Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 23’yê îlonê de li qada Bayraktepeya Çelê ku bi ser Colemêrgê ve girêdayî ye, hemwelatiyekî me pêlî mayînek kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Bi vê mayîna ku teqiyaye û bûye sedema hemwelatiyekî me re, tu têkiliya hêzên gerîlayên me nîn e. Mayîna ku tê bahskirinê ji hêla Artêşa TC’ê ve hatiye raxistin û ev bûyer ji hêla serfermandariya TC’ê ve bi nûçeyên provakatîf bi zanebûn tê berevajîkirinê.
Divê gelê me li hember bûyerên bi vî rengî ku her dem dubare dibin, hişyar bin û berteka xwe nîşan bidin.
23 Îlon 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 18’ê îlonê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qadên Mexela Sor û Gesk ku girêdayî Çemçêya Qersê ne ji hêla yekîneyên bi tevger operasyonek hatiye li dar xistin. Di operasyona ku didome de xebatên keşf û kemînavêtinê didome.
20 Îlon 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Jİ gelê me û rayagiştî re!
Di mehên borî de ji hêla Artêşa TC’ê bi navê Zipkin yekîneyeke kontra hatiye sazkirinê û ev yekîne armanc dikin ku li hember gelê me yê welatparêz komployan li dar bixin û vê bixin stûyê gerîlayên me. Bi vê armancêli Şirnexê û li derdorê wê xebat dikin û li bejahiya Şirnexê keşfan dikin û kemînan davêjin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Ji 21’ê adara 2009’an pê ve ji hêla tevgera me ve ji bona ku pêvajoya demokratîk bi pêş bikeve biryara bêçalakîbûnê hatibû girtin û di vê demê ji hêla gerîlayên me ve tu çalakiyek, li hember Artêşa TC’ê û saziyên wê li dar neketiye. Bes di vê demê de ji hêla sîstema TC’ê û artêşa wê ya faşîst ve êrîşên tunekirinê bênavber berdewam kirine.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 17’ê îlonê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qada Zara ku girêdayî navçeya Hênê ya Amedê ye operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyona ku du rojan berdewam kiriye, di 18’ê îlonê de bêyî ku encamek bigire bi paş ve vekişiyaye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Li ser navê parastina ewlekariya xeta lûleyê ya gaza xwezayî ku ji gundên Karpûla, Sevîk, Kurdalî, Sarê û Gatûra ku bi ser navçeya Eleşkîrta Agiriyê ve girêdayî ne û di navbera gundê Atma ku bi ser Îxdirê ve girêdayî ye, fîrmaya BOTAŞ’ê û sîstema TC’ê vê projeyê bi hev re bi awayekî hevbeş bi rê ve dibin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Ji 8’ê îlonê pê ve ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qadên Girê Gamo, Sînemêrg, Girê Heledê û Newala Giyana ku girêdayî Qabilcewza(Sason) Batmanê ye operasyoneke ku cahş jî beşdar bûne hatiye li dar xistin. Operasyona navborî bi desteka qemerayên termal bi kemînavêtin û keşfan didome.
15 Îlon 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar