Dema tê gotin heftê pûşperê; an jî dema li bîr tînim ji bo min bîranîneke hem bi êş hem jî bi wate derbaz dibe, ji ber ku ev roja şehadeta kulîkeke ji kulîlkên Bidlîsêye. Roja şehadeta fîdaneke ji fidanên azadiyê di çiyan de ye. Roja şehadeta jina ku xwe bi ala azadiyê dixemiland. Lewra ev roj ji bo min roja ku bi giranî ser min de tê, her wiha lewra dixwazim bi boneya rojvegera şehadeta hevala Gulan kêm be jî pêdivî bi dana naskirina kesayetiya wê dibînim.
Nivîsandin û dananaskirina hevala Gulan xwedî girîngiyeke mezine di dîroka tevgera azadiya jin de. Hevala Gulan keça Bidlîsê a ku li bajarên biyanî (Enqerê) mezin bu. Dema ku qala zaroktiya xwe ji bo me dikir, wê demê têgihiştina çawaniya dijraberî û serhildêriya (isyancı) kesayeta wê weke keçeke Kurd ne zehmet bu, her wiha ne zehmet bu em fêm bikin ka çendîn bi wate û bi ked jiyaye rêhevala Gulan. Hevala Gulan zaroka Kurd a li Enqerê di nav malbateke xwedî zîhniyeteke feodal a ku nêzîkatiyên girîngî ne dayîna xwendekariya jin xwe ferz dikir li gel wan, her wiha nêzîkatiyên cûr be cûr raber dike li hember jin, lê belê li rexmî van nêzîkatiyan hemuyan hevala Gulan diçe qeyda xwe ya dibistana seretayî dike di wê temenê xwe yê piçûk de. Ev dihêle ku malbata wê ji mecburî vê rewşê bipejirîne heya ku hevala Gulan dibistana xwe ya seretayî diqedîne. Piştî dibistana seretayî diqede vê care bavê wê hewl dide ku hevala Gulan asteng bike lê belê hevala Gulan dîsa diçe qeyda xwe ya dibistana navîn jî dike û dîsa dihêle malbat têkeve rewşa rastîn ku ew nikarin rêya keça xwe ji bo xwendinê bigrin bi vî awayî. Hevala Gulan dibistanên xwe bi serkeftî derbaz dike, heya ku dibistan lîseyê û zanîngehê dixwîne, ev nêzîkatiya hevala Gulan yek ji mînakên kêm ên welatê me ye bi taybetî di wê qonaxê de. Yanî pir kêm dihate dîtin ku keçek li dij kevneşopiyên civakê rabe û bi dijwarî red bike, lê belê hevala Gulan hîna di temena xwe ya biçuk de vî tiştî dike û hîna di heft saliya xwe gelek tiştên serbixwe dike ku ev jî nîşana kesayeta jin a Bidlîsê raberî me dike, kesayeta serhildêr bi awayekê pir ber bi çav radixe ber çavan.
Di pêvajoya zanîngehê rêxistinê nasdike û ji nêzve baldar dibe bi rêxistinê re heya ku bîryara beşdarbunê dide. Di sala 1992’an de bi komeke ji hevalên xwe berê xwe didin Serhedê bi armanca beşdarbûnê lê bê şans dibin di vê rêwîtiya xwe ji ber ku têne girtin ji aliyê polîsên dewletê ve, di zîndanê de jî ji ber sedema ne buna delîlan ew serbest têne berdan. Piştî serbesta berdana wan; hevala Gulan bi germahiyeke hîna mezin tevlî xebatên ciwanan a zanîngehê dibe. Di 1993’an de dîsa cara duwem tê girtin, di zîndanê de rastê îşkenceyên gelek mezin tê di her du carên hatiye girtin de, lewra vê carê sonda ku nezîvire û çi dibe bila bibe ji bo hatina çiyan bi îsrar dibe. Ji bo xwe bigihîne refên azadiyê gelek bi xiroş bu (heyecan). Beriya şehadeta xwe bi du rojan qala van îşkenceyên ku di zîndanên dijmin de dîtiye kir û rastiya wan raxiste berçavan ji bo ku dixwest me baştir têxe rastiya xedariya (acımasız) dijmin û pêkanînên wî a ser gelê Kurd.
Hevala Gulan piştî ku beşdarî refên geîlla dibe; vê carê derbazî saha serokatî dibe û li wir pêvajoyê perwerdeyê re derbaz dibe, div ê qada perwerdê de jî xwe bi lezgînî bi bîrdoziya Rêber APO’ re yek kir ûpiştî vê perwerdê derbazî saha pratîk ya çiyan dibe. Salên 1994-1998’an di qadê çiyan de jî li qadên wek Amed, Garzan û demeke kin li Botanê dimîne bi mebesta derbazbuna qadên başûrê welêt. Van salên tekoşînê ên dijwar de hevala Gulan qadên gerîlla li bakurê Kurdistanê derbaz kir, di qadên bakur de jî sekineke bi rûmet û qehreman raber dike li hember êrîşên dijmin, nêzîktiyên çewt ên zilam ên paşvero ku jin kêr nehatî dibîne radiweste û bi tundî red dike. Bi van re jî ti caran sekine jin a neçar nedipejirand, herdem di vê fikrê de bu ku jin di qadên çiyayên azadî de pêwîste azadiyê di kûr de bijî û hîs bike. Lewra li hember nêzîkatiyên jin jî ên paşverû bi tûndî tekoşîn dike, di serî de di kesayeta xwe de piştre derbazî kesayeta rêhevalên xwe ên jin dike, her wiha fermandariya xwe jî bi wateya wê ya herî baş pêk anî, lewma hevala Gulan bi serweriya ( hikmet) xwe û bi tekoşînvaniya xwe bibû weke nimûneyeke hêja ji bo rêhevalên xwe.
Naskirina me ji hevala Gulan re di komcivîna (kongre) şeş’an de 1998’an pêkhat. Wê demê hevala Gulan wek nûnereke ji qada Amedê hatibu hilbijartin. Di wê birahê (atmosfer) kongrê a bi şêniya ( kalabalık) mezin hevala Gulan gelek balkêşiya xwe nîşan dida, cihê xwe di dîwanê kongrê de jî girt. Ger şaş nebim hevala Gulan wê demê bi Serokatî re jî axivî û rêveçuyîna komcivînê veguhest (aktardı) Serokatiyê ku Serok wê demê li Romayê bu. Hevala Gulan di vê komcivînê de jî gelek baldar bu û ji nav hemû hevalên ji qadên bakur hatî de balkêşiyeke wê ya cuda hebû, di dîwana komcivînê de jî kesayeta xwe ya bi helwest hember nêzîkatiyên çewt gelek baş radixiste ber çavan ji ber bi pîvanan gelek girêdayî bu.
Piştî rewşa dîlgirtina Rêber APO a di15’ê Reşemî 1999’an dîsa hevala Gulan ji wan hevalên li pêş bun ji bo beşdarbuna çalekiyên tolhildanê û di demekî pir kin de li hember vê rewşa dilgirtina Rêber APO saziya H.T hate sazkirin, di nava wê saziyê de jî hevala Gulan weke fermandarekê rol xwe li refên herî pêş pêk anî, her wiha yek ji wan hevalên pêşeng bu ji bo çûyina ser erkê cangorî de, ku di vir hêjaye mirov hevalê nemir Şehîd Nemrud jî bi bîr bîne ji ber ku wê demê hevalê Nemrud tevî hevala Gulan çû bun ser erkê xwe ya cangorî yê, lê ji ber bangaweziya Rêber APO a ji bo çareseriya demokratîk û banga wî a ku ti kes çalekiyan neke ji ber wê herdu heval tên vekişandin ji wê derê û li gorî bangê tevgeriyan. Di qadên çiyan de jî hevala Gulan fermandarî û rêvebirtiya xwe di asta herî bilind û pêşeng da kir. Di çiyan de hevala Gulan herdem azwera pêşxistina vê saziyê bu ji ber bawer dikir ku ji bo azadiya Rêber APO pêdivî bi mirovên cangorî yê heye, lewra herdem digot ku ‘’ em H.T serkanên(kurmay) Rêber APO ne, ji bo em Rêber APO azad bikin em hatin vê saziyê, lewra ti tiştek nikare têkeve navbera pêşketina me û girêdana me ya bi armancê xwe re ‘’. Bi rastî hevala Gulan herdem ev wêrekî û heterdariya (ısrar) dadixiste holê, di mijara rêgezan gelek dijwar bu, ji bona wê bi rêgez jiyana kirin erka herî bilind ya mirovê tekoşere, lewma bi hetedarî diçû ser ji bo xwe û ji bo hevalên dîtir jî, li gel wê jiyan bi rêzkarî(dispilin) derbaz dibu, ji ber van sedeman herdem hevala Gulan xwedî cihê rêzê û heskirinê bu di nav hevalên xwe de.
