Çapemenî û Raya Giştî Re!
Weke ku raya giştî baş zane, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji 1'ê Adara 2025'an û pê ve di pozîsyona agirbestê de ne. Lê belê di êrîşkariya artêşa Tirk a dagirker de ti guhertin nîne.
Bi êrîşên hewayî û bejahî re, bi taybetî dema dawî bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî êrîşên li ser tunel û çeperên me zêde kiriye. Artêşa Tirk a dagirker ku nikare îradeya hevrêyên me bişikîne ku li ser xeta fedaîtiyê li ber xwe didin, 11'ê Nîsanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî êrîşeke giran bir ser tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û careke din sûcê li dijî mirovahiyê kir. Di encama van êrîşan de hevrêyên me Besê û Mîtra ku rê nedan dagirkeran û destan nivîsandin, şehîd bûn. Nemirên me bi jiyan, têkoşîn û berxwedana xwe têkneçûna sekna milîtaniya Apoyî nîşanî tevahiya cîhanê dan. Agahiyên berfireh ên nasnameya nemirên me wê piştre bi gelê me û raya giştî re bêne parvekirin.
Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û bersiva hêzên me ya li hemberî van êrîşan bi vî rengî ne:
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
- 24 û 26'ê Nîsanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zazpê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker;
- 24 û 25'ê Nîsanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bajarê 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, top û obusan pêk anîn;
- Di navbera 24-25'ê Nîsanê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Lolanê û Sinînê 6 caran, li Herêma Garê qadên Zêvkê, Dêreşê, Girgaşê 117 caran, li Herêma Metînayê Bêşîlî, Şêlazê û Serê Metînayê 560 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Bahar 481 caran; bi giştî 1164 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.
Destwerdana hêzên me ya li êrîşan;
- 23'ê Nîsanê saet di 12:00 de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê hêzên me yên YJA Starê dest li dagirkeran werdan ku hewl didan êrîşî çeper û tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bikin.
- 25'ê Nîsanê saet di 13:05'an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkerên êrîşkar û kepçeyên dagirkeran hate werdan ku êrîşî çeper û tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dikirin.
27’ê Avrêlê 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê