HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û bersivdayîna hêzên me ya li hemberî van êrîşan wiha ne:

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

— Di 9’ê Gulanê de tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ji aliyê balafirên bêmirov ên bombebarkirî ve hatin bombekirin.

 

Êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker;

Di 8 û 10’ê Gulanê de li qada Deşta Kafya ya herêma Garê 1 car, li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê jî 2 caran; bi giştî 3 caran ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin.

 

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, top û obusan pêk anîn;

— Di 7, 8 û 9’ê Gulanê de Qadên Berxwedanê yên Sinînê û Lolan ên Xakurkê 26 caran, qadên Girgaşê, Dêreşê, Mijê, Deşta Kafya, Heftebax, Girê Reşîd, Girê Sîser, Zêvkê, Girê Kun ên herêma Garê 85 caran, Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Bêşîlî 89 caran, Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Bahar ên herêma Şehîd Delîl Rojavayê Zapê 341 caran; bi giştî 541 caran bi çekên giran, top û obusan hatiye bombekirin.

 

Destwerdana hêzên me ya li êrîşan

— Roja 7’ê Gulanê saet 15:30’an de hedefên ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di amadekariya êrîşê de bûn ji aliyê Yekîneya Şehîd Axîn Mûş ve bi droneke kamikaze hate lêdan.

— 8’ê Gulanê di saet 09:25’an de hedefên ku li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl Rojavayê Zapê di pozîsyona êrîşê de bûn ji aliyê Yekîneya Şehîd Axîn Mûş ve bi dronek kamikaze hate xistin û maşîneyek bi zirx hate derbkirin.

— 8’ê Gulanê di saet 11:20’an de droneke ku ji bo êrîşî tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bike hatibû şandin, bi çekên ferdî hate xistin.

Roja 8’ê Gulanê di saet 18:05’an de hedefên ku li Qada Berxwedanê ya Sergelê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di pozîsyona êrîşê de bûn ji aliyê Yekîneya Şehîd Axîn Mûş ve bi dronek kamikaze hate lêdan.

— Roja 9’ê Gulanê di saet 15:0’an de hedefên ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di amadekariya êrîşê de bûn ji aliyê Yekîneya Şehîd Axîn Mûş ve bi dronên kamikaze hate lêdan.

 

10'ê Gulan a 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG