HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Erê, ez dibêjim xwestek; ji ber ku her tim min dixwest derbasî qada şer bibim. Di wê demê de jî her tim pêşniyarên min hebûn ku ez herim çiyê.

Lê ev xwesteka min wê demê nehate qebûlkirin. Sedema vê jî ew bû ku hinek heval guncav nedîtibûn. Her ku min Serokatî didît, min daxwaza xwe ji bo çiyê dikir. Lê belê, Serokatî nedipejirand. Ji ber ku digot: "Wê demê gelek heval li mintiqeya Rojava şehîd ketin. Hûn niha li vir tecrûbe bigrin, piştre hûn dikarin herin welat." Ev xwesteka min her tim germ bû û bi min re jiyan dikir. Her dem xeyalên min dixemiland.

Sal 1994 bû û meha 8'an bû. Em di perwerdehiyekê de bûn. Di perwerdeyê de rêhevalên jin jî hebûn. Ev perwerde li Helebê dihat meşandin û ez jî berpirsiyara hevalên jin bûm. Wê demê konferansa hemû alanan dihat çêkirin. Konferans li ser asta rêxistinî ya Heleb, Efrîn, Kobanî û Letqî çêbûbû. Em tevlî konferansê bûn. Dema konferans xilas bû, em bi tevahî hevalan re derbasî perwerdeyê bûn da ku li ser vê bingehê ragihandina konferansê bikin.

Rojekê, dema hîna konferans berdewam dikir, hevalan ji me re notek hiştibûn. Pêwîst bû ku ez xwe bi lez bigihînim malekê. Malbateke welatparêz bû û saet jî dabûn. Me hîna zelal nekiribû ku ji bo çi em ê biçin wî cihê ku hatibû gotin. Me wisa texmîn dikir ku wê bêguman tekmîla perwerdehiyê bê dayîn. Ji ber ku her panzdeh rojan, me tekmîla xwe dida berpirsiyarê perwerdehiyê. Dema tekmîla berpirsiyarê dibistanê li hev diciviyan, tekmîl dihatin nirxandin. Ez wisa nêzîk dibûm. Berpirsiyarê me yê Helebê heval Ozgur bû. Heval Ozgur hevalekî Laz bû. Wî ji me re notek hiştibû. Em bi vî hevalî re çûn cem malbateke welatparêz. Hevala Leyla li benda me bû. Axaftina wê ya yekem ew bû: "Heval Arşem, tu hatî?" Min jî bersiv da: rast e heval, ez hatim; ez ji zû ve li benda te me, perwerdehiya tekmîlê heye. Got: ez nizanim, lê heval wê me bibin cihekî. Dema got wê me bibin cihekî, min ferq kir ku tiştek heye. Çima me dibin cihekî? Jixwe em her tiştî ji hev re dibêjin. Lê wisa diyar bû ku cihê em ê biçin, wê demê Serokatî jî li wir be. Ev jî ji bo ku Serokatî deşîfre nebe dihat kirin. Min fam kir û min got: wê demê Serokatî hatiye Helebê, em ê bibînin. Hevala Leyla got: ez nizanim...

Em rabûn û li wê derê sekinîn; erebe hat, em girt û em birin. Lê me pirs dikir ka em ê biçin ku derê. Bes tiştek xwezayî bû ku ji me re nehate gotin. Axaftina me ya di erebeyê de her diçû, bi heyecaneke mezin didomiya û ev yek heta em gihîştin malekê berdewam kir. Heval Ozgur li vê malê li benda me bû. Dema em gihîştin malê, heval Ozgur li derve, ber derî, li benda me sekinîbû. Ji me re bi awayekî acizbûyî got: "Hûn çima ewqas dereng man?" Me got: heval, me nizanî bû; ji me re nehatibû gotin. Em derbasî hundir bûn. Di carekê de me Serokatî li hemberî xwe dît. Di rewşên asayî de, her tim heval berê xwe amade dikin û piştre Serokatî tê civîn bi hevalan re çêdike; an jî dema dewre bi dawî tê, wê demê ji Serokatî re soz didin. Lê vê carê heval amade nebûbûn û Serokatî li benda me sekinîbû. Tabî, bixwazî nexwazî, heyecaneke mezin mirov digire. Ev heyecan çawa nedida! Serokatî li hêviya te bisekine. Serokatî li me nêrî û got: "Mirovekî ku leşker be, di wextê xwe de tê; hûn çima dereng man?" Me jî li hevdu nihêrî û me bersiv da: "Serokê min, me di destpêkê de nedizanî nota ku ji me re hatiye dayîn; me xwe li gorî saet 6'an amade kiribû." Serokatî got: temam, temam, werin rûnin. Hûn çi dikin?

Em şeş hevalên jin bûn: hevala Leyla, Rewşen, Zozan, Dîcle, Cahîde û ez. Em rûniştin. Em her sê heval berpirsiyarên alanan bûn. Bêdengiyek hebû. Di serê me de ev pirs derbas dibûn: ev çawa çêbû ku em hemû gihîştin hevdu? Me nedizanî ku Serokatî ji bo çi bi me re civîn çêdike. Serokatî li me hemûyan nihêrî û dest bi axaftinê kir: hûn çi difikirin, hûn çi texmîn dikin? Heval Ozgur li ser lingan sekinîbû û got: Serokê min, me hê tiştek negotiye. Serokatî got: tabî, tabî, her tiştê min surprîz e!

me her şeş heval li hev nihêrîn ku Serokatî çi surprîz ji me re amade kiriye. Di destpêkê de ji min re got: rabe, tu amadeyî derbasî welat bibî? Ez li ser lingan sekinîm. Min nedizanî çawa bersiv bidim. Ji ber ku berê min gelek israr kiribû ku derbasî welat bibim û nehatibû qebûlkirin. Çawa di nava mehek û nîvekê de careke din Serokatî bi xwe dibêje: tu amadeyî derbasî welat bibî? Ez wisa sekinîm. Ez cemidî mam. Min nikaribû ji Serokatî re bersiv bidim. Serokatî ji min re got: tu çi dibêjî, tu ne amade yî? Ji heyecanê re ez nekaribûm biaxivim û bi awayekî zelal bersiva Serokatî bidim.

Min di nava heyecaneke mezin de bersiva Serokatî da: "Belê, belê! Serokê min, ez amade me ku derbasî welat bibim." Li ser vê yekê Serokatî got: "Xweşik biaxive, çima zimanê te lal bûye?" Min got: ez nizanim, û rûniştim. Piştre li hevalên din nihêrî û hevalan tev bi hev re gotin: em amade ne derbasî welat bibin. Hemû ji bo tekmîlê hatibûn, lê tişta herî surprîz ji bo me di carekê de dîtina Serokatî bû. Em her şeş heval li hevdu mêze kirin. Gelo xeyal e yan jî rastî ye? A rast ji bo me di navbera xeyal û rastbûyînê de diçû û dihat. Çawa biryareke wisa derket, em bixwe şaş man. Serokatî got: temam, belkî hûn niha dibêjin xeyal e; lê belê ji nava vê xeyalê derkevin, hûn rasterast diçin welat.

Dîsa me li hevdu mêze kir, ji ber ku em hîna jî bawer nedikirin. Serokatî kenî û got: "Temam, ez niha ji bo çûyîna we ya welat ji we re bibêjim: duh bi şev heval Ebas, heval Karasû û hevala Şervîn ji Şamê derketin û derbasî Qamişlo bûn. Ew ê ji bo kongreya 5'an biçin. Me xwest komek ji Helebê jî bişînin. Bi taybetî jî divê hevalên jin biçin, ji bo nîqaşên YAJK'ê û ji bo xebatên jin amade bin. Em dixwazin we derbasî welat bikin. Fikirandina ku we li vir kiriye, hûn ê ragihînin kongreyê. Hûn dikarin di kongreya 5'an de amade bin. Hûn bigihîjin wir û amade bin. Li ser vê esasê hûn derbasî welat dibin. Hûn çi dibêjin, nêrîna we çi ye? Êdî em ê dest pê bikin; rola we çi be? Derbasbûna we derbasbûneke dîrokî ye. Ji ber ku piştî kongreya 4'an, kongreya 5'an tê avakirin. Li ser vê esasê pêwîst e em ala xwe careke din ber çavan re derbas bikin û pê re jî di warê zihnî de guherînan çêkin. Wek hevalên jin, hûn ji saha serok diçin. Di milê siyasî de, pêwîst e hûn tiştên li vir û lêhûrbûnên ku we kirine ragihînin kongreyê. Ev milekî girîng ê we ye. Girîngiyeke din jî ev e ku piştî artêşbûna jinê cara yekemîn, jin bi îradeya xwe biryarekê bigire û kongreya xwe çêbike. Jin divê xwe di çiyê de birêxistin bike. Ev pir girîng e. Ev ji we re jî pir girîng û pêwîst e. Hûn di zanebûna wê de bin. Hûn ji saha Serokatî diçin; lêhûrbûnên ku we kirine, pratîka ku we dîtiye, hûn êşên gel dizanin, êşên jinê dizanin. Ger ev di bin saha rêxistinê de neyê destgirtin, em nikarin pirsgirêka jinê çareser bikin û ev hîn jî girîngiya xwe diparêze. Ji bo wê ez ji we re dibêjim: çûyîna we çûyîneke dîrokî ye. Pêwîst e hûn di wê ferqê de bin. Hevalên me bi salan di şer de mane. Ji xweseriya jinê dûr in. Derfetên perwerdeyê tune ne. Hûn ê her yek bikevin nav hevalên jin û bikaribin veguheztinan bikin. Ev rol dikeve ser milê we. Bi vî awayî hûn ê herin wê derê; hem bi tevlîbûna xwe di kongreya 5'an de, hem jî bi tevlîbûna xwe di damezrandina YAJK'ê de rolê xwe pêk bînin. Ev rol û erk pir girîng e û berpirsiyariya wê giran e. Pêwîst e hûn bi vî awayî, bi vî rihî derbas bibin."

Dema Serokatî diaxivî, em hêdî hêdî ji xeyalan derketin û xwe li saha şer hîs kirin; em ketin bin barê giraniya peywira xwe. Bi vî awayî ev di serê me de hat nîgarkirin. Êdî di serê me de bû. Xeyala ku em di saha şer de çawa vê rolê bilîzin, bi rastî jî ji bo me her şeş hevalên jin, ji bo nêzîkbûna bi berpirsiyariya ku Serokatî daye ser milê me re, heyecaneke pir giran bû. Bi vî awayî Serokatî bi me re sê saetan peyivî. Di axaftinê de ya herî balkêş rola me ya dîrokî û ketina welat bû.

Piştre Serokatî got: temam, rûnin, ji hevalan re kola û kek bînin. Her yek ji me îskanek kola vexwar. Lê Serokatî israr kir ku em îskanek din jî vexwin. Li ser vê esasê bi xwe rabû, ji me re kek anî, danî ber me û bi israr bi me da xwarin. Bi me re manewiyateke zêde çêbû. Dema Serokatî bi xwe kek parçe dikir, wiha ji me re got: "Pêwîst e hûn bixwin, belkî ev hevdîtina min a dawî bi we re be." Ev manewiyateke pir mezin bû. Ji ber ku em ê ji Serokatî dûr bikevin, ev jî di me de hestên kûr ava kir.

Serokatî her cara ku min didît digot: "Tu pir qelew î, lê tevî vê qelewbûna te, tu pir sivik û bitevger î. Dema tu biçî welat, tu dê çawa bikî? Heval dê bibêjin: ev hevala qelew dê li ser serê me bibe giranî. Lê ez bawer im heval te nas bikin, ew ê wisa nefikirin." Ji hevala Rewşen re got: "Meşa te wek meşa keçên gundan e. Ger tu biçî welat, tu dê zû bêyî qebûlkirin. Ji ber ku tu wek keçeke gundiyan dimeşî. Hevalên me di çiyan de bi vî awayî dimeşin. Komek ji çiyan hatiye, tam tevgera wan e. Lewra pêwîst e tu meşa xwe biguherînî û di xwe de meşeke leşkerî ava bikî." Ji min re got: "Tu pir zeîf bibî; dema tu biçî, hem estetîka te jî xweş bibe."

Dora sozdayînê hatibû, lê em ji vê yekê haydar nebûn. Em her şeş heval li hevdu nihêrîn.

Hevala Leyla got: Serokê min, min metn amade kiriye. Min got: ez amade me ji bo te û şehîdan soz bidim. Me bi hev re soz da. Lê di dema sondxwarinê de, hevala Leyla ji ber heyecanê sozdayînê ber bi dawî ve temam nekir. Serokatî sozdayînê bi xwe bi me re dubare kir û me temam kir. Dema Serokatî xelas kir, me ji bîr kir ku em çepikan bidin. Serokatî li hemberî vê yekê got: "Çi bi we hatiye, çima hûn ewqas bi heyecan in? Wiha nekin; ger hûn wisa biçin, hûn ê zû winda bikin. Ji vê saetê pê de hûn gerîla ne, û gerîla leşker e û nakeve heyecanê." Piştre Serokatî bang li hevala Rewşen kir û ew çû kêleka Serokatî sekinî. Serokatî ji hevala Rewşen re got: divê tu wisa xwar nesekinî, li kêleka min mîna leşkerê bisekine.

Dor hatibû min. Ji ber ku sar bû, min parka li xwe kiribû. Got: Arşem were, tu qelew î, ez jî qelew im, ka em çi bikin. Min got: Serokê min, ez nizanim. Got: "Ez ê xwe zeîf bikim." Min got: Serokê min, ji ber ku sar e, me parka li xwe kiriye; ev jî hinek me qelew nîşan dide. Serokatî got: temam, li xwe û xwarina xwe miqate bin, û me bi hev re wêne kişand. Wê demê got: hevala Leyla were kêleka min. Hevala Leyla pir kinik bû û xwar bû ku destê xwe bavêje ser milên Serokatî, lê destê wê negihîşt ser milên Serokatî. Li ser vê yekê Serokatî got: pêşniyara min ew e ku tu kursiyekê bînî û li ser wê li kêleka min bisekinî, yan jî em bi hev re li ser kursî rûnin. Hevala Leyla got: Serokê min, tu çawa hez dikî, em wisa bikişînin.

Serokatî got: "Hûn ê îşev bi rê bikevin, biçin Qamişlo û li Qamişlo heval Ebas û heval Karasû bibînin û bi wan re derbasî welat bibin. Hûn li Qamişlo nesekinin. Li ser vê bingehê amadekariyên xwe bikin." Min jî got: temam!

Piştre got: hûn dixwazin tiştekî bibêjin? Me got: na, Serokê min. Serokatî got: na, na, we amadekariyên xwe yên welat nekirine. Hûn herin Qamişlo, bila heval notekê binivîse û bila heval tiştan ji we re bikirin. Ez ê notekê bi destê xwe binivîsim; hûn herin welat û bidin heval Cemal.

Me xatir ji hev xwest û yek bi yek me hemêz kir. Dema dor hat ku ez û hevala Leyla hemêz bikin, Serokatî got: tu giran î, lê şidiyayî û sivik î. Ji min re jî got: tu jî ji bo çekê hilgirtinê, pêwîst e xwe zeîf bikî. Min got: temam e, Serokê min. Soz, dema ez biçim welat, ez ê xwe zeîf bikim. Serokatî got: binêrin, hûn baş qîmeta xwe bizanibin. Bila tiştekî bibêjim: li vir çi heye? Her mirovek di serê xwe de xeyalekî nîgar dike; ew xeyal çawa dibe rastî, çawa mirov bi van xeyalên xwe re dijî û çawa di rastiya wê de tê îfadekirin.

Xala ku ji bo min girîng bû ev bû: her hevalek ji welat dihat, min digot ez bipirsim rewşa welat çawa ye. Di wê pêvajoyê de pir heval derbasî Rojava dibûn û pir jî şehîd ketin. Hêrseke tolhildanê di hundirê min de şax dida û min digot ez çawa bigihîjim welat û tola van hilînim.

Li ser vê bingehê, ev wek xeyalek di serê min de bû; şev û roj min bi xeyala xwe re jiyan dikir. Dema roja dawî me xatir ji Serok xwest, got: çûyîna we ya welat çûyîneke dîrokî ye. Wî berpirsiyarî da ser milê me. Ev berpirsiyariyeke pir girîng bû û wateyeke pir mezin hebû. Ji bo min, aliyê wijdanî û exlaqî ev bû ku em çawa dikarin xwe hêjayî vê berpirsiyariyê bikin.

Giraniya vê berpirsiyariyê di pratîk û çalakiya min de her tim li ber çavên min derbas dibe û ez her roj ji xwe hesab dipirsim. Baweriya ku Serokatî da min, ez hê jî li ser wê hêza ku min jê girtî dimeşim. Û min xeyalên xwe veguherandin rastiyê.