HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Ewladên leheng ên gelên me yên Êzidî û Ereb ên li Şengalê hevrêyên me Doga Pîrdogan, Delîl Şengal, Nûjiyan Sîncar, Azad Zîlan û Şêrhat Zeko dema di nava refên gerîlayan de têdikoşiyan di dîrokên cuda de tevlî karwanê nemiran bûn.

Em pêşengên wêrek ên gelên me yên Êzidî û Ereb ku bûne milîtanên Apoyî yên fedaî bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin.

Rêber Apo, têkoşîna me ya ji bo azadiyê bi ruh û hişmendiya enternasyonal da destpêkirin. Îdeolojiya Rêber Apo di PKK’ê de zindî bû û di tevahiya têkoşîna xwe ya 52 salan de gelek şoreşgerên enternasyonal tevlî Tevgera Apoyî bûn. Karakterê enternasyonal ê îdeolojiya Apoyî, ji ber têkoşîna fedaiyane ya ji bo sosyalîzma demokratîk û azadiya gelan bala hemû gelên bindest kişand. Tevgera Apoyî, ji bo azadiya gelan bêyî hesab têkoşiya û bû tekane hêza azadiyê ya Rojhilata Navîn. Têkoşîna fedaiyane ya Tevgera Apoyî ya li dijî êrîşa komkujiyê ya di 3’yê Tebaxa 2014’an de ya li ser gelên me yên li Şengalê, dayîna bedêlên mezin ên di vê rêyê de û azadkirina Şengalê weke destaneke lehengiyê ya mezin derbasî dîrokê bû. Ewladên wêrek ên gelên me yên Êzidî û Ereb ên li Şengalê hevrêyên me Doga, Delîl, Nûjiyan, Azad û Şêrhat girêdayî vê yekê tevlî Tevgera Apoyî bûn. Di nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de bi baweriyeke mezin têkoşiyan û bûn milîtanên fedaî yên Apoyî. Têkoşîna ku gelan ji bo azadiya xwe dan meşandin, di pira xwişk-biratiya qewîn a navbera gelên Kurd û Ereb de bû stûneke gelekî xurt. Sekna hevrêyên me, tevlîbûna wan, pratîka wan û têkoşîna wan a ber bi şehadetê ve nîşan dan ku rastiya paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo û xwişk-biratiya gelan heqîqetên mezin in.

Em dubare hevrêyên xwe Doga, Delîl, Nûjiyan, Azad û Şêrhat ku ev heqîqet bi kedeke mezin û dayîna canê xwe nîşan dan, bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Girêdayî vê yekê di serî de malbatên wan ên hêja sersaxiyê ji gelên me yên Êzidî û Ereb ên li Şengalê dixwazin. Em soza xwe ya meşa li ser şopa şehîdên xwe û pêkanîna armancên wan nû dikin û diyar dikin ku em ê bîranên wan di xwişk-biratiya gelan de tim û tim zindî bigirin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî e:


           

Nasnav: Doga Pîrdogan

Nav û Paşnav: Dara Qasim

Cihê Jidayikbûnê: Şengal

Navê Dayik - Bav: Fatma- Qasim

Dem û Cihê Şehadetê: 13 Îlona 2021/Garê

Doga Pîrdogan – Dara Qasim


           

 

Nasnav: Delîl Şengal

Nav û Paşnav: Abdulrezak Tirkî Eweyt

Cihê Jidayikbûnê: Şengal

Navê Dayik - Bav: Gemra- Tirkî Eweyt

Dem û Cihê Şehadetê: 11 Tebaxa 2023 / Metîna

Delîl Şengal – Abdulrezak Tirkî Eweyt


           

 

Nasnav: Nûjiyan Sîncar

Nav û Paşnav: Xalîde Reşo

Cihê Jidayikbûnê: Şengal

Navê Dayik - Bav: Xemê- Reşo

Dem û Cihê Şehadetê: 6 Tebaxa 2019/Garê

 

Nûjiyan Sîncar – Xalîde Reşo


           

Nasnav: Azad Zîlan

Nav û Paşnav: Cûma Îbrahîm Casim

Cihê Jidayikbûnê: Şengal

Navê Dayik - Bav: Henûs Salim Xidir – Îbrahîm Casim

Dem û Cihê Şehadetê: 13 Adara 2020 / Metîna

Azad Zîlan – Cûma Îbrahîm Casim


           

Nasnav: Şêrhat Zeko

Nav û Paşnav: Rakan Mûhammed Huseyn

Cihê Jidayikbûnê: Şengal

Navê Dayik - Bav: Emîne- Mûhammed Huseyn

Dem û Cihê Şehadetê: 29 Nîsana 2019/Garê

Şêrhat Zeko – Rakan Mûhammed Huseyn

Doga Pîrdogan – Dara Qasim - Xelkê me yê Şengalê ku çanda qedîm a Kurd jiya ye û li gel fermanan jî nirxên xwe yên cewherî timî parastiye û xwe gihandiye vê serdemê, lêgerîna xwe ya li azadiyê timî zindî hiştiye. Tevî zulma dewlet û hin derdoran jî ruhê xwe yê berxwedêr tu caran ji dest nedaye. Ev gelê me yê hêja yê bi berxwedana xwe destan dane nivîsandin, gelek ewladên xwe dane Têkoşîna Azadiya Kurdistanê. Hevrêya me Doga jî di nava civakeke wisa hêja û pîroz de ji dayîk dibe. Welatparêziya malbata wê û dilsoziya malbata wê ya ji bo nirxên Kurdî bandorên mezin li karektera hevrêya me kirine. Hevrêya me ya 9 salan diçe dibistanê, di vê pêvajoyê de dikeve nava nakokiyên kûr. Pê dihese ku çanda Êzidîtiyê tê xwestin ku ji aliyê netewdewletan ve were tunekirin. Bi awayekî rehet neaxaftina bi zimanê dayikê û rûbirûmana zextan a ji ber çanda xwe bûn sedem ku li cem hevrêya me hê di zarokatiya wê de li dijî pergalê hêrsek peyda bibe. Hevrêya me ya ku bi qasî rola jinan a di nava civakê de fêm dike û lêgerînên xwe kûrtir dike, li hemberî jiyana hatiye dayîn, dikeve nava lêpirsînên kûr.

Hevrêya me ya ku bi çîrokên komkujiya li ser gelê me yê Êzidî mezin dibe, weke jineke azad li hemberî nêzîkatiyên kevneşopî tim hesas tev geriya. Hevrêya me ya ku li dijî nêzîkatiyên zîhniyeta serweriya mêran ji hêza jinan bawer dike, ji têkoşîna milîtanên jin ên pêşeng hêzeke mezin digire. Li cem hevrêya me ji bo milîtanên Apoyî yên di sala 2014’an de bi ruhê seferberiyê li hemberî xwesteka çeteyên DAÎŞ’ê ku dixwest li ser gelê me yê Êzidî komkujiyan pêk bîne, têkoşîn dan meşandin, heyraniyeke mezin  peyda dibe. Hevrêya me ya ku yek ji hezar malbatan e ku bi korîdora ji aliyê gerîlayên HPG û YJA Starê ve hatiye vekirin û xwe li çiyayan parastine, gelekî ji nêzîkatiyên gerîlayan bandor dibe. Li kampên li gel malbata xwe lê dimîne, şensê naskirina Tevgera me bi dest dixe. Hevrêya me ya ku ji bo tevlîbûna nava refên gerîlayan dikeve nava lêgerînan, li gel standina piştgiriya malbata xwe pê hesiya ku divê tevlî nava vê têkoşîna pîroz bibe. Hevrêya me dît ku rêya xilasbûna gelê Êzidî ya ji fermanan ji xweparastinê derbas dibe. Hevrêya me ya ku dizanî gelekî birêxistinkirî wê her cure êrîşê têk bibe, ji bo xurtkirina xweparastina gelê Kurd, biryara tevlîbûna nava refên gerîlayan digire.

Hevrêya Doga ya ku di sala 2014’an di nava koma jinan a yekem ya ji Şengalê tevlî nava refên gerîlayan de cih digire, piştî perwerdeyeke kurt bi awayekî çalak li eniyên şer cihê xwe digire. Firotina jinan a li bazaran ên bi awayekî dîl dikevin destê çeteyên DAÎŞ’ê dibe sedem ku hêrs û xwesteka hevrêya me ya têkoşînê zêdetir bibe. Di pêvajoya paqijkirina Şengalê ji çeteyên DAÎŞ'ê dedi gelek çalakiyên serketî de cihê xwe digire. Hevrêya me ya ku bi qasî Rêbertiya me fêm dike ew qasî berê xwe dide têkoşînê û hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi hişmendiya layiqbûna ji şehîdan re bi cih tîne, dibe milîtaneke Apoyî ya mînak. Hevrêya me ya ku li Şengalê di gelek xebatan de cihê xwe digire û pêşengtiyê dike, piştî ku erka xwe ya li Şengalê bi cih tîne berê xwe dide çiyayên ku warên gerîlayan ên pîroz in. Di demeke kurt de hînî jiyana çiyayan dibe. Hevrêya me ya ku ji pêwendiya hevrêtiyê ya gerîlayan û jiyana kolektîf hêzeke mezin digire û tecrûbeyên xwe yên leşkerî li gel hevrêyên xwe jî parve dike, bi coş û moral xwest di nava hemû xebatan de cihê xwe bigire

Hevrêya me ya ku dixwaze xwe di felsefeya Apoyî de kûr bike û di nava şerê heyî de jî bi awayekî çalak cihê xwe bigire, di akademiya jinên azad de beşdarî perwerdeyan dibe. Hevrêya me ya ku haya wê ji rola jinan a di şoreşê de û mîsyona wan di nava civakê de heye, muhasebeya kûr a pêvajoya pratîkê dike. Hevrêya me ya ku weke gerîlayeke serketî ya YJA Starê dikeve nava kûrbûnên mezin, bi awayekî serketî perwerdeya xwe temam dike. Xwest li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca tasfiyekirina Tevgera me dane destpêkirin, bi rêbaza fedaiyane tevlîbûnekê pêk bîne. Hevrêya me ya xwedî îdîaya fedaîbûnê û pêşniyar dike ku tevlî nava Hêzên Taybet bibe, sekna wê ya di jiyan û şer de li ber çavan tê girtin û pêşniyara wê tê qebûlkirin. Girêdayî vê yekê hevrêya me tevlî Hêzên Taybet dibe û dibe milîtaneke fedaî ya Apoyî û jineke Êzidî ya azad. Hevrêya me Doga ya ku ji pêvajoya perwerdeyeke dijwar re derbas dibe û li warê fedaiyan tecrûbeyan bi dest dixe, pratîkeke layiqî şehîdên me nîşan dide. Bi saya dilnizmî û moralê xwe yê di nava jiyanê de, jêhatîbûna xwe ya di pratîkê de û tevlîbûna xwe ya rast a ji bo perwerdeyan di demeke kurt de gihîşt asteke ku berpirsiyariyan bigire ser milên xwe û bibe fermandar. Hevrêya me ya ku fêmkirina felsefeya Rêbertî û girêdayî vê yekê weke jineke ku bi fermanê re rû bi rû maye di mijara xwejinûveafirandinê de tim xwedan îdîa ye, di nava refên PKK’ê de di şexsê xwe de vejînekê pêk tîne.

Hevrêya me Doga ya ku weke milîtaneke jin a Apoyî berê xwe daye serketinê, bi saya coşa xwe ya di nava jiyanê de û tecrûbeyên xwe yên şer ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin. Hevrêya me Doga ya ku di encama êrîşeke dijmin a 12’ê Îlona 2021’an de tevlî karwanê şehîdan dibe, navê xwe weke fedaî û jineke leheng a Êzidî ya Kurd li dîroka me ya têkoşînê da nivîsandin. Em diyar dikin ku em ê têkoşîneke layiqî bîranînên şehîdên xwe bidin meşandin û di şexsê hevrêya xwe Doga de soza xwe ya serketinê ya me daye hemû şehîdên xwe dubare dikin.

Delîl Şengal – Abdulrezak Tirkî Eweyt - elsefeya Rêbertiyê me ya yekîtiya gelan esas digire û rêya gelên bindest ronî dike, roj bi roj kûrtir û mezintir dibe. Paradîgmaya me ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan dixwaze ya li hemberî komkujiya ku li ser erdnigariya Rojhilata Navîn li gelan tê ferzkirin, asîmîlasyon û jiyana modernîteya kapîtalîst alternatîf e, ji gelan re dibe çavkaniya îlhamê. Gelê me yê Êzidî yê ku hezar salan e bindest e û bi komkujiyan re rû bi rû dimîne, ji resenî û karekterê xwe yê berxwedêriyê qet tawîz nedaye û bûye civakeke ku kariye cewhera xwe biparêze. Gelê me yê Êzidî yê ku bi ferman û komkujiyan re rû bi rû maye, tim û tim jiyana bi hev re û azad esas girtiye. Gelê me yê Êzidî yê dêrîn ê ku Kurdayetî bi rewşa xwerû jiya ye û ev taybetmendiya xwe heya roja me ya îroyîn parastiye, di vê oxirê de bedêlên mezin dane. Jiyana bêrûmet qebûl nekirin û her çend bi komkujiyan re rû bi rû mane jî di nasname û baweriya xwe de heya dawiyê israr kir. Têkoşîna bêhempa ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku di sala 2014’an de gelê me yê Êzidî yê bi êrîşa komkujiyê ya çeteyên DAÎŞ’ê rû bi rû maye parastine û ew ji komkujiyê rizgar kirine, di bîra gelê Şengalê de cihê xwe girt. Gelê me yê Êzidî û Ereb ên li Şengalê yên bûne şahidê lehengiya fedaiyên Apoyî, ji ber vê yekê bi dil û can bûn dilsozê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê. Hevrêyê me Delîl weke ferdekî gelê Ereb li Şengalê ji dayîk dibe. Di nava çanda Êzidîtiyê de ku bandoreke wê ya mezin li ser gelê me yê Şengalê heye, mezin dibe. Hevrêyê me yê ku bi eleqeyeke mezin a dayika xwe û derdora xwe mezin dibe, li hemû cihan gelekî tê hezkirin.

Hevrêyê me Delîl ê ku dibe şahidê komkujiya çeteyên DAÎŞ’ê ya li Şengalê û ji bo ku li hemberî van komkujiyan derkeve dikeve nava lêgerînan, gelekî ji PKK’ê ya partiya azadiya gelan e, hez dike. Biryarê dide ku tevlî nava refên gerîlaya bibe ku çeteyên DAÎŞ’ê yên ku dewletan jî nekarîn bidin rawestandin, têk birine û bi dayîna bedêlên mezin gelê me yê Êzidî ji komkujiyê rizgar kirine. Hevrêyê me Delîl, tevlîbûna nava refên PKK’ê û gerîlayên azadiyê yên ku li hemberî êrîşên komkujiyê canên xwe kirine sîper û ji gelan re deriyên azadiyê vekirine, weke deyneke wijdanî dibîne. Hevrêyê me Delîl girêdayî vê yekê di sala 2017’an de tevlî nava refên têkoşîna azadiyê dibe.

Hevrêyê me ku di perwerdeya şervanên nû de di her warî de dikeve nava kûrbûnên mezin, bi qasî ku fikrên Rêber Apo dixwîne di lêgerîna heqîqetê de dibîne ku di rêya rast de ye û bi vê kêfxweşiyê tevlî hemû xebatan dibe. Di dersên ku dibîne de jiyana azad a Rêbertiya me pêşkêş dike û bijarteyên çareseriyê yên ji krîzên avaniyên yên li Rojhilata Navîn re pêşkêş dike, bûn sedem ku hevrêyê me Delîl di warê îdeolojîk de tecrûbeyên mezin bi dest bixe. Piştî ku bi awayekî serketî perwerdeya şervanên nû temam dike, bi awayekî çalak tevlî pratîkê dibe. Hevrêyê me Delîl gelekî ji pêwendiyên hevrêtiyê û jiyana kolektîf bandor dibe. Li hemberî takekesîtiyê ku yek ji taybetmendiya kesayeta modernîteya kapîtalîst e, nirxandinên Rêbertiya me ya avakarê PKK’ê dixwîne û di kesayeta xwe de guherînan pêk tîne. Hevrêyê me Delîl ê ku dixwaze di nava berxwedana destanî ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê de cihê xwe bigire, bi saya pratîka xwe ya serketî ya li Şengalê ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin. Hewl da ku hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi hewla layiqbûna ji şehîdan re bi cih bîne. Dilsoziya hevrêyê me ya ji bo şehîdan gelekî xurt bû, ji şehadeta hin hevrêyên xwe yên naskirî bandor dibe û hêrs û azweriya xwe ya têkoşînê mezintir dike. Hevrêyê me Delîl, bi xîret, bawerî û hêrsa tolhilanînê tevlî şer dibe û têkoşîneke bêhesab dide meşandin. Ji bo ku li hemberî operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên di 17’ê Nîsana 2022’yan de li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dane destpêkirin erkên xwe yên şoreşgerî bi cih bîne, derbasî qadên şer ên dijwar dibe. Hevrêyê me yê ku li herêma Metînayê di nava gelek xebatan de cihê xwe digire, li çiyayên Kurdistanê bi ruhekî fedaî têkoşiya. Hevrêyê me yê ku gelekî ji jiyana gerîlayan û xwezaya Metînayê hez dike, di nava berxwedana destanî ya gerîlayan de ya li hemberî planên dagirkeran ên têkildarî qirkirina gelê me, cihê xwe digire.

Helwesta wî ya bi biryar û tevlîbûna wî ya bi coş a di armanca avakirina jiyaneke azad û jiyana heqîqetê de di dîroka me ya têkoşînê de şopên nayên jibîr kirin hişt. Hevrêyê me Delîl ê ku di 11’ê Tebaxa 2023’yan de di encama êrîşa dijmin de li herêma Metîna tevlî kerwana şehîdan bû, navê xwe wekî milîtanek Apoyî yê fedaî di dîroka têkoşîna me de nivîsand. Em weke hevrêyên şehîd Delîl soz didin ku heta yekîtiya wekhev û azad a gelan pêk bê ku xeyalê wî bû û dewrî me kiriye heta dawiyê bidomînin û di şexsê wî de em hemû şehîdên xwe bi hurmetî û minetdarî bibîr tînin.

Nûjiyan Sîncar – Xalîde Reşo - engal, navê bawerî, çandeke kevnar û israra li ser jiyana azad e. Bajarê Şengalê ku warê pîroz ê gelê me yê Êzidî ye, ku tevî gelek komkujî û êrîşên qirkirinê baweriya xwe ya kevnar parastiye, di dîroka Kurdistanê de xwedî ciheke girîng e. Gelê Êzidî ku bi fermana 3’yê Tebaxa 2014’an re rastî êrîşên qirkirinê hatin, ji êşên ku wê demê kişand ders derxistin û bi xurtkirina têkoşîn û rêxistina xwe re hewl da ku careke din heman zilmê nebîne. Ev hewldan îro bi saya jin û mêrên ciwan ên qehreman ên Êzidî ku bi dil û can xwedî li têkoşîna hebûnê derdikevin, bi ser ketiye. Komkujiyan di serî de jin û zarok hedef girtin, armanca wan ew bû ku ev civak û baweriya wê ya kevnar bi tevahî ji holê rakin. Lê îro jinên Êzidî bi tevlîbûna refên têkoşînê, xurtbûna xwe, şerkirin û bûyîna fermandar nîşan didin ku ew ê li ber kesî serî netewînin. Hevrê Nûjiyan yek ji van qehremanan e.

Hevrê Nûjiyan li Şengalê di nava malbateke ji eşîra Feqîr ji dayik bû. Di hawirdorekê de mezin bû ku bi bawerî, çand û kevneşopiyên civakî ve girêdayî bû. Ji ber jin her tim ji ber hişmendiya feodalîzmê di nava civakê de dihatin paşguhkirin, ev yek bû sedem ku lêgerîna wê ya ji bo rastiyê bi pêş bikeve. Heft salan xwendibû û dema ku DAÎŞ'ê êrîş kir ew hê di destpêka ciwaniya xwe de bû. Şahidiya komkujiyan û rastî hedefgirtina jin û zarokan, êşa bi hezaran jinên Êzidî yên hatine kuştin û bi hezaran jinên hatine revandin dilê wê pir êşand. Ev hest û biryardarî hişt ku hevrê Nûjiyan tevlî têkoşîna azadiyê ya civaka xwe û tevahiya gelê Kurd bibe. Li ser vê bingehê hevrê Nûjiyan ji bo tola jinên Êzidî yên hatine revandin û kuştin hilîne tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû.

Hevrê Nûjiyan a ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdehiya şervanên nû dît, hem di perwerdehiya xwe de hem jî di jiyana xwe de rengê xwe nîşan da. Dilsoziya wê ya bi kokên xwe re hişt ku ew nirxên partiya xwe jî biparêze. Hewla Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji destpêkê ve ji bo gelê Êzidî û şehadetên ku di şerê li dijî DAÎŞ'ê de hatin dayîn, hişt ku ew bi bandor bibe û hê bêhtir bi jiyana gerîla ve bê girêdan. Li ser vê bingehê bêyî ku li rehetiya jiyana xwe ya kesane binêre, biryardar dabû ku li eniyên pêş ji bo azadiya gelê xwe şer bike. Vê biryardariyê gav bi gav di pratîka xwe de bi pêş xist. Hevrê Nûjiyan, ku di sala 2018’an de tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bû, bi xebat û israra xwe ya li qadê biryardariya xwe ya şer û berxwedanê bi cih anî. Wê hewl da ku dema nû ya şerê gerîla bi awayê herî baş temsîl bike û beşdariya xwe gihand astek bilindtir. Ji bo ku bibe milîtanek layiqê Rêberê xwe, ji fedekariya ku dikir nedudilî bû û li ser vê bingehê di jiyanê de bû xwedî tevlîbûnek rast, dilnizm û xwezayî. Bi kesayetiya xwe ya rengîn, li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Ked û biryardariya ku wê ji bo pêşketinê raber kir, hat teqdîrkirin. Hevrê Nûjiyan isbat kir ku, li gorî soza ku dabû xwe û gelê xwe, ew ê tu carî destûrê nede fermanên din û wê li ser şopa şehîdan bimeşe. Hevrê Nûjiyan yek ji lehengên ku ji hêla gelê Êzidî ve hatiye mezin kirin, bi nirxên xwe yên exlaqî, fedakarî û hezkirina xwe ya ji bo hevrêtiyê bîranînên bêhempa ava kir.

Hevrêya me Nûjiyan di 6’ê Tebaxa 2019’an de li herêma Garê di encama êrîşên dijmin de şehîd bû. Hevrê Nûjiyan di temenê xwe yê ciwan û jiyana kurt a şoreşgerî de têkoşîneke mezin vehewand. Em soz didin ku em ê siberojên azad ên ku xeyalên hevrêya me Nûjiyan bûn pêk bînin û destûrê nedin fermanên nû.

Azad Zîlan – Cûma Îbrahîm Casim - Hevrê Azad li nava civaka Ereb a Şengalê ji dayik bû. Ew di malbateke ji eşîra Tayyi ya Ereb de ku eşîreke kevnar a Rojhilata Navîn e, mezin bû. Ew û malbata wî li Şengalê bi gelê Kurd ê Êzidî re di nav ahengiyeke xwişk-biratiyê de bû. Girêdana xurt a di navbera gelên Ereb û Kurd de hişt ku ew hurmetê li hemberî hemû çandan bigire, ji neteweperestiyê dûr bisekine û bi dil û can baweriyê bi xwişk-biratiyê bike. Nirxên exlaqî yên ku ji malbata xwe û çanda herêma xwe mîras girtî, karakterê wî yê demokratîk ava kir. Hevrê Azad heft sal dibistan xwend û di heman demê de di karên cûrbecûr de jî xebitî. Lê belê, di bin bandora civaka kevneşopî de, ew neçar ma ku di temenekî ciwan de bizewice û berpirsiyariyên giran ên jiyanê hilgire ser milên xwe.

Hevrê Azad, dema ku hovîtî û êşa êrîşa qirkirinê ya çeteyên DAÎŞ'ê li ser gelê Şengalê dît, bê dudilî çû hewara gelê Êzidî û di sala 2017'an de li Şengalê tevlî nava refên têkoşînê bû. Bi milîtanên Apoyî re mil bi mil şer kir û bû milîtanekî Apoyî yê bi biryar û wêrek. Hevrêyê me yê ku paradîgmaya Apoyî xwend, fêm kir ku gel bi hezaran salan bi hev re jiyane û sînorên dewletan û neteweperestî zirar didin civakê. Hevrê Azad fêm kir ku ev sîstema desthilatdar tenê sûdê dide hêzên hegemonîk. Li ser vê bingehê hevrê Azad ê ku di aliyê îdeolojîk û felsefîk de xwe perwerde kir, bi rastiyên dîrokî û civakî yên ku Rêber Apo eşkere kirine re, ronî bû. Wî ne tenê bi gelê Kurd re mil bi mil şer kir, di heman demê de îdeolojiya Apoyî ji bo xwe kir pîvana jiyanê. Hevrê Azad ji Rêber Apo gelek bandor bû û di sala 2019'an de ji bo ku ruhê Apoyî di asta herî jor de bijî berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrê Azad ê ku hat Herêmên Parastinê yên Medyayê, perwerdeya xwe ya destpêkê ya ji bo hînbûn û tevlîbûna li nava jiyana gerîla bi serketî temam kir. Piştre demekê li herêma Garê tevlî xebatê bû û li wir yekem ezmûna xwe ya gerîlatî bi dest xist. Parvekirina zanîn û tecrûbeyên xwe yê li gel hevrêyên xwe, weke erka sereke dît. Di nava refên PKK’ê de hebûna milîtanên ji her neteweyê, hîskirina bedewiya jiyana azad têr kir ku fêm bike ka wî biryarek çawa rast daye. Bi coş û hezkirineke mezin tevlî jiyana ku bi dil û can baweriya xwe pê anî, kir. Wekî ewladekî wêrek ê gelê Ereb, bê rawestan ji bo azadiya hemû gelan li çiyayên Kurdistanê têkoşiya. Ji bo ku tevlîbûna xwe xurttir bike û li dijî dijmin şer bike, hevrê Azad derbasî herêma Metîna bû. Hevrê Azad ê ku bi coşeke mezin tevlî pratîkê bû, li vir rolek girîng lîst. Li Herêma Metîna ji çêkirina tunelan, heya amadekariyên binesaziyê û şerê tîman, tevlî gelek xebatan bû. Bi kesayetiya xwe ya bi moral û û coşa xwe ya şoreşgerî ji bo hemû hevrêyên xwe bû çavkaniya moralê. Bi vî rengî hurmet û hezkirina hemû hevrêyên xwe bi dest xist.

Hevrê Azad di 13’yê Adara 2020’an de li Herêma Berxwedanê ya Girê Ortê ya Metîna di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû. Ew ewladê wêrek ê gelê Ereb û şervanekî fedaî yê tevgera Apoyî bû. Armanca hevrê Azad ew bû ku azadiya hemû gelan û jiyana wan a bi hev re wekî neteweyek demokratîk misoger bike. Em soz didin ku em ê vê armancê pêk bînin. Em soz didin ku bi avakirina civakek demokratîk, azad û sosyalîst, bîranîna şehîdên xwe yên hêja bi awayê herî rast bijîn.

Şêrhat Zeko – Rakan Mûhammed Huseyn - Gelê Ereb ê ku dît tevgera me li tevahiya Rojhilata Navîn belav dibe û hêvî dide hemû gelên bindest, meraqa naskirina Tevgera Apoyî kir. Gelê me yê Ereb, ku ji Konfederalîzma Demokratîk a ku hemû gelan di bin yek banî de dicivîne bandor bû, di êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de tenê milîtanên Apoyî li kêleka xwe dîtin. Dema ku dîtin gerîla ji bo parastina hemû gelan canê xwe feda dikin û berdêl didin, jidil bi PKK’ê ve hatin girêdan. Ev girêdanên jidil, hişt ku di nava gelê me yê Ereb de rewşenbîrî bi pêş bikeve, civaka xwe bi rêxistin bikin û zarokên xwe yên herî biqîmet bişînin nava refên têkoşînê. Yek ji zarokên biqîmet ên gelê me yê Ereb ku li ser vê bingehê tevlî PKK'ê bû, hevrêyê me Şêrhat e.

Hevrê Şêrhat, weke ferdekî gelê Ereb li Şengalê ji dayik bû. Hevrêyê me yê ku di hawirdoreke mîna Şengalê ku welatparêziya xurt û kûr lê tê jiyîn û xwedî kokên dîrokî ne mezin bû, di dema êrîşên DAÎŞ’ê de derfeta naskirina gerîla dît ku hêviya gelên bindest e. Hevrêyê me dema dît ku gerîla bi rengekî fedaî li ser rêya Apoyiyan şer dikin û DAÎŞ'ê têk dibin, roja ku ew ê tevlî refên gerîla bibe, xeyal dikir. Hevrê Şêrhat, ku di nava malbateke dilnizm de mezin bû, bi exlaq û perwerdehiya ku ji malbata xwe girt, kesayeta wî teşe girt. Hevrêyê me, ku di temenê xwe yê ciwantiyê de bû şahidê komkujiyên DAÎŞ'ê yên li Şengalê, fêm kir ku ev çete ti eleqeya wan bi Îslamê re tune ye û komeke ku xizmetê ji hêzên hegemonîk re dike. Hevrê Şêrhat, ku ji ber komkujiyan gelek bandor û hêrs bû, sond xwar ku tola jinên ku li bazaran hatine firotin û gelên ku hatine qirkirin hilîne. Hevrê Şêrhat fêm kir ku îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo rizgariya hemû gelan misoger dike û li ser vê bingehê ji bo tevlîbûna nava refên gerîla ket nava lêgerînan. Hevrêyê me yê ku dixwest tola komkujiyê ji DAÎŞ’ê hilîne û bibe şervanek azadiyê, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrê Şêrhat di sala 2017’an de tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû û bi vê yekê serbilind bû. Hevrêyê me piştî ku bi serketî perwerdehiya xwe ya destpêkê qedand, bi taybetmendiya xwe ya meraqdar û xwesteka xwe ya hînbûnê zû bi pêş ket. Piştî perwerdeyê, tevlî xebatên pratîkî bû û bi moral û coşa xwe ya xurt hezkirina hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Ji bo ku têgihîştina xwe ya şêwaza jiyana Apoyî kûrtir bike û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şer bike, hevrêyê me bi coşek mezin tevlî eniyên têkoşînê bû. Hevrê Şêrhat, ku her tim hezkirina xwe ji bo çiyayên Kurdistanê nîşan dida, her tim dixwest biçe herêmên herî zehmet ên şer. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm û aram tevlîbûneke sade nîşan da û di gelek xebatan de ked da. Hevrêyê me Şêrhat ji hevrêyên ku bi îradeya Apoyî li dijî dijmin bi biryardariyeke mezin şer dikin û armanca dijmin ê dagirkeriyê têk dibin hêzek mezin girt û bi sekna xwe ya di nava jiyanê de bû milîtanek bi mînak. Hevrêyê me yê ku bi kedkarî û fedekarî erkên xwe bi cih anî, bi kesayetiya xwe ya milîtan, jidil, samîmî û wêrek di nava şer de, ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê.

Hevrê Şêrhat ê ku heta nefesa xwe ya dawî dilsozê nirxên azadiyê yên ku pê bawer dikir ma û qet dudilî nebû ku berdêla wê bide, di 29’ê Nîsana 2019’an de li herêma Garê şehîd bû. Wek hevrêyên wî, em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna ku hevrê Şêrhat ji me re hiştiye bi biryardarî bidomînin. Em ê xeyala wî ya avakirina yekîtiya gelan li Rojhilata Navîn a demokratîk pêk bînin. Li ser vê bingehê, em bi hurmetî li ber bîranîna hemû şehîdên xwe bejna xwe ditewînin.

16’ê Îlona 2025’an

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG