HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Em hevrêyên xwe Munzur Mordem, Baran Cizîr, Zagros Pîro, Derwêş Kop û Hasan Viyan ên ku tevlî pêvajoya têkoşînê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê bûn û sala 2017’an şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr tînin.

Her 5 hevrêyên me ji cihên cuda yên Kurdistanê berê xwe dan têkoşîna azadiyê û tevlî nava refên gerîla bûn. Ji bo parastina hebûna gelê me û azadiya wê, bi moraleke bilind, kelecan û biryardarî xwe fedayê doza azadiyê kirin. Li her qadê her wezîfeya xwe bi layiqî bi cih anîn. Weke pratîkvanên herî heqîqî yên tarzê jiyana komunalîst û sosyalîst, jiyan kirin. Hevrêyên me milîtanên Apoyî yên fedakarên pêvajoyên zehmet bûn. Li herêmên ku êrîşên dijmin bi dijwarî li ser bûn, bi tempoyeke bilind têkoşiyan. Bi dilsoziya kûr a bi gelê me, Rêbertî û şehîdên me yên leheng, bûn xwediyê serketinên herî bedew. Ev hevrêyên me xwe bi kedê ava kirin û nirx afirandin. Em soz didin ku van hevrêyên xwe yên hêja bikin çavkaniya manewiyata dilê xwe û rênîşana têkoşîna xwe û bîranînên wan timî zindî bikin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:


Nasnav: Munzur Mordem

Nav û Paşnav: Kadrî Olaş

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik – Bav: Perîşan – Cevzel

Cih û Dîroka Şehadetê: 5’ê Hezîrana 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Munzur Mordem – Kadrî Olaş


Nasnav: Baran Cizîr

Nav û Paşnav: Haci Ertene

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik – Bav: Şukran – Nimet

Cih û Dîroka Şehadetê: 4’ê Tebaxa 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Baran Cizîr – Haci Ertene


Nasnav: Zagros Pîro

Nav û Paşnav: Ûgûr Balikçi

Cihê Jidayikbûnê: Aydin

Navê Dayik – Bav: Cennet – Mehmet Salih

Cih û Dîroka Şehadetê: 5’ê Hezîrana 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Zagros Pîro – Ûgûr Balikçi


Nasnav: Derwêş Kop

Nav û Paşnav: Cihan Îmrak

Cihê Jidayikbûnê: Muş

Navê Dayik – Bav: Nuriye – Faîk

Cih û Dîroka Şehadetê: 4’ê Tebaxa 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Derwêş Kop – Cihan Îmrak


Nasnav: Hasan Viyan

Nav û Paşnav: Abbas Kerîm Vesek

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik – Bav: Rabîa – Yusuf

Cih û Dîroka Şehadetê: 14’ê Kanûna 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hasan Viyan – Abbas Kerîm Vesek

Munzur Mordem – Kadrî Olaş - Hevrêyê me Munzur li Elkê ya girêdayî Şirnexê ya Botana ku kevneşopiya welatparêziyê her tim lê xurt e û bi kok e, di nava malbatekê de hate dinê. Hevrêyê me Munzur di nava derdoreke welê de mezin bû ku zarokên xwe yên herî hêja tevlî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir û wezîfeyên xwe yên welatparêziyê di asta herî jor de bi cih anî. Ev yek bû sedem ku hevrêyê me di temenekî zû de têkoşîna me nas bike. Hevrêyê me Munzur ji Botanê derket û di asta pêşeng de tevlî têkoşîna me bû û nirxên mezin afirand. Xwest bibe kevneşopiya pîroz a nirxên mezin û bi xeyala roja ku tevlî nava refên gerîla bibe, mezin bû. Hevrêyê me girêdayî nirxên Kurdistanî mezin bû û li dijî êrîşên îmhayê yên mêtingeran ên li ser gelê me, her tim bû xwedî hêrs. Zanî ku bersiva herî mezin û bi bandor a ji dagirkeran re bê dayîn, tevlîbûna nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ye. Hevrêyê me di sala 2012’an de ku Şerê Gel ê Şoreşgerî li Kurdistanê encamên bi bandor afirand, ji xaka pîroz a Botanê tevlî nava refên têkoşînê bû.

Hevrêyê me demekê li Botanê ma û piştre ji bo dîtina perwerdeyên esas, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me Munzur di temenekî ciwan de tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû û di nava refên Partiyê de bi lez pêş ket. Hevrêyê me bi perwerdeyên dîtî felsefeya Rêber Apo hîn baştir fêm kir û zanî ku xeta milîtaniya rast a PKK’ê bi pratîkê pêkan e. Bi hemû enerjiya xwe tevlî jiyanê bû. Hevrêyê me Munzur bi têkiliyên xwe yên hevrêtiya xurt û bi taybetmendiya xwe parvekar, tê naskirin. Hezkirin û rêzdariya hemû hevrêyên ku pê re maye, qezenc kir. Hevrêyê me di tevahiya jiyana xwe ya gerîlatiyê de li gelek qadên cuda pratîk meşand û her wezîfeya xwe bi serketî bi cih anî. Weke gerîlayeke xwedî tecrube, esas girt ku tecrubeyên xwe ragihîne hevrêyên xwe. Hevrêyê me Munzur li hemberî mêtingeran bû xwedî hêrseke mezin û armanc kir ku darbeyên giran li dagirkeran bixe. Bi perwerdeyên pisporbûnê yên dîtî re, di gelek taktîkên cuda yên gerîla de bû pispor. Bi kesayeta xwe ya bi cewher, sade, dirûst û vekirî hemû jiyana xwe fedayî têkoşîna azadiyê ya gelê me kir. Enerjiya xwe ya ciwantiyê û coşa xwe bi xeta milîtaniya Apoyî re kir yek û bi tevlîbûneke bêhesab û tejî moral, bû mînak. Di pratîka gerîlatiyê ya ji Zapê heya Zagrosan de, her tim li pêş bû û darbeya ewilî li dijmin xist. Weke gerîlayek xwedî tecrube, li her qadê pratîkek bi bandor meşand. Hevrêyê me Munzur li dijî dewleta Tirk a dagirker xwedî hêrseke mezin bû, xwe di qada şer de perwerde kir û bû milîtanek pêşeng. Tevlî gelek çalakiyên bi bandor bû û bi xwînsarî û cesareteke mezin bi ser dijmin de çû û darbeyên bi bandor lê xist. Hevrêyê me ji bo di taktîkên gerîlatiyê de pispor bibe û di qadên îdeolojîk û leşkerî de kûr bibe, perwerdeyên akademiyê dît. Perwerdeyên xwe bi serketî temam kir û car din berê xwe da qada pratîkê.

Hevrêyê me Munzur bi tempoyeke bilind têkoşiya û her kêlî bi lêhêrbûna ku darbeyê li dijmin bixe derbas kir û ev yek di pratîkê de nîşan da. Heta kêliya gihiştî şehadetê jî, li ser xeta milîtaniya Apoyî meşiya. Hevrêyê me Munzur 5’ê Hezîrana 2017’an di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû, dê bîranîna wî her tim di têkoşîna me de bijî.

Baran Cizîr – Haci Ertene - Hevrêyê me Baran li Cizîra Botan ku bi serhildan û berxwedana pêş xistî re di hişê gelê me de cih girtiye, di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me yê ku di nava çanda qedîm, dewlemend û welatparêz a Botanê de ma, ji temenê biçûk ve di nava van nirxan de mezin bû. Di temenek biçûk de bû şahidê şerê giran ê li Kurdistanê û berxwedana dîrokî ya li dijî êrîşên mêtingeriyê dihat raberkirin. Ji ber ku li navenda Cizîrê mezin bû, ev yek bû wesîle ku kesayetek berxwedêr pê re pêş bikeve. Biryardariya gelê me yê Cizîrê yê welatparêz ên ku li dijî her cure êrîşên dijmin bêyî ku tawîz bidin di jiyana birûmet de israr dikin, ji bo hevrêyê me bûye çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me yê ku neçar ma demekê li dibistanên dijmin bixwîne, di vê demê de rastiya dijmin ji nêz ve nas kir. Hevrêyê me di vê demê de gelek xwend û lêkolîn kirin, beşdarî xebatên ciwanan bû. Li dijî êrîşên mêtinger ên ku hewl didan ciwanên Kurd asîmîle bikin û wan ji nasnameya wan qut bikin, têkoşîn meşand. Hevrêyê me piştî rastiya pergala dijmin bêhtir fêm kir, dev ji dibistanên dijmin berda û hemû enerjiya xwe da ser xebatên xwe. Hevrê Baran xwedîderketina li felsefeya jiyanê ya Rêber Apo û keda şehîdên me yên nemir ên ku têkoşîna me gihandin roja îro, weke wezîfeya xwe dît, armanc kir ku têkoşîna xwe bêtir berfireh bike. Li ser vê esasê, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di sala 2014’an de li axa pîroz a Botanê, ku lê ji dayik bû û mezin bû, tevlî refên gerîla bû.

