Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
— 27'ê Çileyê saet di 14:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
— 29'ê Çileyê saet di 13:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin ku berê xwe dabûn tunelên şer.
— 29'ê Çileyê saet di 08:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
— 29'ê Çileyê saet di 14:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin ku dixwestin çeka obusê bi kar bînin.
2. Li Herêma Metînayê;
— 27'ê Çileyê saet di 03:20'î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
— 29'ê Çileyê saet di 16:45'an de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sekvaniyê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
3. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
— 29'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
— 30'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
— 30'ê Çileyê li Herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanaê ya Şêlazê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
4. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
— Di navbera 28-30'ê Çileyê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Xinêreya Jor, Berbizinê, Goşînê 3 caran, li Herêma Garê qadên Dêreşê, Deşta Kafya, Kanî Sarkê, Ergenê û Zêvkê 9 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî 2 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Amediyê 5 caran; bi giştî 19 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
— 28'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 9 caran bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.
31’ê Çileya 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê