Çapemenî û Raya Giştî Re!
Roja 27’ê Çileyê niştecihên gundê Şihê yê girêdayî nahiyeya Dînartê ya navçeya Akrê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê û endamên eşîra Zêbarî, Cafer Celal û hevjîna wî Sitî ji aliyê MÎT û Parastinê ve bi zanebûn hatin hedefgirtin.
Di encama vê yekê de, her du sivîl û welatiyê me yê kal û pîr, bihovane hatin qetilkirin.
Ji bo bersiva vê komkujiyê, roja 30’ê Çileyê di navbera saet 14:45 – 16:15’an de Yekîneya me ya Şehîd Dogan Zinar li dijî barageha Tabûra Seslîce ya li TRT Gabarê ya girêdayî Şirnexê û hin bîrên petrolê, bi balafiran 4 caran bi armanca hişyariyê êrîş kirin. Eger ji vir û şûnde gelê me yê sivîl were hedefgirtin, wê weke bersiv Hêzên me yên Parastina Hewayî jî bi heman awayî bersiv bidin.
2’ê Sibata 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê