HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Em, pêşengê neteweya Kurd hevrê Nûreddîn Sofî û milîtanê fedaî yê Apoyî hevrê Bahtiyar Gabar bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê bi bîr tînin û soz didin, ku hêjayî têkoşîn û sekna wan a leheng bibin.

Ewladê leheng ê gelê Kurd, şoreşgerê profesyonel, fermandarê serfiraz û pêşengê Şoreşa Azadiyê ya Rojava hevrê Nûreddîn Sofî û milîtanê fedaî yê Apoyî hevrê Bahtiyar Gabar 6'ê Nîsana 2021'ê li qada Bergarê ya herêma Garê di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn. Em hevrêyên xwe bi hurmet bi bîr tînin.

Hevrê Nûreddîn Sofî sala 1990'î tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, heta sala 2013'an li nava refên PKK'ê 24 salan, piştre jî ji nava gerîla cihê bû û tevlî nava Şoreşa Azadiyê ya Rojava bû û 8 salan li nava şoreşê têkoşîna. Hevrê Nûreddîn Sofî bi vî rengî 32 salan kêlî bi kêlî, bê navber li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê têkoşiya. Li nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, ji şervaniyê heta bi Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê di asta herî bilind de bi berpirsyariyê rabû. Ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me xwe ji ti fedakariyê neda alî, biçûk an jî mezin bi eşq her wezîfe kir, şoreşgerî kir. Piştî ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava mezin bû û êrîşên li ser giran bûn, bi daxwaza xwe ji nava refên gerîla cihê bû û tevlî nava Hêzên Azadiyê yên Rojava bû. Bi qasî ku me şopand, li vê derê jî ji aliyê leşkerî û siyasî bi berpirsyariyên girîng rabû û pêşengî kir. Şoreşgerê pêşeng ê gelê Rojava hevrê Nûreddîn Sofî ji bo hevalên xwe yên berê bibîne berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku 24 salên xwe lê derbas kir. Dema ku serdana Fermandariya me ya Biryargeha Navenda Parastina Gel kir, di 6'ê Nîsana 2021'ê de di encama êrîşa dijmin de şehîd bû.

Milîtanê fedaî yê Apoyî hevrêyê me Bahtiyar Gabar jî ku di dema serdanê de bi hevrêyê me Nûreddî Sofî re bû û jê re dibû alîkar, pê re şehîd bû. Ewladê leheng ê xelkê Botanê hevrêyê me Bahtiyar şoreşgerekî ciwan, çalak, dînamîk û mîna hevrê Sofî jîr bû, bi van taybetmendiyên xwe wezîfeyeke girîng bi cih anî û tevlî karwanê şehîdan bû.

Em, pêşengê neteweya Kurd hevrê Nûreddîn Sofî û milîtanê fedaî yê Apoyî hevrê Bahtiyar Gabar bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê bi bîr tînin û soz didin, ku hêjayî têkoşîn û sekna wan a leheng bibin. Em bi biryar in ku tiştên hevrê Sofî hînî me kiriye, şoreşgeriya Kurdistanê ya cewherî ku di kesayetiya xwe de veguherand heqîqetê, em ê di têkoşîna azadiyê ya gelê xwe de bikin mîna alayekê. Bi van hestan, di serî de malbatên wan ên hêja, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:


Nasnav: Nûreddîn Sofî

Nav paşnav: Nûreddîn Sofî

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Dayik-Bav: Meryem - Sofî Xelef

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Nîsana 2021 / Garê

 

Nûreddîn Sofî – Nûreddîn Sofî


Nasnav: Bahtiyar Gabar

Nav paşnav: Abdulbakî Babûr

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Taybet-Kerem

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Nîsana 2021 / Garê

Bahtiyar Gabar – Abdulbakî Babûr

Nûreddîn Sofî – Nûreddîn Sofî - Her civak xwedî dîrokeke berxwedanê û lehengên gel e, ku ji nava civakê rabûne û pêşengî ji vê berxwedanê re kirine. Ev pêşeng di nava şert û mercên herî zehmet de xwe didin pêş, rêyeke nû vedikin, hêviya paşerojeke azad diafirînin û bi vî rengî di bîr û hişê gelan de dibin xwedî cihekî ku qet tine nabe. Yek ji erk û wezîfeyên herî zehmet ew e ku pêşengî ji gelekî welê re bê kirin ku di bin êrîşên qirkirinê de li ber mirinê û înkarkirina xwe bi xwe ye. Di nava rastiyeke bi vî rengî de ku tarîtî serwer bû, gelê Kurd bi pêşengiya Rêber Apo û PKK'ê gaveke bêhempa û dîrokî avêt. PKK bû dîroka jinûve vejînê ya gelekî, tevgereke hêviyê ya gerdûnî û navê biryardariya li ser jiyana bi rûmet. Ev meşa azadiyê ya pîroz ku Rêber Apo da destpêkirin, veguherî hêviya gelê me yê bindest, ji çar aliyên Kurdistanê ewladên herî leheng ên gelê Kurd pêl bi pêl tevlî nava refên têkoşînê bûn. Wêrekiya ku di havên û cewhera gelê Kurdistanê de heye, bi saya tevgera Apoyî kete meriyetê, li ser xeta Apoyî bi hezaran jin û mêr ên leheng afirand. Gelek milîtanên Apoyî bi jiyaneke destanî têkoşiyan û navê xwe li dîrokê neqişandin.

Yek ji wan kesayetan ku navê xwe bi destanên lehengiyê li dîroka Kurdistanê neqişand, hevrêyê me Nûreddîn Sofî ye. Hevrê Sofî ku hezkirî û dilxwazên wî hemûyan bi wî navî bang li wî dikirin, li gundê Mişêrfa yê Qamişloyê ji dayik bû. Hevrê Sofî ku li Qamişloyê mezin bû û piştre ji bo xwendina zanîngehê çû Helebê, Tevgera Apoyî li vê derê nas kir û tevlî nava tevgera ciwanên şoreşger welatparêz bû. Di Tebaxa 1990'î de biryar da ku bibe şoreşgerekî profesyonel û beşdarî nava refên PKK'ê bû. Çû gel Rêber Apo û li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz a li Bekaayê beşdarî perwerdeya xwe ya destpêkê bû. Hevrê Sofîs ala 2006'an di raporeke xwe de xwe û pêvajoya naskirina PKK'ê bi van gotinan anîbû ziman:

"PKK tevgera jinûve afirandina Kurd e, tevgera afirandina mirovekî welê ye ku bi serbilindî li rabirdûya xwe dinihêre, roja xwe ya îro bi zanebûn derbas dike û bi hêvî li paşerojê dinihêre. Ev yek bi pêşdîtina Rêber Apo û hişmendiya dîrokê di nava şehîdên me yên mezin de bi wate bûye. Dendikeke hîdrojenê li gel ku tenê ji eletkronekê û protonekê pêk tê û atoma herî sivik e jî, veguherîna enerjiyeke bêdawî pêk anî. Di şexsê Egîdan, Zîlanan û Bêrîtanan de hate dîtin ku mirovê herî lawaz dikare bigihêje hêza momentûmê û asta herî bilind. Lewma meseleyeke giran û gelekî cidî ye ku mirov bibe milîtanê tevgereke bi vî rengî ya ku xwedî nirxên ewçend mezin û bi heybet e û bi erk û berpirsyariya wê rabe. Ji ber vê yekê em neçar in ku xwe bi xurtî binirxînin û bigihînin asta jiyaneke zanebûn. Ji ber ku deyn û berpirsyariya me ya şerefê ye ku hêjayî wan nirxên bilind bibin. Heta ku em bi wan re bin, wê paşeroja me misogerkirî be. Ew hem rabirdûya bi rûmet a Kurdan e, hem jî hêviya ji bo paşerojê ne. Jiyana bi têgihiştina dîrokî ye ku her roj mirov derkevin hizûra van şehîdên mezin, li gunehên xwe mikur bên û efûyê ji wan bixwazin. Eger em xwedî wê rûmetê ne ku hevrêyên wan e, eger em xwedî wê şan û şerefa leşkerê Rêber Apo ne, ji bo me şertê mirovbûn û namûsê ye, ku xwe analîz bike û rexnedayina xwe bidin 

Di salên xwe yên xwendina li lîse û zanîngehê de min nivîsên ramangerên sosyalîst xwend û sempatîzanên PKK'ê nas kir. Dibe ku ez ji bo PKK'ê nehatibûm afirandin, lê belê li min welê dihat ku mîna PKK ji bo min hatibû avakirin. Ji ber ku ji bilî PKK'ê tenê nav, jiyaneke ji rêzê û mirin hebû. Piştî ku min PKK nas kir ez pê hesiyam ku mirov im, min hemû zor û zehmetî têk bir, kêfxweş û şa bûm."

Hevrê Sofî ku bi perwedeya ji Rêber Apo wergirtî bû xwedî hêz, moral û danheviyeke mezin, ji Bekaayê derbasî Kurdistanê bû. Li Heftanînê dest bi gerîlatiyê kir. Piştre derbasî herêma Qilabanê bû û li Bakur gerîlatî kir. Di demeke kurt de gihîşt asteke girîng, sala 1991'ê li Qilabanê bû fermandarê tîm. Li dû pratîka li vê derê çû Zagrosan. Bi pratîka xwe ya li qadên Avaşîn û Herkî xwe gihand asta fermandariya yekîneyê. Bi tevlîbûna xwe ya bi wêrekî û kelecanî di sala 1994'an de fermandariya herêmê kir ku ji qadên Elbak, Payîzava û Kelareşê pêk dihat. Du salan fermandariya vê herêmê kir û gelek çalakî pêk anî. Dawiya sala 1996'an careke din derbasî qada Rêbertî bû. Du serdeman li akademiya Rêbertî ma û di asta rêveberiyê de wezîfe kir. Piştî ku ji gel Rêbertî vegeriya welêt li Zagrosan bi wezîfeya fermandariyê rabû. Sala 1997'an di şerê Başûr de weke fermandarê tabûrê şer kir. Sala 1999'an li ser bingeha vekişînê derbasî Qendîlê bû. Sala 2000'î li hemberî êrîşên li ser hêzên me li Qendîlê di şer de bi roleke çalak tevgeriya. Eniya ku lê bû di bin êrîşên giran de bû, lê belê li gel vê yekê jî bi mîlîmekê jî paşve gav neavêt û bi hevrêyên pê re êrîş hemû şikand. Sala 2003'an bû fermandarê eyaleta Amedê û derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Di Pêngava 1'ê Hezîranê ya dîrokî de li eyaleta Amedê pêşengî kir, kir ku gelek çalakî bêne lidarxistin. Bi vî rengî li hemberî meyla tasfiyekar, xiyanetkar sekn û helwest nîşan da ku meyleke bi vî rengî li ser PKK'ê dihate ferzkirin. Heta sala 2007'an fermandariya eyaletê meşand, li vê derê pergaleke bi hêz ava kir û karê gelekî xurt meşand ku cihê xwe di dilê gelê Amedê de girt. Ji bo Meclîsa Partiyê ya PKK'ê hate hilbijartin ku sala 2005'an jinûve ava bû û bû endamê Komîteya Navendî. Bi rola ku di nava tevgera me de pê rabû, bi têkoşîna ku meşand, bi asta xwe ya îdeolojîk û rêxistinî di nava tevgera me de wezîfeya fermî hilgirt ser milê xwe û pêşengî kir. Di nava PKK'ê de di asta herî bilind de wezîfe kir, bi vî rengî di nava mewziya Rêbertî de cihê xwe girt û pêşengî ji tevgera me re kir. Piştre jî ev wezîfeya xwe ya pêşengiyê bilind kir û bi cih anî.

Sala 2007'an piştî ku ji eyaleta Amedê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû ji bo pêşengiyê ji karên gel re bike tevlî nava KONGRA-GEL bû. Di nava karên KONGRA-GEL de bi rê, rêbaz û tempoya xwe gihîşt asteke xurt. Lê belê hem daxwaza wî, hem jî daxwaza hevrêyên ku ew nas dikirin ew bû ku careke din li karên leşkerî vegere. Sala 2008'an beşdarî Kongreya PKK'ê ya 10'emîn bû û bi biryara li vê derê hate wergirtin, her wiha bi pêşniyara wî bi xwe, derbasî nava HPG'ê bû. Di Konferansa HPG'ê de ku Sibata 2009'an hate lidarxistin, ji bo Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG'ê hate hilbijartin û bi vî rengî di asta herî bilind de wezîfe wergirt. Ji sala 2009'an heta bi sala 2013'an wezîfeya Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê meşand. Sala 2011'an dema ku dewleta Îranê êrîş bir ser Qendîlê, bi xwe tevlî şerê parastinê yê li vê derê bû, bi tecrûbeya xwe ya kûr şer bi rê ve bir û tevkariyên girîng lê kir ku bi ser bikeve. Sala 2012'an di meşandina şerê Gel ê Şoreşgerî û beralîkirina êrîşên dewleta Tirk de beşdarî gelek pêngavan bû. Ji bo Şerê Gel ê Şoreşgerî li Bakur bilind bike sala 2012'an weke Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG'ê bi xwe derbasî Botanê bû. Hevrê Sofî her tim weke zarokekî bi kelecan, weke ciwanekî jîr û jêhatî û weke milîtanekî fedaî yê Apoyî wezîfe bi cih anî.

Sala 2013'an weke PKK şerê bi dewleta Tirk hate rawestandin û agirbest bi beramberî hev hate ragihandin. Di vê demê de piştî ku bi destê çeteyan êrîşên giran li ser gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê hate kirin, hevrêyê me Sofî bi daxwaza xwe, ji bo tevlî nava Şoreşa Azadiyê ya Rojava bibe ji nava refên gerîla cihê bû. Ji ber ku ewladekî bi xêr, fermandarekî şareza û şoreşgerekî pêşeng ê gelê Rojavayê Kurdistanê bû, ji bo karibe li warê lê ji dayik bûye beşdarî şoreşê bibe, bi rê ket.

Bahtiyar Gabar – Abdulbakî Babûr - Hevrêyê me Sofî ku xwedî meşeke lehengiyê ya bêhempa bû, di nava 24 salên li nava refên PKK'ê û çiyayên Kurdistanê gelek nirx afirand. Hevrê Sofî leşkerekî cidî û fermandarekî şareza bû ku li ser şopa fermandarê me yê nemir hevrê Egîd-Mahsûm Korkmaz meşiya. Lê belê hevrê Sofî ne tenê leşker û fermandarek bû, bi kesayetiya xwe ya pir alî ew şoreşgerekî profestoyel ê rasteqîn bû. Entelektuelekî mezin bû. Timî nîqaş dikir, tiştek dixwend, dida pey tiştên nû, bi baldarî lêkolîn dikir û rojek wî ti carî nedibû weke rojek berê. Ev taybetmendiyên Rêber Apo bi rengekî bêhempa di kesayetiya xwe de şênber kir. Ew fermandarek bû ku taybetmendiyên xwe yên gelêrî û komunal li pêş bû, dilnizm bû, bi mirovên ji her temenî re dikarîbû bima, diyalog bikira, hevrêyên xwe li dora xwe dicivand, ew ber bi xwe ve dikişand, moral û motîvasyon diafirand, dibû sedema coş û kelecanê, li her qada ku lê bû rengê xwe diyar dikir û radikir ser piyan. Wêjevanekî gelekî xurt bû. Serpêhatiyên gelê me, dîroka têkoşîna me û hestên esîl ên ku ji kûrahî hîs dikir, dibûn helbest û ji ser zimanê wî diherikîn. Her gotina ji devê wî derdiket mîna tîrekê li dilê guhdaran diket, bandoreke mezin li wan dikir. Xîtabet, ajîtasyon û propagandaya wî gelekî xurt bû, zimanê wî bi bandor bû. Pêşengekî gel ê heqîqî bû ku gotinên wî digihîşt cihê xwe. Xwedî wê hunerê bû ku aliyên xwe yên îdeolojîk, rêxistinî û leşkerî di nav hev de bi hevsengî bi pêş ve dibir. Li Zagros, Botan, Serhat, Amed û Rojava bi sedan ciwan bi bandora hevrê Soefî tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûn. Her wiha ji nava xizmên wî yên nêz jî gelek ciwan tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûn, bi fedaîtî têkoşiyan û şehîd bûn.

Hevrê Sofî ku fermandar û şoreşgerê pêşeng ê gelê Rojava bû, ji bo dîtina hevalên xwe yên berê serdana çiyayên Kurdistanê kir ku 24 salên xwe lê derbas kiribû. Dema ku serdana Fermandariya me ya Biryargeha Navenda Parastina Gel dikir, 6'ê Nîsana 2021'ê li qada Bergarê ya herêma Garê di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker de li gel hevrê Bahtiyar Gabar ku pê re bû, şehîd bû. Em ji malbata welatparêz a hêja ya hevrê Nûreddîn Sofî, gelê Rojava, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelê Kurdistanê bi temamî, fermandar û şervanên YPG'ê re sersaxiyê dixwazin.

Xaka Kurdistanê di serî de Şoreşa Neolîtîkê malovanî ji gelek pêngavên dîrokî re kir û weke qada destpêkê ya afirandina gelek nirxên civakî derbasî nava dîroka mirovahiyê bû. Gelê me ku li xaka Kurdistanê ya pîroz bi hezaran sal in heye û hildiberîne, ji aliyê mêtingeran ve bi sînorên çêkirî hate parçekirin û li her parçeyî jî asîmîlasyon, êrîşên înkar û îmhayê lê hate ferzkirin. Li vê xaka ku zimanên destpêkê lê afirîn, ziman, çand û cewhera gelê Kurd hate înkakirin; bû hedefa êrîşên îmhayê yên herî bêrehm ên mirovahiyê, lê li gel van êrîşan jî karîbû hebûna xwe biparêze. Li hemberî her êrîşeke qirkirinê pişta xwe spart çiyayên Kurdistanê û li ber xwe da. Gelê me ku êşên mezin kişand û di bin zexta qirkirinê de li ber mirinê bû, bi Rêber Apo re jinûve rabû ser xwe. Di nava atmosfereke welê de ku derfetek û hêviyeke serketinê nebû, partiya me PKK weke tevgereke hêviyê rabû û ji gelê me yê berxwedêr re bû hêvî. Têkoşîna me ku bi Berxwedaan 14'ê Tîrmehê re li Zindana Amedê mêtinger têk bir, bi Pêngava 15'ê Tebaxê ya berz û bilind bû gerîla û li bajaran veguherî gelê serhildanê. Gelê me ku bi PKK'ê re jinûve vejiya ewladên xwe yên herî leheng şand nava refên têkoşînê û çar aliyên Kurdistanê kir navendên berxwedanê. Yek ji qadên destpêkê ku tevgera me gihîşt gelê me bajarê me Wan e. Bajarê me Wan bi berxwedan û serhildana xwe cihê xwe di dîroka bi rûmet a gelê me de girt û kevneşopiyeke welê afirand ku gihîşt nifşên nû.

Hevrêyê me Bahtiyar li navçeya Şax a Wanê ji dayik bû ku ev kevneşopiya pîroz lê gelekî zindî ye. Hevrêyê me Bahtiyar ku ferdê malbateke me ya hêja ya ji eşîra Ertûşî ye, ku bi hestên xwe yên welatparêziyê timî li pêş e û xeta berxwedêriyê li nav serwer e, çanda berxwedanê û nirxên Kurdistanî zû nas kir û bi kesayetiya xwe re kir yek. Hevrêyê me ku ji bo perwerdeyê di 6 saliya xwe de neçar ma ji malbata xwe dûr bikeve, çû Stenbolê. Hevrêyê me Bahtiryar dûrî Kurdistanê ji aliyekî ve perwerdeya xwe dewam kir, li aliyê din jî bi karkirinê alîkariya madî li malbata xwe kir. Ji ber vê yekê karkerî û kedkarî hîn di temenê biçûkanî de bûn taybetmendiyên bingehîn ên kesayetiya hevrêyê me Bahtiyar. Dûrî welat û çanda xwe mezin bû, lê belê li gel vê yekê jî weke ciwanekî Kurd nirxên xwe yên cewherî timî parast. Li metropolên Tirkiyeyê yekser şahidî ji vederkirin û êrîşên asîmîlasyonê yên bi rêk û pêk re kir. Ev yek bû sedem ku hevrêyê me bikeve nava lêgerîna têkoşînê. Gihîşt wê encam û baweriyê ku mîna her gelekî divê gelê Kurd jî karibe di nirxên xwe yên bingehîn ên civakî bi zimanê xwe biaxive, bi çanda xwe bi rengekî azad bijî û li hemberî hewldanên mêtingeran ên ji bo tinekirina vê hewldanê gelekî bi hêrs bû. Meraqa wî ya polîtîk, hestê wî yê berpirsyariyê û welatparêziya derdora wî kir ku hevrêyê me Bahtiyar şerê li Kurdistanê û partiya me PKK'ê ji nêz ve bişopîne. Eleqeya wî ya ji bo têkoşîna me her roj zêde bû. Li hemberî êrîşên li derveyî mirovahiyê yên çeteyên DAÎŞ'ê yên li dijî gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê hêrsa hevrêyê me mezin bû û kete nava kûrbûna wê yekê, bê dikare têkoşîneke çawa bimeşîne. Piştî ku pismamê wî tevlî Berxwedana Kobanê yê dîrokî bû û şehîd bû, vê yekê bandoreke mezin li hevrêyê me Bahtiyar kir. Hevrêyê me Bahtiyar baş zanîbû ku heta xweparastineke xurt nebe wê hebûna gelê me nikaribe bê parastin û azad bibe. Lewma sala 2015'an li Botanê tevlî nava refên têkoşînê bû.

Hevrêyê me Bahtiyar ku li Bakurê Kurdistanê beşdarî nava refên gerîla bû, tecrûbeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li dilê gerîlatiyê kir. Bi hemû hêza xwe beşdarî nava jiyana gerîla bû ku bi hesreta wê bû û gelekî meraq dikir. Piştre ji bo li ser taktîkên gerîlatiyê bibe pispor, partiya me hîn baştir fêhm bike û di felsefeya Rêber Apo de kûr bibe derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û tevlî nava pêvajoya perwerdeyê bû. Bi jîr û jêhatîbûna xwe, bi durustî, jidilbûyîn û kedkariya xwe hîn di rojên destpêkê de bala hevrêyên xwe hemûyan kişand ser xwe. Cewhera wî ya samîmî bû zemîn ku li nava refên partiyê zû bi pêş bikeve. Hevrêyê me Bahtiyar xwedî rêbazeke welê bû ku li gel temenê xwe yê ciwan bi gihîştîbûna xwe li pêş bû, bi jîrbûna xwe çareserî ji her pirsgirêkê re peyda dikir û bi cidiyeta herî mezin nêzî her wezîfeyê dibû û hewl dida bi ser bixîne. Di pêvajoya perwerdeyê de ku bi serketî qedand, di taktîkên gerîlatiyê de zû serwer bû, ji aliyê fêhmkirin û bicihanîna felsefeya Rêbertî ve gelekî bi pêş ve çû. Hevrêyê me ku derbasî qada pratîkê bû û têkoşîna xwe dewam kir, bi baweriya ku afirand di gelek karên stratejîk de cihê xwe girt. Bi tempoya xwe ya têkoşînê û rêbaza xwe ya serxistina hemû wezîfeyên ku cidî nêzîk dibû, xwedî kesayetiyeke welê bû ku ji hevrêyên xwe hemûyan re bû mînak. Bi gelek fermandarên me yên hêja re ma, tecrûbeya wan rakir û tiştên hîn bû hem xist meriyetê, hem jî mezin kir û gihand hevrêyên xwe. Bi rêbaza xwe ya kar a komunal tevkarî li jiyan û karê her hevrêyên xwe kir. Ji roja ku tevlî bû û pê ve bi rola pêşengiyê rabû, di demeke kurt de û di temenê ciwan de bû fermandar, bi vî rengî erk û wezîfeyên xeta milîtaniyê ya demê bi cih anî. Hevrêyê me Bahtiyar ku meyla xwe li ser qada leşkerî bû, taktîkên dema nû zû hîn bû, bi pêş ve bir, xist meriyetê û ji bo teknîkê bixe xizmeta têkoşîna me tevlî gelek karî bû, ji bo serxistina kar kedeke mezin da. Bi rûkenî û hevrêtiya xwe ya ji dil bandor li her hevrêyî kir.

Hevrêyê me Bahtiyar Gabar ku di dema serdanê de bi hevrêyê me Nûreddîn Sofî re bû, 6'ê Nîsana 2021'ê li qada Bergarê ya herêma Garê di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû. Bi navê hevalên wî yên têkoşînê em soz didin ku em ê mîrateya têkoşînê ya hevrêyê xwe Bahtiyar ti carî ji bîr nekin û teqez bi ser bixînin.

11’ê Tebaxa 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG