Dunya Pale
Gerîlaya Kurd Xurbet Şirnex bûye qurbanê koçbertiyê û li Mexmûrê mezin bûye. Bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Ebdulah OCALAN bandor dibe û tevlî nava refên gerîla dibe.
Xurbet Şirnex ya bi navê Xurbet Îlhan sala 1983 an de li Şırnexê hatiye dinê. Tenê heşt salan xwendıye û ji ber zordariya dewleta Tirk malbata wê naçar dimînin koçber bibin. Xurbet di temeke biçûk de bi birçîbûn, zor û êşan re rû bi rû dimîne. Ew êşên penabertiyê wê fêrî gelek rastiyan dike. Di dilê wê de hestên tolrakirinê derdike pêş. Ew zordariya dewleta dagirker a tirk li ser serê wan daye meşandin, napejirîne û herdem fikra tolhildanê mezin dibe. Di malbata wan de gelek xort û jin din ava tevgera azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane. Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Rêber APO dîl hate girtin, Xurbet nikare vê yekê bipejirîne û tevlî nava refê gerîla dibe. Perwerdeya xwe ya yekemîn li Qendîl dibîne. Bi pêşniyarê xwe di sala 2003’an de derbasî herêma Zagrosan dibe.
Zagros Perçek ji canê wê ye
Gerîla ya Kurd Xurbet ji sala 2003’an hetanî jiyana xwe ji dest dide li herêma Zagrosan dimîne. Herî zêde li Çarçela dimîne. Gerîlatiya Çarçela jî hêsan nîne û vîneke mîna pola dixwaze. Tevî ku fizîka wê lawaze jî lê tu carî ji çûyina wezîfeyan û çalakiyan qut nedibû. Hezkirina wê ya ji Çarçela hêzeke mezin dide wê. Hemû hevalê wê vê girêdana wê ya bi Çarçela dizanin. Demeke dirêj li Zagrosan li Çarçela mabû, gelek caran hevalê wê dixwestin wê bişînin perwerdeyê lê wê ji ber qutbûyina ji Zagrosan ev yek nedixwest. Hevala Xurbet dema tiştek bianiya ser ziman an jî ji tiştekî bawer kiriba ne pêkan bû tu kes bi wê paş de gav bide avêtin. Gelekî dixwest biçe bakur lê ji ber di malbata wan de şehîd û tevlêbûn pir bûn bi niyeta parastinê nedihat şandin. Lê belê wê ji ber vê helwesta hevalan xwe qane nedikir û digot “Ez ji bo azadiya xwe hatime çiyan, ne ji bo malbata xwe hatime. Ger ku malbatê bedel dane ji bo xwe dane ne ji bom in dane. Pêwîste ez ji bo azadiya xwe tekoşînê bidim meşandin. Wan ji bo azadiya xwe tekoşîn kirin.” Di heman demê de Şehîd Xurbet gelek hestyar û bihistyar bû. Tu car nedixwest tu kesî bişkîne. Penabertî û şehadeta hevalên wê wê gelek hestyar kiribû.
Gerîlaya Xurbet di sala 2008’an de diçe Akademiya Mazlûm Doxan û piştÎ perwerdeyê cardin vedigere herêma Zagrosê. Di 21’ê Îlona sala 2009’an de li Geverê di pevçûneke bi leşkerên artêşa dagirker re tevlî nava kerwanê şehîdan dibe. Hevala Xurbet di himbêza Zagrosan de şehîd dikeve û heta şahadeta xwe jî ji Zagrosê qut nabe…
- Ayrıntılar
Sala nû bi xwe re ji gelek pêşketinên nepenî re avis e. Lê nêrîna hevpar ew e ku wê pir dijwar derbas bibe. Di vê dijwariyê de kî berxwedaniyeke xurt nîşan bide bêgûman wê ew serkeftî be. Him Tevgera Azadiya Kurdistanê him jî wê dewleta dagirker hemû hêza xwe bixe meriyetê. Ji niha ve diyare wê bibe saleke fînal. An wê hevkariya AKP û cemaata Gulen ku ji niha ve hemû rê û rêbazên şerê qirêj, taybet û psikolojîk di asta herî jor de xistine meriyetê bin bikeve an jî wê dîrok şahidiya berxwedaneke mezin bike.
Gelek mijar hene tenê ji aliyekî tê dîtin. Heta ji hemû aliyan neyê lêkolînkirin û lêpirsin ne pêkane ku rastiya wê were famkirin. Êrîşeke dijwar heye. Her cure şêweyên faşîzan di meriyetê de ye. Lê çima ev ruyê xwe yê rastîn di vê pêvajoyê de derket holê? Divê tehlîla vê yekê baş were kirin. Hukumeta AKP’ê ji roja hatiye ser kar, her dem gotinên azadî, demokrasî û wekheviyê di nav lêvê xwe de kirine benîşt û bi vî rengî him pirsgirêka salan taloq dikir him jî serweriya xwe ya li ser hemû saziyên dewletê gav bi gav dirêsa. Ji bo vê jî her cure rê ji xwe re rewa didît.
Lê gelê me bi serhildan û berxwedana xwe ruyê wan ê rastîn derxist holê û hîn ji zû ve navê munafiq li Erdogan kirin. Ev rastiyeke berbiçav e. Lê çima îroj ruyê xwe yê rastîn nîşan da? Di qada siyasî de bi hezaran kes bi hincetên vala û pûç girtin. Êrîşên li dijî gelê Kurd di asta komkujiyê de pêk anîn, li dijî herêmên gerîla bênavber êrîşên xwe domandin. Her roj rayedareke wan dibêje em ê wan biqedînin. Ya rast ew jî dizanin vê tekoşîna nêzî 40 sale li ser piyaye û her roj bi berxwedana bê hempa mezin dibe, nikarin bin bixînin. Lê bi nûçeyên derew û dûrî rastiyê dixwazin raya giştî bixapînin.
***
Pirsên rast mirov dibe encamên rast. Ji bo vê jî divê mirov baş fambike ka ev êrîşana bi taybet jî çima di vê pêvajoyê de gihîşt asta herî jor? Bersiva vê yekê di berxwedaniya bêhempa ya Rêberê Gelê Kurd Rêbar APO de veşartiye. Ji ber vê ye ev nêzî 6 mehe nahêlin bi malbat û parezerê xwe re hevdîtinê lidar bixe. Rêberê Gelê Kurd di hevdîtina xwe ya herî dawî de gotibû “Bila her kes bizanibe; “Ocalan êdî dawîn li bikaranîna taşerontiyê dike, êdî destûrê nade vê” Cardin bi hevoka dihat heman wateyê got:” Ji niha û şûn ve di van mercan de ez nîn im. Di nava xwe de li hev dikin bila li hev bikin, şer dikin bila şer bikin, ez têkildar nabim. Ku bê xwestin ez erka xwe bilîzim, divê şertên min ên; “Tenduristî, ewlekarî û bi azadî tevgerandinê” bên cî! Ev her sê şertan ku bikaribin pêk bînin, ez ê bidomînim. Ku herdu alî jî di mijara erka min de li hev bikin, ku qada tenduristî, ewlekarî û bi azadî tevgerînê pêk bînin, ez ê jî erka xwe bilîzim. Ku nikaribin van mercan pêk bînin, ez zêdetir nikarim bidomînim.”
Divê mirov van nîrxaninên Rêber APO yê di hevdîtina xwe ya di 27’ê Tîrmehê de destnîşan kiribû baş fam bike. Ev ragihandina destpêka berxwenake dîrokî ye. Ev bilindkirina berxwedaniya 12 salan bû. Îlankirina yekane riya tekoşînê bi berxwedanî bû.
Ev dawî anîna li polîtîkayên mijûlkirinê, hewldanên yekalî bû, niyeta rastîn a hukumetê eşkerekirin bû. Ji xwe pêvajo Rêberê Gelê Kurd Rêber APO piştrast kir.
Niyeta Hukumetê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd nebû. Tu amadekarî û planên wê yê çareseriyê nebû. Tenê tiştê heyî, xapandin, xwesteka tesfiyê û hilandin bû tiştê ji bo Kurdan rewa dihat dîtin.
***
Gelek caran Rêber APO ji bo komkujiyê hişyar kir, gelek caran pêwistiya rêxistinê û xwe parastinê anî ser ziman. Dîrok careke din wî piştrast kir. Hişyari yê wî çiqas di cîh de ye derket holê.
Di komkujiya Roboskiyê de bi qetilkirina 34 ciwanan de ev derket holê.
Bi girtina sedan siyasetmedar, rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar, zarok, jin û ciwanan ev îspat bû.
Li dijî gerîla di şert û mercên zivistanî de bi awayekî hovane li hemû qadan bi hemû teknîk û teknolojiya di dest de, li gel hemû rêbazên qirêj êrîşên dijwar lidarxist.
Bi vê jî tehemmula wan a li beramberî Kurdan careke din xuya bû.
Ev hemû pêkanîn ji ber li dijî helwest û berxwedana mezin a Rêber APO naçar mane hate kirin. Ji ber nekarin bi hezar dek û dolaban Rêberê Gelê Kurd bixapînin hevdîtin qut kirin.
Li hember berxwedana Rêber APO matmayî mane. Ji ber ku di wan şert û mercan de tu mirov nikare ew qas dem dirêj li berxwe bide. Ne tenê berxwedane ev;
Hemû lîstokên neyaran vala derxistine, bêbandorkirina komplogeriyê ye, şoreşa hişmendiyê bi wan derfetên herî kêm de, di nava tecrî dê de afirandine.
Ji ber vê berxwedanê ye ev êrîş û hovitî. Ev harbûna wan ji ber neçariya wan a li himber hêza Rêber APO ye.
***
Destpêkê xwestin Rêber APO û Tevgera Azadiyê ji hev dûr bixînin û bi vî awayî tesfiyê ferz bikin. Bi ser neketin.
Xwestin gel ji Rêber APO sar bikin, ji bo Rêber APO hezar derew û heqaret kirin, nekarîn girêdana gel a bi Rêberê xwe qut bikin.
Dema hemû hewldanên wan bêencam ma, xwestin bi jahrdayinê bi awayekî fîzîkî wî tune bikin, lê leystokên wan bi berxwedana gel û gerîla vala hate derxistin.
Belê sala 2012’an ji berxwenake dîrokî, ji serhildanên bêhempa, ji afirandina nîrxên pîroz re avis e. Derveyî vê tu rê jî nîne ji xwe. Li beramberî berxwedana dîrokî ya Rêber APO tu bijareyên din nîne.
Ne ji bo gelê Kurd heye, ne jî ji bo gerîlayê azadiyê heye! Yekane rê berxwedan e, rêxistingeriye.
Ev deynê me ye; li beramberî berxwedana Rêber APO tişta em bikin, nîşandayina berxwedaneke dîrokiye.
***
Lê divê ev baş bê dîtin û lêpirsin. Bertek û çalakiyên em lidardixin di vê astê de tu car ji berxwedana Rêber APO re nabe bersiv. Bi çalakiyên rojane, bi daxuyaniyê çapemeniyê, bi protestokirinê mirov nikare vê salê bike sala serkeftinê. Gelê Kurdistanê û berxwedana wê çawa ji şoreşên gelên rojhilata navîn re dergûşî kiriye divê li welatê xwe jî vê şoreşê avabike. Bi berxwedan û tekoşîna xwe bi serhildanên girseyî yên bênavber divê li dijî komkujî, girtîn, çewsandin, zext û êrîşên hovane derkeve û azadiya xwe bi tekoşîna xwe biafirîne. Wê wusa hêjayî berxwedana Rêber APO bibin. Wê bi vî rengî ala berxwedanê ya Rêber APO bilind kiriye bi wate bikin.
Cardin erkeke mezin dikeve ser milê gerîla jî. Weke berê bi tekoşîn, berxwedan û şereke navîn ev pêvajo ber bi serkeftinê venaguhere. Tişta pêwîste bê kirin heta dawî tekoşîn û berxwedan, li her qadan bi hevgirtî bi çalakiyên encamên xurt lidarxistine. Li gor rêgeza 24. Saetan gerîlatî divê tevbigere û berpirsyariyên xwe yê dîrokî bi cîh bîne.
Memyan Jiyanda
- Ayrıntılar
Jiyana gerila dibe ku herkes meraqdike û lêgerînên gelek kesan hene, lê belê ya girîng ewe ku mirov pey lêgerînên xwe bikeve û devjê bernede. Lêgerînên bê armanc tenê mirov dikare jê re bibêje serpêhatî. Serpêhatî ruhekî hestewer e, gava ku ev ruh neyê avdan bi zeman re wê ziwa bibe, ji ber vê yekê tişta ku vî ruhî avbide û zindî bihêle, gerilayetî û şoreşgertî ye. Şêweyê jiyana gerila, mekanê ku tê de jiyandike û şertên wê herdem serpêhatiya mirovan xwedî dike. Bi vê mijarê ve girêdayî ez dikarim bibêjim dîtine ziraviyên jiyanê bi nêrandina mirovan re girêdayî ye. Her ku ez li çiyan kevn dibim, mejiyê min fereh dibe, ez rastiyan dibînim û hinek hestên ku min ti carî jiyan nekirî ez dijîm. Çima ez vê yekê dibêjim? Min 15 salan jiyaneke ku pergala desthilatdar dida meşandin, jiyankir. Exlaqê ku min ji civaka xwe girtî heye, lê belê di heman demê de pergala desthilatdar bi rêya sazî û çapemeniya xwe destê xwe avête mejî û dilê min. Min kînge ev rastî dît û derxiste zanebûne, piştî ku ez hatim çiyan. Hatine çiyan û gerilayetî kirin; gava ku hinek ciwan dibihîsin, li ber çavên xwe gelekî zor dibînin û bawerî nadin xwe ku tevlî bibin. Raste li çiyan jiyankirin zor û zehmete, lê belê pêwîste mirov bipirse, di kîjan hêlê de zor e? Ji ber ku min ev derûnî jiyankir, ezê bersiva vê pirsê bidim. Heyanî ku fîzîka min fêrî çiyan bû, min zorî kişand, lê belê ji wê girîngtir min di milê kesayet de zorî kişand. Pîvanê hevaltiyê, ji xwe razîbûn, hevalên xwe biçûk dîtin, ji rastiya gelê xwe dûrbûn, û li gorî xwe nêzîkatî, ez gelekî astengkirin. Bi taybet di mijara emir û talîmat de min gelekî zorî dikişand. Dibe ku hûn bibêjin çima ev zor û zehmetî? Ezê bibêjim hinek taybetmendî û exlaqên ku min ji pergala desthilatdar girtibûn, min begem dikirin û zerara wan nedidîtin. Çima tu hevalên xwe biçûk bibîne? Tiştekî min ji yê hevalê min baştir nîne, yan jî min qehremantiyeke mezin nekiriye ku ez bibêjim, ez ji hevalên xwe çêtirim. Pîvanê vê rêxistine eve; tu çiqasî xizmeta Rêber, gel, rêxistin, heval û jiyanê bike tu ew qasî miroveke welatparêz e. Ji bona ez bibim miroveke welatparêz û xizmeta ciwanên Kurd bikim, ez niha dixwazim rastiya jiyana çiyan bi we bidim naskirin. Her ku min rastî didîtin û ez kevndibûm, min ji xwe re digot “ min çima 15 salên xwe vala jiyankirin, pêwîst bû ez zûtir tevlî nava refên gerila bûbame.” Gelo hûn jî meraq nakin vî hestî jiyanbikin?
Cudahiya Di Navbera Hevaltiya Çiyan û Pergalê De
Dibe ku hûn ji vê pirsê biyanî nînbin, û we hevaltiya PKK ê bihîstibe. Li gorî nêrîna we tenê bihîstin têrêdike ku mirov hinek rastiyan hisbike û moral jêbigire? Li gorî nêrîna min têrê nake, zarokeke ku di hembêza dayîka xwe de xewnekiribe û ji nêzde pê re jiyan nekiribe, nemumkine ku tu nirxê wê dayîke hisbike. Mirovekî ku di bexçekî de hewl û ked nedabe; dibe ku bedewbûna wî bexçî hisbike, nemumkine. Ma ne wisa ye? eger ku tu hevaltiya PKK ê jiyan neke; dibe ku tu nirxê wê hisbike? Bila bersiva vê pirsê ji we re bimîne. Bê ked tu nikare hevaltiya PKK ê hisbike. Ji ber vê yekê cudahiya di navbera hevaltiya PKK ê û pergalê de heye. Di civakê de çiqasî têkiliyên te sexte be, kesek te lêpirsîn nake û hesab ji te naxwaze, lê belê di nava partiyê de tu dengê xwe li ser hevalê xwe rabike, ji te re nayê pejirandin. Lêgerînên ciwanan pêwîste wan ber bi jiyaneke weha ve bibe, wê demê lêgerîn dibin xwediyê wate.
Dunya Cemîl
- Ayrıntılar
Piştî desthilatdariya AKPê, nexweşiya nijadperestiya Tirkîtiyê dijwar bû û weke tehlokeya kesk bû “şewba mirinê.” Pêşî hoceefendiyê bê sertifîqe “Fetul-mûnkîr” fetwa qirkirina kurdan da.
Demên berê dema fetul-munkîrekî, derbarê jiyana rojane de, derbarê zanista civakî û tevgera rojane de fetwayek, hadîsek digot û nirxandinek dikir; feylesofên dewletê û derveyî dewletê li Tirkiyê qiyamet radikirin. Li gorî zanista modern û şaristaniya hemdemî, ew mele, hoce-efendî, şêx û ulemayê olî rezîlûrûswa dikirin.
Gelek caran zanîngehan jî, bi awayekî fermî û wek biryargeha civaka zanyarên
wê zanîngehê beyanat didan û dijberiya xwe dianîne ziman.
Ev dengên li dijî paşverûtiyê, di nava civakê de bi xweşbînî dihatin pêşwazî kirin.
Piştî fetwa Fetul-munkîr, ku qirkirina gelê kurd da û rondikên nijada-kesk barandin, ez jî û gelek kesên din jî bendeyî dengekî bûn, ku ji zanist, feylesof û zanîngehên wek derguşa zanistê têne dîtin derbikeve.
Balkêş e ku, vê carê dengê feylesofên dewletê û li derî dewletê, ne li dijî Fetul-munkîr, ligel Fetul-munkîr derketin.
Kesên xwedî “tîtra prof.”tiyê, mixabin sê gavan li pêşiya fetul-munkîr beziyan û fetwa qirkirina gelê kurd, bi çend rengên cûda dan.
Yek ji van feylesofê ku li hemberî herka dîrokê dest bi avjeniyê kiriye Prof. Anil Çeçen e. Ev zat-i munkîr, ku di Zanîngeha Huquq de, dersên mafên mirovan dide, pêşniyazeke ji ya Fetul-munkîr dijwartir da Komisyona Mafên Mirovan ya Parlamentoya Tirkiyê.
Dema ku min, agahiyên derbarê pêşniyazên Prof. Anil Çeçen de xwendin, salên 1935an û biryarên Mussollînî li Îtalya û biryarên Hîtler li Almanya, yên derbarê planên“Nıjad û Nijadperestî” de, didan anîne bîra min.
Prof. (!) Anil Çeçen, di dema ku komkujiya 35 ciwanên Kurd li gundî Roboskî, di Komsiyona Mafên Mirovan de dihate axaftin de, pêşniyazeke wiha dike; şerên li Başûr û Bakurê Kurdistanê, pêl û pêşengên şerê giştî ne. Em nikarin di çarçoveya mafên mirovan de û şerê dijî terorê de bibînin. Ji aliyekî ve gel sloganên “tolhildanê” diqîre, ji aliyê din ve, şaredarên herêmê “yekîtîya şaredariyan” sazkar dikin. Eger Tirkiye dewletek be, dive pêdiviyên dewletî bîne cih û van hewldanan wek şerê destpêkê binirxîne û “huquqê şer” bikar bîne.”
Di nava “huquqê şer” ku Prof. (!) Anil Çeçen pêşniyaz dikê de, rê û rêbazên Mussolînî û rêbazên Hîtler yên “şerê nufusê” jî hene. Ev pêşniyaza xesandina mêrên Kurd e û bêdunde kirina jinên Kurd e.
Reşbînê Anil Çeçen, ji bo heman mijarê, ji rojnameya Radîkal re diaxive û dibêje “mafên mirovan, di hoy û mercên normal de, dikarin werin rojevê. Di şeran de, “huquqê şer” dikevê pratîkê û xala Peymana Mafên Mirovan ya Gerdûnî, ku dibêje “Tu kes bi keyfî nikare werê sergom kirin” red dike.
Hitler û Mussolînî jî dema ev kiryar kirin pratîkê, hewldanên xwe “serketina li hemberî dîrokê” binav kiribûn. Ev, pêşniyaza “nufus û biyolojî” ji aliyê zanistekî Tirk ve û di rengê çareseriya pirsgirêka Kurd de, tê kirin û dixwaze ku nijada Tirk biparêze û serdestî nifşên din bike. Yanî nijadperestiya li ser bingeha faşîzmê dike.
Profê nijad-ul munkîr, pêşniyazeke din dike û dibêje; “Li kû cihî çalekiyek girseyî hebe, bi riya peykan, cihê wan werê kifş kirin û fuzeyekê biavêjin wir. Heta ku şerê terorê werê şikandin û ji holê werê rakirin, ev rêbaz dikare werê bikaranîn.”
Balkêş e ku, prof.ên Tirkiyê, wezîrê edaletê yê kevin û parlamenterên Tirk, ne li dijî gotinên Prof. (!) Anil Çeçen in; li dijî pê,niyaza “huquqê şer” û li dijî, pêşniyaza bikaranîna “Peymanên Cenewre” derdikevin. Vê dijberiyê jî, ji bo ku PKKe nebê alî û wek dewletekê neyê qebûl kirin û girtiyên azadiyê jî, weke girtiyên şer neyên hesibandin, dikin. Pêşniyazên qirkirina Kurdan erê dikin, lê ne di çarçoveya “huquqê şer” de.
Cûdatiya zihniyeta Prof. (!) Anil Çeçen de, siyasetmedar, huquqnas û siyasetmedarên Tirk jî, di cûdatiya “disîplîna şerê qirkirinê” de cûda dibin. Lê di pêkanîn û pratîkê de cûdatî nîne.
Gotinên destpêkê û helwesta feylesofên dewletê û derî dewletê, zanîngehan û ulema zanîngehan, tê wateya ku, kefikên mîzêna jiyana Tirkîtiyê, ji nijada spî, ber bi nîjada kesk giran bûye. Vê reşbînîya ku wê di paşerojan de bibe şermezariya mirovahiyê, di çarçoveya “edebiyata siyaseta-gel” de didin. Ev navê reşbîniya civakî, yanî “îstîbdada sosyal” e û civakê, jiyana azad û demokrasî dikuje.
Prof. (!), huquqnas û siyasetmedarên Tirk, piştî 80 salên ku “nîjadperestiya spî” enjekteyî bedena gelan kirin û bi deh hezaran kes, ji “nufusa-biyolojîk” derxistin, di kirasekî cûda de, helandin, tune kirin. Îro reng guhertiye û dibin pêşengiya AKPê de, bi riyên fetul-munkîrî û zanist-î munkîrî de, li dijî gelê Kurd, (di heman demê de li dijî gelên din) jî, tê meşandin.
Di dema ku Prof., siyastemedar û huqunasên Tirk, fetwayên qirkirina Kurdan dinirxandin, li dora Zindana Amedê, hestiyên kuştiyên Kurd dihatin dîtin. Ev tê wateya ku, li Tirkiyê nexweşiya Tirkîtiya nijadî, gihaye qada herî dijwar û tehloke. Ev jî, faşîzm e û yek kanunê nas dike. Kuştin û tunekirin. Desthilatdariya AKPe jî, bi baweriya “hikmet-î hukumet” haraket dike, bi fetwayên olî, qirkirinê bi teyit kirina zanista hemdemî qirkirina gelê Kurd rewa dibîne.
Faşîzmê jî reng guhertiye û bi riyên meşrû, yanî bi hilbijartinan tê ser desthilatdariyê û dibin navê parlamenterîzmê de, karê xwe dimeşîne. Li Tirkiyê jî, dibin pêşengiya AKPê de, faşîzmeke modern tê meşandin.
Di faşîzma modern de, gotin teva “îdeola şikeftê” ne û di çerçoveya derew, ragihandinên asparagas, wajî kirin, demagojîk de têne bikaranîn. Yanî bi perdeyek mijûmoranê pêçayî ne. Ev faşîzm, bi devê kesên weke pêşengên oldar, zanist, pisporê huquq û siyasetê têne naskirin jî, tê meşrû kirin.
Li Tirkiyê jî, ev bextreşiya kujerî, hetikber û şermezar heye.
Medenî Ferho
- Ayrıntılar
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan
Rastiyeke hevpar a zanista dîrokê li ser vê mijarê li hevkiriye, şoreşa çandinî û gund a Neolîtîkê şoreşa destpêk û herî mezin e. Êdî mijareke tê zanîn, li Mezopotamyayê li quntarên rêzeçiyayên Zagros-Torosê li her du aliyê çemên Dîcle, Firat û Xabûrê pêşketiye. Ev şoreşa jiyana kolektîf û bi hişmendî ya civakê îfade dike, mirov weke destpêka civakbûyina komunal a xwezayî bigre dest wê nêzîkatiyeke cîh de be. Çavkaniya bingehîn a hemû şaristaniyên pişt re derketine, şoreşa neolîtîke.
Ji ber hîn mêtingerî û armanca serdestiya mirovan li ser hev di civaka neolîtîk de pêşneketiye, şer û çanda zorê nîne. Nebûna serdestî û mêtingeriyê, ji bo berhevkarî hevkar be, hemû civak xwe ji vê berpirsyar dibîne ji bo pêwistiyê bi şer û çanda zorê nebîne têrê dike. Her tiştê xwezayê zindî dîtin, ango weke xwe dîtin, deriyê jiyaneke bi xwezayê di nava hevsengiyê de û bi hev re jiyankirinê vekiriye. Mirov dikare bêje ku şerê destpêkê yên mirovên civaka xwezayî tekoşîna jiyanê ya li dijî ajalên dirînde ye. Ev tekoşîna ji bo xwe biparêze dide ne ji bo serdestiyê, ji bo jiyana xwe berdewam bike dide. Ev nêzîkatî xwesteka parastinê ya her zindiye û bingehê feraseta parastina rewa ya di roja me de ava dike. Di rastiyê de parastina rewa di asta navnetewî de weke zagona mafeke gerdûnî cîh digre, di çavkaniya wê de pêwistiya xwesteka xwe parastinê heye. Ji bo vê jî parastin ji bo hemû zindiyan ji bo berdewamkirina jiyanê sekneke pîroz hatiye dîtin.
Daneyên –belgeyên- dîrokî yên heta rojame eşkere bûye, nîşan dide ku Kurd yek ji gelên herî kevn ê Mezopotamyayê ye. Ji ber mijara me ya girîng ji bo Kurdan ji civaka xwezayî û vir ve xwedî reflekseke parastinê ya çawane. Cardin nêzîkatiyên şaristaniyên çînî û beramberî vê sekna berxwedanê bi kîjan rêbazan meşandiye?
Psikolojî (derûnînasî) û zanistên civakî behsa bandora diyarker a hawirdorê (xwezayê) ya li ser çand û tevgerê mirovan dike. Ev tespît encamên di dema klan û etnîsîteyan dihate jiyankirin rastiya vê nêzîkatiyê nîşan dide. Di vê wateyê de dema mirov taybetmendiyên Kurdan dinirxîne, mirov erdnigariyê û bandora erdnigariyê afirandiye lêkolîn bike wê gelek sûdewer bibe. Wê demê em li rawestgehên girîng ên pêşveçûyinên dîrokî yên forma civakî binerin.
Forma jiyana civaka xwezayî bi rengê klanê rêxistinbûyine. Rengê jiyana xwe dispêrê behrem û berjewandiyên civakî, xwe dispêrê rengeke komunal. Amûrên berhemdariyê, cûreyên nebat û sewalan, jiyana bi axê ve girêdayî, forma jiyana li derdora dayik – jinê pêş dikeve sekneke aştiyane pêwist dike. Berjewendî û sûdeweriya civakê li ser her tiştî tê girtin. Çavkaniya baweriyê dispêrin diyardeyên xwezayê. Van hemû diyardeyan pêwîstî şerkirina bi hev re nabîne, zêdetir şêweyeke jiyana aştiyane îfade dike.
Ji bo civaka Kurdan tê gotin di gelek qadên jiyanê de bandora serdema neolîtîk heye, ev nêzîkatî ne şaş e. Bi rastî jî gengaze ku mirov di civaka Kurd de gelek tevger û şêweyên ji serdema neolîtîk maye bibîne. Dema civak bi kûrahî hate lêkolîn kirin wê ev rewş bi awayeke zelal bê dîtin. Mirov dikare bêje forma civakî ya hişmendiya Kurd heta roja me cihana bawerî û jiyana wê diyar kiriye. Ev hişmendî ew qas di cewherê xwe de bi cîh kiriye ku li kêleka wê şaristaniya bajêr a di Mezopotamyaya jêrîn de pêşketiye pêwîst nedîtiye xwe nêzî wê jî bike. Ji xwe şaristaniya bajêr a Sumeran li ser nîrxên neolîtîk ê di Mezopotamyaya jorîn hatiye afirandin pêşketiye. Hemû amûrên ji bo mirov karibin jiyana xwe ya bi hişmendî berdewam bikin di vê serdemê de bi zîrekî û heyecaneke mezin hatiye afirandin. Yekane jêhatîbûna rahibê Sumeran van di konaxeke jortir gihandiye hev û weke “pergala pîroz” mirov xapandine.
Sedemê tevlênebûyîn û rêz nedana Kurdan a vê pergala pîroz a li kêleka wan pêşketiye çavkaniya xwe ji taybetmendiyê civaka xwezayî ya pêşxistiye digre. Civakeke mazûbanî ji avabûyineke orijina bi heyecan pêşxistiye texlîdê wê têr nabe û eşkereye ber bi texlîdan ve naçe. Kurdên çanda orjînal û bê serdestî ya şoreşa Neolîtîkê jiyan dikir nayê hêvîkîrin ku tevlî şaristaniya berowajî wê pêşdiket bibe. Ji ber ku diznanîn ku çîna jor a li bajarên Sumeran pêş dikeve xwe di qatê “xweda” de bi cîh dike û pîroz dike, hemû civakê jî di dixwaze di çarçoveya “pergala bendeyan (evdan – qûl) avabike.
Herweha ji ber van rewşan piştî van pêvajoyên dîrokî jî Kurd ji jiyana bajêr dûer sekinîne. Her ku bandora hilandinê ya bajêr tê dîtin, girêdana wan a bi herêmê çiyayî yên welatê wan zêde dibû. Lê dûrbûyina Kurdan a ji bafêr nayê wê wateyê ku tu carî şaristaniya bajêr ava nekiriye. Gelek daneyên xurt heye ku Kurdan di dîrokê de gelek şaristaniyên bajêr ava kirine.
Di vê serdemê de klan û qebîleyên Kurd ên di erdnigariya Kurdistanê de ji bo bîranînê xwe yê jiyana civaka xwezayî zîndî bihêlin ketine nava gelek hewldanan. Gelek kesên dixwazin erdnigariya wê ya xwedî gelek çavkaniyên dewlemende bixin bin serweriya xwe. Ev rewş nîşan dide ku wê erdnigariya Kurdan ji çar aliyan herdem rastî êrîşa were. Herdem bi êrîşa re rû bi rû mayin dibe sedem ku wan ber bi lêgerînên cûda ve bibe. Pêşketina konfederasyonên eşîran û pergala eşîrî ku ji klan û qebîleyan pêk tê xwe dispêre vê rastiyê. Di wê serdemê de bingehê eşîr û konfederasyonên eşîran ew qas xurt hatiye avêtin ku di roja me de jî weke formên civakî ên bandora xwe berdewam dikin. Tê famkirin ku ev rewş hîn zêdetir bi bandora refleksa xweparastinê pêşketiye. Wateya siyasî ya vê avahiyê hevkariye, wateya wê ya aborî hevgirtine, wateya wê ya leşkerî jî di xeta parastina rewa de li ser parastina etnîsîteya Kurd hatiye ava kirin.
Eşkereye ku derbasbûyina forma civakî ya bi rengê federasyona eşîran wê bibe destpêka serdemeke nû. Tê hêvîkirin forma federasyona eşîran wê di jiyana civakê de veguherînên bingehîn pêşbixe, di stratejiya parastinê de avabûyinên nû pêşbixe. Lê belê ne mezinbûna gefxwarinan –tehdîdan- xetereyên –tehlûkeyên- bi karakterên cûda derdikevin pir alîne. Eşîrên bi van xeteriyên gelek alî rû bi rû mane, eşkereye ku bi tena serê xwe nikarin di nav van sînorên teng de ji bin rabin. Ji ber vê jî hevgirtin û şêweyeke parastinê ya hevpar xwe weke naçariyeke nebe nabe ferz dike.
Civakên mirovan ê di erdnigariya Rojhilata Navîn û cihên cîhanê yên din, di nava pergala koledar a bi hişmendiya mîtolojîk hatiye hûnandin, hatin hilandin. Kurdan jî di çiyayên xwe yê azad de ne fermî be jî bi awayekî fîîlî konfedarasyoneke eşîran pêş dixînin. Dîrok gelek daneyên girîngd dide me ku eşîrên Kurdan serdema koledar pir zêde jiyan nekiriye. Wateyên sosyolojîk ên girîng ji bo etnîsîteya eşîrên kurdan serdema koledar jiyan nekiriye heye.
Pêşketinên di asta fikr, jiyan, xweza û hişmendiyê de hate jiyandin, di qada şer de jî xuya kiriye. Nemaze –bi taybetî- di konaxa Asûriyan de hişmendiya dewletparêz-desthilatparêz bi pêşketina zanista şer ve di heman demê de bi awayekî sîstematîk jî belavbûyina wê pêşketiye. Dem dema derbasbûyina vê pergalê bir bi belavbûyina (emperyal) kevnar e.
Beramberî vê di nav civakên Aryên ê li Bakur in Zerduştî ya xawên –erdem- ên mirovatiyê hîn zêdetir bilind dike pêşdikeve. Zerdeştî di heman demê de bûye berxwedaneke li dijî koledariyê û felsefa hêbûnê. Di dîroka mirovahiyê de cara yekem weke nêzîkatiya destpêkê ya yek xwedayî derketiye holê bandoreke mezin diafirîne. Zerduşt, di nav civakê de pergaleke nû ya sincek –exlaq- daye rûnişkandin. Di bingehê wê de tekoşîna din av tarî û ronahiyê, başî û xerabiyê heyeû ji azadiya vîna mirovan bawer dike. Li ser vê bingehê xweda-qralên mîtolojiya Sumeran afirandiye lêpirsîn dike. Li gel baweriya ji afirîneriya takekesî ya mirov, xerabiyê jî napejirîne. Bendetiyê –ewditiyê- red dike. Lê belê Zerduşt hîn zêdetir çavkaniya xwe ji kur ve ji senteza çanda Arya û Sumeran digre. Sedema dîrokî ya pejirandina felsefeya Zerduşt a eşîrên Kurdan, ji ber Zerduşt çanda û hişmendiya neolîtîkê li gor demê li hev aniye. Yek ji sedemên herî girîng ê xwedîderketina li felsefeya Zerduşt a etnîsîteyên eşîrên Kurdan jî ev e.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Me di daxuyaniya xwe ya di 8’ê Çile de dabû xuyakirin ku li navçeya Dersimê Pulumurê 7 rêhevalê me gihîştiye şahadetê. Me nasnameyên 5 rêhevalên xwe bi gelê xwe re parve kiribû.
- Ayrıntılar
Basına ve Kamuoyuna!
14 Ocak günü 14.00-18.00 saatleri arasında Medya Savunma Alanlarına bağlı Zap’ın Kunişka alanı, Kunişka Vadisi, Mêzê Köyü ve Ava Basya alanlarına yönelik olarak işgalci TC ordusu tarafından havan ve obüs saldırısı yapılmıştır.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 14’ê Çile de di navbera saet 14.00-18.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Kunîşka, Geliyê Kunişka, Gundê Mêzê û Ava Basya ku bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di 7’ê Çile de li Başûr-Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişloyê endamê koordinasyona Tevgera Civaka Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê Xebat Derik – Mahmut Muhammed di encama êrîşeke çekdarî de giran birîndar bûye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 12’ê Çile de di saet 14.30’an de li navçeya Şirnex Silopiyê li nêzî gundên Gite û Silip li dijî karwaneke leşkerî ya artêşa dagirker a tirk ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hate lidarxistin.
- Ayrıntılar