Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 20’ê Mijdarê de di saet 15.00’an de li navçeya Şemdînana Colemergê li dijî Qereqola Giranayê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hemû baregeh bi awayeke bandor hatiye lêdan lê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 19’an de li navçeya şemzînan Colemergê li Gundê Ewlya 3 cerdewanên bi dil cerdewaniyê dikin û li qadên di bin serweriya gerîlayên me de bê destûr digeriyan û ji ber tevgêrên wan ê bi gûman hatine binçavkirin. Lêpirsîna her sê cerdewanan berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 17’ê Mijdarê de di saet 22.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Kanî Kontra û Gundê Ergenê yên bi ser Garêne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama bombebaranê de rez û zeviyên gundiyan zirar dîtiye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Harûn, Şehîd Armanç û Şehîd Ronahî de li dijî qereqola Angûl a bi ser navçeya Lîcê ya Amedê ve ye ji aliyê gerîla yên me ve çalakiyeke fedaî hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 14’ê Mijdarê de di navbera saet 15.00-16.00’an de li navçeya Dara Hênê li herêma Hacanê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye.
- Ayrıntılar
Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bi dijwarî berdewam dike. Greva birçîbûna dîlên azadiyê jî, di metirsîniya dawî de ye. Êdî, kêr li ser hestî ye û wê hestî bi bişikîne.
-----------------------
Dema ku em êş û jana gelê kurd li mîzênê bidin, yan jî bi bihejmarên matematîkî hesab bikin, gunehkariya kurdên ligel dijmin, ji gunehkariya dagirkeran zêdetir dibe.
Ev gunhekariya ku pîvanên wê gelekî mezin in, xiyanet e!..
Xiyaneta kurd, birîneke mûmarî ye û di dîroka gelê kurd de demxeyeke e reş e. Min li ser vê xiyanetê û rexnedayina “serokçete”yekî salên 1925-1926 û hwd. pirtûka bi navê MARÊ DI TUR DE nivîsî. Mixabin, ev rûreşî birîna sedsalî ye..
Serokwezîrê Tirk, Receb Tayyip Erdogan, hîna gizîrên salên 1919an, serokçeteyên salên 1925an, dewşîrmeyên dema Osmanî, mîratzedeyên Temo Gewrê û Reyberan ligel xwe dibîne; bi awayekî rûşiştî didêje, “birayên min î kurd.” Bila were zanîn ku birayên Erdogan, xayînên gelê kurd in.
Îro, di vê qonaxa ku herêm ji nû de tê dizayn kirin, tê xwestin ku paşerojên kurd, di xwîna kurdan de bifetisînin. Êdî cihê gotinê nemaye. Tu kes nikare, xiyaneta kesên ligel dijmin weke hiş û raman û îdeolojiyek hewngîrî nîşan bide. Ji ber ku ew kes û derdor hevkarên komkujiya li dijî gelê kurd in. Cih girtina ligel dijminên dagirker, ne parastina ideolojiyek cûda ye, ne parastina hiş û ramanê partiyeke din ya kurd e. Her partiya kurd mecbur e, berjewendiyên tevahiya gelê kurd li ber çavan bigire.
Mirov, yan jî saziyên civakî û siyasî, eger ligel AKPê cih bigirin, li hemberî gelê kurd şer dikin. Cih girtina ligel AKPê, di çarçoveya parvekirina îdeolojiyek cûda de nayê pejirandin. Îdeolojî, eger azadiya gel, eger jiyana bi rûmet ya paşerojan napêrêze, nikare şoreşger bibe û azadîxwaz bibe. Îdeolojiya li dijî gel, li dijî mafên rewa û xwezahî, li dijî demokrasî û azadiyan, mafdar çênabe. Îro, pîvana şoreşgerî, cih girtina ligel daxwazên gelê kurd e, cih girtina ligel daxwazên girtiyên azadiyê ye.
Gelo kesên ligel Mehmet Agar rûdiniştin….
Gelo kesên ligel Tansu Çiller rûdiniştin…
Gelo keêsn ligel kenan ewren rûdiniştin…
Gelo kesên ku îro ligel Erdogan rûddinin çiqasî dikarin bêjin ku ew jî kurd in û ligel mafên gelê kurd cih digirin?
Van kesan, cografya Kurdistanê kirin nexşeya gorên komî, kirin zindana servekirî û siyaseta inkar û tunekirinê dimeşandin û dimeşînin.. Gelo keêsn ligel van kesan cih bigirin, çiqasî dikarin helwesta xwe bi mafên gelê kurd re, bi têkoşîna azadiya gelê kurd re girêbidin? Bê çiqasî Mehmet Agar, bê çiqasî Tansu Çîller, bê çiqasî Erdogan, bê çiqasî Kenan Ewren, li hemberî gelê kurd gunehkar e, ew kesên ligel wan cih digirin jî gunehkar in.
Balkş e, di dema ku, rewş aram dibe, yan jî bêhnferehî çêdibe û mijara hevdîtinan, çareseriyê tê axaftin, ew kes û derdorên ligel Erdogan, her roj di kanalên telwizyonan de xuya dikin û ha ha diaxivin. Gelo niha li kû ne? Di vê qonaxa ku bi hezaran girtî ketine greva birçîbûnê û jiyana 60-70 dîlên azadiyê di qonaxa metirsînî de ne, çima dengên xwe dernayêxin? Kanî vijdanê wan yê ademî?
Gelo ev ne parastina zihniyeta Ittîhadî ye, ne parastina zihniyeta Erdogan ya faşîzan e?
Kes nikare helwesta van rûreşan, weke reva ji ber bahoz û tofana erdhejê bi nav bike. Dîrekt û fîîlen di nava hêza kujer û faşîst de cih digirin. Di van rojên ku serokwezîrê Tirk Erdogan, bi bismilahirrahmanirrehîm, operasyonên kuştinê û mijara dardekirinê dike rojevê de, ew kurdên rûreş, tenê berjewendiyên xwe, kursiyê xwe difikirin û hafa qirkirina gelê kurd dikin. Ev cih girtina ligel zal-î kujer e û nav wê jî xiyanet e.
Kurdistan bûye Wietnama duyemîn, ciwanên kurd ha ha li çarmixa Îsa dixin, axaftina bi devê Erdogan û zadeganên wî, axaftina bi devê kew Kemal Kiliçdaroglu û zadeganên wî, xiyaneta ligel gelê kurd e.
Têkoşîna azadiyê û şoreşê, bêjingkirina qenc û xeraban e; rêwingîtiya riya dirêj e, rêwingîtiya çûn û ne hatinê ye; dijberiya li hemberî zor û zehmetiyan e, sebir û maquliya rûniştina li ser êş û azaran e.
Hozanekî Filîstînî diqîre:
“Tacekê deynin ser serê te jî,
Di dewsa çavên te de mucewheran jî deynin
Hinek tişt hene ku nayên firotin û nayên kiryarî”
Hozana Emerîkanî Anne Waldman, ku ji bo dîlên azadiyê helbest nivîsî ye dibêje;
“Ya rastî dilê te yê ku jêdikin û dibin
li dijî îzolê, zext û zorê, li dijî propagendê
li dijî mirin û destîniyê
Gotin û kiryara pêk tê, ew dilê te yê parçekirî ye”
Divê kurd zanibin ku, şerê li Kurdistanê, şerê gelê kurd li hemberî çete, paramilîter, xayin û zihniyeta dewşirmetî û dagirkeriyê ye.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Ger bi axaftinan , bi bangawaziyan pirsgirêk çareser bibûya an jî bi nîqaşkirina hin mijaran pêvajo biguheriya her hal niha wê van mijarên di roja me de dihat nîqaş kirin ne di rojeva me de bûya.
Çalakiyên ango berxwedaniyên li girtîgehan bi hemû birayardariya xwe berdewam dike. Bêdengî an jî korbûn û lal bûn ji holê rabûye. Lê êdî ji wê bedengiyê xirabtir rewşek diqewime. Hin rayedar gotinên ji xwe mezintir dikin, bangawaziya dikin lê pêwistiyên wê tu carî pêk naynin.
Rêbazeke din a kirêt ku mirov dema dibihîse bi rastî jî hêrsa mirov ji wan maxlûqatan radibe. Çi li ser wan gotinên wan bê gotin wê kem be. Çalakiya ji aliyê girtiyan tê lidarxistin, ji ber pir mezine, li beramberî biryardariya van lehengan matmayî mane êdî loman li wan dikin an go îftîra diavêjin ser van. Qaşo xwarinê dixwin, qaşo ji ber gef xwarina rêveberên Tevgera Azadiyê serî li vê çalakiyê dane û hwd…
Gotinên an jî axaftinên bi vî rengî mirov dikare zêdetir bike an jî berdewam bike lê wê ev yek dubarekirina durûtiya wan wêdetir neyê tu wateyê. Ji ber xeteriyên jiyanî heye, bihîstyariya raya giştî li gor demên berê zêdetir bibe jî dema mirov li bertêkên kolanan an jî hewldanên rayedaran dibîne hêjaye gotinêye ku bê gotin, mirovahî li ber sikratêye.
Dema mirov li xwestekên wan dinere, bertekên li beramberî wê tê nîşandan faşîzm bi xwe ye. Civak an jî kes dikarin ola xwe hilbijêrin, baweriya xwe bi vîna xwe pêk bînin, wê biguhere, li kîjan welatî an jî erdnigariyê jiyan bike dikare bi xwe biryar bide. Lê tu kes nikare biryara netewê xwe bide, zimanê dayika xwe hilbijêre. Dema jidayikdibe, zimanê dayika wê-î diyare, netewê mirov diyare. Ji ber wê jî mafeke herî xwezayiye. Ne tu kes dikare ji ber ziman û netewê mirovan şermê bike an jî qedexe bike.
Ev yek tenê li dewletên faşîst de dikare pêk were. Bi salane Kurdbûn mijareke şermê bû. Ji şermê wêdetir bûyereke xeternak bû. Bi hezaran kes ji ber Kurdbûna xwe hatin girtin, rastî lêdan, îşkence û heqaret hatin. Biçûk hatin dîtin, nemaze heta destpêka sedsala 21. Jî hebûna Kurd nedihate pejirandin. An jî kesên bilêv dikirin, cezayê bi awayeke giran didît.
Piştî tekoşîna 30 salî, gelek berdêlên mezin hate dayîn, hîn nû nû hebûna kurdan tê pejirandin. Ya rasttir êdî nikarin tune bihesibînin, ji bo xwe mafdar nîşan bidin jî bi gotinên adeta henekên xwe bi mirov bikin dibêjin ma hîn çi dixwazin? Hîn jî bi sedan mirov ji ber bi kurdî axifîne, ji ber kurdbûna xwe eşkere kirine rastî pêkanînên dij mirovahî tên. Nikarin bi zimanê xwe xwe biparêzin, nikarin bi zimanê xwe perwerdê bibînin. Ma demokrasiya wan ev e?
Pêla berxwedaniyê roj bi roj belav dibe. Çanda berxwedaniyê ya ji destpêka dîroka tevgera azadiyê û heta roja me ya îro hemû êrîşên pergala hov vala derxistiye, ew matmayî hiştine û mîrateyeke bêhempa li pey xwe hiştiye. Niha ev berxwedaniya dîlên azadiyê, bi tevlêbûna 10 hezar kesî berdewam dike. Li qada sivîl, rojnamevan, siyasetmedar, hunermend û ji xwe gelê me piştgiriyeke mezin didin wan.
Biryardariya wan a di vê berxwedaniyê de hejayî hemû gotinên giranbuhaye. Lê tu hevokên xemilandi, tu hevokên wêjeyî wê nekaribe giraniya vê berxwedaniyê nîşan bide. Ji ber ku dema civatek ji bo bîr û baweriya xwe kêlî bi kêlî mirin dabe ber çavê xwe û bi biryardariyeke mezin vê berdewam dike, ji bilî rêzdariyeke mezin nîşandan û ji bo daxwaziyên wan pêk were li her qadê ala tekoşînê derxîne asta herî jor. Kolan bibe qada tekoşînê, bajar bibe kelehên serhildanê… Ji bilî van tu tevger an jî tekoşîn wê nekare bersiva berxwedaniya wan bide.
Girêdana wan a bi Rêbere Gelê Kurd dîsa ji aliyê Rêberê Gelê Kurd bi berxwedaniyeke heman rengî berdewam dike. Çawa ku heta xwestekên wan bi cîh neyê, derketine hevdîtinê jî bê wate ye, pêwistiyên wê jî pêk tînin. Ji ber pergala serdest û dagirker jî ji ber ev yek dîtiye êdî serî li her cure reşkirinê didin. Bûyeran berovajî nîşan didin û agahiyên dûrî rastiyan belav dikin lê demek pir kurt derbas dibe derewê wan derdikeve holê.
Hovitiya dagirkeriyê û faşîşmê çiqas mezin be jî hêz û mezinahiya tekoşîna azadiyê, berxwedaniya dîlên azadiyê û gelê me li her deverê ala tekoşînê bilind kirine, bilind dikin û wê bilind bikin. Ji ber ku li beramberî van pêkanînên hovane tenê bi berxwedaneke mezin dikare binbikeve û ew jî li hemû qadên tekoşînê berdewam bike.
Wê serkeftin a gelê me yê serî hildide be…
Wê serkeftin a gerîlayên azadiyê yên tekoşînê bilind dikin be…
Wê serkeftin a dîlên azadiyê yên bi canê xwe li berxwedidin be…
Rojên azad û serkeftî ji her demê nêztire…
Memyan Jiyanda
- Ayrıntılar
Ez û hevala Dorşîn em berbi dola Keşane ve çûn. Dola Keşane ne tenê bi daristan û ava xwe xemiliye, bi şopên xwe yên veşartî jî xemilî ye. Heyanî tu digihîje dola Bîtalma ava Keşane bi te re rê hevala. Dola Bîtelma jî dûv û dirêje. Hem daristanên wê hene, hem jî zozanên wê hene. Ew ava kaniyên wê jî, dilê mirov hînik dike. Hilkişandina Deriyê Dawetiyê li pêşiya me bû, eraziyê Deriyê Dawetiyê nêz dixuya, lê ne wisa bû. Bi gavên westiyayî em hilkişiyan Deriyê Dawetiyê, lê em bi wê westandine nehisiyan, bergeh û bedewbûna wî çiyayî wext nade te ku tu biwestê. Hîna em negihîştibûn ciyê yekîneya hevalan, heval ji dûrve dibînin em hildikişin Deriyê Dawetiyê. Piştî du demjimêran em gihîştin hevalan. Heval dizanin piştî wê westandine çayek vexwarin xerab nîne.
Yekîneyeke gelekî dêhna mirov dikişand, li ser hendefan dibezîn, liv û lebata wan moralekî mezin dida mirov. Her me dixwest em bi wan re têkevin nava xebatê de, lê destûr nedidan. Yekîneyeke zehf dewlemend bû, hevalên kevn û yên nû hebûn, bi giştî hevalên ciwan bûn. Hinek ji wan bi salan di şer de mane, hinek jî nû dikevin şer de û heyecana wê dijîn. Şên û şadiya hevalan diberiqî û me nizanîbû wextê me çawa derbas dibe. Bi roxmî ku di ciyê xwe de nedisekinîn û diwestîn, moralê wan di cî de bû. Dizanîbûn ji bona çi diwestin. Hemû lêhûrbûna wan li ser çalakiyan bû. Qereqolên dijmin kêlî bi kêlî çavdêr dikirin. Berpirsyara yekîneya Şehîd Xwînrêj hevala Nûjîn Ersî bû. Hevalên jin û hevalên xort çawa hevala Nûjîn didîtin digotin “hevala Nûjîn ka emê kînga çalakî bikin?” Ji bo tevlîbûna çalakiyan bi hev re diketin nava pêşbirkê de. Şensê wan hebû, berpirsyara wan hevaleke jin bû. Jixwe dema min bihîst hevaleke jin berpirsyara yekîneyê ye, heyecanek kete dilê min de. Ew yekîne gelekî nêzî dijmine, bi çavê xwe leşkerên dijmin dibînin û herdem lêhûrbûna wan li ser dijmine, ji ber vê yekê divê qomîtana wan di tektîk û şer de zîrek be, eger zîrek nebe û tecrûbeyên wê di şer de nebin, wê wendahî bidin. Gava ku ez hevalên jin weha zîrek dibînim ez hîn zêdetir bextewer dibim. Min her dixwest ez bi wan re suhbet bikim, şevtarîbû û me nikarîbû em suhbeta xwe bidomînin.
Nîvê şevê heyanî sibehê qereqolên dijmin derûdora xwe topbaran dikirin û hawan tavêjtin. Ji tirsa hevalan newêrin xewbikin. Di berbanga sibehê de min bi xwe jî meraqkir û ez çûm keşfê. Leşkerên dijmin newêrin tevger bikin, herdem di tirsa ku heval êrîşî ser wan bikin, dijîn. Erazî tarûmarkirine, girên derûdora xwe derbedar kirine û ziyanê didin gel. Gundê Roboskî û Bêcehê nemumkine ku jiber dengê hawan û obîsan aram bijîn. Qereqolên dijmin texmîn dikin ku bi hawan avêtine wê ziyan bidin gerila, lê weha nîne. Heval dema ku dengê hawanan nabihîzin dibêjin “gelo dijmin westiya ye, yan jî cepxana wan nemaye.” Birastî hawan û obîsên ku tavêjin, encam jê nagirin, lê dîsa jî eraziyê Qelaban topbaran dikin.
Em nêzî heftiyekê li gel yekîneya şehîd Xwînrêj man, em fêrî wan bibûn û me nedixwest em ji wan qutbibin.
Dûnya Cemîl
- Ayrıntılar
Tecrîda li Ser Birêz Abdullah Ocalan di meha 16an de ye. Hejmara dîlên di greva birçîbûnê de jî hewa kete 10 hezarî. Gelo hîna cihê gotinê maye?
----------------
Derew, nîq, xap û rîpên dewleta AKPê, pêjna dewsa mirinê gihandin devê deriyê her mala Kurd. Dewleta AKPê ku li ser bingeha şiltaqî, şov û rehîn girtina kurdan xanedaniya xwe didomîne, amurên siyasetê teva ji holê rakirin. Ji holê rakirina amur û alavên siyasetê wê bibe qirkirinek di zindanan de.
Zindan wek malên dewletê û ewlekariya dewletê têne binavkirin, kesên di van malan de dîl têne girtin, di her alî de û bi her rengî “eman-i amm” in. Ev “eman-î amm”, bi kanunên hundir û peymanên navneteweyî dibin parastinê de ne û mafê wan jî hatine kifş kirin. Lê dîroka dewleta Tirk di mijara “eman-î amm” de, xwedî bextreşî û rûrşiyek hetikberî û şermê de ye.
Lê serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdogan, ku di nava cehdeke “hirs-î pîrî” de tevdigere, doh bû, li Kizilcahamamê mikur hat û got; “tecrîda li dijî Birêz Abdullah Ocalan em dikine pratîkê”, berî wê jî li Berlînê, derewek ji qama xwe mezintir kir û got, “yek kes di greva birçîbûnê de ye.” Ev tê wateya ku gunehkariya li hemberî “eman-î amm” dike û di nava hêrseke “hirs-î pîrî” de ye. Lewma berî niha min ji bo wî gotina “Xanedanî Xan” bi kar anî.
Di civîna partiya xwe de, li Kizilcahamamê, tenê ew axivî û ha ha fetwayên kujerî û antî huquqî, antîd emokrtaîk û antî ademî dan. Hewqas mirovên di salona mezin de bi awirên vala û aşiq-î maşoqî li devê Erdogan nêrîn û weke “emrî-î çev/gidî” li ser kursiyên xwe rûniştin. Erdogan jî, ji aşûbajar da hev û car din gunehkariyên sedsalê rêz kirin. Ev gunahkarî jî, mixabin ji aliyê her kesê rûniştî ve wek “emr-î alî” hate erê kirin.
Di vê qonaxa ku cihê gotinê nemaye û pêjna dewsa mirinê li devê deriyê dilê her kurdî tê, şev û roja dayikên kurd, bûye “atêşiyan/dojeh” û di cênîkên her kurdî de qolincên ayijî/çirîskên êşê dijenin, lêgerîna riya sêyemîn ji holê rabûye. Gelê kurd, Haraketa Azadiya Kurd, siyaseta kurd her cûre riyên dilsozî bikaranîn. Di mitingan de, di meşan de, di parlamento de, li serê çiyan, di şeran de, di dadgehan de, di êşkencê de, di qirkirinên siyasî, kulturî de, di komkujiyan de, di nava ferfitandina çekên kimyewî de, dibin tecrîdên giran de, banga aştiyê, çareseriya demokratîk hate xwestin. Rojekê bi tenê, careke bi tenê jî kurdan şer nexwest û qîrên şer nedan.
Mixabin her bang û hewldana kurdan, bi operasyonan, bi şer û derew, nîq, şov û şerê psîkolojîk hate bersivandin.
Di greva birçîbûna ku di 12ê Êlûnê de hate dest pê kirin de, heta niha jî heman rêbazên derî ademî, derî exlakî, derî huquqî têne meşandin. Ev helwesta dewleta AKPê û îxanetkarê “eman-î amm” Tayyip Erdogan e û hîna jî berdewam dike. Piştî ku mêjî û bedena dîlên azadiyê, gihane qonaxa mirinê û amur û alavên bedena xwe, şanikên mêjiyê xwe winda kirin, “hirs-î pîrî” Tayyip Erdogan, serî li teşqelan dide û kîna di dilê xwe de, wek xwîna reş diverîşe.
Gelo daxwazên dîlên azadiyê ku, di şerê çil salî de, di rengê civaka kurd de wek sîstemekê derketine holê û cih cihan ketine pratîkê de, çima nayên dîtin, yan jî nayên fam kirin? Êdî xuya dike, vekirî tê dîtin ku, gelê kurd, hiyerarşiya hev-parastinê zemt kiriye, bi azadiya Ocalan re, bi mafên xwe yên rewa re kilît bûye.
Eger ne wilo be, 10 hezar mirov dikevine greva birçîbûnê? Eger ne wisa be, bi milyonan kurd li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat derdikevine kolanan? Ew gotinên di çarçoveya şerê psîkolojîk û teşqele de têne bikaranîn, weke “haraketê ferman daye, bi zorê ketine greva birçîbûnê” û hwd. têra veşartina rastiyê nake. Gotina “rim di çuwal nahile” bûye neynika pirsgirêka kurd. Ne Erdoganê ku her navê rûreşiyê li bejnûbala wî te û ne jî ew stratejisyenên ku bi nijadperestiya faşîzan bûne profesor dikarin vê rastiyê veşêrin.
Greva birçîbûna 10 hezar dîlên di zindanên Tirk de, ji nû de nivîsandina dîrokê ye, ji nû de ava kirina kelih û bircikên demokrasî ye û ji nû de erêniya nasname, îrade û nasandina gelê kurd e. Hêza tu kesî nîne ku vê rastiyê veşêre, yan jî reş bike .
Di vê qonaxa ku pêjna dewsa mirinê li devê deriyê mala her kurdî tê, bextreşî, telqareşî wê bibe toqê laneta di stuwê Erdogan û zadeganên ku her gotina wî weke “emr-î alî” dihesibînin.
10 hezar û pengava dîrokî ya dîlên azadiyê, navê jiyana azad û bi rûmet in.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 12’ê Mijdarê de li navçeya İskenderun a Hatayê li dijî zozanên bajaroka Haymaçinar ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonêk hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar