Gelo bi kîjan peyv, wêne û bi kîjan zimanî ez hinek rastiyan bînim ziman, yên ku hestên min bixwînin wê di van rastiyan de xwe bidin qenaetkirin. Ji bona gelê Kurd dibêjin heyanî tiştan bi çavê xwe nebîne bawer nake, lê belê ez jî dibêjim gelê Kurd ji hinek rastiyan nedûre û bedewbûna welatê xwe dizan e. Bi qasî ku têxwestin li ser pîrozbayî û bedewbûna Kurdistanê nehatiye nivîsandin, lê belê hunermendên Kurd di zargotinên xwe de ev bedewbûn bi lêvkirine. Dayîk û bavên Kurd bi rondikên çavên xwe, zarokên Kurd bi hêviyên xwe bedewbûna vê xakê anîne ziman, ez jî dixwazim bi hestên xwe vê bedewbûnê bi lêvbikim. Berî ku ez destpêbikim ez dixwazim ji were mînaka kalikê xwe bidim. Kalikê min ji ber dijmin dev ji xaka xwe berdabû û berê xwe dabû xerîbiyê, lê belê ti carî nikarîbû jibîr bike. Di quncikan de rondik ji çavên wî dihatin xwarê û gava li stranên gelêrî guhdar dikir axînî bi dilê wî diket. Eger her sal neçûbane ziyareta Mardînê hedan û sebra wî nedihat. Gava ku diçe ser dilovaniya xwe çavên wî vekirî dimînin. Em gelekî ji van rastiyan biyanî bûn û me wate nedida êşên ku bav û dayîkên me dikişandin. Her ku ez rastiya çiyan nasdikim ew roj têne ber çavên min û ez bi hurmet nêzî wan bîranînan dibim.
Em li mijara xwe vegerin û ez destbi gotine hinek rastiyan bikim. Ev çend salin ez beşdarî nava refên gerila bûme, lê belê min herdem hinek pirs ji xwe dipirsîn “gelo çima ez nikarim bi çav û dilê bav û dayîkên xwe li Kurdistane binêrim? Gelo zîhniyete pergala sermeyedar destor nade min ku ez bedewbûna çiyan bibînim û jidil hembêz bikim? Piştî ku min bi salan di çiyan de têkoşîn kir û bedewbûna jiyanê dît, wê demê ew hestên welatparêziyê di min de pêşketin û cihê her perçekî Kurdistane û mirovên ku tê de jiyandikin di dilê min de çêbû. Gava ku ez geriyam min ew biyanîbûna ji welat di çavên ciwanên Kurd de dît. Ez çûme ziyarete herêma Heftenîn min gelek ciwanên ku rastiya welatê xwe nasnakin, dîtin. Dibe ku hûn bipirsin te di çi de ev rastî dîtin? Ezê bibêjim min di çav û sîmeyên wan de ev rastî dît û hîskir. Her kolaneke ku ez tê de digeriyam min ciwanên Kurd didîtin, dilê wan gelekî germ bû û bi coş bûn, lê belê hesabê pêşerojê nedikirin, ji xwe re nedigotin dijmin dixwaze vê xakê dagirker bike, gelo em çibikin? Gava ku dihatin ziyareta goristana şehîd Cîger, mîna cihekî şahiyê li goristanê dinêrîn, lê belê ji xwe nedipirsîn wê çawa xwedî li xwîna van mirovên ku di bin axê de ne, derbikevin. Yan jî meraq nedikirin her hevalek çawa şehîd ketiye û xwedî kesayetekî çawa bû?
Di demên bihûrî de gava ku zarok diber goristanekê re derbas bûbane fatîhek dixwendin, digotin gunehe em nexwînin, lê belê wê rojê ciwanên me li ber gorên hevalên me yên şehîd wêne dikişandin. Tenê dayîk û bavan fatîhe dixwendin. Min dîmenekî gelekî bi êş dît, ew dîmenê dayîkeke ku li ser goristana hevalên me rondik dibarandin. Ew dîmen gelekî li zora min çû ji ber ku li ser goristana şehîdan rondik nayên rijandin, lê belê soza têkoşîne tê dayîn. Berî ku ez jibîr bikim ez dixwazim ji were bêjim gava ku min ew ciwan didîtin, rojên min yên ciwanî û nezaniyê dihatin bîra min. Nezanî di kîjan wateyê de ez didim bikaranîn; di wateya dîroka xwe nenaskirin û ji nirxên civaka xwe dûr jiyankirin de, ez didim bikaranîn.
Di goristana Şehîd Cîger de gorên gelek hevalên şehîd hebûn, gava ku ez diber re derbas dibûm çokên min direcifîn û dihate bîra min wane canê xwe fedayî vê jiyanê kiriye, lê belê ezê çawa fedabikim? Jidilê min dihat ez fatîhekê bixwînim. Sebra min bi wana dihat û min her dixwest ez li gel wana birûnim.
Rastiya ku min dixwest ez we tê de bidim qenaet kirin eve; pêwîst nake ku em vegerin dema bihûrî heyanî em dîrokê nasbikin, mîna Rêber APO gotî “dîrok di roja me ya îro de veşartî ye” lê belê kîjan mejî û dil wê vê dîrokê bibîne, ew girîng e.
Dunya Cemîl
- Ayrıntılar
Carna vegotin dibe karê herî giran. Hevokê di turikê mirov de têrê nake ku mirov rastiyan bîne ziman. Carna jî awirek an jî wêneyek hemû rastiyan radixe ber çavan. Rûpelê dîrokê hemû tiştî nanivisîne, bêhna serpêhatiyê serdesta jê tê. Ji ber vê jî di lêgerîna heqîqetê de rûpelên dîroka fermî nabe rêbazeke rast. Di lêgerîna heqîqetê de ji bilî rê û rêbazên şaristaniya serdest, heqîqetên xwezayê û rastiya gelan heye. Temenê mirovan zêde dirêj nîne, lê hin kesayet hene ku di temenekî kurt de nîrxên pir pîroz avakirine. Bi sedan mînakên bi vî rengî di dîroka kurdan de heye. Bi taybet jî di dîroka 38 salê borî de bi derketina tevgera azadiyê gelek mînakên bi vî rengî hatiye jiyandin. Di zindana Amedê de yên hişmendiya bindestiyê hilweşandin, çend ciwanên leheng bûn. Mazlûman, Xeyrîyan û Kemalan bi berxwedana xwe ispat kirin ku vîn û baweriya mirov dikare neyarê herî xedar jî bin bixîne. Cardin Zîlan di temenê xwe yê ciwan de, di dil û mejiyê neyarê nîrxê pîroz de bû wolqan û teqiya.
Bi sedan mînakên bi vî rengî di dîroka vî gelî de heye. Herî dawî Yilmaz Piling ê bi navê Mazlûm Erencî di temenê xwe yê ciwan de jiyaneke dagirtî, bi wate û bi rûmet çawa tê jiyîn bi tekoşîn û berxwedana xwe nîşan da. Jiyaneke bi tekoşîn û berxwedan, bi wate ji bo nîrxên pîroz ji bo azadiya çand, ziman û gelê xwe riya tekoşînê ji xwe re hilbijart. Ji xwe herî dawî li di 29’ê Pûşpera 2011’an de Çemîşgezeka Dersimê di pevçûnekê de tevlî nava refên pakrewanên azadiyê bû. Ew remza nemirinê bû, şopdarê Alî Çîçeka – Stêrka Sor a Kurdistanê- bû. Ne hevok têrê dike ku mirov lehengîn mîna wî vebêje, ne jî rûpelên pirtûkan têrê dike. Yekane rê ew e ku mirov bîr û baweriya wan, hezkirin û girêdanên wan bide jiyankirin û wan di dil û mejiyan de her zindî bihêle.
Hevalê Elî Hemze jî yek ji wan lehengan bû. Çavê xwe di heyameke ku înkara kurdan di asta herî jor de bû û tevgera azadiyê weke rojê li ser welatê pîroz hildihat de vedike. Di temenê xwe yê biçûk bi dilê xwe yê zelal van rastiya dibîne û biryara xwe dide ku ji bo nîrxên pîroz jiyan bike û dibe lêgerînvanên heqîqetê. Min hevalê Elî Hemze dema diçû zaningehê naskir. Hîn di bihara ciwaniya xwe de bû. Ji ciwanên der û dora xwe cûdatir, lêgerînên wî ne tiştên ji rêzê bû. Jiyaneke bi wate û rûmet wê çawa were jiyîn, li wê digeriya. Evîndarê çiyayên azad bû. Dizanîbû ku çiyayên azad ê welatê wî bi hezaran sal e gelê kurd parastiye û hîn jî diparêze. Bûye qada tekoşînê, bûye parezgeh, stargeh bûye wargeh ji bo leheng û ciwanên Kurdistanê. Me di heman demê de biryara rêwitiya ber bi çiyayên azad dabû. Ji ber ku me dizanîbû, cîhê herî nêzî azadiyê, stargehên Kurdistanê ye. Hêvî di bilindahiyan de, li asoyên herî nêz ê rojê de veşartibû ji bo me. Rêwîtiya ber bi çiyayên azad, wargehên pîroz wusa destpêkir. Konaxa yekemîn bi dawî bibû û em gihîştibûn wargehên pîroz.
Ji bo me qadeke nû bû, çandeke cûda bû, ji lewra bîr û baweriyên di dibistanên serdestan de fêrî me kiribûn, çanda li ser me ferz kiribûn berovajî vê bû. Di demeke kurt de bandoreke mezin li ser me kiribû. Ji bo ku em xwe ji bandorên pergala serdest rizgar bikin hewldan û lêgerînên cûda pêwîst bû. Hevalê Elî Hemze pir zû bi vê rastiyê hisiya û xwe ji bo famkirina rastiyan, ji bo şoreşa zîhniyetê ava bike, tekoşîneke mezîn nîşan da. Di her kêliya ku vala dima, destê xwe diavêt pirtûkan û dest bi xwendinê dikir. Her dem di tûrikê wî de pirtûkeke bixwîne hebû. Fam kiribû ku ji bo xwe ji bandorên pergala serdestan rizgar bike divê bibe mêvanê bexçeyên ronahiyê û rêwîtî ya wî ya di deryaya ronahiyê de destpêkiribû.
Ked nîrxê herî pîroz e. Mirovê ji kedê bêpar be nikare wateyê bide jiyanê û ji bo jiyaneke azad û rûmet biafirîne, nikare bibe şopdarê jiyana azad. Ev rastî dîtibû, ji bo vê jî her dem di kar de li pêş bû, di karê herî zehmet de, di rêwîtiyên herî dirêj de xwe pêşniyar dikir û li herî pêş dimeşiya. Di kesayeta xwe de zanebûn û ked bi hev re hûnandibû. Ji ber wê bû him ji xwendinê pir hezdikir û him jî xwedî kedeke mezin bû.
Ji bo jiyana xwe watedartir bike her dixwest tiştên giranbûha jiyanbike, çawa di xwendin û keddayinê de her dixwest li peş be, di tekoşînê jî dixwest li pêş be. Gelek caran pêşniyarê wî çêbû, da ku li bakur tekoşînê bimeşîne. Herî dawî dema pêşniyara wî hatibû pejirandin û rêwitiya wî ya ber bi Amanosan destpêkir, mirov digot qey bê bask difire. Gaveke din nêzî xeyalê xwe dibû, gaveke din nêzî neyarê xwe dibû, da ku tola xwe jê hilîne. Kîn û hêrsa wî mezin bû, ji ber ku ew neyaran bi salane li ser gelê kurd, li ser ziman û çanda wî êrîşeke dijwar dimeşîne. Dixwaze wî tune bike, hemû hebûna wê dixwaze tune bike. Hevalê Elî Hemze jî heta temenekî bi zaravayê kurmancî nikarî bû biaxife. Piştî tevlê bûna nav refê gerîla bi çoş û heyecaneke mezin ji bo fêrî kurdî bibe kedeke mezin da.
Ew rêhevalê Ozgur Ronî û Heqiyan bû.
Hevalê Ozgur (Derviş Koşker) ê di îlona 2008’an de li Çewlikê tevlî refê nemiran bibû û Hevalê Heqî (Senar Mete) yê di cotmeha 2010’an li Kelareşê şehîd ketîbû jî rêhevalên wî bûn. Me bi hev re di bihara 2006’an perwerde dîtibû. Ji şahadeta wan pir bandor bibû û ji bo tolhildana wan xwesteka wî ya çûyina bakur zêdetir bibû. Riya wan kiribû rêberê xwe û heta pakrewaniya xwe jî li pey şopa wan bê dudilî meşiya. Min dixwest li ser hevalê Ozgur û Heqî binivîsanda, lê hevokê min têra vegotina wan nake. Lê heta heta yê weke deynekî di stuyê min de mayin nedibû. Bi vê mebestê van lehengên van pakrewanan jî bi rêzdarî bibîrtinim.
Herî dawî di 13’ê Cotmehê de li bajarokê Denîzcîler ya bi ser Îskenderûnê bi cangorî êrîşî ser neyaran kir û di wê pevçûnê de tevlî nava refên pakrewanan bû. Li nav stêrkên asîmanan li kêlaka Ozgur û Heqiyan dibişire û ji me dixwaze em tola wan hilînin. Em jî şopdarê wan kesayetan e, em deyndarê wan lehenganin. Xwediyê nîrxên hatiye avakirin ew in. ji bîr kirina wan mirina me ye, ji lewra ji bîr kirin a wan ÎXANETe. Wê tekoşîna me ispata pêkanîna xeyalên wan be, wê berxwedana me her berdewam bike û em dizanin ku weke Rêhaval Mazlûm Dogan dibêje; Radestî mirov dibe îxanetê, berxwedan jî digihîjîne serkeftinê. Wê berxwedan a me berdewam bike….
Memyan Jiyanda
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 15’ê Cotmehê de di navbera saet 17.00-18.00’an de di navbera Dersim – Erzinganê li herêma Zagê ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyeke rêbirînê hatiye lidarxistin. Gerîla yê me nêzî 100 wesayitî dane sekinandin û cerdewanên di 26’ê Îlonê de ji aliyê gerîla yê me ve hatibû girtin û dadgeha cerdewan Îsmaîl Gurbuz li beramberî gel hatiye kirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. . Di 15’ê Cotmehê de di navbera saet 04.00-05.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Neqeba Çinar, Gundên Dê û Şetanûs, Geliyê Notê, sêgoşeya Avaşîn û Basya ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk êrîşeke havan, obus û topan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 13’ê Cotmehê de di saet 17.30’an de di navbera Îdirê û navçeya Agirî Bazidê de li nêzî Gundê Gevvro li dijî leşkerên dijmin ê ewlekariya gir digire ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 4 leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin, du panzêr û wesayiteke akrep a bi zirx hatiye derbekirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 12’ê Cotmehê de di navbera saet 22.00-23.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Zinarê Kêstê, Kanî Guzê û herêma Qaşûra ku girêdayî Metîna ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşek hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de rez, zevî û kewarên mêşan ê gundiyan zirar dîtiye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 11’ê Cotmehê de di saet 17.00’an de li navçeya Şemzînanê ya bi ser Colemergê li dijî girê qereqola Helenayê ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 1 jê rayedar 2 leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin.
- Ayrıntılar
Basına ve Kamuoyuna!
1. Di 11’ê Cotmehê de (îroj) di navbera saet 02.00-03.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Tepê Tankê ya bi ser Metîna ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 10’ê Cotmehê de (îroj) di navbera saet 00.00-01.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Arê û Girê Mercan ku bi ser Xakurkê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer erîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 9’ê Cotmehê de (îroj) di navbera saet 04.00-05.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Kanî Qirêj a bi ser Xinêrê ye ji aliyê artêşa dagirker bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar