku kurd ji bo perwerde bibin berê xwe didinê ji bo wan ji aşekî bişaftinê, ji saziyeke qirkirina çandî wêdetir neçe. Ya li Kurdistanê niha pêk tê jî ev bixwe ye. Hemû dagirkerên Kurdistanê di sazî û dezgehên xwe yên perwerdeyê de hewl didin kurdan bibişêvin, bi sîstema xwe ve entegre bikin û wan bikin xizmeta xwe.

Di vê astê de Tevgera Azadiyê ji bo van sîsteman mudaxeleyeke mirovî ye. Mudaxeleyek e ku rasterast demokratîzekirina rejîmên dagirkerên Kurdan ji bo xwe esas digire. Yanê armanc tenê ji bo gelê kurd avakirina sîstema xwe ya perwerdeyê nîn e. Armanca sereke avakirina Neteweyeke Demokratîk e. Sîstemeke wisa ku hemû gelên li ser axên Kurdistanê dijîn, bikaribin di sazî û dezgehên aydî xwe de, li gor nirxên xwe perwerde bibin û her gel bi reng û xweseriya xwe bikaribe tevlî Neteweya Demokratîk bibe.

Armanc heta bibêjî berfireh û mirovî ye. Lê ji bo vê jî xebatên di wê astê de berfireh û giran pêwîst in. Tevgera Azadiyê li ser vê pêwîstiyê ji 2005’an ve ye, bi vî karî jî, bi sazîbûyî radibe. Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdistanê li qadên Parastinê yên Medyayê, li ser van esasan hatiye sazkirin û heta niha di vê rê de gelek xebatên hêja û pîroz daye meşandin.

Tevgerê, bi mebesta nirxandin, di ber çav re derbaskirin, xurtkirin û pêşvebirina xebatên ziman û perwerdeyê di sala 2010’an de konferansa xwe ya yekemîn li dar xistibû. Di vê konferansê de gihîştibû biryardariyên girîng û li ser vana heta roja me xebatên xwe berdewam kiribû. Konferansa duyemîn jî dîsa bi van mebestan lê îcar di şert û mercên cudatir de hat lidarxistin.  Pêvajoya ku ji Newroza îsal ve ji aliyê Rêber APOve hatibû destpêkirin, girîngî û rengekî cudatir dida konferansê. Ji ber ku êdî gelê kurd di rêya avakirina Neteweya Demokratîk de gavên berbiçav davêje û pirsgirêk ketiye merhaleya çareseriyê. Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê jî di qonaxa çareseriya pirsgirêka kurd de ji bo gelê kurd xeta sor e. Ev rastî jî rol û mîsyoneke dîrokî dida konferansê. Her wiha diviyabû TZPKurdistan jî bi vê erkê rabûya û bikaribûya li gor vê amadehiyên berfireh bikira.

Konferansa ku ji destpêkê ve bi vê erk û berpirsiyariyê dest pê kir heta dawiyê jî bi coşa mîsyona dîrokî berdewam kir. Derbarê ziman û perwerdeyê de perspektîfên ku Rêber APO di pênc pirtûkên, parêznameyên manîfestoya civaka demokratîk de dabû ji bo delegasyonê bû rênîşanerek. Çawa be gelê kurd bi felsefeya Rêber Apo bûbû xwedî nasname û ber bi azadbûna xwe ve dimeşiya. Her tespît, nêrîn, nirxandin, pêşniyar û dahûrandinên wî ji bo gelê kurd di nirxê manîfestoyê de ne. Parêznameya dawîn bi taybetî li ser qirkirina çandî ye. Qirkirina ku li ser gelê kurd tê meşandin di vir de weke qirkirineke tekane tê pênasekirin.

Delegasyonên ji her deverên ku kurd lê dijîn beşdar bûbûn, di nirxandinên siyasî de didan nîşandan ku gelê kurd bi têkoşîna Tevgera Azadiyê îro êdî li çar parçeyî, li hemû dinyayê bûye xwedî nasname. Di nav xwe de jî ji her demî zêdetir nêzî yekîtiyekê bûye. Şoreşa Rojava, konferansa neteweyî ya wê bê lidarxistin, mijarên sereke bûn.

Di nav mijarên konferansê de mirov dikare bibêje ya ku herî zêde cî girt ‘qirkirina çandî’ bû. Perwerdeya Neteweya Demokratîk zêdetir divê li hember qirkirina çandî bikaribe bi rola mertalekê rabe. Ger tu bixwazî sîstema xwe ava bikî tu nikarî perwerdeya xwe teslîmî tu hêzeke din bikî. Ji ber ku qirkirin îro êdî gihîştiye asteke xeternak. Heta dewleta tirk di gihîştina encama vê qirkirinê de ew qas ji xwe bawer e ku di pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd de perwerdeya bi zimanê dayikê dixe nav qedexeyên bingehîn. Li ser van tespîtan têkoşîna li hember qirkirinê weke helwesta sereke hat diyarkirin.

Rêxistinkirina kar û xebatên ziman bû mijara nîqaşên dûdirêj. Xebatên hatine kirin bi berfirehî hatin nirxandin, rexnekirin û rexne li xwe hatin girtin. Di encama têkoşîna çil salan de gelek derfet derketine holê. Perwerdeya Neteweya Demokratîk a kurd, bi rêxistinkirina van derfetan dikare bê lidarxistin. Li ser van esasan nêzikahiyên bi gilî û gazin ên ku ji derve hêviyan dikin hatin rexnekirin. Li şûna vê, nêzikahiyên afirîner, hilberîner û berhemdar ên bi hêza gelê xwe bikaribe sîstema xwe li dar bixe hatin nîşandan. Di encamê de derket holê ku di van şert û mercên têkoşîna azadiyê gihîştiyê de pêwîstî bi berfirehkirina rêxistinê heye. Bi taybetî li qadên Rojhilatê Kurdistanê, di nav kurdên Qafqasan û Ewrûpayê de ev pêwîstî zêdetir e.

Xwedîderketin, parastin, pêşvebirin û bikaranîna zaravayên kurdî jî bû mijara rexneyan. Zêdetir girîngî dayîna tek zaravayekê, weke bandor û bermahiya feraseta dewleta neteweyî ya ku li ser tekparêziyê xwe bisazî dike, dihone hat pênasekirin. Di vî warî de xurtkirin û pêşvebirina hemû zaravayên kurdî weke erkeke sereke hat nîşandan. Di nav plansaziya dema pêş de perwerdeya bi her zaravayê cihekî girîng girt.

Perwerdeyeke xurt, bi materyalên xurt ên têr û tije dikare encam bigire. Materyalên ku heta niha li ser perwerde hatine dayîn ji aliyê naverok, feraset û teşeyê ve bûn mijara rexneyan. Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdistanê, di dema borî de li ser materyalên perwerdeyê, bi tevlîbûna mamosteyên ji deverên cur ber cur xebatekê kiribû. Di encamê de materyalên bi naverokeke kurdewarî û li gor feraseta ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê hatibûn derxistin. Ev materyalên yekgirtî, ji bo ev sala perwerdeyê ya ku em tê de ne amade bûn. Ji bo ev xebat hîn bi berfirehî, bi xurtî, bi rêbazên zanistî bên meşandin komîsyon hatin amadekirin. Ev komîsyon, di nav salê de wê xebatên xwe berdewam bikin.

Rê û rêbaz, metodên perwerdeyeke ku wê nifşên, kesên azad bigihîne bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Di vî warî de herî zêde, perwerdeya li Wargeha Şehîd Rustem, ev bîst sal in di her şert û mercên giran de berdewam dike bû mijara guftûgoyan. Tecrûbe û ezmûnên hatine bidestxistin hatin parvekirin û encamên perwerdeyê hatin nirxandin.

Weke me li jor jî destnîşan kir, Tevgera Azadiyê ne tenê ji bo azadiya gelê kurd, di heman demê de ji bo azadiya hemû gelên bindest jî têdikoşe. Di vê mijarê de biryareke ku konferans gihîştê ji bo vê têgihîştinê mînakeke berbiçav bû. Konferansê ji bo pêşî li qirkirina çandî ya li ser gelên li Kurdistanê dijîn bigire jî gihîşt biryardariyên balkêş û girîng. Ji bo parastin û pêşvebirina zimanên van gelan jî wê tevger di nav hewldanan de be.

Bayê şoreşa Rojavayê Kurdistanê, di nav konferansê de jî hewayeke bi heman rengî ava kir. Eleqeya gel a bi taybetî ji kursên ziman re, xebatên ziman û perwerdeyê gihandibû heta astekê. Xwedîderketina gel a li zimanê xwe, berpirsiyariyeke giran dida ser milên çalakger û mamosteyên ziman û perwerdeyê. Perwerdeya ku êdî di dibistanan de wê bê destpêkirin bi dûdirêjî heta hûrgilî û detayên wê hat nîqaşkirin. Ji bo Rojavayê Kurdistanê bûyereke herî balkêş jî tevlîbûna jinan a xebatên ziman û perwerdeyê bû. Heta niha ev xebat ji sedî 80’yî zêdetir ji aliyê mamoste û çalakgerên jin ve hatibûn meşandin, rêvebirin. Jixwe bi giştî jî di van xebatan de rengê jinê hakim e. Jinan bi têgihîştina ku ji felsefeya Rêber Apo ya azadiyê girtine, dîsa rola xwe ya dîrokî girtine destê xwe. Weke çawa perwerdekarên zarok, ên mirovahiyê yên despêkê ne wê ji niha û şûn ve jî vê rola xwe berdewam bikin. Ji bo qirkirina çandî ya li ser kurdan û gelên din ên herêmê tê meşandin, bibin mertalên xurt ê bi hêza zanistî û jîrekiya hîsî hatiye xemilandin.

Di çar rojên tije nîqaş û axaftinên bi kelecan de, her beşdarê tevlî bûbû bi moraleke ku wê xebatên ziman û perwerdeyê bi pêş ve bibin ji qadê veqetiyan. Ciwan û jin, mîna mertalên sereke yên li dijî qirkirinê wê ji niha û şûn ve çawa tevlî bibin helwesta xwe diyar kirin. Bi diruşmeya ‘Zimanê Azad, Rêberê Azad, Kurdistana Azad’ konferans dîsa bi coş dawî bû.

Daxuyanî

Hewrêyê Me Berjîn Canda Gihişt Şehadetê

19.04.2024
Daxuniya Şehîdan a HPG BİM

Zêdetir Bixwîne

Hewrêyê Me Dilxwaz û Argeş Gihiştin Şehadetê

17.04.2024
Daxuniya Şehîdan a HPG BİM

Zêdetir Bixwîne

Hewrêyê me Bêrîtan û Garzan Gihiştin Şehadetê

15.04.2024
Daxuniya Şehîdan a HPG BİM

Zêdetir Bixwîne

Hewrêyê Me Delal Zanyar Gihişt Şehadetê

14.04.2024
Daxuniya Şehîdan a HPG BİM

Zêdetir Bixwîne

Mîllîtana  Fedaî a Apoyî Rêhevala me Eser gihişt şehadetê

13.04.2024
Daxuniya Şehîdan a HPG BİM

Zêdetir Bixwîne

Cejna Gelê Me Û Hevrêyên Me Pîroz Be!

11.04.2024
HPG BİM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Belgeyên Di Derbarê Rastiyên Ku Artêşa Dagirker Veşartî De!

09.04.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Dagirkerên Ku Berê Xwe Dan Tunelên Şer Hatin Cezakirin

09.04.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

telegram