Hevrêyê me Baran bi daxwaz û kelecaneke mezin tevlî nava jiyana gerîla bû, perwerdeya xwe ya şervanên nû bi rengekî serketî qedand. Hevrêyê me di wê ferqê de bû ku li çiyayên Kurdistanê gav avêtiye nav jiyaneke nû û pîroz. Ji ber vê yekê ji xwe re kir rêgez ku xwe li ser esasê felsefeya Rêber Apo ji nû ve ava bike. Bi perwerdeya wergirtî re hem di warê leşkerî hem jî di warê îdeolojîk de kûrbûneke mezin bi dest xist. Hevrêyê me Baran ku di taktîka gerîlatiyê de jêhatî bû û di jiyanê de bû pêşeng, berê xwe da qada Zapê û dest bi pratîka xwe ya pêşî kir. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û sekna xwe ya zelal, li her qada ku ew lê bû, rengê xwe nîşan da. Li eniya herî pêş tevî hevrêyên xwe bersiv da êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a mêtinger. Bi kesayetiya xwe ya şerker, her tim armanc dikir ku derbên giran li dijmin bide. Hevrêyê me Baran yek ji wan hevalan bû ku bi awayekî bibandor bersiv da êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku dixwestin bi teknîkê li hemberî taktîkên gerîla yên demê, encam bi dest bixin. Hevrê Baran bi tevlîbûna li gelek çalakiyan re, bû nûnerê mînak ê kesayetiya milîtanî ya Apoyî û li ser xeta serketinê meşiya. Tevî şert û mercên dijwar ên pêvajoya şer jî, coş û kelecana xwe her tim bi hevrêyên xwe re parve dikir; Bi wan re girêdanên xurt ava kir. Her tim li ser pêşvebirina tecrûbeya xwe ya şervantiyê û bûyîna gerîlayek jêhatî lêhûrbûn kir. Hevrêyê me yê ku xwedî van taybetmendiyan e, di demeke kurt de pêşketinên mezin pêk bîne. Bi tevlîbûna xwe ya sade û kûr, karî bibe milîtanekî layiqî şehîdên me û gelê bindest û li ser vê esasê roj bi roj têkoşîna xwe mezintir kir.

Hevrêyê me Baran ê ku di her kêliya jiyana xwe de bê teredût li ser rêya Rêber Apo meşiya û bû dilsozê bîranîna şehîdên me yên şoreşger, di dema êrîşa dijmin a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de roja 4'ê Tebaxa 2017'an tevlî karwanê nemiran bû. Weke hevrêyên wî em soz didin ku em ê mîrateya xurt a têkoşînê ya ku hevrê Baran li dû xwe hiştiye bi serketinê tacîdar bikin.

Zagros Pîro – Ûgûr Balikçi - Hevrêyê me Zagros li nava malbateke welatparêz a ji Elcewaza Bedlîsê ku ji ber zor û zehmetiyên aborî neçar mane koçî Aydinê bikin, ji dayik bû. Tevî ku ji Kurdistanê dûr mezin bû jî bi saya welatparêzî û dilsoziya kûr a malbata xwe ya bi kevneşopiyên Kurdistanî re, cewhera xwe parastiye. Di vê pêvajoyê de hevrêyê me ku rastiya dewleta Tirk a mêtinger baş nas kiriye, li dijî hemû êrîşên asîmîlasyonê bi xurtî ziman û çanda xwe parastiye. Vegera hevrêyê me tevî malbata xwe ji bo axa pîroz a Kurdistanê ku di sala 1999’an de pêk hat, di jiyana wî de qonaxeke nû da destpêkirin. Hevrêyê me Zagros her tim bi guhdarkirina çîrokên gerîla re mezin bû û piştî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ji nêz ve nas kir, girêdana wî mezintir bû. Ew dixwest ku têkoşîna azadiyê ya ku di bin pêşengiya Rêber Apo û şehîdên me de pêş ket, baştir fêm bike û nas bike. Hevrêyê me bawer dikir ku divê bersiva koçberkirina bi darê zorê ya gelê me û êrîşên qirkirina çandî ku ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger ve dihat kirin, were dayîn. Li ser vê bingehê hevrêyê me, di sala 2015’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me yê ku piştî derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û perwerdeya xwe ya şervanên nû bi rengekî serketî qedand, zû adapteyî jiyana gerîla bû. Bi tevlîbûna xwe ya bi coş û moral a li nava jiyanê, di demeke kurt de tecrûbeyên xurt bi dest xist. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a mêtinger ku sala 2015'an di çarçoveya 'Plana Hilweşandinê' de destpê kir, cihê xwe di eniya pêş de girt û li kêleka hevrêyên xwe berxwedaneke bi bandor raber kir. Tevî şert û mercên giran ên şer jî, kêliyekê jî bê teredût nema û li dijî dijmin şer kir. Hevrêyê me ji bo bersiva pêwîst bide êrîşên dagirkeran, tevlî gelek çalakiyan bû û ji bo amadekariyên çalakiyan tevkariyên mezin kirin. Tevî şert û mercên zehmet ên fîzîkî yên herêma Cîloyê jî, bi coş û kesayeta xwe ya kelecanî, bû çavkaniya hêzê ji hemû hevrêyên xwe re.

Tevî pêvajoya şer jî ti carî dest ji perwerdeya xwe ya îdeolojîk berneda. Hevrêyê me yê ku her roj bi xwendina rastiya Rêbertî re îdeolojiya me baştir fêm kir û hêrsa wî li hemberî dijmin mezin bû, armancên xwe berfireh kirin. Ji bo tola hevrêyên me yên di nava refên têkoşînê de gihîştin şehadetê hilîne bênavber ked da. Hevrêyê me Zagros ê ku xwedî sekneke xurt bû û jiyana hevrêyên fedaî ji bo xwe mînak digirt, her wezîfeya ku jê re hat dayîn bi serketineke mezin bi cih anî. Weke milîtaneke gerîla ya Apoyî bi dîsîplîn û hesasiyeteke mezin nêzî wezîfeyên şoreşgerî bû, ku bi van taybetmendiyan bû hevrêyekî mînak. Tevî emrê xwe yê ciwan jî bi kesayetiya xwe ya gihîştî re hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Li hemberî her pirsgirêkê hêza çareseriyê ava kirin, weke wezîfeya xwe ya bingehîn dît.

Hevrêyê me Zagros ku di êrîşa dijmin ê 5'ê Hezîrana 2017'an de gihîşt şehadetê, bi sekna xwe ya zelal û tevlîbûna xwe ya li ser esasê xeta milîtanî ya Apoyî, bû milîtanekî mînak. Kesayeta dilpak û fedekar ê hevrêyê me Zagros wê her tim bê bîranîn û bîranîna wî wê her tim bibe wesîleya hîn bêhtir têkoşînkirinê.

Derwêş Kop – Cihan Îmrak - Hevrêyê me Derwêş li navçeya Kopê ya Mûşê ku bajarê qedîm ê Serhedê ye, ji dayîk bûye. Ji ber ku malbata hevrêyê me malbateke welatparêz bû û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê li Serhedê bi lez di nava gel de belav bû, hê di zarokatiya xwe de têkoşîna me nas dike. Hevrêyê me yê ku hê di zarokatiya xwe de ji ber zehmetiyên madî neçar dimîne ku biçe metropola dewleta Tirk Stenbolê, li wir ji bo debara malbata xwe dixebite. Di vê pêvajoyê de rastiya Kurdan û rewşa gelê Kurd a zehmet bi çavên xwe dibîne, dijî û hêrsa wî ya li hemberî dagirkeran mezin dibe. Hevrêyê me yê ku bi nasnameya xwe ya resen dihese, daxilî xebatên ciwanan dibe û ji bo ku ciwanên weke wî neçar mane ji Kurdistanê koç bikin, ji rastiya gelê xwe veneqetin li ber xwe dide. Tevî hemû êrîşan jî karî ziman, çand û nirxên xwe yên çandî biparêze. Hevrêyê me Derwêş ê ku di vê pêvajoyê de têkoşîna me ya azadiyê û şerê li Kurdistanê tê meşandin ji nêz ve dişopîne, weke ciwanekî Kurd ê birûmet tim kete nava lêgerînên bilindkirina têkoşîna xwe. Tim ji berxwedana şehîdên me yên ji bo ku gelê me bibe xwedî pêşerojeke azad canê xwe feda kirine, hêz girt. Siyaseta qirkirinê ya li ser gelê me dihat ferzkirin û êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser gelê me yê Rojava bi awayekî eşkere nîşanî hevrêyê me Derwêş dan, heya ku xweparastineke gelekî nebe nikare hebûna xwe biparêze û bidomîne. Hevrêyê me yê ku girêdayî van yekan xwe kûr dike, berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û di sala 2014’an de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dibe.

Hevrêyê me Derwêş ê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdeya gerîlayan a sereke bi awayekî serkeftî temam dike, bi saya kesayeta xwe ya kedkar û tevlîbûna xwe ya durist hê di rojên ewil ên gerîlatiyê de ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin. Hevrêyê me yê ku ji bo di taktîkên gerîlatiyê de profesyonel bibe perwerdeyên pisporiyê digire û xwe di gelek taktîkên gerîlatiyê de pêş dixe, derbasî qada Zapê dibe. Hevrêyê me yê ku li gelek qadan tevlî xebatên pratîkî dibe, di demeke gelekî kurt de gelek tecrûbeyan bi dest dixe. Ji bo ku xwe ji bandorên xirab ên pergalê di kesayetiya wî de afirandîne, rizgar bike, weke qada leşkerî di qada îdeolojîk de jî kûrbûn esas girt. Hevrêyê me Derwêş baş dizanibû rêya milîtanbûn û kesayetekî azad girêdayî fêmkirina felsefeya Rêber Apo ye, di tevahiya jiyana xwe ya gerîlatiyê de bû xwediyê meşeke bêdudilî. Hevrêyê me tim pêşxistina xwe û hevrêyên xwe yên li derdora xwe kir felsefeya jiyana xwe û di hemû xebatên xwe de hevparbûna li gel hevrêyên xwe esas girt. Hevrêyê me Derwêş ê ku di dema êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qada Zapê de bi fedaiyane li ber xwe dide û şer dike, hêrsa xwe ya mezin a li hemberî dijmin di çalakiyên xwe de jî nîşan da. Bi qasî kesayetiya xwe ya şervaniyê bi sekna xwe ya milîtanî a di jiyanê de jî dibe hevrêyekî me yê ku wê tim weke mînak were girtin. Hevrêyê me Derwêş xwediyê hişmendiyeke pêşketî, bêyî ferq û cudahiyê pêkanîna hemû erkên xwe ya bi awayekî serkeftî esas digire û ji bo vê yekê bê navber hewl da. Hevrêyê me di nava Têkoşîna Azadiya Kudistanê de xwe ji nû ve diafirîne, bi felsefeya Rêber Apo di kesayetiya xwe de guherînên xurt pêk tîne û dibe xwediyê tevlîbûneke bêdudilî.

Hevrêyê me yê ku giraniyeke mezin dide hemû kêliyên jiyana PKK’ê û ji bo bilindkirina nirxên ku ji aliyê şehîdên me ve hatine afirandin dibe xwediyê kedeke mezin û ji bo ku li qadên şer lê dijwar di eniyên herî pêş de, bû xwediyê israreke mezin. Hevrêyê me Derwêş di 4’ê Tebaxa 2017’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşeke dewleta Tirk a dagirker de tevlî karwanê şehîdan dibe, li pey xwe mîrateyeke têkoşînê ya ku wê tu caran neyê jibîrkirin hişt. Hevrêyê me Derwêş wê bi kesayetiya xwe ya fedaî û tevlîbûna xwe ya milîtanî tim di nava têkoşîna me de zindî bimîne û bibe meşaleyeke ku rêya me ronî dike.

Hasan Viyan – Abbas Kerîm Vesek - Hevrêyê me Hasan, li navçeya Hezex a ku li hemberî dagirkerî û dagirkeran bejna xwe natewîne û bi sekna xwe li Kurdistanê bûye navenda berxwedanê, ji dayîk dibe. Hevrêyê me di nava malbat û derdoreke ku bi welatparêziya xwe tê naskirin de mezin dibe, di zarokatiya xwe de dibe xwediyê kesayeteke berxwedêr. Hevrêyê me bi xurtî xwedî li çanda berxwedêriyê û nirxên çandî yên gelê me yê Botanê derdikeve, tim karî nirxên Kurdistanî di şexsê xwe de zindî bigire û wan biparaze. Hevrêyê me yê ku li xakên pîroz ên Botanê yên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê lê veguheriye gerîlatiyê mezin bûye, di zarokatiya xwe de derfeta bidestxistina hişmendiya azadiyê bi dest dixe. Hevrêyê me hê di zarokatiya xwe de destanên lehengiyê yên fedaiyên Apoyî guhdar dike û li hemberî têkoşîna me li cem sempatiyeke mezin peyda dibe. Hevrêyê me Hasan ji nêz ve dibe şahidê êrîşên dermirovî yên dewletên dagirker ên li ser gelê me, li hemberî dagirkeran hêrseke mezin li cem peyda dibe. Hevrêyê me weke ciwanekî Kurd ê birûmet dizanîbû ku hebûna gelê me bes wê bi xurtkirina berxwedana gerîlayan were dabînkirin, di sala 2015’an de bêyî dudilî tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dibe.

Hevrêyê me Hasan ê ku li Kurdistanê di nava xwezaya Botanê de mezin dibe, di adaptebûna çiyayên Kurdistanê û jiyana gerîlayan a pîroz de zehmetî nekişandin. Hevrêyê me ji hevrêtiyên jidil û germ ên di nava gerîlatiyê de û nirxên ku bi kedên mezin hatine afirandin bandor dibe, jiyana xwe ji bo parastin û bilindkirina van nirxên pîroz dibexşîne. Hevrêyê me Hasan ê ku perwerdeya şervanên nû bi awayekî serkeftî temam dike û derbasî qadên pratîkê dibe, bi hêza ku ji perwerdeyan distîne tevlî xebatên pratîkî dibe. Esas digire ku prensîbên gerîlatiyê yên sereke yên hîn dibe bi lez pêk bîne. Bi tevlîbûna xwe ya bimoral, karekterê xwe yê bikelecan û bi dilê xwe yê bi hezkirina hevrêtiyê tije, ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin. Hevrêyê me Hasan eleqeyeke mezin nîşanî felsefeya Rêber Apo dide, bi felsefeya Rêber Apo xwe ji nû ve diafirîne û di demeke kurt de xwe digihîne asta pêşengtiyê û dibe yek ji hevrêyekî me yê bêhempa. Hevrêyê me ji bo hemû erkên partiya me PKK’ê danîn pêşiya wî bi awayekî serkeftî bi cih bîne kedeke mezin nîşan da û tevlîbûna bêdudilî ya ji bo nava PKK’ê esas girt. Hevrêyê me Hasan ji bo ku xwe di taktîkên gerîlayan ên serdema nû û terzê şer ê serdemê de xwe bigihîne asta profesyoneliyê, tim xwe pêşxistin esas girt. Hevrêyê me li hemû qadên lê ma ji hevrêyên xwe re pêşengtî kir û zanînên xwe li gel hevrêyên xwe parve kirin û ew dewlemendtir kirin, ji bo pêşketina hevrêyên xwe jî kedeke mezin nîşan da. Bi karekterê xwe yê kedkar, jîrbûna xwe û baweriya xwe ya ji serkeftinê re li hemû qadên lê dima û diçûyê bû hevrêyekî mînak. Hevrêyê me Hasan bi dilsoziyeke mezin girêdayî felsefeya Rêber Apo, şehîdên me û gelê me yê bindest bû, bû yek ji wan hevrêyên me yên fedaî yên ku hemû kêliyên jiyana xwe bexşandine têkoşînê. Hevrêyê me esas girt ku tim li eniyên pêş be û derbeya yekem ew li dijmin bixe.

Hevrêyê me Hasan di 14’ê Kanûna 2017’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî karwanê şehîdan dibe. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedaî wê tim rêya me ronî bike. Weke hevrêyên wî em ê xwedî li mîrateya têkoşînê ya hevrêyê me Hasan li dû xwe hiştiye derkevin û soz didin ku em ê teqez wê mîrateya têkoşînê bigihînin serketinê.

 

22’ê Tîrmeha 2025’an

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG