Di serî de di şexsê Şehîdên meha Gulan û Hezîranê de, Rêheval Heqi Karer, Mehmet Karasungur, Zilan (Zeynep Kınacı) Tevahî Şehîdên şoreşa Azadiya Kurdistanê, Cardin di şexsê Denîz Gezmîş û îbrahîm Kaypakkaya de tevahî şehîdên Şoreşgerên Tirkiyê bi bîr tînin û soza girêdana bîranînên wan a me dabû dûbare dikin.
Partiya me PKK’ê meha Gulanê wek meha şehîdan Û PKK jî wek Partiya şehîdan îlan kir. Tê zanîn Kedkarê Mezin a Tevgera Azadiya Kurdistanê Rêheval Heqî Karer di 18’ê Gulana 1977’an de li Dîlokê bi komployekî bêbext hat qetil kirin. Li ser bîranîna rêheval Heqî Karer Rêber APO biryara avakirina PKK’ê da û wisa Tevgera Apoyî bû Partî. Rêber APO Rêheval Heqî Karer wek “rihê xwe yê veşartî” pênase kir û destnîşan kir ku pêwiste li ser bîranîna wî gavên mezin bên avêtin. Ev Hewildan û biryara Rêber APO di PKK de bû “Diyalektikek” ku di hemû Qad û demên Tekoşinê de tim pêşket. Ango her ku şehadetek çêbû û kêliyên zor û zehmet hatin jiyankirin Rêber APO ev hemû kirin hîmê têkoşîn û serkeftinek mezin. Ev “Diyalektîk” di roja me ya îro de jî berdewam dike. Di vê meha şehîdan de li ser Fermandara ciwan û rûken, Şehid Doga Viyan nivîsandin em wek deynek li ser mile xwe dibînin. Ew yek ji wan Jinên Berxwedêr û Têkoşer bû ku pêwiste em tim wê bi bîrbînin û di bilindkirina Têkoşîna Azadiyê de wê jiyan bikin û bidin jiyankirin. Ji ber wê di hemû kêliyên xwe de bi rêhevaltiyek dilsoz di têkoşîna xwe ya wêrek de gelek nirxên giranbuha ku me bibe serkeftinê ji me re hişt.
Ji ber Erdnigariya Kurdistanê bi giştî Çiyayî ye meha Gulan û Hezîranê mehên Bihar tê de Kamil dibe ye. Kamilbûna biharê mîzgîniya xweşikbûn û azadiyê îfade dike. Xweza bi hemû dewlemendiya xwe li hember nebaşî û qirêjiyê serî radike û li ber xwe dide. Berxwedana Serxwebûn û Azadiyê ya civakan herî zêde di wan mehan de geş dibe. Rêber APO jî di meha Adarê de ango di Newroza sala 1973’an de koma APO’yî ya destpêkê ava dike û wisa dikeve rê. Ji bo wê ye ku dagirker û zilimkar bi hemû derfetên xwe êrîşê şoreşger û azadîxwazan dike û dixwaze pêşiya pêşveçûna şoreşgerî bigre. Ango her çiqas meha Gulan û Hezîranê ji bo berxwedanvanên azadiyê û tevgera APO’yî meha Têkoşîn û Berxwedana mezin be jî di wan mehan de gelek pêşeng û Lehengên şoreşger ên ku Mîrasên mezin li pey xwe hiştin û Şehîd ketin Jî hene. Di dîroka tekoşîna me de meha Hezîranê jî wek meh Gulanê tim mehekî berxwedanî û serkeftinên mezin cihê xwe girtiye.
Pêngava 1’ê Hezîranê ku di vê mehê de pêşket, tê zanîn di dîroka Tekoşîna me de cihekê xwe yê girîng û mezin heye. Pêngava 1’ê Hezîranê tene ne li dijî artêşa Tirk, li dijî hemû siyaseta qirkirinê ya li ser gele Kurd, xiyanet û tasfiyegeriya Hindirîn bû şeqemek tûj û hemû lîstik û planên dagirkeran têk bir. Di Şexsê Fermandar û pêşengê vê Pêngavê Sîdar Serhed, Hiseyîn Mahîr, Xebat Dêrîk, Silav Koçer, Kendal Baz, Soro Amed û Medenî Norşîn de em hemû Şehîdên Pêngava 1’ê Hezîranê bi rêzdarî bîrtinin û soza girêdana bîranîna wan dûbare dikin. Dagirkerên li ser axa Kurdistanê bi hevkarên xwe yên Heremî – Navnetewî û Kurdên xayîn komploya Navnetewî li hember Rêber APO pêşxist û xwest Tevgera Azadiyê ji holê rake. Lê Têkoşîna ku di pêşengtiya Şehîdên pêngava 1’ê Hezîranê de pêşket, tevahî Komploger û tasfiyegerî vala derxistin û têk birin. Şehîda herî mezin a meha Hezîranê ku li hember komploger û Tasfiyegeran sekinî û bi çalakiya xwe ya dîrokî şopa xwe li Serkeftina Mezin da Hevala Zîlan bû. Rêheval Zilan di serdemeke ku li hember Rêber APO û tevgera Azadiyê komplogerî û Tasfiyegerî pêş diket çalakiya xwe ya canbexşane di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Navenda Dersîmê pêş xist. Ev Çalakiya Mezin a Hevala Zîlan bi qasî ku plana komploger û Tesfiyegeran têk bir, di ware Taktîk de jî rê li pêşveçûnên mezin vekir. Hevala Zîlan Di nameya xwe de wisa gotibû; “Ji ber ku ez ji Jiyanê û mirovan pir hezdikim dixwazim vê çalakiyê pêk bînim. Îdîaya min a jiyanê pir mezine. Ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke bi wate û xwedî çalakiyek mezin.” Rêber APO Rêheval Zîlan û Çalakiya wê berfireh nirxand. Got ku “Zîlan Fermandara me ye û em jî şervanên wê yên Ferman pekanînê ne, bi Kesayeta xwe bi pêşdîtin û bi helwesta xwe ya demê wek Xwedawendekê ye.” Rêheval Zilan bi vê Çalakiya xwe ya Dîrokî xeta Fedayiyane ya Apogerî çawa ser dikeve nîşanê me da. Îro jî di hemû qadên têkoşînê de ev xeta fedayiyane didome.
Fermandara ciwan û delal Rêheval Doga Viyan jî wek Şagirtekê Rêber Apo li ser xeta Zîlanan meşiya û şopa xwe li ser gelek serkeftinan hişt. Bû şopdara Dayika Xwedawend û li Zagrosan bû parazwana rûmeta mirovahiyê. Ew keçek ciwan a ji herêma serhildanan, herêma Xerzanê bû. Ew bi çîrokên serhildan û berxwedanên ku li Xerzan pêşketine, weke Serhildana Elîyê Yunis, Sason, Mutkî û her wiha gelek serhildan û berxwedaniyên ku li herêmê pêşketine mezin dibe. Hîn di Zarokatiya xwe de çanda jina berxwedêr a Kurd wek Rindêxana ku ti car teslîmiyetê qebûl nake û dema hat xwestin jî xwe di zinaran de diavêje fêr dibe. Dijminê dagirker Polîtîkayên xwe yên Asîmîlasyon û helandinê li ser giştî Kurdistan û taybet Herema Xerzan dimeşîne. Ne tesadûfe ku dewleta Tirk a dagirker li ser jinên Xerzan Polîtîkayek qirêj a xistinê dimeşîne. Dixwaze ku çanda jina berxwedêr ku li Heremê di pêş de ye bitepisîne û ji rastiya wê dûr bixe. Lê kesên weke Hozan Mizgîn, Arjîn Garzan, Pîroz Mawa û bi sedan jinên têkoşer ji vê Herêmê derketin û bersiva herî Zelal dan dijminê dagirker. Hevala Doga Viyan jî di temenek ciwan de da pey şopa Mizgîn, Arjîn û Pîrozan û bû pêşenga jinên berxwedêr. Her çi qas di temenek ciwan de jî be di şexsê gele me yê Xerzan de di ferqa dagirkeriya li ser Kurdistanê de bû û êşa gelê me baş fêm kiribû. Ji bo li dijî dagirkerî û zilmdariyê bisekine û tola wan rake ketibû nava lêgerînê. Wisa tevgera Apogerî nas dike bi kêfxweşiyek mezin, bi serbilindî beşdarî nava Tevgera Apoyî dibe. Destpêka gerîllatîya xwe li cihê herî zede çiyayên asê, zor û zehmetî lê heyî, li Zagrosan tevli xebatên şoreşgerî dibe. Bi xwendina Rêber Apo, PKK û PAJK’ê hîn zêdetir di dil û mejiye xwe qayîm dike û xwe digihîne asta şoreşgerekî mezin. Ev hewildan û sekna wê ya di xeta Apogeriyê de xwe qayîm kiriye wê digihîne asta biryara ku beşdarî saziya fedayiyane ya Hêzên Taybet bibe. Armanca hevala Doga Viyan a çûyîna saziya Hêzên Taybet ew e ku xwe di xeta Zîlanan de kûr bike û wek Fedayiyek Rêber Apo bi erka xwe yê demê rabe. Li ser vê esasê di saziya Hêzên Taybet de cih digre û di demekî kurt de hemû taybetmendiyên Mîlîtaniya Apogerî di xwe de pêş dixe û dibe fermandarek ciwan a Gerîlayê Modernîteya Demokratîk. Êdî Hevala Doga Viyan ne tenê şervanekî Fedayî ye, heman demê Fermandarek zîrek a hêzên Fedayiyan e. Ew di vê ferqê de ye ku çi qas Rêber Apo bixwîne û fêm bike ew qas dikare rola pêşengtiyê bileyize û ji demê re bibe bersiv. Ji bo vê wê tim xwe li ser fikir û ramanên Rêber Apo Perwerde kir û bi berpirsyartiyek mezin rêhevalên xwe jî perwerde kir. Ger ku hevala Doga Viyan ew qasî bi Tevlibûna xwe ya şer û jiyanê de serkeftî û pêş bû bingehê xwe, ji xwe kûrkirina di warê birdozî û rêxistinî ya paradîgmaya Rêber Apo digirt. Hevala Doga Viyan di wan çend salên dawiyê de li Eyaleta Şehîd Delîl Zagros, Herêma Girê Cûdî xebat dimeşand. Di amadekariyên binesazî û tûnelên şer de kedek mezin da. Ev amadekarî gihîştin astekî wisa ku, hişt demekî dirêj li hemberî dagirkeriyê berxwedan pêş bikeve. Di fermandariya herêma Girê Cûdî de cih digirt û ew 2 sal bûn bi artêşa dewleta Tirk re di nav şerekî Dijwar de pêşengî ji hevalên xwe re dikir. Tê zanîn dewleta Tirk bi Alîkariya dewletên Nawnetewî – Heremî û Kurdên Xayîn Operasyonên dagirkeriyê di bihara 2022’an de li vê heremê dan destpêkirin. Hevala Doga Viyan yek ji wan fermandaran bû ku ji destpêka vê Operasyonê ve li hemberî dagirkeriyê sekinîbû û pêşengî ji Berxwedanvanan re kiribû. Wê di perwerdeya branşan de xwe kûr kiribû û bibû Gerîlayeke pispor ku dikaribû hemû çekan li hember dijminê dagirker bi kar bîne. Di nav wan 2 salên ku operasyonên dagirkeriyê li heremê pêş diket de bi dehan çalakiyên bi taktîkên dewlemend li hemberî leşkerên Tirk bi serkeftî lidar xistin. Rêheval Doga ne tenê şer dikir, derdora xwe jî dida şer kirin û dikarîbû Kordîneya gelek Çalakiyan jî bike. Heval Doga tenê ne ji bo xwe parastinê şer dikir ji bo faşîzma dewleta Tirk têk bibe û tola salan ji dagirkeriyê rake bi baweriyek mezin şer dikir û derdor dida şer kirin. Bawer bû ku di Girê Cûdî de şikandina artêşa Tirk wê li Enqere jî şikandinê di faşîzma Tirk de çêbike. Li ser vê armancê û bi vê bîr û baweriyê bi şev û roj, di şertên heri zehmet de şer kir û berxwedanî pêş xist. Ti car ne got “zor e, zehmet e, kêm derfetî heye”. Derfetên kêm ku di destê wê de hebû bi bandor kar anî û xist xizmeta şoreşê.
Rêheval Doga Viyan 2 meh beriya ku şehîd bikeve ango di salvegera 15’ê Tebaxa 2023’an de nîşeyekî (not) bi Dîmen ji me re rêkiribû. Di axaftina wê de çend peyvên ku anîbu ziman wisaye;
Ez destpêke silav û hezkirinê xwe ji hevalan re dişînim. Bi rastî me jî dixwest hevalan rasterast bibînin û bi xwe jî hevalan nas bikin. Lê em di vê hêviyê de ne ku piştî vî şerê em werin gel hev. Bi xêra vî şerê hinek bîranînên me jî çêbûne, êdi gava em hatin gel hev em dikarin ji hevdû re qala van bîranînan bikin. Bi rastî dema em hevalên kevin dibînin em her dixwazin wan guhdar bikin, bîranînên wan guhdar bikin. Lê em dikarin bejin ku bîranînên me jî çêbûne. Êdî dema em hatin gel hev em dikarin parve bikin. Wek bîranîn jî wek encamên şer jî mirov dikare niqaş jî bike. Em di wê hêviyê de ne ku hevalan vala dernexînin. Ji giştî hevalan re Serkeftinê dixwazim.
Şehîd Doga Viyan
15 Tebaxa 2023
Di wan çend peyvên ku bi kurtahî hevala Doga Viyan anî ziman de jî fêm dibe ka çi qas bi rêhevaltiya Apoyî ve girêdana xwe xurt e, li hember rêhevaltiyê berpirsyar e, tecrûbe digre û ji bo di şerê azadiyê de serkeftinên mezin werin bi destxistin tecrubeyên xwe jî parve dike. Fêm dibe ku di van 2 salên berxwedanê de gelek bîranînên dewlemend pêre çêbûne û bi kelecanek mezin dixwaze ji hevalên xwe re parve bike. Ji bo mirov Hevala Doga Viyan nasbikira hewce nedikir demek dirêj pêre jiyan bikira. Ji xwe rastiya Milîtantiya Apogerî ew e ku bi rabun û runiştinêkî xwe, meyzandinek û peyvekî xwe dikare xwe bide naskirin û hev nas bike. Çi qas mirov li ser fikir û ramanên Rêber Apo li ser yek armanc û xetê kûr be û xwedî têgihiştin be, ew qas mirov hevdû baş nas dike û rêhevaltiyek xurt bi hev re dimeşîne. Ji xwe yên ku ji her çar parçeyê Kurdistanê û Cîhanê em anîn cem hev û rêhevaltiyek xurt di me de pêşxist ev bi xwe ye. Fikir û ramanên Rêber Apo bi hezaran Têkoşer û bi milyonan gel li hev civandiye û bi hevdû daye hezkirin. Yek ji wan jî têkoşera dil paqij ku rêhevaltiya Apogerî di dil û mejiyê xwe de xurt kiriye rêheval Doga Viyan e. Wê di hemû kêliyên jiyana xwe de rêhevaltiya Apogerî ku li ser heman armancê dimeşe ber bi Serkeftinê jiyan dikir. Bi pîvan, bi rabûn û rûniştina xwe rêxistin temsîl dikir. Qasî ku bi sekin û meyzandina xwe dîmenek mehsûmane dida rêhevalên xwe yên dozê, ew qas jî li hember dagirkeriya li ser xaka Kurdistanê, bi hêrsa tolrakirinê, bi dijwarî bi ser dijmin de diçû. Wê bi rêhevaltiya xwe ya germ ya bi hevalan re û wêrekbûna xwe ya li hemberî dijminê dagirker di her kêliyê de ku nişan dida, xwe xistibû dilê hemû rêhevalên xwe. Ew qas hatibû hezkirin ku hemû fermandar û şervanên wê dixwestin pêre têkoşîna azadiyê bimeşînin. Rêheval Doga ti car xwe nedifikirî. Hevalê xwe, gelê xwe û welatê xwe difikirî û hemû jiyana xwe xistibû xizmeta van de. Ji bo wê bû ku rêhevalên wê li Girê Cûdî Operasyonek Şoreşgerî li hember Dagirkerên Tirk bi navê Doga Viyan destpêkirin û derbeyên giran li dagirkeran dan. Operasyona Şoreşgerî ya li ser navê Heval Doga ku li ser dagirkerên xwe di girê Şehîd Şîlan de bi cih kirine dîmenên wisa derxistin holê ku, pir bi zelalî rastiya Artêşa Tirk û ya gerîlayê azadiya Kurdistanê nîşanî tevahî Cîhanê da. Ew Fermandar û Şervanên ku di wê Operasyona Şoreşgerî de cih girtin bi armanca tolrakirina şehîd Doga Viyan bi wêrekiyek mezin çûn ser baregehên dijmin. Di vê Operasyona Şoreşgerî de bi dehan dagirker hatibûn ceza kirin û bi dehan çek û amûrên leşkerî hatibûn desteserkirin. Bi Dirûşma “Bijî Rêber Apo” û “Agir Ket Erşê Romê” tevahî baregeha Arteşa Tirk hatibû şewitandin. Tiştek ji dîmenê vê Operasyona Şoreşgerî zelaltir û şênbertir rastiya artêşa Tirk nayne ber çavan. Cardin me dît ku rêhevaltiya Apogerî di şexsê hevala Doga Viyan de ji bo tola şehîdên doza Azadiya Kurdistanê çawa erken xwe anîn cih. Em wê baş dizanin ku ev ne bese. Bersiva herî rast û têrker armanca şehîdên azadiya Kurdistanê ko azadiya gelê Kurd û mirovahiyê anîna cih ve wê gengaz be. Wek rêheval û Şervanên Heval Doga Viyan bi vê bîr û baweriyê em ê tevbigerin û teqez armanca wan bi serkeftinê tacîdar bikin. Hevala Doga Viyan fermandara me bû. Di nav wan 2 salên ku li herêma Girê Cûdî bi dijwarî di nava şer de bû gelek tecrûbe li me dan qezenckirin. Gelek nirxandin û tespîtên ku em pê biçin zaferê ji me re hiştin. Ev hemû ji bo me ferman in û em bi pêkanîna wan erkdar in. Cardin em bi rêzdarî Şehîd Doga Viyan bi bîr tînin û di şexsê wê de soza girêdana şopdariya Şehîdên azadiya Kurdistanê dûbare dikin.