HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Em ewladên wêrek ên gelê Kurdistanê ên di dîrokên cuda yên sala 2021’an de tevlî karwanê şehîdan bûne, milîtanên hêja yên Apoyî hevrê Dîcle, Dengtav, Devran, Gulnaz û Welat bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Hevrêyên me yên hêja yên felsefeya Apoyî kirine terzê jiyana xwe, ji bo xwe bigihînin armancên xwe tevlîbûneke fedaî pêk anîn. Li hemberî hemû zor û zehmetiyan li ber xwe dan û bûn milîtanên mînak. Haya wan ji polîtîkayên înkar û tunekirinê yên dewleta Tirk a dagirker ku dixwest li Kurdistanê bisepîne, hebû û  bûn sîper. Bi dilsoziyeke mezin a ji bo Rêbertî û şehîdan, bi îradeyeke mezin xwedî li erk û berpirsiyariyên xwe derketin. Hevrêyên me yên ku tu caran ji xeta jiyana Apoyî tawîz nedan û li ber xwe dan, li hemû qadên li diman û di hemû xebatên xwe de ji bo jiyanîkirina felsefeya Apoyî li ber xwe dan.

Hevrêyên me yên ku bi kesateyên xwe yên mutewazî û şervan hemû erkên xwe bi hişmendiya layiqbûna ji şehîdan re bi cih anîn, navên xwe li dîroka têkoşîna me zêde kirin. Ji bo watedartirkirina jiyana ku nûnerên xeta milîtaniya Apoyî hevrêyên me yên hêja ji me re hiştiye, em ê bibin şopdarên şehîdên xwe. Girêdayî van yekan di serî de malbatên hevrêyên me yên şehîd em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê bîranîn wan li Kurdistana Azad bi Rêbertiya Azad re zindî bigirin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî e:


           

Nasnav: Dîcle Arya

Nav paşnav: Sabriye Dûman

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Saniye - Siddik

Dem û cihê şehadetê: 19’ê Hezîrana 2021’an/Zap

 

Dîcle Arya – Sabriye Dûman


           

 

Nasnav: Dengtav Amed

Nav paşnav: Ferhat Demîr

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Gulhan - Omer

Dem û cihê şehadetê: 17’ê Tebaxa 2021’an/ Garê

Dengtav Amed – Ferhat Demîr


           

Nasnav: Devran Mizgîn

Nav paşnav: Ozgur Sayak

Cihê jidayikbûnê: Çewlîk

Dayik-Bav: Necla-Hasan

Dem û cihê şehadetê: 31’ê Gulana 2021’an/Avaşîn

Devran Mizgîn – Ozgur Sayak


           

Nasnav: Gulnaz Karataş

Nav paşnav: Hanîfe Xelîl

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Dayik-Bav: Muhammed – Emel

Dem û cihê şehadetê: 1 Cotmeha 2021 / Garê

 

Gulnaz Karataş – Hanîfe Xelîl


           

Nasnav: Welat Gever

Nav paşnav: Veysî Bînîcî

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Torûn-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 24’ê Hezîrana 2021’an/Xakûrkê

Welat Gever – Veysî Bînîcî

Dîcle Arya – Sabriye Dûman - Hevrêya me Dîcle, li Colemêrga bi welatparêziya xwe ya zêde tê naskirin, ji dayîk bûye. Welatparêziya malbat û derdora wê bû wesîle ku li gel çanda Kurdî ya dêrîn mezin bibe. Hevrêya me ya ku di zarokatiya xwe de derfeta naskirina Tevgera me ya Azadiyê bi dest dixe, dibe heyrana têkoşîna Partiya me ya di pêşengtiya jinan de pêş dikeve û xeyal dike ku bibe şervana heqîqetê. Haya wê ji polîtîkayên dijmin ên qirkirin û asîmîlasyonê çêdibe û dikeve nava lêgerînan ku wan di şexsê de pûç bike. Hevrêya me ya ku li gel koçkirina malbata wê ya ji bo Wanê derdoreke nû nas dike, xwe di nava tevgera ciwanan de dibîne. Hevrêya me ya dilsoza cewher û çanda xwe, di salên xwendina dibistanê de di nava xebatên ciwantiyê de cihê xwe digire. Haya hevrêya me ji polîtîkayên dijmin ên asîmîlasyonê û dûrxistina ji cewherê ku li ciwanan ferz dike, çêdibe û bi cidiyeteke mezin tevlî xebatan dibe. Hevrêya me ya ku di dema xwendina dibistana amadeyî de tê binçavkirin, rûyê dijmin ê rastîn baştir dibîne. Hevrêya me ya ku tim û tim bi êrîşên dijmin re rû bi rû dîmîne, difikirî ku divê li hemberî êrîşên dijmin di nava refên têkoşînê de cihê xwe bigire. Lê belê ji ber hin sedeman neçar ma ku vê biryara xwe taloq bike. Dema li Zanîngeha Enqereyê xwendekar bû têkiliya xwe ya bi pergalê re qut dike û di nava xebatên çapemeniyê de cihê xwe digire. Hevrêya me heqîqetê bi awayekî xwerû radigihîne û bi êrîşên dijmin re rû bi rû dimîne. Tevî ku gelek caran tê binçavkirin jî têkoşîna xwe mezin dike. Hevrêya me ferq dike ku xebatên wê li hemberî dabînkirina azadiya gelê me kêm dimînin û biryarê distîne ku têkoşîna xwe mezintir bike. Hevrêya me ya ku dizane ev yek bes bi tevlîbûna ji bo nava refên gerîlayan pêkan e, berê xwe dide çiyayên Kurdistanê yên xeyala wan dike û di sala 2013’yan de tevlî nava refên gerîlayan dibe.

Hevrêya me di sala 2013’yan de li Xakûrkê perwerdeya şervanên nû distîne. Jiyana gerîlayan û têkiliya hevrêtiya di nava PKK’ê de bandoreke mezin lê dike. Di perwerdeyan de derfeta xwendina berfirehtir û kûrbûnê baş bi kar tîne û di kesayeta xwe de bingehên saxlem ava dike. Weke jineke azad serbilindiya têkoşîna di nava refên gerîlayan de jiya. Hevrêya me piştî ku du salan li qada Xakûrkê xebatên pratîkê dimeşîne di sala 2015’an de li qada Şengalê ji bo parastina gelê me yê Êzidî ku bi komkujiyên çeteyên DAÎŞ’ê re rû bi rû mabû, hewl da erkên xwe yên şoreşgerî bi cih bîne. Hevrêya me ya di warê leşkerî de tecrûbeyekê bi dest dixe, esas girt ku xwe tim di warê îdeolojîk û felsefîk de pêş bixe. Hevrêya me ya ku bi hişmendiyeke mezin dilsoza Şehîd û Rêbertiya Partiya me ye, karî bibe milîtaneke ku teorî û pratîka xwe yek bike. Hevrêya me ya ku di sala 2017’an de li Dibistana Navendî ya Partiyê ya Mazlûm Dogan beşdarî perwerdeyan bû, li hemberî kêmasiyên di pêvajoya pratîkê de û aliyên xwe yên kêm kete nava lêpirsîneke kûr. Perspektîfa Îdeolojiya Rizgariya Jinan û Artêşbûna Jinan xwend û li hemû cihên ku lê dima zemîna nîqaşkirina van da avakirin. Bi saya tecrûbeyên xwe yên îdeolojîk û leşkerî ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî hate hezkirin. Hevrêya me ya ku di sala 2018’an de li qada Metînayê dimîne, ji amadekirina tunelên şer heya xebatên perwerdehiyê di gelek mijaran de dibe alîkar. Hevrêya me ya ku dizanî wê weke gerîlayeke pispor û bi sepandina taktîkên serdemê bikare li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên di çarçoveya konsepta tasfiyekirina Tevgera me dane destpêkirin bibe bersiv, xwe ji bo perwerdeya branşê pêşniyar kir. Di sala 2019’an de beşdarî perwerdeyên pisporbûnê dibe. Hevrêya me ya ku piştî bi awayekî serkeftî mezûn dibe û derbasî Zapê dibe, kêfxweşiya pratîkkirina perwerdeyên Partiyê dijî. Hevrêya me Dîcle ya ku di hemû qadên jiyanê de dibe milîtana xeta azadiya jinan ya tu caran têk naçe, mîrateyeke tije têkoşîn dewrî me kir.

Hevrêya me ya ku meşa xwe ya azadiyê li Amedê dide destpêkirin û bê navber li qadên cuda ên Kurdistanê didomîne, di gelek xebatên Partiyê de cihê xwe digire. Carna di nava xebatên çapemeniyê de carna jî di nava amadekariyên li qadên Zapê ên berxwedanê de bû xwediya hewleke mezin. Hevrêya me Dîcle, weke milîtaneke PKK û PAJK’ê ya leheng  ji bo ji erk û berpirsiyariyên xwe yên serdemê re bibe bersiv bi tevlîbûneke bêyî dudil navê xwe li dîroka têkoşîna me zêde kir. Bi hêvrêtiya xwe ya mutewazî û jidil bû gerîlayeke şoreşger a YJA Starê ya mînak. Hevrêya me Dîcle ya ku tevlîbûna xwe ya bimoral, dilsoziya xwe ya ji bo şehîdan û hişmendiya xwe ya azadiyê dibe milîtaneke jin a azad a Apoyî, ji hevrêyên xwe re mîrateyeke têkoşînê ya bihêz hişt. Hevrêya me Dîcle ya ku di 19’ê Hezîrana 2021’an de li Zapê di encama êrîşeke dijmin de tevlî karwanê şehîdan dibe; weke şervaneke xwedîîrade tevî hemû şert û mercan jî hewl da erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bîne. Li gel jiyana xwe ya mutewazî û hevrêtiya xwe ya bihêz di nava têkoşîna me û dilê hemû hevrêyên xwe de bû şopên mezin hiştin.

Dengtav Amed – Ferhat Demîr - Hevrêyê me Dengtav, li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ku tu caran rê nade dijmin û ruhê berxwedanê lê tim zindî ye ji dayîk dibe. Israra Kurdbûnê ya malbat û derdora wî ya tevî hemû êrîşên dijmin, parastina dilsoziya ji bo têkoşîna me ya azadiyê bûn wesîle ku hevrêyê me di zarokatiya xwe de PKK’ê û gerîlayên azadiyê nas bike. Weke hemû zarokên li Kurdistanê dijîn dibe şahidê zilma dewletê û ev yek jîdibe sedem ku li hemberî dijmin li cem hêrseke mezin peyda bibe. Hevrêyê me yê ku cewhera xwe li dibistanên dewleta Tirk ku navenda asîmîlasyonê ne diparêze, li hemberî ferzkirinên pergalê tim baldar bû. Hevrêyê me yê ku dibe şahidê şerêli Kurdistanê û bi çîrokên lehengiya gerîlayan mezin dibe, xeyala roja gerîlabûnê kir. Weke her ciwanekî birûmet ê Kurd li hemberî geşedanên li Kurdistanê rû didin bê deng nema û beşdarî çalakiyên girseyî dibe. Hevrêyê me yê ku roj bi roj derfeta naskirina têkoşîna me ya ji nêz ve bi dest dixe û lêkolîn dike, di salên xwendina dibistana amadehiyê de bi awayekî çalak di nava hin xebatan de cihê xwe digire. Hevrêyê me yê ku haydar dibe ku pergal kesan bê îrade dike û wan dûrî reseniya wan dixe, dikeve nava nakokiyan. Her wiha zêdebûna êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê me, bûn sedem ku hêrsa hevrêyê me mezintir bibe. Xwest ji ked û hewla Rêbertiya me û gelê me ya ji bo jiyaneke birûmet re bi şerkirina li hemberî êrîşên dijmin ên tasfiyekirinê layiq bibe. Bi taybetî jî di sala 2014’an de ji şehadetên di pêvajoya ku êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê zêde bûn de bandor bû. Hevrêyê me di encama lêpirsînên wijdanî de gihîşt wê baweriyê ku li hemberî pergalê bersiva herî xurt tevlîbûna nava refên gerîlayan e.

Hevrêyê me Dengtav ê ku di sala 2014’an de bi moral û kelecaneke mezin tevlî nava refên gerîlayan dibe, li qada Mêrdînê yekem perwerdeya gerîlatiyê dibîne. Hevrêyê me yê ku li qadeke weke Mêrdînê ya dijwar dest bi jiyana gerîlayan dike, bi saya taybetmendiyên xwe yên bicoş û kelecan di demeke kurt de adapteyî çiya û jiyana gerîlayan dibe. Di perwerdeyan de bi aliyê xwe yê lêpirsîner û xwesteka xwe ya fêrbûnê tevlîbûneke mînak pêk anî. Hevrêyê me yê ku bi rêya perwerdeyên distîne, hewl dide felsefeya Rêbertiya me fêm bike, dikeve nava kûrbûnên mezin. Hevrêyê me ku bi taybetî agahiyên ji desrên dîroka Kurdistan û PKK’ê bi dest dixe hişmendiyeke girîng bi dest dixe, ji bo tolhildana êşên di dîroka de hatine dîtin gelekî li ber xwe da. Hevrêyê me yê ku li ser axa ku lê ji dayîk dibe, mezin dibe û têdikoşe, yekem tecrûbeya xwe ya têkildarî jiyana gerîlayan li qada Mêrdînê bi dest dixe. Di serdemeke ku êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê zêde bûn de, xwe pêşniyar dike ku derbasî Rojava bibe. Girêdayî banga Rêbertiya me ya seferberiyê bû yek ji milîtanên Apoyî yê diçe hawara gelê me yê Rojava. Hevrêyê me yê ku di pêvajoya Berxwedana Kobanê ya destanî de bi awayekî çalak cihê xwe digire, bi saya cesareta xwe di şerî de û wêrektiya xwe ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin. Di nava gelek çalakiyên serkeftî de cih digire û di warê leşkerî de tecrûbeyên mezin bi dest dixe. Hevrêyê me yê ku piştî erk û berpirsiyariyên xwe yên dîrokî bi cih tîne dubare derbasî qadên gerîlayan dibe, jiyan û têkoşîna xwe dibexşîne xwegihandina xeta milîtaniya Apoyî. Hevrêyê me yê ku li ser fedaîbûnê kûr dibe, pêşniyar dike ku beşdarî xebatên di bin banê Hêzên Taybet de bibe. Hevrêyê me yê ku di bin sîwana Hêzên Taybet de ji dewreya perwerdeyeke dijwar û bihêz derbas dibe, bi perwerdeyên distîne di gelek taktîk û terzên gerîlayan de xwe pêş dixe û dibe pispor. Hevrêyê me yê ku xwedî îdîaya ku ala têkoşînê ya ji hevrêyên xwe ku bi fedaî li ber xwe dane û tevlî karwanê şehîdan bûne bi serkeftinê tacîdar bike, bi helwesta xwe ya kamil û wêrek ji derdora xwe re dibe mînak. Hevrêyê me yê ku tim xwediyê sekneke afirîner û xwe pêş dixe, xwedî li erkên xwe yên serdemî derdikeve û ji pernsîbên Partiyê tawîzê nade berpirsiyariyên xwe bi cih anîn. Hevrêyê me Dengtav di hemû xebatan de bi xîreteke mezin li pêşiya xwe tu astengî nedîtin. Hevrêyê me weke egera armanca xwe ya mezin hemû caran dibe xwediyê kedeke mezin û bi tevlîbûna xwe ya mutewazî û fedekar ji hevrêyên xwe re mîrateyeke têkoşîna ya tu caran neyê jibîrkirin, dihêle. Bi hişmendiya layiqbûna ji şehîdan re tev geriya û bi ruhê fedaî yê Apoyî di rêya gerîlatiya serkeftinê de tu caran dudilî nejiya.

Hevrêyê me Dengtav  di serdema êrîşên dijmin zêde bû de tevlî nava refên gerîlayan dibe, berpirsiyariyên xwe yên li hemberî gelê me bi cîh tîne û bû yek ji milîtanên fedaî yên ku navê xwe li dîroka têkoşîna me dane nivîsandin. Hevrêyê me Dengtav di 17’ê Tebaxa 2021’an de tevlî karwanê şehîdan dibe. Em soza xwe dubare dikin ku em ê azweriya têkoşîna hevrêyê xwe mînak bigirin û têkoşîna ku şehîdên me dewrî me kirine bi serkeftinê tacîdar bikin.

Devran Mizgîn – Ozgur Sayak - Hevrêyê me Devran, li bajarê qedîm ê Kurdistanê li Çewlikê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe. Tevlîbûnên ji bo nava Tevgera Azadiyê ya ji derdora wî ya nêzîk dibin wesîle ku hevrêyê me di temenekî zû de Tevgera me nas bike. Hevrêyê me yê ku bi hişmendiya welatparêziyê û exlaqê Kurdbûnê mezin dibe, rastiya dijmin nas dike. Mezinbûna wî ya di nava malbateke kedkar de bandorê li karakterê hevrêyê me jî dike. Ji bo ji aliyê aborî ve alikariya malbata xwe bike, di gelek karan de xebitî. Hevrêyê me yê ku heya dibistana amadehiyê dixwîne, li dibistanên pergalê dikeve nava nakokiyên mezin. Hevrêyê me yê ku weke hemû ciwanên Kurd ên birûmet lêpirsîna jiyanê dike û gelekî ji şehadetên li Kurdistanê bandor dibe, ji bo peydakirina bersiva lêgerînên xwe gelekî li ber xwe dide. Hevrêyê me yê ku biryarê distîne di nava xebatên ciwanan şoreşger û welatparêz de cihê xwe bigire, bi saya taybetmendiya xwe ya jêhatî di gelek xebatan de bi keda xwe derdikeve pêş. Bi xebatên di nav de cih digire de bi saya tevlîbûna xwe ya bimoral kesayeteke rêzdar bi dest dixe. Hevrêyê me yê ku dixwaze felsefeya Apoyî fêm bike, li gel materyalên Partiyê yên dixwîne derfeta naskirina Partiya me ya ji nêz ve bi dest dixe. Hevrêyê me zîhniyeta yekparêz a netewedewlet li gelê me ferz dikin qebûl nake û ji bo jiyana Apoyî ku jiyaneke alternatîf e heyraniyeke mezin li cem peyda dibe. Di serdema ku êrîşên dewleta Tirk zêde bûn û amadekariyên tasfiyekirina Tevgera me hebûn de dikeve nava lêgerînên tevlîbûna ji bo nava refên gerîlayan. Hevrêyê me yê ku tim heyranê jiyana gerîlayan e û dixwaze di destanên lehengiyê de cihê xwe bigire, biryara tevlîbûna nava refên gerîlayan distîne. Hevrêyê me dizanî ku tekane cihê ku ji lêgerîn û êrîşên dijmin re bibe bersiv refên têkoşîna pîroz a li Çiyayên Kurdistanê ye.

Hevrêyê me yê ku di sala 2014’an de li ser Xerzanê tevlî nava refên gerîlayan dibe, di demeke kurt de adapteyî jiyana gerîlayan dibe. Hevrêyê me yê ku ji suhbetên jidil ên hevrêyên xwe û hevrêtiya wan a kûr bandor dibe, xwe di nava jiyana lê lê digeriya, dît. Hevrêyê me yê ku li hemberî xwezaya nuwaze ya qada Xerzanê efsûnî dibe, yekem tecrûbeyên xwe yên têkildarî jiyana gerîlayan li vir bi dest dixe. Piştî ku demekê li Xerzanê dimîne ji bo perwerdeya şervantiya nû derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe. Hevrêyê me yê ku li ser hemû şiverêyên ku lê derbas dibû bedêlên gerîlayan ên ji bo gelê me dane bi bîr tîne û xwe ji têkoşîneke mezin re amade dike, li Zagrosan yekem perwerdeya gerîlatiyê distîne. Hevrêyê me Devran ê ku bi coş, moral û çalak tevlî jiyan û perwerdeyan dibe, li gel vê taybetmendiya xwe ji hevrêyên xwe re dibe mînak û bi xwestek û kelecaneke mezintir tevlî jiyana çiyayan dibe. Hevrêyê me yê ku piştî perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam dike û derbasî qadên pratîkê dibe, kêfxweşiya jiyanîkirina tiştên fêr bûne, jiya. Hevrêyê me yê ku li erdnigariyeke weke Zagrosan a dijwar tecrûbeyên mezin bi dest dixe, bi sekna xwe ya zelal a li hemberî xeta Apoyî, azweriya xwe ya têkoşînê, biryardariya xwe û kûrbûnên xwe yên li ser taktîkên serdema nû karî bibe milîtanekî mînak. Hevrêyê me yê ku li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê erk û berpirsiyariyan digire ser milê xwe û wan bi cidiyeteke mezin bi cih tîne, li hemû qadên lê dimîne barê hevrêyên xwe sivik dike û ji wan re dibe alîkar. Xwe ji tu erk û berpirsiyariyan nade paş û bi saya kesayeta xwe ya fedekar û kedkar gelek erkên dijwar bi serkeftî bi cîh anîn. Di operasyonên ku dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dane destpêkirin de ji bo ku erkên xwe yên dîrokî bi cih bîne li qada Avaşîn di gelek xebatan de cihê xwe digire. Hevrêyê me yê ku sekna milîtanên fedaî yên Apoyî ya rê nade dijmin ji xwe re weke rênîşander dibîne û xwedî îdîaya tolhildana hevrêyên xwe yên şehîd e, di çalakiyên serkeftî de cihê xwe digire. Hevrêyê me sekneke layiqî berxwedanên Werxelê, Mamreşo û Girê Sor di kesayeta xwe de ava dike, taktîkên serdemê weke gerîlayekî xwedî tecrûbe sepandin. Hevrêyê me yê ku li hemû qadên Avaşîn pratîkê dide meşandin, di nava tîmên bi tevger de cihê xwe digire û milê xwe dide ber milê hevrêyên xwe yên di tunelên şer de li ber xwe didin.

Hevrêyê me Devran bi fedekariya xwe ya di nava jiyanê de, hevrêtiya xwe ya durist û paqijbûna xwe mîrateyeke têkoşînê ya mezin li dû xwe dihêle, di 31’ê Gulana 2021’an de di encama êrîşeke dewleta Tirk a dagirker de tevlî karwanê nemiran dibe. Wê gerîlatiya tije tecrûbe ya hevrêyê me Devran, îradeya wî ya xurt û xeyalên wî yên azadiyê ku tim di dilê xwe de zindî digirtin ji aliyê hevrêyên wî ve weke mînak bên girtin û teqez wê armancên wî werin bicihanîn.

Gulnaz Karataş – Hanîfe Xelîl - Hevrêya me Gulnaz li Efrînê ku yek ji navendên berxwedanê ya Kurdistanê û cihê welatparêziya kûr e, hate dinê. Ji ber ku malbata wê welatparêz e û dilsozê nirxên xwe ye, hevrêya me jî ji biçûkahiya xwe ve girêdayî cewherê xwe mezin dibe. Hevrêya me ji zarokatiya xwe ve li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê sempatî hîs dike. Bi taybetmendiyên xwe yên dirûst û sade, li derdora xwe hate hezkirin. Hevrêya me 12 salan çû dibistanên sîstemê, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê her tim hestiyar bû. Hevrêya me hingî ku temenê wê mezin bû, sîstem û jiyan lêpirsîn kir û xwest Tevgera me ji nêz ve nas bike. Ji ber ku ji derdora wê ya nêz tevlîbûna nava refên têkoşînê hebûn, mereqa wê ya li hemberî Tevgera me hîn zêdetir bû. Hevrêya me ji berxwedana di şerê li Kurdistanê ya bi pêşengiya gerîla de bandor bû. Ji bo tevlî nava refên gerîla bibe ku xeyala wê ya zarokatiyê ye, lêgerînên xwe zêdetir kir. Hevrêya me di pêvajoya Şoreşa Rojava de pir ji milîtanên Apoyî yên dîtî bandor bû. Her tim hewldan kir ku tevkariyê li şoreşê bike. Hevrêya me tarzê jiyanê, uslub û fedakariyên milîtanên Apoyî ji xwe re mînak girt. Biryar da ku di hin xebatan de cih bigire. Di xebatên rêxistinbûnê de şans dît ku Partiya me hîn nêztir nas bike. Hingî ku Partiya me nas kir, têkoşîna xwe ya heyî bes nedît û îdîaya xwe mezin kir. Hevrêya me di pêvajoya Şoreşa Rojava de şahidî ji lehengiyan re kir, bi taybetî hingî ku pêşengiya milîtanên jin ên Apoyî ya di şer de dît ket nava lêpirsînên kûr. Di pêvajoya Berxwedana Kobanê ya Destanî de ji gerîlayên ku hêza herî xurt a îradeya Apoyî nîşanî hemû cîhanê dan, hêzeke mezin girt. Hevrêya me ji vê yekê bandor bû ku Rêbertî Şoreşa Rojava weke şoreşa jinê pênase dike û îdîa kir ku têkoşîna xwe li ser vê bingehê mezin bike. Fikirî ku divê bi aktîf tevlî şer bibe. Di demeke welê de ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker zêde bûn, weke her ciwaneke bi rûmet a Kurd biryar da ku di nava refên têkoşînê de cih bigire.

Hevrêya me sala 2017’an ji Rojavayê Kurdistanê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû, berê xwe da warê pîroz ê gerîlayan. Hevrêya me navê Fermandara me ya Mezin Bêrîtan – Gulnaz Karataş li xwe kir. Bi biryardariyek mezin gav avêt jiyana gerîla. Hevrêya me perwerdeya xwe ya destpêkê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît. Di nava demek kurt de motîveyî jiyana gerîla bû. Hevrêya me pêvajoya perwerdeyê di her warî de ji xwe re weke derfet dît. Bi xwesteka xwe ya fêrbûnê, tevlîbûneke xurt raber kir. Hevrêya me armanc kir ku di felsefeya Apoyî de kûr bibe û di warê leşkerî de bibe gerîlayek pispor. Ji bo rojên ku tevlî xebatên pratîk bibe, xwe amade kir. Bi dersên îdeolojîk ên dîtî re, di Îdeolojiya Rizgariyê ya Jinê de kûrbûneke diyar bi dest xist. Bi rengekî serketî perwerdeya xwe temam kir. Hevrêya me hewl da ku têkildarî jiyana gerîla tecrube qezenc bike û di pêvajoya şer de berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne. Bi hesasiyetek mezin nêzî xebatan bû. Hevrêya me xwest serketinên mezin tevlî her kêliya jiyanê bike. Ji bo di warê îdeolojîk de kûr bibe, tevlî perwerdeyên akademiyê bû. Ji bo parastina deskeftiyên ku bi keda Rêbertî û şehîdên me yên leheng hatine afirandin, xwest hem di warê îdeolojîk, hem jî di warê leşkerî de xwe pêş bixe. Di pêvajoyê perwerdeyê de parêznameyên Rêbertî û materyalên Partiyê xwend, bi saya vê yekê ket nava lêpirsînên kûr û di kesayeta xwe de guhertin çêkirin. Hevrêya me çêkera xwe ya kedkar û fedakar, bi hişmendiya îdeolojîk hîn xurtir kir. Li her derê di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Bi saya serweriya xwe ya leşkerî û îdeolojîk, gihişt asteke ku berpirsyariyê bigire. Hevrêya me pêşniyar kir ku derbasî qadên ku dijmin êrîş dike, bibe û demekê di nava pratîka şer de ma. Hevrêya me di pratîka şer de tecrube qezenc kirin, bi sekna xwe ya di jiyanê de bû milîtaneke YJA Starê ya mînak. Ji bo bibe layiqê keda hevrêyên xwe, esas girt ku bi hemû têkoşîna xwe têbikoşe û hewl da ku wezîfeyên xwe yên demê bêkêmasî bi cih bîne.

Hevrêya me Gulnaz bi kedê xwe ava kir, bi kesayeta xwe ya dirûst û samîmî di dîroka me ya têkoşînê de cih girt ku ti carî nayê jibîrkirin. Di şert û mercên herî zehmet de jî ji xwestek û biryardariya xwe tawîz neda û weke gerîlayeke YJA Starê ya xwedî tecrube wezîfeyên xwe bi layiqî bi cih anî. Hevrêya me Gulnaz 1’ê Cotmeha 2021’an di êrîşeke li ser qada Garê de şehîd bû, em soza xwe dubare dikin ku xeyalên hevrêya xwe Gulnaz pêk bînin.

Welat Gever – Veysî Bînîcî - Hevrêyê me Welat li Geverê ku bi dîroka xwe ya berxwedanê û welatparêziya xwe tê naskirin, hate dinê. Di temenek pir zû de Tevgera me nas kir. Ji ber ku malbata wî welatparêz e û ji derdora wî tevlîbûn hebûn, ev yek ji bo naskirina wî ya Partiya me bû zemîn. Hevrêyê me bi zanebûna xwe ya welatparêziyê û çanda xwe ya Kurdîtiyê ya kûr, girêdayî cewherê xwe mezin bû. Ev taybetmendiyên xwe her tim parast. Di temenek zû de ket ferqa şerê li Kurdistanê û xeyal kir ku bibe gerîla. Ji bo alîkariyê bide debara malbata xwe, di karên cuda de xebitî. Hevrêyê me yê bi kedê mezin bû, her tim ev taybetmendiya xwe ya kedkar parast. Di salên dibistanê de têkildarî ziman ket nava nakokiyan. Bi rehetî nekarî zimanê xwe yê dayikê baxive, timî êşa vê jiyan kir. Li hemberî bûyerên civakî yên li Geverê weke ciwanekî Kurd ê hestiyar hêrsa xwe mezin kir. Mîna her ciwanek Kurd rastiya dijmin di temenek zû de fêm kir û ket nava lêgerînan. Bû heyranê lehengiyên Apoyiyan ên ji malbata xwe û derdora xwe guhdar kirî. Ji şehadet û çalakiyên ku sala 2012’an di çarçoveya stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî de çêbûn, pir bandor bû. Bi taybetî li hemberî zilma ku DAÎŞ’ê li Rojava û Şengalê pêk anî, bêdeng nema û tevlî hin xebatan bû. Li Geverê bû şahidê hovîtiya artêşa Tirk a dagirker a di pêvajoya berxwedana Rêveberiya Xweser de. Sala 2016’an êdî ji bo tevlî nava refên gerîla bibe ti astengî qebûl nekir û ji Wanê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Welat piştî tevlî nava refên gerîla bû, demek kurt li Wanê ma. Piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me li qada Garê perwerdeya şervanên nû dît û ji ber ku gihişt xeyalên xwe, kêfxweş bû. Hevrêyê me Welat bi saya tevlîbûna xwe ya bi xwestek û kelecan, demek kurt fêrî jiyana çiyê û gerîla bû. Piştî ku bi rengekî serketî ji perwerdeya şervanên nû mezûn bû, li qada Garê tevlî xebatên Partiyê bû. Tevî ku şervanek nû jî bû, di qada leşkerî de zû tecrube bi dest xist û di nava demek kurt de pêş ket. Hevrêyê me dizanî ku encex bi tecrubeya leşkerî dikare ji pêvajoya şer re bibe bersiv û fikirî ku layiqbûna rastiya Rêber Apo û şehîdan jî encex bi vê mimkun e. Hevrêyê me sala 2019’an perwerdeya pisporbûnê dît, weke gerîlayek profesyonel xwe ji wezîfeyên demê re amade kir. Di pêvajoya perwerdeyê de parêznameyên Rêbertiya me xwend, lêkolîn kir û di warê îdeolojîk de xwe fêr kir. Lêhêrbûnên xwe kûr kir û xwest li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bibe bersiv. Li her qadê bi peywendiyên xwe yên hevrêtiya kûr û fedakariya xwe, bû milîtanek mînak. Hevrêyê me piştî perwerdeya akademiyê, li qada Xakurkê tevlî xebatan bû. Bi moral û tempoyeke bilind wezîfeyên xwe bi cih anî. Hevrêyê me yê xwedî pratîkek serketî, ji bo taktîkên demê pêk bîne wezîfeya xwe ya pêşengtiyê bi layiqî bi cih anî. Hevrêyê me di operasyonên ku artêşa Tirk a dagirker li qada Xakurkê dan destpêkirin de, derbeyên giran li dagirkeran xist û bi tevlîbûna xwe ya bi moral ruhê demê jiyan kir. Timî esas girt ku xwe pêş bixe. Di taktîkên gerîla yên dema nû de gihişt armanca xwe ya pisporbûnê û hezkirina hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me tehemulê êrîşên dewleta Tirk a qirker ên li ser gelê me nekir, lêgerînên xwe yên ji bo derbe li dijmin bixe her tim zindî hişt. Hevrêyê me Welat felsefeya Apoyî kir tarzê xwe yê jiyanê, ji bo bigihije armancên xwe tevlîbûneke fedayiyane raber kir. Ti zehmetî qebûl nekir û bi tawrekî xwedî israr, bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Li hemberî Rêbertî û şehîdan xwedî girêdanek kûr bû û bi îradeyek mezin, xwedî li wezîfeyên xwe derket. Hevrêyê me ti carî ji xeta xwe ya jiyana Apoyî tawîz neda û têkoşiya. Weke şervanek bi wêrek li her devera ku xebat lê meşandî, ji bo felsefeya Apoyî zindî bibe ket nava hewldanê.

Ewladê leheng ê Geverê hevrê Welat Gever bi tecrubeya xwe ya leşkerî û îdeolojîk, di dîroka me ya têkoşînê de cih girt ku ti carî nayê jibîrkirin. Hevrêyê me 24’ê Hezîrana 2021’an li qada Xakurkê di êrîşa dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû. Em soza xwe dubare dikin ku ala têkoşînê ya hevrêyê xwe, bi serketinê bilind bikin.

 

6’ê Îlona 2025’an

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG