HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ziman Jiyana Mirovahiyê Ye

Yek ji gelên herî qedîm ku bi zimanê xwe ve dewlemend e, gelê Kurd e. Ji ber qedexeya wî, neçar mane bi terzê dengbêjî, çîrok û nivîsan ve, ku di heman demê de çandên herî kevnar ên gelê Kurd in, zimanê xwe biparêzin û bixemilînin. Zimanekî ku xwedî gelek zarava û peyvên kevnar ên bi wateyên dagirtî ne. Gelek peyvên ku roja îro jî têne bi kar anîn, bi hezaran salan dîroka xwe heye û xwedî wateyên pir kûr in. Ewqas dewlemend e ku carinan ji bo yek tiştî 3-4 peyv têne şixulandin. Berevajî gelek zimanên din, xwedî kokekî qedîm û bi bingeh e. Dibe ku ne zimanê yekemîn be, lê yek ji zimanên yekemîn ên ku mirovahiyê bi kar aniye, zimanê Kurdî ye.

Wêje Û Êş

Xencerên wêjeyê yên di destê zanyar û helbestvanên Kurd de, ji hemû xenceran tûjtir û bi hêztir in. Ji ber ku wan hemû tiştên ku nivîsandine û gotine, êşa wê di dil de jiyan kirine. Bi kurtasî mirov dikare bibêje ku wan êşên xwe bi deng û awazên xwe yên zêrîn bi lêv kirine. Kesayetên wekî Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Seydayê Tîrêj, Baba Tahirê Uryan, Pîremerd, Ebdullah Pêşew û bi sedan kesayetên ku me navê wan negotî, bi qelema xwe ji zarokên vî gelî re bûn çavkaniya hêzê. Lê mixabin tu carî ev ziman nebûye zimanekî fermî û hertim di bin siya hin neteweyên din, ango zimanên din, de maye. Bi salan ji bo vê yekê têkoşîn hatiye meşandin. Gelek kesan jiyana xwe feda kirine da ku zimanê dayîkê bikeve fermiyetê û Kurd di cîhanê de were nasîn.

Zilma Herî Mezin Li Ser Ziman e

Dîroka fermî hertim bi destê desthilatê ve hatiye nivîsandin û hertim yek ziman hatiye pejirandin. Yek ji zimanên herî kevnar ên li ser rûyê cîhanê zimanê Kurdî ye. Lê belê, ji ber ku Kurdî tu carî nebûye zimanekî fermî, gelek dîwan û nivîsên giranbuha jî bi wendabûnê re rû bi rû mane. Hemû nivîskar û hunermendên me di ferqa vê zilmê de bûn. Lê mixabin ji ber yeknebûna gelê Kurd, nivîskar û hunermendên me jî nekarîne pêşiya vê zordariyê bigirin. Wekî mînak, Xanî yê mezin di sedsala 16-17'an de dibêje: "Ji Kurdan re êdî serokek hewce ye." Lê mixabin bi xwe nekariye ji vê yekê re pêşengtiyê bike. Dema mirov dîwan û berhemên zanayên Kurd meyze dike, bi rehetî tê dîtin ku bê ka çiqas di ferqa zilm û bindestiya Kurdan de ne. Ji ber vê yekê ye ku Seydayê Cîgerxwîn jî dibêje: "Ger em nebin yek, emê herin yek bi yek." Zilma ku li ser ziman heye wekî xencerekî ye ku berdewam di pişta mirov de be; nakuje, lê nahêle jiyan jî bi aramî were kirin.

Piştî serdemekê û bi taybetî piştî ku Komarên Tirk, Îran, Iraq û Sûriyê ava bûn, êdî zext û êrîş li ser çand û zimanê Kurdan bi awayekî berbiçav xuya kir. Her çiqas asta wêje û çandê bilind bû, ewqas jî êrîş û zext mezintir û gurtir dibû. Em bala xwe bidinê: gelek mûzîkên Kurd ên sedsala 21'an ji aliyê kesayetên ji çanda xwe dûrketî, wek Îbrahîm Tatlises û Mahsûm Kirmizigûl, ve hatin dizîn û wekî ku ev mûzîk ya wan bi xwe be belav bûn. Ji ber ku hem derfetên qeyd û belavkirinê di nava Kurdan de kêm bûn, hem jî bi rehetî nedikarîn hunera xwe bi navê Kurdînî belav bikin. Gelek mûzîk ji Kurdan hat dizîn; carinan bi gotinên cuda, carinan jî heman gotin bi zimanekî cuda ve hatin bi kar anîn.

Ber Bi Te Ve Difirim

Difirim, dihûnînim xelekên porê zarokên çav tirsiyayî.

Te dibînim di devê hemûyan de,

Paqij û şirîn.

Difirim, di govendeke bê dawî

Rastî keç û xortên

Bi kesk, sor û zer ve xemilî têm.

Difirim, li ber derî,

Di her kûçeyekê de rastî pêşiyan têm,

Ku bi te serfiraz in.

Difirim, li çiya diqelibim

Bi heybeta gerîla diveciniqim,

Di çav û lêv û singa wan de

Te dibînim bi hemû xweşikiyan.

Li deşt û çiya û zozanan difirim

Û di her rast hatina xwe

Ya bi bilbil, şalûl, gul û beybûnan de

Te dibînim.

Bi awazên xweş dikevim xewa mirinê.

Bi te dilorim, bi te keyfxweş dibim

Û bi te evîndar dibim li keleha welatê xwe.

Têkoşîna Tevgera APOyî Têkoşîna Çand Û Ziman e

Têkoşîna ziman û çandê têkoşîna herî sereke ye ku divê her miletek vê têkoşînê bi awayê herî xurt bimeşîne. Îro şer, şerê ziman û çandê ye. Eger îro Kurd bi hemû hêza xwe ve di nava têkoşînê de ne, ev têkoşîn a ziman û çandê ye. Em bala xwe bidinê: di salên berê de hema bêje çand û zimanê Kurdan ber bi tunebûnê ve diçû. Hatibû astekê ku êdî şerm dikirin Kurdî biaxivin û stranan guhdar bikin. Ev bandoriya çand û zimanê welatên cîran bû ku gelê Kurd xistibû rewşeke wisa kambax. Di heman demê de li gelek cihên Kurdistanê ziman hatibû qedexekirin. Lê bi têkoşîna bêhempa ya Serokê APO ve, ev yek îro gihîştiye astekî diyarker. Êdî ji ziman şerm kirinê zêdetir, bez ber bi ziman ve dest pê kiriye. Li kêleka vê, li giştî cîhanê bala gelek kesan kişand û lêkolîna zimanê Kurdî li wan ferz kir. Piştî gelek lêkolînan bi rehetî tê dîtin ku gelek peyvên ku niha di gelek ziman de têne bi kar anîn jî koka xwe ji Kurdî digirin, her çiqas di bilêvkirinê de guhertin hebin jî.

Şîrê Dayîkê; Ziman

Ji yên ku te dihesûdin re dibêjim, ji yên ku te nas nakin re. Nizanin rastî çi hatine. Dixwazin te biperçiqînin, lê nizanin tu me'şûqê bi milyonan î. Nizanin bê ka ji bo te çiqas camêr derketin û bi tîpên zêrîn dev û dilê xwe xemilandin û xwe gorî te kirin. Av şûştin, mirin kuştin, tav şewitandin û hewa fetisandin bi zaravayên xwe. Gulên pejmûrde jîndar kirin, befir cemidandin, xweziya rojên xweş xwarin bi bedewiya te.

Canbexşên Ziman

Piştî salên dirêj ku ev rewş bi awayekî tund dom dikir, guhertineke dîrokî dest pê kir. Ev jî piştî gelek serhildanan, ku êdî tu kesî hêvî nedikir Kurdek serî hilde, bi derketina tevgera APOyî bû. Yek ji armancên herî sereke yên tevgerê ev bû ku zimanê Kurdî were nasîn û bibe zimanê perwerdeyê. Bê guman gelek kesayetên navdar û hêja, ku heta wê demê jî hemû jiyana xwe xistibûn xizmeta zimanê Kurdî, hebûn. Lê bi tevgera APOyî ve ev derket lûtkeyê. Bi şoreşgerên mezin ên wekî Qasim Engîn û Helmet Diyar Xerîb ve, çirûskeke mezin ya ziman û dîroka Kurdî rabû ku êdî pêşiya wê girtin di dilê dijmin de bû kul. Îro jî, eger em baş lê binêrin, Serokê gelê Kurd di her nivîs û gotûbêjên xwe de behsa çand, ziman û hunera Kurdan dike. Her çiqas em îro gihîştibin asteke mezin ya têkoşînê jî, lê ev ji bo rizgarkirinê têrê nake. Her roj bişaftin û êrîş li ser çand û zimanê me bi awayekî dijwar didome. Ev jî mecbûriyeta me ya meşandina têkoşîneke xurt hîn zêdetir dike.

Evîndarê te me li rex hemû êş û azaran

Ji te fêr bûme şirîniya dev û lêvan

Qedexeyî li her deverê

Lê te, kes nekuşt bi çeka xwe

Ji bîr nabî tu carî

Nadî ji bîrkirinê helbet

Ma ne evîndarên te hene

Reng û dengê bindestanî

Evîndarên te wê mirinê bikujin

Te jîndar, jîndar, jîndar bikin