Dembaş Heftenîn ezê îro li te guhdar bikim, ma tu ji min re behsa zarokên xwe yên delalî nake? Bi qasî ku min bihîst gelek mirovên ku ji ava te vexwarine û bûne perçek ji suruşte te, di hembêza te de xewdikin û îro li ser goristana wan kulîlkên hêviyê şîndibin. Gerilayê ku di bin darên geliyê Pisaxa de jan ji kûrahiya dilê xwe dikişandin, bedena wî di nava xwînê de mabû, dîsa jî riwê wî bi ken bû, ma qey nayê bîra te. Ma te jibîrkiriye çîroka wan lehengan anîne ser ziman, erkê te ye. Ma tu nizane em ji wan pehlewanan fêrî jiyanê dibin. Ez dizanim behsa wan kirin dilekî qewîm dixwaze, hevaltiyeke durust û girêdaneke bi rêgez dixwaze, lê belê jibîrneke ewê rêya rast nîşanî me bidin û kokên wijdanê di me de avabikin. Ji êşa ew anîne ser ziman netirs e.
Belê gerilayên hêja bila mirovên ku dilê wan germ, çavên wan vekirî û xwedî li bîranîna van hevalên şehîd derbikevin li min guhdarbikin. Yek ji gerilayên ku gerilayetî li asoyên çiyayên min kir, bedewbûna min jidil hîskir û bû perçek ji min, hevalê Cîger Guyî bû. Bi salan bi êş û zehmetiyên min re bû heval.
Hevalê Cîger sala 1993 an tevlî nava refên gerila bû, temenê wî gelekî biçûk bû. Li Uludera ku lehengan dafirîne ji dayîkbibû. Li ser wê xaka ku bindestiyê napejirîne û di ruh de azad dijî, mezinbibû. Zarokekî kêrhatî ye, bala herkesî dikişîne û şeydayê welatê xwe ye. Çawa dibihîse gerila ji bona azadiya welat li çiyan ditêkoşin ew jî biryar dide û hatine çiyan çêtir dibîn e. Bejna hevalê Cîger kin bû, çavên wî diperiqîn, bê ku baxive di çavê xwe de gelek rastî îfade dikirin. Mirovên ku ji êşan fêmdikin anceq dikarîbûn çavên wî bixwînin. Her hezdikir wê kefiya xwe ya reş û spî bavêje sukra xwe, birastî ew cemedana reş û spî gelekî li bejna wî dihat. Bi hezkirina xwe ya jiyanê herdem ji min re digot “ emê biserbikevin û tê xakeke pîroz were naskirin. Dilê xwe negire herdem cihê te di dilê gerila de heye.” Bi salan hevalê Cîger bê ku dudilî bijî ked dida, hedana wî nedihat ku tevlî çalakiyan nebe. Azweriya wî ya fêrbûna jiyanê mîna agir gur bû û bi zeman re diherikî. Kesekî nikarîbû li pêşiya aşka wî ya jiyanê bibir e.
Hevalê Cîger sala 1995 an di çalakiyekê de pêlî mayînekê kir û lingekî xwe wendakir, wê demê dilê min birîn bû, ez tirsiyam ku ji min dûrbikeve. Min lawê xwe nasdikir û min dizanîbû wê li berxwebide. Piştî ku hevalê Cîger birîndar bû, operasyona PDK ê û artêşa Tirk bi hev re destpêkir û neh rojan dewamkir. Heval neçar man ku hevalê Cîger û hevalekî dîtr di şikeftekê de veşêrin. Derman di destê hevalan de nînbû ku birîna wî derman bikin. Ji rewşa xwe raziye û gazinc nake çima birîndar bûye. Moral dide hevalê li kêleka xwe. Her çiqasî birîna wî girandibe û kurm didine, ew xwe radestî mirine nake. Heval texmîn nakin ku hîna hevalê Cîger jiyandike û dibêjin “ Hevalê Cîger gelekî xwîn wendakiriye û birîna wî nehatiye derman kirin, teqez şehîd ketiye.” Di kêliya heval diçin şikeftê û dixwazin bi hevalê Cîger ve biçin, hevalê Cîger bi saxmayîna xwe ve hêza îrade bi hevalan dide naskirin. Tişta balkêş çi bû; heval ji moralê wî matmayî dimînin û gelekî dilşad dibin ku hevalê Cîger şehîd neketiye. Hevalê Cîger bi wê heyecana Rêber APO dîtin, berê xwe dide rojavayê Kurdistane. Dilê wî şêtbûye, kesek nikare rêya wî bigire, sînoran bi lingekî qutdike, dizane wê hesreta xwe ya bi salan bijî. Xatirê xwe ji min nexwest, dizanîbû bê min nikare bijî.
Di sala 1996 an de xwe amadekiribû ku biçe Botane, hevalan destor neda û dîsa vegeriya warê xwe. Dilê min dişewitî gava ku min wî bi lingekî didît, dîsa jî mîna berê ez tenê nedihiştim. Qul bi qul li çiyan, li dol û li newalên min digeriye. Hedana wî nedihat ku di cihê xwe bisekine. Ji bona ku hevalên wî nekevin zoriyê de herdem bi tedbîr bû. Serkeftine dijmin ji bona wî mirin bû, lê belê binkeftine dijmin ji bona wî rêgez bû. Dilê wî ranedikir ku hevalên wî birçî bimînin, yan jî êş û zorî bikişînin. Sala 1998 an êrîşên dijmin li ser gerila gelekî dijwar bûn. Bi taybet rêyên arzaq anînê, hemû hatibûn girtin. Hevalê Cîger bêçare nemabû, aşên gundiyan yên li geliyê Pisaxa çak kirin, ce û genim ji bona hevalan dihêrand û arzaq li hemû yekîneyên hevalan belavdikir. Rêya serkeftine dijmin bi jêhatîbûna xwe dixetimand. Bi vê jêhatîbûna xwe cihê xwe di dilê hemû hevalên xwe de çêdikir. Xizmetkirine hevalan ji bona wî moral bû. Piştî sala 1999 an rêveberiya rêxistine biryar da ku hevalên nesaxiyên wan hene û birîndarin wan rêke cihên dîtir. Lê belê kî dikare hevalê Cîger bide qenaet kirin ku ji çiyan dûrbikeve? Dûrketine ji çiyan, ji bona wî mirin bû. Dilê min rehet bû, min dizanîbû dost û hevalê min ji min dûrnakev e.
Rojekê dengê teqînekê cîgera min şewitand. Janeke ku dawiya wê nîne dilê min girt û berneda. Gelo min hîsdikir dostê min nefesa xwe ya dawiyê dide. Hevalê Cîger berbi êvarî ve dixwaze muhabere bike, pêlî mayînê dike û lingê xwe yê dîtir jî wendadike. Heval hemû direvin û diçin bi hewara hevalê Cîger ve, herkes bandor dibe. Hevalê Cîger di nava xwînê de maye, dîsa jî ew moral dide hevalan û dibêje “ heval tiştek nabe, lingên min herdu mîna hev lêhatine.”
Heval wî dadixin geliyê Pisaxa. Hevalê Cîger herdem bi hevalan re daxive. Nikare xwarinê bixwê û tenê çixare vedixwê. Heval dixwazin wî rêkin derve, rê hemû girtîne û dijminê hov destor nade ku dostê min ji mirine bifilite. Hevalê Cîger dizane ew kêliyên dawiyê ne ku bi hevalên xwe re bijî û naxwaze ji çiyan dûrbikeve, du rojan liberxwedide û bi rûkenî di roja 26.6.2001 an çavên xwe dide ser hev. Du rojan kêlî bi kêlî min êşa dostê xwe Cîger hîsdikir, li berçavê min bi zorê nefes dikişand. Di xaka min de hate veşartin û bi rondikên çavên min kulîlkên li ser gora wî avdan. Piştî çend salan hevalan goristana şehîdan bi navê hevalê Cîger çêkirin û di konferansa HPG ê yê yekemîn de hevalê Cîger sembola kedê tê îlankirin.
Belê gerilayên hêja min pirtûka hevalê Cîger careke dîtir vekir û çîroka wî bi were parvekir. Lê belê hêviya min heye ku hûn xwedî li bîranîna wî derbikevin.
Hevalên wî yên rê
- Ayrıntılar
Em dikarin bibêjin êdî ew serdema xwe xetimandina ku di dîroka me de gelekî tê dîtin û bi xiyaneteke di xwe de berovajîkirina karan qediya ye. Pêşveçûyîneke herî girîng jî ev e. Dixwaze bila di hundirê partiyê de be, dixwaze bila di eniyên berxwedana netewî de be, êdî kes nikare bi xwe re her tiştî veşêrin. Rexmî hemû vaca xiyanetê û pratîka wê, hindekî hatiye eşkerekirin ku, êdî kes nikarin bi xwe re her tiştî bibin binkeftinê.
Gelek hewl hate raberkirin; hate xwastin ku wisa xwe weke miriyan bigrin, xwe biqedînin, xwe veçirînin û bi mirinî xwe veşêrin, lê ji vê yekê re firsend nehate dayîn. Yanî em dikarin bibêjin, me wilfa “di xwe de qedandina jiyanê” ku weke çarenûsa netewî tê dîtin şikand.
Me ev wilfa nejiyînê û mirinê şikand, him jî me bi hişmendî şikand. Lê ma tam ketina riya jiyanê, ketina riya serkeftinê çêbû? Mirov nikare bibêje ku em tam ketinê. Encax a niha heyî jî pêşveçûneke kêm nîne. Ji aliyê me ve serkeftineke girîng e ku em firsendê nadin kuştina her tiştî ya bi kesayetên we yên mirinî û nêzîkatiyên we yên kirêt.
Niha hun dibînin ku, rastbû ku kesên herî xwe girêdayî dihesibînin jî temsîlkariya mirinê dikin. Û ev mirinî li ser hemû derfetên vejîna jiyana me disepandin. Em hîna jî we lêpirsîn dikin.
Hun çiqas di hundirê jiyanê de ne, çiqas derveyî wê ne?
Hun çiqas xalên mirinî, tarî û cemidî ne? Hun çiqas derfetên vejînkar, ronak û jiyana germîn in?
Em dixwazin van eşkere bikin.
Bi taybet hun çiqas xwedî binkeyeke kirêtkar, koranî û xirabkar in? Hun çiqas bi van re xwedî nakok in?
Hun çiqas bi xweşikirinê, başkirinê û hewlên rastkirinê ve girêdayî ne?
Em van jî eşkere dikin.
Ev jî bi qandî şer karên girîng in.
Yek jî em di vî alî de gelekî ponijîn.
Em hîna berxwedanên li hember vê pêşveçûyînê jî dibînin. Baş e, ma ez we înkar dikim an hun min înkar dikin? Ma ez xweşikiyên we tarî dikim, an hun xweşikiyên ku ez dixwazim derbixim holê tarî dikin?
Ma ez ronahiyê avadikim an hun?
Yê ku tarî dike kî ye, yê ku ronî dike kî ye?,
Yê ku hêviyê şîn dike kî ye, yê ku hêviyê tune dike kî ye?
Diz kî ye, yê xwedî ked û afirandêrê nirxan kî ye?
Bêguman a ku me pêkaniye wisa pêşveçûyînê ketûber û erzan nîne. Egîdî, merdî wisa bi şerê çeka destan nîne. Hele di hawirdora civakeke weke me de ku her teşeyê namerdiyê bi pêş ketiye de, karekî herî zehmet e ku mirov wesfandina mirovê rast, merd û watedar bike û wan eşkere bike. Di serdem û sîstemeke wisa xwedî ketîbûn, namerdî, ketîbûn û kirêt de, bi ser van ve çûyîn û bi hindek derbeyan gêjkirina wan karekî hêsan nîne.
Na. Weke ku ev yek ne hêsan e, hêja ye ku mirov li ser çawaniya kirina wan raweste. Bi tevahî me xwast ku em di vê derê de xwedî puxteyeke rastbin. Me got, a girîng serdestkirina fêmkariya rastiyan e. Li şûna meşandina hindek kesan a li gor dilên xwe, me eşkerekirina rastiyan esas girt. Di nava rastiyeke wisa xwedî kesên fanatîk, kesên xwe wendakirî de yan jî her kêlîkê bi xwe wendakirinê re rûbirû de bi şêweyeke din nêzîkbûn, di vê rewşê de, dê biba bêrêziya li hember wan jî.
Dema hun fanatîkiya xwe, reva xwe ya ji rastiyan û nexwastina xwe ya nêzbûna ji rastiya serkeftinê re bînin ber çavan, dê baş were fêmkirin ku rewş çiqas sotîner in û bi ser xwe ve hatin çiqas girîng e.
Divê mirov hindek tiştan misoger rast şîrove bike û mafê wan bideyê. Bi zimandirêjiyê, bi nebesiyê û bi lîstina rastiyan ve ev kar nameşe. Ev sedemên herî bingehîn ên ketîbûnê û bêşerefiyê ne. Wisa bi çavşilî û sewdaseriyê ve xwe spartina hindek nirxan jî, weke tê hizirîn başî nîne. Ev nêzîkatiya di nava me de xwedî bandor jî pir zêde bi bênamusiyê re pêwendiya xwe heye. Me xwast em wê jî raber bikin. Bi kêmanî qandî eniya şerê germ, me di eniya giyanî de jî şerekî wisa da.
Ji ber ku kirêtî li lutkeyên jor in. Ji ber ku di giyanan de gelek tiştên tarîkar û berbi binkeftinê dibin hene. Me ev hemû raber kirin. Ger egîd e bila derbikeve meydanê! Çima tarî dike û bi kesayeta xwe ya mîna bîra bêbinî gelek tiştan dadiqurtîne? Me nexwast em firsendê bidin van.
Dîsa me mirintî û rizîbûna we jî derxiste holê. Me raber kir ku di nava we de çiqas mirovên ji jiyanê eciz, bêbergeh û rastiya jiyanê peyda ne. Me kesên ne di ferxa mirina xwe de ne destnîşan kirin.
Li gel vê yekê pir zarokîbe jî, me hewes, daxwaz û azweriyên xwe jî raberkirin. A şerm ne ev e, ya şerm nuximandina xafleta xwe ye. Nuximandina qedîna xwe, bêrêziya xwe û rizîbûna xwe ye. Dîsa me bi neketina van ve ya herî baş kir.
Vaye, em hindek tiştan didin eniyên şerê germ jî.
Vaye, em hindek tiştan didin giyanên tarî û qerisî jî.
Em di giyanan de jî tevgereke paqijiyê bi pêşdixînin. Dixwaze bila li xweşiya we biçe, dixwaze bila neçe, em bi karên wisa re mijul dibin û şêwaza me jî wisa ye. Ger çareyên we yên dijber û tedbîrên we hene, hun azad in pêşkeş bikin. Bes bila, ji jiyanê re ne bêrêziyeke mezin be, bila her tiştî kirêt neke û nexîne bin erdê. Xwastina vê yekê şervanî ye, tekoşîn e. Bila tu kes bi zimandirêjî û demogojiyê ve wêrekiya berovajîkirina karan û nîşandayîna li gor xwe raber neke. Bila ji yê ne zilam re nebêje zilam û ji nebes re nebêje bes e. Bila navên wiha li sexte û kirêtan neke.
Rastiya kê çi ye bila wisa derbikeve holê.
Li hawirdoreke wisa di bin desthilatiya derewan de, başiya ku em bikaribin bikin ev e.
Kesê ku ji bûyîna ziman û çalakiya rastiyê direve ne em in. Weke ku tê dîtin em kêm an jî zêde hindekî bersiv didin her tiştî. Lê zilamên me zêde wisa nabin, semyan, xwedî otorîte û encamgir nabin. Bersiveke bi şêweyê fermandaran û rêberan nadin. Alîkariyên xwe encax pir sînordar û bi lewazî pêşkeş dikin.
Baş e ma em wisa dixwazin? Naxêr!
Berovajiyê vê, em di hewayeke zehmet a besiyê de dixwazin hişyarbin û me li ser vê bingehê piştgirî da. Weke tê dîtin, ger mirov di azîne û riyekê de xwedî israr be dikare bi pêş bikeve. Me raber kir ku em çawa çareyên di xwe de derdixin holê. Bi vê yekê ew hate serxistin: ji bo serkeftineke bes, belkî me daxwaziya xwe bi dest nexist, lê me firsend jî neda ku hindek kes bibin binkeftinê. Me ev firsend ne da dijmin ne jî da kesên di hundirê me de hatine xistin û ketine binkeftinê. Vaye başiya me di vê derê de ye. Di vê mijarê de ne dijmin bi me da xwarin ne jî rengdayînên wê yên hundirê me.
Ez bawerim em bi têrahî ji piyan sekiniyan, me pêngavên dijber pêşwazî kirin û me pêngavên xwe sepandin.
Baş e, ma dê vê yekê fêm bikin? Ew der karê wan bi xwe ye. Piştî ku yên li ser milên me, me pêkanîn, êdî guneh ji stuyê me derketiye. Ez hindekî çibûna gunehê dizanim. Piştî ku me guneh ji ser xwe avêt, gunehkar çawa dimirin bila bimirin, ew min eleqedar nake. Rexmî ku me evqas riya heq û sewabê nîşanda û bangî vê yekê kir, ger hîna nakeve vê riyê û di nekirina ya pêwîst de israr dike, ew gunehkar û reben e. Û li kû derê çawa diçe bila biçe, bes bila zerarê nede hawirdorê. Vaye divê em hindekî tedbîra vê yekê bigrin. Mirov dikare encax wisa hesabê wijdanê bide.
Em bersivên wisa digihînin zindîbûna biharê. Li beramberî zindîkariya biharê, zindîkariya me jî wisa dibe. Giyanên ku ji vê yekê fêmnakin, ger êdî fêm bikin ji bo başiya wan e. Di nava gelekî de bi israr kesên ku evqas erzaniyê dijîn, kesên ku destûr didin her şêweyê bi jêr ve çûyîna gel, kesên ku çavên xwe bernadin bilindahiyan û kesên ji dil ji çarebûnê bawer nakin hebûn bi şûn ve, divê wisa xwe derxistina şoreşeke weke min jî divê sosret neyê dîtin.
Ev tolhildanek e, ma em çima serî bitewînin?
Min her tiştên wisa kir û ez kirina vê jî didomînim. Kesên li dij vê bila xwedî hêz bin û bikaribin qonaxa me bihejînin. A min jî şervantiyek e û ya we jî. Ez bi dilxwazî li ser kesên ku dixwazin di nav şervaniya min de cih bigrin re nêzîkatiyekê bi pêş dixînim. Li hember kesên beramberî xwe jî hindek tiştan bi pêş dixînim. Ên li beramberî min jî û yên li gel min jî xwedî maf in ku hindek tiştan bi pêş bixînin. Lê dirijin. Bêguman sedama vê yekê ne ez im. Ger dijmin jî, nikare baş dijminiya xwe bike berpirsyarê vê yekê ew bixwe ne. Kesên ku dixwazin me bixînin jî, bila xwedî hêz bin. Oportunîstek jî dikare xwe rêxistin bike. Oportunîstek jî dikare rêxistinekê ava bike yan jî partiyekê vala derbixe. Ger hun wisa bikin jî, dê ji we re bibêjin bijî. Pir mixabin, di gelek oportûnîstên nava me de ev yek jî ne peyda ye.
Em jî li ser karê xwe ne. Em tu kesî naxapînin, an jî em bi rica û minet nabêjin werin vê yekê bikin. Ji kesên ku bi dildarî xwe diavêjin nava van karan re gotina me ya “li gor esasê kar were rastiyê” yan jî “bigihê şêwaza wê, bigihê terbiya wê” divê bi dilnizmî were pêşwazîkirin. Li vê derê girîn nabe mijara gotinê.
Ger egîdî tê xwastin, tu nikarî wê wisa bi rebeniyê kirêt bikî, nikarî bêçare bisekinî. Pêwîstiyên vê hunerê hene.
Pêwîstiyên hunera egîdiyê hene. Ger tu wan bi cih bînî, wê demê mirin jî dibe xwedî nav û navdariyekê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 18'ê Gulanê de li Bedlîs û navbera herêma wê Şêx Cûmayê ji aliyê gerîlayê me ve rê hatiye birîn. Gerîlayê me yê 15 wesayit rawestandine, nasname kontrol kirine, li vir 6 cerdewanên bi iddiaya di sûcên cûda de cihê xwe girtine, ji bo lêpirsîne hatine binçavkirin. Di derbarê cerdewanên lêpirsînê wan berdewam dike wê raya giştî pişt re were agahdarkirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 17’ê Gulanê de di saet 07.30’an de li navçeya Dortyola Hatayê li dijî leşkerên li Zozanên Bilkê û Girê Konserve yên derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya li dijî koordîneya operasyonê de hate lidarxistin, bînbaşiyek, ustegmenek, tegmenek û leşkerek hate kuştin, leşkerek jî giran birîndarbûye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 16'ê Gulanê de di saet 16.20'an de li navçeya Lîceya Amedê li dijî Girê Qereqola Korxê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin 4 leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê dijmin bi helîkopetêrên skorskyan kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 15'ê Gulanê de di salet 19.15'an de li naçveya Lîceya Amedê li dijî Qereqola Korxê ji aliyê gerîlayê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek ji aliyê gerîlayê me ve hatiye kuştin, gerîlayê me jî bê ku wendahiyekê bidin ji herêmê dûr ketine.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di 12'ê Gulanê de di saet 16.00'an de li navbera navçeya Qulpa Amedê û Mûşê li ser riya Şenyayla ji aliyê gerîlayê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Çalakiya heta saet 20.00'an de berdewam kir, 50 wesayit ji aliyê gerîlayê me ve hate rawestandin, nasname hatin kontrolkirin û ji gel re propaganda hate kirin. Herweha Serokê navçeya Qulpa AKP'ê û serdcerdewan Veysel Çelîk ji aliyê gerîla yê me ji bo darizandinê hatiye girtin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyona li herêmê hate destpêkirin hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 12'ê Gulanê de li navçeya Qereqoçana Elezîzê li dijî derdora gundên Çiyan, Karaçayan û Bilika ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî bi regê kemîn vedanê ya ji aliyê yekîneyên veşartî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 24'ê Adarê de li navçeya Hîzana Bedlîsê li herêma Şêx Cûmayê di navbera gerîlayê me û leşkerê artêşa dagiker a tirk ên derketibûn operasyonê pevçûnek qewimibû û di vê pevçûnê de 15 rêhevalê me yê jin gihîştibû şahadetê. Me ev agahî ji raya giştî re eşkere kiribû.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 7'ê Gulanê de di saetên serê sibê de li navçeya Tetwana Bêdlîsê li dijî gundên Engesor û Bilikayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di saet 19.00'an de di navbera gerîlayê me û leşkerê dijmin de pevçûnek qewimiye.
- Ayrıntılar