Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 3’yê tîrmehê de saet di 20.00’an de ji hêla gerîlayên me ve li dijî xeta lûleya Botaşê li nêzî qada Qertmîneyê ku girêdayî naçveya Midyada Mêrdînê ye çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakiya ku hatiye lidarxistin de xeta lûleya petrolê şewat girtiye. Piştre dijmin di bin ewlekariya leşkeran de ji navenda Mêrdînê, Midyat û Hezexa Şirnexê maşînên şewatkûj anîne qada çalakiyê.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di 30’yê pûşperê de di çapemeniyê de hatibû daxuyandin ku li Perwariya Sêrtê pevçûnek hatiye jiyandin û di vê pevçûnê de 10 gerîlayên me şehîd ketibûn û li cenazeyên wan li nexweşxaneyê dihate seknandin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 1’ê tîrmehê de saet di 23.00’yan de û di 2’yê tîrmehê de saet heta 01.00’ê li Qadên Parastin Medya li dijî Goristana Şehîd Bêrîtan, Goşînê, Girê Şekîf ku girêdayî Xakurkê ne û li dijî qada Kendekolê ku girêdayî Xinêrê ye, ji hêla balafirên şer ên Artêşa TC’ê ve êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Piştî ku ji 31’ê gulanê pê ve Serokatiya me daxuyand ku ez ê xwe vekşînim û Tevgera Azadiya Kurdistan biryara xwe ya yekalî da sekinandin û biryara şerekî navîn girt, pevçûn û şer li her derî belav bûn.
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 29’ê pûşperê de saet li derdora 16.30’an de ji hêla hêzên gerîlayên me ve li derdora Taşoluka ya navçeya Bahçeya Osmaniyeyê li hember trêneke bar çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakiyê de trêna bar beşek texrîp bûye û ji rayên trênê jî qut bûne.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 28’ê pûşperê de saet di navbera 14.30-16.30’an de ji bona bîranîna Şehîd Zîlan(Zeynep Kinaci) û li hember pêkanîn destavêtina jinê, gerîlayên me yên YJA-STAR’ê li dijî qereqola Girê û leşkerên ku ewlekariya tabûra Serêsêvê digirin ku girêdayî Çelê ne çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de avahiya qereqola Serêsêvê, tanqek, gelek çepe û kûlebeyên mezin lêdan xwarina.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 28’ê pûşperê de ji hêla gerîlayên me ve li dijî leşkerên ku ewlekariya qereqola Kirmizkoprû ya bi ser Pûlûmûra Dêrsimê ye û leşkerên ku li benda firokeyê ne çalakiyek hatiye lidarxistin. 10 leşkerên ku li benda firokeyê ne û firokeya ku hewl daye leşkeran bigire hatiye lêdan û firoke bêyî ku leşkeran bigire lêdan xwariya û ji qadê dûr ketiye.
- Ayrıntılar