Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 29’ê gulana 2009’an de bi roj saet di 10:30’an de û danê êvarî bi tevahî du car ji hêla balafirên şer ên artêşa dagirker ên tirk ve li hember qadên Avaşîn, Tabûra Ereba, Mervanûs û Kinyanîşê ku girêdayî Eyaleta Zagrosê ne, êrîşa hewayî hatiye li dar xistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 27’ê gulana 2009’an de bi şev saet di navbera 23:00-1:00’an de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember Girê Şehîd, Şehîd Cahîd, Girê Şehîd Çeko û Kela Ertûş ku girêdayî Geliyê Zapê ku bi ser Eyaleta Zagrosê ve girêdayî ye bi topên obûsan êrîş li dar ketiye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 26’ê gulanê de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qadên Çiya Reş, Girê Rûbar, Gundê Kerê, Reşmê, Zêrê û Horê ku girêdayî Zapê ne bi roj saet di navbera 09:30-10:30 û bi şev saet di navbera 17:00-18:00’an de cuda cuda du êrîşên obûsan li dar xistiye.
2. Di 22’yê gulanê de li hember qada Kirêkorê ku girêdayî Îdirê ye ji hêla artêşa dagirker a tirk ve operasyonek li dar ketiye. Operasyon di 25’ê gulanê de vekişiyaye.
28 Gulan 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re;
1 – Di 24’ê gulana 2009’an de artêşa dagirker a tirk li derdora gundê Tatar Gazî ku girêdayî Melezgirta Mûşê ye, li hember gerîlayên me yên ku di rewşa bêçalakbûnê de ne operasyonek li dar xistiye. Di operasyonê de di navbera hêzên gerîlayên me yên HPG’ê û leşkerên artêşa tirk de şer qewimiye û di şer de gerîlayên me yên bi navê Çekdar Kartevîn(Tayfûn Ogul) û Sîdar Viyan(Îkram Kabîşen) gihîştine şehadetê.
2 – Di 25’ê gulana 2009’an de ji hêla balafirên artêşa dagirker a tirk ve li hember gundê Satê û derdora wê ku girêdayî qada Oramarê ye êrîşeke hewayî hatiye li dar xistin.
Agahiyên der barê hevalên şehîd de;
![]() | SÎDAR VIYAN ÎKRAM KABÎŞEN 1984 – MEZEZGIRT SEYRAN SEÎD 2001 |
![]() | ÇEKDAR KARTEVÎN TAYFUN OGUL 1985 / AGIRÎ - TUTAK XANIM KEREM 2006 |
- Ayrıntılar
Di 15’ê gulana 2009’an de li qada Çiravê ku girêdayî herêma Gabarê ye di operasyona ku artêşa tirk li dar xistibû de şer qewimî bû û di vî şerî de me şehadeta 6 gerîlayên xwe îlan kiribû. Ji gerîlayên me yên ku me şehîd îlan kiribû, gerîlayên me yên bi navê Kemal (Hamîd ERSAN) û Azad (Sadik DULEKAN) piştî 9 rojan bi awayekî saxlem gihîştine yekîneyên xwe.
25 Gulan 2009
- Ayrıntılar
Di 21’ê gulana 2009’an de artêşa dagirker a tirk li hember qada ku di navbera qereqolên Bilbilikî û Korxê de dimîne û girêdayî Licê ye, li hember hêzên me yên ku di rewşa bêçalakbûnê de ne operasyonek li dar xistiye.
Di roja yekemîn a operasyonê de bi şev saet di navbera 20:30’an de di navber dijmin û hêzên gerîlayên me de bi qasî saetek şer qewimiye.
Di 22’yê gulanê de jî operasyon qadên Korxe, Hedîk, Manîsor û Karincakê girtiye ber xwe û piştî nîvroj saet di 13:00’an de ji nû ve şer derketiye. Şerê ku hetanî êvarî bi şid berdewam kiriye de Endama Konseya Leşkerî ya YJA-STAR’ê û Birêvebera Eyaleta Amedê Bêrîtan Hêvî(Leyla ŞANLI) û Fermandarê Herêma Amedê Elî Gever (Elî Îhsan ÎKE) di nav de gerîlayên me Sema Sêrt (Zubeyde ÇELÎKKAYA) û Rûstem Rojhilat (Settar ALÎZADE) bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê. Operasyona navborî hê jî didome.
Agahiyên der barê hevalên şehîd de;
- Ayrıntılar
1 – Di 17’ê gulana 2009’an de li hember qada Garisa ku girêdayî Bestayê ye artêşa dagirker a tirk êrîşeke hewayî lidarxistiye. Di vê êrîşa hewayî de 4 gerîlayên me gihîştine şehadetê. Piştî êrîşa hewayî qad bi firokeyên kobra û bi topên obûsan jî bi saetan hatiye lêdan.
2 – Di 22’yê gulana 2009’an de artêşa dagirker a tirk bi roj saet di navbera 12:00-14:00’an de li hember qada Çiyayê Reş ku bi ser herêma Zapê ve girêdayî ye êrîşeke bi topên obûsan li dar xistiye.
3 – Di 22’yê gulana 2009’an de artêşa dagirker a tirk tevlî cahşên girêdayî êla Xoşîkayê operasyonek lidarxistiye. Operasyon heman rojê ber bi êvarî bi paş ve vekişiyaye.
Agahiyên der barê hevalên me yên ku li qada Bestayê şehîd ketine;
- Ayrıntılar