HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Yekîneya Şehîd Axîn Mûş;

— 24'ê Çileyê saet di 12:15'an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin. Di vê çalakiyê de sîstemeke radarê hate îmhakirin.

— 25'ê Çileyê saet di 13:15'an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin. Di çalakiyê de konteynirek hate îmhakirin.

— 26'ê Çileyê saet di 14:53'an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 kon hatin îmhakirin.

2. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

— 23'ê Çileyê saet di 12:17'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

— 24'ê Çileyê saet di 11:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

3. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

— 22'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

— 26'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

4. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

— Di navbera 23-27'ê Çileyê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Lolan, GoşîNê, Berbizinê û Şehîd Şerîf 8 caran, li Herêma Garê qadên Dêreşê, Dêrik, Girê Zengil, Ergenê, Mêranê, Yekmalê, Girê Mesken, Deşta Kafya 22 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî, Serê Metîna û Şêlazê 5 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 3 caran; bi giştî 38 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

— 25'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 13 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

28’ê Çileya 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê