Ji Gelê Me Yê Welatparêz Û Raya Giştî Re!
Em Cejna Vejîna Neteweyî û salvegera 42'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê ya Mezin, ku fermana mirinê ya Kurdan çirand, şerê hebûn û azadiyê da destpêkirin û vejîna gelê Kurd pêk anî, di serî de li rêber û afirînerê vê pêngava dîrokî li Rêber Apo, li malbatên hêja yên şehîdên xwe yên nemir ku têkoşîna me bi xwîna xwe ya pîroz gihandin vê rojê, li gelê me yê Kurd ê welatparêz, li dostên me yên li çar aliyên cîhanê piştgiriyê didin têkoşîna me û li hevrêyên xwe yên li her derê bi rengekî fedaî têdikoşin pîroz dikin.
Pêngava 15'ê Tebaxê ya Navdar di nava wan mercan de pêk hat ku ziman, nasname û hebûna Kurdan dihate înkarkirin, nirxên gelê Kurd hemû dihatin talankirin, Kurdistan bi temamî di bin dagirkerî û tarîtiyeke giran de bû. Pêngava dîrokî ya Rêber Apo, damezrandina PKK'ê, geşkirina agirê berxwedanê bi sê darikên niftikê li zindana Amedê ji aliyê hevrê Mazlûm Dogan ve, berxwedana Çaran û geşbûna vê berxwedanê di şexsê Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê de bû bingeh ji Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an re. Ji bo parçekirina mêtingeriya giran a li ser gelê Kurd 'Guleya Yekem' a ku bi pêşengiya hevrê Mahsûm Korkmaz di 15'ê Tebaxê de hate teqandin, şerê me yê hebûn û azadiyê da destpêkirin û ji bo Kurd û Kurdistanê bû mîladek. Di demekê de ku gelekan xeyal jî nedikirin ku guleyekê berde dagirkerî, mêtingerî û cûntaya faşîst a 12'ê Îlonê, destpêkirina çalakiyeke bi vî rengî ya lehengiyê û têkoşîna gerîla, ji bo gelê Kurd ji her alî ve bû vejîn û rabûna ser piyan. Gelê me ku bi îradeya Rêber Apo xwe ji xweliyên xwe jinûve afirand, bi têkoşîna xwe ya mafdar û rewa zincîra koletiyê qetand, paşverûtî ji holê rakir û dest bi meşeke lehengiyê ya bênavber kir. Di şexsê sembol û fermandarê pêşeng ê Pêngava 15'ê Tebaxê hevrê Fermandar Egîd de em şehîdên xwe hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku xeyalên şehîdên xwe bi ser bixînin.
Pêngava 15'ê Tebaxê ne tenê çalakiyeke leşkerî yan jî pêngaveke parastinê ya demî bû. Pêngava 15'ê Tebaxê destwerdaneke dîrokî bû ku li serberjêrbûna gelekî hate kirin ku ber bi tinebûnê ve diçû. Ev pêngav ku aliyên xwe yên neteweyî, îdeolojîk, siyasî, civakî û çandî bi qasî aliyê xwe yê leşkerî li pêş e, beriya her tiştî rabûna li ber teslîmiyet û zincîra koletiyê ya di mejiyê Kurdan de ye. Qereqolên ku mêtingeriyê di serê mirovên Kurd de ava kiribû ji hilweşand, raxist pêş çavan ku Kurd û Kurdistan heqîqeteke ku nabe bê înkarkirin. Şoreşa Vejînê li her devera ku Kurd lê ne pêvajoyeke şoreşgerî ya fikrî, civakî û demokratîk bi xwe re anî. Jinên Kurd ên azad ku bi Berxwedana Vejînê rabûn ser piyan bûn pêşengên jiyana azad ku îro jî jinên cîhanê hemû îlhamê jê werdigirin, xweziya xwe pê tînin û bi baldarî dişopînin. Ev pêşketinên ku ji aliyê Rêber Apo ve weke 'şoreşa di nava şoreşê' de hate pênasekirin, bi xwe re Kurdekî nûpînû anî ku her kes bi serbilindî xwedî lê derdikeve, mirovên Kurd ên azad, ruhê Apoyî yê nikare bê zevtkirin, nirxên bilind û hişmendiya Apoyî afirand. Eger îro qala nirxên Kurd, Kurdîtî, Kurdistan, Kurdistanî û bilindahiya van nirxan tê kirin, bêguman di vê de Pêngava 15'ê Tebaxê û têkoşîna ku bi şehadeta bi hezaran gerîlayî hate meşandin xwedî roleke diyarker e.
Gerîla ti carî nebû artêşeke parastinê û şervanên ji rêzê. Ji bo gelê Kurd û Kurdistanê bû nîşaneya mirovên Kurd ên nû û azad. Gerîla bi hunera mirovî ya bilind a di kesayetiya xwe de afirand, bi hesta xwe ya fedakariyê ya mezin, bi dilsoziya xwe ya bi gel û welatê xwe, bi têkoşîna xwe ya di asta lehengiyê de, bi îradeya xwe ya qewîn, hewldan û daxwaza bêhempa, pîvanên xwe yên jiyana bi rengê derwêşane ya dûrî jî ezezîtiyê, bi dirustî û fedakariya xwe ya bêşert di dilê gelê me de cihekî bilind ava kir. Ev meşaleya ku bi Pêngava 15'ê Tebaxê re hate vêxistin bi aliyên xwe yên îdeolojîk û manewî civak ji ezeztiyê, ji bêçaretiyê û ji lawaziyê rizgar kir; exlaqeke civakî ya fedaiyane ava kir ku li ser pîvanên jiyana komînal, hevrêtî û fedakariyê hatiye danîn. Ev manewiyata bilind û sekna îdeolojîk ji bo gelê me bû çavkaniya hêzê ya esasî ku di nava şert û mercên herî giran de xwe biparêze û li hemberî êrişan paşve gavê navêje.
Bêguman di navenda van pêşketinên dîrokî, nirxên bilind û têkoşîna bêeman de Rêber Apo heye. Rêber Apo afirînerê hemû nirxên civakî, îdeolojîk û mirovî yên têkoşîna me ye, lewma azadiya wî ji bo gelê me û tevgera me gelekî girîng e ku dest jê nayê berdan. Ev rastî îro ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê zanîn. Di serî de Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û gelê me yê welatparêz, hemû Dînamîkên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê îro berê xwe dane azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Her cûre nêzîkatî û lêgerînên ku sekna Rêber Apo û azadiya wî ya teqez ji xwe re nake esas û vê heqîqetê ji nedîtî ve tê, ji bo gerîla bêhukim e. Wasiyet û fermana bi hezaran şehîdên me ku di têkoşîna 27 salan a li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê û Komploya Navneteweyî de şehîd bûn, li ser vê bingehê ye. Her şehîdekî/şehîdeke me bi gotina 'Bijî Serok Apo' nefesa xwe ya dawî daye. Weke gerîlayên azadiyê ku şopdarên şehîdan e, em destnîşan dikin ku; heta pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berxwedana me ya gerîla û têkoşîna gelê me wê bi her rê û rêbazê bênavber û bi biryar dewam bike.
Bi vê hêvî, bawerî û biryardariya serketinê em Cejna Vejînê 15'ê Tebaxê careke din pîroz dikin û bi vê wesîleyê soza xwe nû dikin ku meşa xwe ya 'Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad' teqez bi ser bixînin. Bi destpêkirina sala 43'an a têkoşînê re em ji hemû hevrêyên xwe û gelê xwe yê welatparêz ên ku dilê wan bi Rêber Apo re lê dide, di têkoşîna wan de serketineke mezin dixwazin.
Bijî Rihê 15’ê Tebaxê!
Bijî Sekna Egîdên Fedaî!
Bijî Serok Apo!
14’ê Tebaxa 2026
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê

