Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Ewladê leheng ê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û milîtanê pêşeng ê ciwantiya Apoyî hevrêyê me Cûdî Zagros di 18'ê Hezîrana 2021'ê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Hevrêyê me Cûdî ku gelek derfetên sîstema kapîtalîst red kir û li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê têkoşîneke bênavber meşand, bû milîtanek ku felsefeya Apoyî bixe meriyetê. Welatparêzekî rasteqîn bû ku ji gel û welatê xwe hez dikir. Bi têgihiştina ku hêjayî şehîdan be nêzî her karî bû û hewl da berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne. Bi tevlîbûna xwe ya bi coş, bi dînamîzma xwe ya ciwantiyê û sekna xwe ya dilnizm a li nava jiyanê ciwantiya Apoyî bi rengekî hêja temsîl kir. Bi eşq tevlî her wezîfeya li her qadê bû û di nava têkoşîna me de bi rola xwe rabû. Bi kûrbûna xwe ya li ser bingeha Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk û israra xwe ya li ser taktîkên demê, hewl da têkoşîna azadiyê ya gelê me bi ser bixîne. Hevrêyê me ku kedakekî mezin bû û di fedakariyê de sînor nasnedikir, bi rengekî welê tevlî bû ku cihê wî nayê dagirtin. Hevrêyê me Cûdî ku xwedî ruhê fedaî yê Apoyî bû, ji bo hevrêyên xwe biparêze, ji bo zerar negihêje wan, xwe feda kir û şehîd bû.
Em soz didin ku em ê tevlîbûna bê fikar û fedaîtiya hevrêyê xwe Cûdî ji xwe re bikin mînak û xewn û xeyalên şehîdên xwe bi ser bixînin. Li ser vê bingehê di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Cûdî em sersaxiyê ji gelê Rojhilatê Kurdistanê û tevahiya Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Cûdî Zagros ê şehîd bûye, bi vî rengî ne:
|
Nasnav: Cûdî Zagros Nav paşnav: Kawa Herekolî Cihê jidayikbûnê: Ûrmiye Dayik-Bav: Ferîde-Nacî Dem û cihê şehadetê: 18'ê Hezîrana 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Cûdî Zagros – Kawa Herekolî
Têkoşîna me ya azadiyê ku bi pêşengiya Rêber Apo bi pêş ket, ava jiyanê da gelê me ku bi çar parçeyan hatibû parçekirin, li her parçeyî jî êrîşên qirkirinê bi rengekî bêrehm lê dihate kirin, di nava man û nemanê de li ber mirinê bû. Bi vî rengî gelê me jinûve afirand. Di nava rastiya gelekî de ku di bin zexta qirkirinê de bû, ji xwe bawer nedikir û li ber ketinê bû, têkoşîna me hêvî afirand, bawerî da ku paşerojeke azad dikare pêk were. Lewma têkoşînaa me ji aliyê gelê me ve ku di jiyana bi rûmet de israr dikir, bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Xelkê me yê Rojhilatê Kurdistanê ku bi berxwedana xwe ya li dijî dagirkeran tê naskirin, avabûn û pêşketina partiya me PKK ji nêz ve şopand û zû tevlî meşa azadiyê ya Rêber Apo bû. Xelkê me yê Rojhilat ê berxwedêr ku hêviya azaidyê ya Qazî Mûhammed timî zindî hişt, têkoşîna Rêber Apo kir têkoşîna xwe, ewladên xwe yên herî leheng şand nava refên têkoşînê û bi serhildanên xwe meşaleya azadiyê gihand asta herî bilind. Bajarê me Ûrmiye jî xwedî li mîrateya berxwedanê ya dîrokî derket, beşdarî nava hêviya azadiyê bû ku di şexsê PKK'ê de şênber bû, veguherî yek ji wan navendan ku têkoşîn hîn xurt kir û di nava dîroka me ya têkoşînê de bû xwedî cihekî girîng.
Hevrêyê me Cûdî li gundê Belavê yê Ûrmiyeyê li nava malbateke me ya hêja ji dayik bû ku dilsozê nirxên Kurdistanî bû, hestên xwe yên welatparêziyê timî li pêş bû û bi keda xwe debara xwe dikir. Çanda Kurd û nirxên exlaqî yên civakî ji malbat û derdora xwe zû hîn bû û bi vî rengî mezin bû. Hevrêyê me ku kesayetiya wî ya kedkar timî li pêş bû, di karên cuda de xebitî, alîkarî bi malbata xwe re kir û di heman demê de perwerdeya xwe jî dewam kir. Li derdora ku lê bû bi jêhatîbûn û durustiya xwe dihate naskirin û taybetmendiyên kesayetiyeke xurt di şexsê xwe de da rûniştandin. Hevrêyê me ku bala wî li ser dîroka Kurdistanê bû, ji her çavkaniya ku bi dest dixist hewl dida gelê me û dîroka gelê me hîn bibe. Nakokiyên destpêkê û yên herî mezin ên hevrêyê me Cûdî ew bû ku li nava dibistanên sîstemê nikarîbû bi zimanê xwe biaxive û bi nasnameya xwe hebe. Ev rewş bû sedem ku hevrêyê me hîn bêhtir giraniyê bide ser hînbûnê, di ehman demê de bikeve nava lêgerîna têkoşînê. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê timî dibihîst û hewl da ji nêz ve nas bike. Di pêvajoya Komploya Navneteweyî de ku di şexsê Rêber Apo de li hemberî tevahiya gelê me hate kirin, xelkê me yê Rojhilatê Kurdistanê bi hêrseke mezin herikî qadan, rabû serhildanê û vê yekê bandoreke mezin li hevrêyê me Cûdî kir, lewma sempatiya wî ya ji bo PKK'ê her tim mezin bû. Hevrêyê me ku li Beşa Zanistên Rêveberî û Aboriyê ya Zanîngeha Ûrmiyeyê dest bi perwerdeya xwe kir, lêgerînên xwe kûr kir û di vê demê de li ser Parêznameyên Rêbertî xwe kûr kir. Polîtîkaya înkar û îmhayê ya dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê, êrîşên qirkirinê yên li Rojava û Şengalê yên li dijî gelê me bûn sedem ku hevrêyê me li hemberî vê yekê bi hêrs bibe û ji dil bawer kir ku xeta PKK'ê wê gelê me bi ser bixîne, lewma hemû qaşo derfetên ku sîstemê pêşkêşî wî dikir red kir û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me xwest bersiva herî xurt bide banga seferberiyê ya Rêber Apo û bêteredût di sala 2015'an de tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me weke ciwanekî Apoyî bi kelecaneke mezin tevlî nava refên têkoşînê bû û beşdarî perwerdeya şervanên nû bû. Hem hînî jiyana gerîla bû, hem jî di hunera gerîlatiyê de di demeke kurt de şareza bû, bû pispor. Bi rêya perwerdeyê ew şens û derfet bi dest xist ku felsefeya Rêbertî hîn bêhtir ji nêz ve nas bike, fêhm bike. Hevrêyê me Cûdî perwerdeya xwe bi serketî qedand, piştre beşdarî nava karên Komalên Ciwan bû û ji bo ciwanên Kurd ên ku dînamîka bingehîn a şoreşa me ne zane bike, her wiha tevlî nava refên têkoşînê bike bê rawestandin xebitî, ked da. Hevrêyê me Cûdî bi jîr û jêhatîbûna xwe li her qadê bal dikişand ser xwe, bi kesayetiya xwe ya samîmî û durust di demeke kurt de têkiliyeke xurt bi hevrêyên xwe re danî. Hevrêyê me li ser Parêznameyên Rêbertî û dîroka berxwedanê ya PKK'ê ya bûye efsane şareza bû û tevkariyeke mezin li perwerdekirina hevrêyên ciwan kir ku tevlî nava refên têkoşînê bûn. Hevrêyê me ku ji bilî zimanê xwe yê dayikê Kurdî gelekî baş bi Farsî, Tirkî û Azerî zanî bû, di her mijarê de zû dibû pispor û bi vî rengî beşdarî têkoşînê bû. Hevrêyê me Cûdî ku hêrsa wî ya li hemberî mêtingeran mezin bû, gelekî xwest û israr kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê cihê avabûna PKK'ê bibe, li wê derê têkoşînê bimeşîne û xelkê me yê Bakurê Kurdistanê ji nêz ve nas bike. Di encama vê israrê de pêşniyara hevrêyê me hate qebûlkirin û weke kadroyê Komalên Ciwan berê xwe da Botanê ku mabeda gerîlatiyê ye û zû tevlî kar bû. Hevrêyê me Cûdî têkoşîna xwe her tim bilind dikir, piştre derbasî qada Geverê bû û têkşoîna xwe bi bandor dewam kir. Li her qadê kedeke bêsînor da û ciwanên Kurd tevlî nava refên têkoşînê kir. Hevrêyê me Cûdî PKK bi vê gotinê pênase dikir, 'PKK şêweyeke jiyanê ye ku di nav de heqîqet, durustî, hevrêtî û samîmiyet heye'. Ji bo ev pîvanên bingehîn ên jiyana PKK'ê bigihîne gelê me bi îradeyeke bêsînor û daxwazeke bê dawî têkoşiya. Bi têgihiştin û biryardariyeke mezin nêzî her wezîfeyê bû û bi rengekî çalak beşdarî nava jiyanê bû. Felsefeya Apoyî li her qada jiyanê temsîl kir, li cihê ku lê ma bû hevrêyekî me yê mînak. Ji bo mîrateya têkoşînê ya şehîdên me yên nemir bi ser bixîne û hesab ji mêtingeran bipirse, hevrêyê me Cûdî her kêliya jiyana xwe da têkoşîna azadiyê ya gelê me û bû şopdarekî dilsoz ê xeta fedaiyan.
Hevrêyê me Cûdî yê xwedî ruhê fedaî yê Apoyî di 18'ê Hezîrana 2021'ê de dema li ser kar û wezîfeya xwe bû, ji bo hevrêyên xwe biparêze û zerar negihêje hevrêyên wî, canê xwe feda kir û şehîd bû. Hevrêyê me Cûdî mîrateyeke têkoşînê li pey xwe hişt ku ti carî neyê jibîrkirin. Em dibêjin, ji bo hêjayî bîranîna hevrêyê xwe Cûdî bin em ê hîn bi xurtî têbikoşin.
28’ê Tebaxa 2025’an
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG