TAYBETMENDIYÊN KESÊN BI HÊZ ÇAWA NE?

TAYBETMENDIYÊN KESÊN BI HÊZ ÇAWA NE?

 Taybetmendiyên kesên bi hêz çawa ne? Taybetmendiyên kes ên şervan çawa ne? Ka em ceribandinekê bikin; em marekî dirinde biavêjin erdê. Wê hest, tirs û parastineke çawa di kesayeta de bide çêkirin? Li ser mirovekî dirinde bihizirin. Weke gur serê xwe rakiriye. Weke mar zimanê xwe derxistiye. Weke lawirekî dirinde ye. Li ser mirovekî wisa bifikirin. Wê çavê we derbixe, dilê we derbixe, we biêşîne. Hûn ê di devereke wisa de taybetmendiyên çawa bigirin? Ger em hêza xwe parastinê, ya xwe rêxistinkirinê bidin we, ma gelo hûn ê bikaribin bi kar bînin? Hûn ê bikaribin bi hişyarî bi kar bînin? Wê her tim çavên we vekirîbe?  

Ger hûn bi xwe bawer bin hûn ê van taybetmendiyana pêk bînin. Ev taybetmendiyên şervanên bi hêz in. Kurdistan bi maran tije ye. Dijminên wan pir in. Kurd bi xwe jî bûyîne dijminê xwe. Di bin her kevirekî de dijminek heye. Ma ne wisa ye? Hizirandineke min balkêş hebû. Ya rastî zekayeke min balkêş hebû. Min digot, “nav welatê mirov çawa be, nav mala mirov jî wisa ye.” Min ev waneyên xwe di zaroktiya xwe de biribûn. Di doza azadiyê de divê di serî de mirov kesayeta xwe bihêz bike, amade bike, zane bike. Ev dibin rêgezên azadiyê. Divê hûn jî cîhana xwe ya Kurdiniyê wisa bi hêz bikin.

Min her roj xwe perwerde dikir. Niha Kurdîstan bi maran tije ye. Yanî her axayek, begek, mîrek mar e. Hemû cerdevanên gundan mar in. Hemû taybetmendiyên kesayeta mirov ên ne hişyar û lewaz mar in. Qehremanên me yên dixwazin şer bikin divê van maran bizanibin û wan bi bin bixin. Lê belê hevalên me diçin pêl mayinê dikin, li ber avê diçin. Hêza dijmin nas nakin. Xwe dikin hedefa dijminan. Wiha nabe. Hûn ê çawa ji destê van rizgar bibin?

Tê her tim bizanibî mar li ber serê te ye. Di nava mala xwe de tê bi tedbîr bî. Di welatê me de bi mîlyonan mar hene. Gelek ji wan maran xwe weke berxikan didin nîşandan. Tu nikarî bi çekan jî bi bin bixî. Nikarî bi lêdaneke hêsan jî bikujî. Min jî terzekî kuştinê girt. Min di serî de mar hişyar kir. Min got, “bireve mar. Ger tu bimînî ez ê te bikujim.” Şêwazê min cuda bû. Di rastiya Kurdan de ev heye. Dema yek ji yekî dikuje, dibêje “min tola xwe rakir.” Li gor wan divê hevdû bikujin.

Lê ez perwerde dikim, hişyar dikim û taybetmendiyên ku bûne mar ji holê radikim. Dema ew taybetmendî berdewam dikin, piştre dikujim.  Ger min hemû taybetmendiyên bûne mar bikuştana Bi navê Kurdînî pir kêm mirov diman. Min, aqlê xwe bi kar anî. Min, mar êşand, da revandin, lê min nehişt bi min vede. Gelek cûreyên maran hene. Hêstên we, hizirînên we carna dikarin bibin marê herî bi jehr. Hûn dikarin van aliyên xwe perwerde bikin. Bihizirin, lewaziyên we çawa we dikujin? Têkiliyeke erzan, hêstên erzan, erk girtineke erzan, bêkedbûna erzan, meşeke rast nekirin, we dikuje. Ev hemû dibin lewaziyên we. Ev hemû mar in. Ger hûn her tim ne şiyar bin, wê bi we vedin. Li gor min, kesên ku şer nekin nikarin bibin xwediyê hêst û heskirinên mezin. Ji bo ez xwe mezin û bi wate bikim, şerê azadiyê didim. Min xwe çawa perwerde kir? Li dora min, çiqas neçar hebûn, çiqas bêkes hebûn, çiqas bêderfetî hebûn; çiqas mişk, mar û dupişk hebûn, çiqas av, çiya, şînatî hebûn min li hemûyan mêze dikir û ji bo hemûyan dibûm çareserî. Min ji xwe û ji wan rêz digirt. Min jiyana xwe wisa fetih dikir.

MA HÛN JIYANA XWE ÇAWA FETIH DIKIN?

 Gelek hevalên me hebûn, ji tariya şevê ditirsiyan, ji dijmin ditirsiyan, ji sîha xwe ditirsiyan. Me ew fêrî şerê bi maran re kir. Niha bûn qehremanên gelê xwe. Bi lehengî şer kirin û şehîd ketin. Ez naxwazim ti kes erzan winda bike. Ez ji dijmin re jî dibêjim; “şerê taybet neke. Were weke qehremanan şer bike.” Lê ew şer qirêj dikin. Li cem me şer, pîroz e. Ji ber şerê me, ji bo jiyaneke aştiyane ye. Jiyana me bi xwe aştî ye. Lê dijmin li ser jiyana me, ango aştiya me şer dide meşandin.

Ez mirovekî pir hestiyar im. Nikarim moriyek bikujim. Nikarim pêl giyayekî bikim. Lê dema êrîş bi ser jiyana me, gelê me, aştiya me, bêrîkirinên me, hezkirinên me, dîroka me û ser zimanê me de tên, ez dibim şervanekî dijwar. Wê demê şerê min ê maran dest pê dike. Hûn dizanin, di zaroktiya xwe de ez pir tirsonek bûm. Gelek kesan digotin, “tirsonek”. Lê belê dema şert û mercên jiyanê tên fetisandin, şerefa min tê binpêkirin, kes nikare biqasî min şer bike.

MAFÊ MIROVAN ÇI YE?

Ez carna dibêjim: “Ey APO tu mirovekî. Di roja me de mafê mirovan hene. Tu jî weke mirovekî asayî biçe jiyaneke xwe ava bike”. Lê belê kesekî di nava şer de nikare van mafan bixwaze. Ji ber jiyan bi maran dagirtiye. Ez ji mafê herî biçûk bêpar im. Nikarim bigerim, nikarim pêwîstiyên xwe bigirim, nikarim mafekî din bixwazim. Ji ber ez bibêjim, “mafê min ê kesî” wê demê mafê gelan û şer wê zirar bibîne. Mînak, her kes dikare cixare vexwe, lê mafê min tine ye. Her kes dikare rehet xew bike, lê mafê min tine ye. Ji bo mirovê Kurd maf nîn e, erk hene. Em encax wan erkan pêk bînin. Dema em van pêk bînin, dikarin jiyan bikin. Dibe ku zarokek mafê xwe yê jiyanê bixwaz e. Lê ez nikarim bixwazim. Ji ber ez, rêber im. Ez, têkoşînvanê gelê Kurd im. Ez, rêhevaltiya şehîdan dikim. Min, heya niha pariyeke nan neavêtiye erdê. Qesrê min jî hebin, ez ê bixim bin xizmeta şoreşê. Ez xwe wenda nakim. Her roj li ser têkilî û hevaltiya xwe dihizirim. Xeyalên xwe ji bîr nakim.

 

PÊVAJOYA ÎMRALIYÊ

Min, pêvajoya Îmraliyê ji bo xirakirina vê lîstokê weke platforma îdeal nirxand. Bingeha xwe ya pêwîst ya teorîk bihêz kir. Hemû argûmanên pratîkî yên felsefî yên şert û mercên çareseriya siyasî û aştiyane pêş xistin. Li ser xweseriya çareseriya siyasî ya demokratîk hizirîm. Ev xebata zor û sebir dixwest encax bikarîbûna alternatîfa çareseriya vê komploya dorveger û teng pêşbixistana. Di vê mijarê de ji xwe bawerkirinê zêdetir, ti çareyên din tine bû. Niyeta yên din di vê komployê de cih girtibûn cuda bûn. Dixwestin di kesayeta min de tevgera azadiya gelê Kurd, PKK’ê tine bikin. Hemû cezayên girtîgehê, DMME (Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpa) û YE’ yê bi vê nêzîkatî û armancê ve girêdayî ye. Tevgerekî Kurdan a ku ji min hatibû paqijkirin dixwestin.

 Ez bawer im ji bo zarokan pirsgirêka herî zehmet bi civakîbûnê re dest pê dike. Dema biçûkatiya xwe bi bîr tînim, têkiliya min a herî zor a bi dayika min re tê bîra min. Me ji ber têkiliyên civakî digirte hev. Mijara van hevgirtina namûs bû. Wisa tê famkirin ku, di wan deman de şert û mercên gund, şertê yekem a civakîbûnê bi namûsbûn bû. Bi namûsbûyîn jî, bi rêgezên malbat û civakê re girêdayî jiyankirin bû. Weke zarokek Kurd, ji dayikbûna xwe heya niha ez nebûm xwediyê vê têgeha namûsê. Bi namûsbûn pirsgirêkek ku di nava civakê de mirov fêr dibû. Ango piştî ji dayikbûnê dihat fêrbûn. Diyar e, dayika min jî dixwest li gor pîvanên xwe min bike endamekî civakê. Rêya vê jî, pêkanîna hemû rêgezên civakî bû. Ji ber vê di navbera me de pevçûna pir tund derbas bû. Wisa eşkere dibe ku, hîn di wê demê de ez van rêgezên malbatî têr û rast nabînim. Cara yekem li hember kevneşopiyan derdiketim.

Kêm maye ku ez di Îmraliyê de sala 12’an biqedînim. Îmralî, di dîrokê de jî navê wê derbas dibe. Cihekî di nava deryayê de, bi avhewaya xwe di bedena mirovan de gelek bandorên xerab çêdike. Ji dema împaratoriya Bîzans heya niha ji bo girtiyên gelek bi xeter tê bi kar anîn. Cihê penabertî û mirinê ye.  Ji bo van Îmrali tê bi kar anîn. Ger heqîqeta mirovan a pir bihêz nebe, mirov nikare demek dirêj li vê derê liberxwe bide. Xwedayên dewlet-netew a hegemonîk min li vir da girtin. Ne tenê ji bo ku ez ji van xwedayan rizgar bibim; ji bo maskeyên wan ên sexte jî eşkere bikim, Îmrali ji bo min cihê hîndekariyake mezin e. Ji bo Kurd hem ji bandora van xwedayan rizgar bibim, hem jî bi şîroveya zanistî xwezaya xwe ya civakî ve girêdayî sazûmaniya xwe ava bikim, min Îmrali weke dibistaneke pir baş nirxand.

BINGEHÊN TIRKIYE YA DEMOKRATÎK LI ÎMRALIYÊ HATIYE AVÊTIN

 Zanist û hîndekariya dibistana Îmraliyê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan bi taybet ji bo Tirkiye ya modern were avakirin jî, sûdeke pir baş daye. Dikarim bibêjim, bingehên Tirkiye ya demokratîk li Îmraliyê hatiye avêtin. Ez li vir tenê di yek alî de behsa para xwe nakim. Veguhertina dewletê bixwe bi cesareta ji Îmraliyê hatiye girtin pêş ket.  Kurdistana modern jî bi heqîqeta Îmraliyê girêdayî derketiye holê. Her çiqasî ev bi komploya mezin a 1999’an ve girêdayî jî be, him Tirkiye ya modern a demokratîk, him jî Kurdistan a modern û azad bi hevdû ve girêdayî pêş dikeve. Di encama ezmûnên di Îmraliyê de hatiye girtin tê ava kirin.

Ez ne tenê car caran, her tim xwe diafirînim. Di nav xebata vê afirandinê de bi heqîqeta Kurdistan a modern û Tirkiye ya modern ve girêdayî min tevger kir. Bi vê şêweyê min xwe bi awayekî azad civakî kir. Min xwe kir netewa demokratîk û Kurd şênber kir, weke modernîteya demokratîk pêşkêşî tevahiya mirovahiyê, gelê Rojhilata Navîn ên mazlûm û kesan kir.

DI DERBARÊ JIYANA MIN A ÎMRALIYÊ DE

Heya niha di nivîs û diyalogên xwe de zêde li ser jiyana xwe ya kesî nesekinîm. Min behsa berxwedaniya xwe ya li hember tecrîda li ser min tê pêk anînê nekir. Ev rêbazeke taybet ku pergalê ji min re amade kiriye. Ez van derveyî pirsgirêkên xwe yên tenduristî dibêjim. Ez bawerim herî zêde ev tê meraq kirin. Li hember vê jiyana mutlaq a tenê û sekinandî pêşxistina min a ceribandina jiyanê ye.

Baş tê bîra min, dema ez zarokbûm, di gund de mezinekî me hebû, zaneyê gund bû. Gelek roj û bûyer dîtibûn. Gotineke wisa ji min re gotibû; “li cihe xwe rûnê, ma di kesayeta te de civa heye.” Tê zanîn ku cîva, elementekî herikbar e. Ez wisa kesayetekî gelek bi tevger bûm. Ger xwedayên mîtolojîk ev rastiya kesayeta min berbiçav bikirana wê bizanibûna ku wan çiqas cezayekî giran dane min. Diyar e wê demê bihiziriyana wê nikaribûna cezayê girêdana zinarên îmraliyê bidana min. Tevî vê jî di vê hucreya yek kesî de ez sala 12’an diqedînim. Girava Îmralî, di dîrokê de bi înfazên kesên erkdarên dewletê ku li vir hatinê pêkanînê tê nas kirin. Hewaya wê him hişk û him jî nem e. Di aliyê fîzîkî de laş lewaz dike. Dema tecrîd di odeyeke girtî de be, li ser bunyeya mirovan bandora hincirandinê zêdetir dike.

Di dema mezinbûna temenê min de ez anîm vê giravê. Demek dirêj di bin venêrîna fermandariya hêzên taybet de hatim hiştin. Bawerim di van du salên dawiyê de di bin venêrîna Wezareta Dadê de ye. Derveyî yek pirtûk, rojname, kovar girtinê û radyoyekî derfetê yek qenalê ragihandinê tine ye. Çend heywan, carê ziyaretên malbatê yan jî ziyaretên bi bira re yên nîv seatî jî di bin navê muxalefeta hewayê de tê sekinandin. Tenê hevdîtina parêzeran gerdûna min a ragîhandinê ava dikirin. Bêgûman ez van hêmanên ragîhandinê biçûk nabînim. Lê belê ji bo li ser piyan sekinandinê ev têkilî têrê nakin. Ya ku li ser piyan mayînê bide diyarkirin, a ku nahêle ez nerizim îrade û zîhna min e.

Di rojên destpêkê de min bixwe jî, xeyala tehemuliya vir nedikir. Ne tenê bi salan, ez ne dihizirîm ku salekê jî li vir derbas bikim. Hizirîneke min a wisa bi lome hebû. Min digot: “Ma hûn çawa dikarin bi mîlyonan kesan di nava odeyek ewqasî biçûk de bihêlin?” Bi rastî jî weke Rêberê Netewî ya Gelê Kurd di dema ketina girtîgehê de û di wan şert û mercan de min xwe kiribû senteza bi mîlyonan mirovan. Gel jî wisa fam dikir. Mirov nikare bêyî malbata xwe, zarokên xwe jiyan bike. Ez ê çawa demek dirêj ji wê îradeya bi mîlyonan yek bibûn dûr biketama? Min ê çawa ev hevdîtina bê awî ji holê rakirana? Ez wisa dihizirîm. Di derbarê statuya gelê Kurd a civakî de bû. Ji bo ez jiyaneke azad bixwazim divê ew civaka ez girêdayî wê me, azad bibe. Azadiya min a kesî bi azadiya civaka min re girêdayî bû.

Di girtîgehê de, dermanê hêza tehamulê pêşxistina famkirina heqîqetê ye. Di derbarê hemû aliyên jiyanê de famkirina heqîqetê girtin û ew bihêz jiyankirin tê wateya her kêliya jiyanê bi wate kirin e. Dema mirov famdikin çima jiyan dikin û şûnde êdî ferq nake li ku derê jiyan dikin. Ew der nabin pirsgirêk. Jiyan her tim di nava derew û xeletiyan de derbas bibe, wê wateya xwe winda bike. Wisa jî ew diyardeya ku dibêjin, jiyana peritînê derdikeve holê. Bêkêfî, nerehetî, şer, dijûn encamên xwezayî yên jiyana kirêt in. Jiyana mirovan ji bo kesên ku famkirina wan a heqîqetê heye weke mûcîze ye. Jiyan bixwe çavkaniya coş û kelecana mezin e. Di jiyanê de wateya gerdûnê veşartî ye. Ger ev raz (sır) hat ferq kirin, mirov li ku derê be, li zindanê jî be pirsgirêka berxwedanê dernakeve holê. Jixwe ger zindan ji bo azadiyê be, li wê derê famkirina heqîqetê hîn mezintir dibe. Jiyana ku bi famkirina heqîqetê mezin dibe, êşên herî zor û zehmet jî dikare veguherîne kêfxweşiyê.

Ji bo min girtîgeha Îmraliyê ji bo famkirina diyarde û pirsgirêka Kurdan, derfetên çareseriya wê avakirin, tam bû qada şerê heqîqetê. Li derve zêdetir axaftin û pratîk derbasdar e. Lê belê li hindir hêza wate bi pêş dikeve. Jiyana Îmraliyê rê li ber pirsgirêkên tenduristî yên fîzîkî dide vekirin. Derveyî van pirsgirêkan tiştekî ku ez nikaribim xwe li hember ragirim tine ye. Moral, îrade, zanebûn, li gor berê zêdetir bûye. Hîn zelal bûye. Ji timara estetîk re derbas bûye. Bi pêşketina xwe ya xweşik, dewlemend bûye. Her ku îzaha heqîqetên civakî bi zanist, felsefe, estetîk re dihat pêşxistin derfetên jiyana xweşik, rast, baş zêdetir dibin. Li şûna ez bi wan mirovên ku modernîteya kapîtalîst ew ji rê derxistine re jiyan bikim, bi tena serê xwe heya nefesa xwe ya dawî di hucreya xwe de jiyankirinê tercîh dikim.

Bi jiyana min a Îmraliyê re girêdayî dibe ku weke pirs gelê me meraq bikin hebe. Di rewşeke derketinê de ez ê li ku û çawa jiyan bikim. Ez ne kesayetekî xeyalperestim. Divê baş were zanîn, ez xwediyê terzê jiyana şoreşger im. Kes ên ku jiyana min a zarokatî mêze bikin, dikarin bersivên pirsên xwe jî bidin. Min beriya deh saliya xwe li hemberî otorîteya malbatê îsyana xwe ya yekem da meşandin. Ev ji bo van pirsan dibe mînaka yekem. Ji wan deman heya niha îsyankarê bi tenê me. Li hemberî jiyana gund û bajaran îtîrazên xwe min di parêznameyên xwe de vekirine. Kesên eleqedar dibin, dikarin ji wan pirtûkan sûd werbigirin û bersivên xwe bigirin. Bi kinahî dikarim bibêjim ku, ji bo min jiyan bi azad jiyankirinê re gengaz e.

Wê demê bi îhtîmala derketinê ez li ku derê bim jî, di kîjan demê de jiyan bikim jî; ji bo wê civaka ez endamê wê me ji bo wan Kurdên ku trajediya vê jiyan kirin e, ji bo çareseriya wan a rêya rizgariyê ÇARESERIYA NETEWA DEMOKRATÎK ez ê heya dawiyê di nava tekoşînê de bim. Ji bo wî gelê Rojhilata Navîn ku Kurd jî endamê wê ne, ji bo wê cîhana mezin ku çareseriya xwe ji yekîtiya netewa demokratîk digire ez ê tekoşîn bikim. Ev tekoşîn wê heya dawiyê bi soz –pratîkê, terzê çalekiyê her tim berdewam bike. Diyar e ya rast û xwezayî jî ev e. Ez ê bi wê kesayeta xwe ya bi hêza etîk-estetîk felsefî-zanistî hêza mezin, qezenc kiriye kesayeta xwe ya heqîqetê bimeşim. Jiyanê qezenc bikim. Bi her kesî re par ve bikim. 

Dadgeha Têkiliya Xwe Ji Zanistê Qutbûyî Tu Car Nikare Adil Bibe

   Dadgehkirina min a di nava van şert û mercan de, derveyî komploya navdewletî, sedema cezayekî pir giran e. Ji ber ku min civaka ku îddîaya xwe winda kiribû û ketibû pey hêrs û kara zêde, kir civakek xwedî xwestek û hêz, ev ceza hatiye dayîn. Ew civak bû xwedî çalakî û tevger. Ev tê ferz kirin. Kengî were gotin: “Ka civaka min, ka çanda min, ka zimanê min, ka azadiya min” ev hemû li gor pergala desthilat dibûn cihêkarî û xiyaneta bi welat re.

Di şaristaniya Osmaniyan de gunehekî wisa hebû. Di sîstema qewmên Tirk de bi giştî cûreyekî wisa yê guneh nîn e. Ev guneh, vedîtin û îcada rejîmên faşîst, nijadperestên şaristaniya Ewrûpa û rejîmên din ên desthilatdariya total in. Di sedsala bîstemîn de derbasî sîstema dewleta Tirk bûne. Ger guneheke min hebe, ew jî ev e ku min jî, hinek ji mîkrobên çanda şer û desthilatiyê wergirtiye. Wexta ku ji bo azadiyê desthilatiya dewletê û şer mîna fermaneke quranê bi bawermendî hat fêmkirin ez jî tevlî lîstokê bûm. Her kes ên ku li ser navê bindestan rabûn têkoşiyan, nikaribûn xwe ji vê nexweşiyê xilas bikin. Li ser vî hîmî ez ne tenê li hemberî pergala serdest, her wiha ez li hemberî tekoşîna azadiyê ya min her tiştê xwe ji bo wê danî holê jî gunehkarim. Ez ê di vê mijarê de rexne li xwe girtinê, ne tenê bi teoriyê, ez ê di pratîka esîl a tenêbûna xwe de heta dawiyê bimeşînim.

Lê pergala ku civak û gel bi zorê ji xwebûnê derxistiye, wê çawa xwe bide efû kirin? Ger wê dadgehkirineke adîl hebe, divê li îddîayên herdû aliyan jî were guhdar kirin. Li gorî wê biryar were dayîn. Dadgehek têkiliya xwe ji zanistê qutbûyî ti car nikare adil bibe. Eşkereye zanistên civakî wê çeka min a bi tenê be. Ez ê serî li wê bidim. Ez biqasî ku xwe pê ronî bikim, ez ê bikaribim li ser rêya rast bimeşim ku ev yek jî şertê, ji bo mirov bi şeref û rûmet be. Mirov dikare jiyana min a fermî û rêxistinî dabeşî sê deman bike.

Armanc her tişt e

Bi vî awayî kesayeteke çavkor derdikeve pêş. Di vê cureyê doxmatîzmê de bi şêweyekî çarenûs û weke xulase şertên Îmraliyê; ne tenê weke kes, weke komar û gel jî tê wateya zayîneke sêyemîn. Zayîna duyemîn bi şîddet û şer zayînê, paqijbûyînê vedigot. Di xwezayê de û di civakê de heyîna ev dijberiyên di her bûyerek de derbasdar û li gorî pêwîstiya qanûna yekîtiya wê serdema dijberiya komara olîgarşîk a demdirêj li ser bingeha şîddetê wê cihê xwe ji komareke demokratîk û laîk a ji demokratîkbûnê re bihêle.

Di rastiya xwe de, li giraveke li girtîgeha yek kesî ya dixwazin di şexsê min de mehkûm bikin, ev Kurdîtiya azad e. Li Îmraliyê 12 sal in polîtîkayên rojane têne bi cih anîn. Sîstematîk in. Eger em van polîtîkayan tenê weke polîtîkayên li girtîgehên Tirk bibinin, ev yek dê rê li ber xwe xapandinên girîng vekin. Di heman demê de ev yek wê bi xwe re him ji bo Kurdan û him jî ji bo Tirkan polîtîkayên tiştekî çareser nakin bi afirîne ku rê li ber şer veke. Rêbertiya ku ez dikim, Rêbertiya nemir e û heya mirovahî hebe wê were jiyîn. Ez dê li vir nehêlim ku sedem ji mirina min re çêbibe. Ez dê dawî li jiyana xwe neynim. Lê ger bixwazin bikujin, dikarin bikujin. Ji bo bilind girtina hêviya aştî û azadiya gelê xwe ez hewl didim ku zêdetir bijîm.

Ez li vir girtiyekim. Ez baş jî di ferqa vê de me. Ez di zanebûna vê rewşa xwe de me. Dikarim bidim xuyakirin ku weke girtiyekî li vir bi şêweyeke hêjayî hevalên xwe, gelê xwe meşa xwe ya dawî temam bikim. Armanca min tenê ev e. Ez dikarim li vir encax van bikim. Li gorî pêwîstiya berpirsiyariya xwe ya li hember gel ez neçarim xwe bidim jiyîn. Ji ber vê çendê ez hewl didim ku li hemberî van şertên li vir ên ji mirinê xerabtir li ber xwe bidim. Hûn berxwedaniya Mazlûman, Kemalan, Xeyriyan dizanin. Mazlûm xwe bi dar ve vekir. Kemal û Xeyrî di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan. Neçarim ku ez rêzdar bim li hember biranînên van hevalan. Neçarim biranînê wan bidim jiyîn. Ew mirovên pir wêrek bûn. Ez eşkere bibêjim, ez biqasî wan ne bi cesaretim. Dibe ku ez yekî ji rêzê bim jî. Dibe ku ez kesekî zêde neyêm mezinkirin jî. Lê ez tiştekî tenê dizanim. Ev jî ev e ku, ez li vir hewl didim bi awayeke bi rûmet bi kesayet, bi şêweyeke gelê me û nirxên me heq dikin bijîm. Tekoşîna min a li vir bi awayeke herî hêsan herî eşkere tekoşîna parastina nefsa xwe ye. Têkoşîna xwedî derketina li nefsa xwe ye.

Daxuyanî

Hewrêyê Me Berjîn Canda Gihişt Şehadetê

19.04.2024
Daxuniya Şehîdan a HPG BİM

Zêdetir Bixwîne

Hewrêyê Me Dilxwaz û Argeş Gihiştin Şehadetê

17.04.2024
Daxuniya Şehîdan a HPG BİM

Zêdetir Bixwîne

Hewrêyê me Bêrîtan û Garzan Gihiştin Şehadetê

15.04.2024
Daxuniya Şehîdan a HPG BİM

Zêdetir Bixwîne

Hewrêyê Me Delal Zanyar Gihişt Şehadetê

14.04.2024
Daxuniya Şehîdan a HPG BİM

Zêdetir Bixwîne

Mîllîtana  Fedaî a Apoyî Rêhevala me Eser gihişt şehadetê

13.04.2024
Daxuniya Şehîdan a HPG BİM

Zêdetir Bixwîne

Cejna Gelê Me Û Hevrêyên Me Pîroz Be!

11.04.2024
HPG BİM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Belgeyên Di Derbarê Rastiyên Ku Artêşa Dagirker Veşartî De!

09.04.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

Dagirkerên Ku Berê Xwe Dan Tunelên Şer Hatin Cezakirin

09.04.2024
HPG BÎM Daxuyanî

Zêdetir Bixwîne

telegram