Pîvan û rêgezên jina azad bi awayekî pir bilind û bi hêz diçand di kesayeta xwe de û di azadiya Rêber APO de xwe kilîtkirî bu, ji bona afiradina pîvanên bê tawîz xwedî hewleke mezin bu, di heskirin û pîvanên xwe yên hevaltî jî nimûne bu ji bo rêhevalên xwe, bi drûstî û pakiya wê yê hevaltiyê herdem xwedî cihê bawerî û heskirinê bu ji aliyê giştî hevalên xwe. Şehîd Gualn her çend ji bo pêkanîna van pîvanan tund bu, lê belê di rêbazên dane pejrandina van pîvanan jî pir- pir dewlemend bu, gelek caran bi katjimêrên dûr dirêj, bi rojan û şevan, bi deman hevala Gulan şopdara pêkanîna van rêgezan bu, ji bo îqnakirinê jî gelek bi tebat û sebir bu, hemû kesên pêre dayî – standî gelek bi aram bun ji ber ku dizanî bun ku hevala Gulan kesa pêkanîna rêgezên pak a hevaltiyê ye.
Fermandariya hevala Gulan jî weke fermandareke jin herdem di nava hevalan de bu, ji katjimêra rojbaşê heyanî katjimêra xewê di nav liv û xebatê de bu. Fermandereke ku dike û dide kirine, dibêje û dike, fermandereke xwedî cihê bawerî, heskirine, lewra hevala Gulan hem hevale -fermandare- pêşnge, ji ber vê hevala Gulan ji bo giştî hevalan heval û fermandara ku dihate heskirin û rêz jêre dihate dayîn, di dil û mejiyê wan de jiyan dike, nirx û wate jêre tê dayîn, ew dem jî – îro jî hevala Gulan li bîr bu, bi şehadeta xwe jî bi temamî bu xweşewîsta giştî hevalan. Ji ber vê yekê hevala Gulan her dem digot ‘’ pêwîste em bîst û çar demjirêran bi Rêber APO re jiyan bikin, kesê ku vê nekê nikare xwe bighîne pîvanên azadiyê ‘’, di rastî de hevala Gulan ev di kesayeta xwe pêk anî bu di hemu astan de, şev û roja xwe bi vê armancê girêdida, li gel wê ev mezine ev piçuke, ev cûdaye nîne, bi giranî bi hevalên ku zorahî dikşîne re bu, her dem dihizirî ku çawa alîkar bibe û zorahiyên wan bide derbazkirin û tekoşînê bilind bike di kesayeta van rêhevalên xwe de, ji her kesî re alîkarî, hêzek bu.
Pariznameyên Rêber APO ya AHÎM ya herî bi lez fêmkir û têgihişt hevala Gulan bu, bi lez û bez di çarçove û ronahiya pariznameyên Rêber APO de gûhertin û vegûhertin di kesayeta xwe de pêk anî, li ser vê hîmê jî perwerde da hevalan, evna bi awayekî pir zelal di kesayeta hevala Gulan roj bi roj derdikete hole. Gelek dixwend, tiştê fêm dikir di serî de di kesayeta xwe de pêk dianî piştre bi hewldorê xwe dida fêmkirin û pêkanîn, lewra mirov çiqas hevala Gulan vebêje û binivîsîne têrê nake û her kêm dimîne, ji ber pênûsa mirov qedandina peyvan dijî li hember vegotina vê hevala delal, lêvên mirov lerizîn û tevzûnekiyê dijî li ber danasîna wê. Mezin bun û rûmetiya xwe di jiyana xwe de pêk anî bu, di şehadeta xwe de jî asta vê ya herî bi nirx jiyan kir, lewma mirov dikare bê guman bêje hevala Gulan xwendin rêgeza cangorî xwedine, wê fêmkirin rêbaza bîst û çar demjimêran bi Rêber APO re jiyan kirin fêmkirine. Cangoriya rast di kesayeta xwe de dabû rûnişkandin bu, heta komcivîna ku têde şehîd buyî de jî birqîna (yansma) vê dikir, bandoriya xwe jî heya roja îro li ser tevayî hevalên pêre jiyankirî heye, ji bo vê hevala Gulan bu armanca dijmin û neyaran, tasfiyekaran û xayînan, ji ber pêşenga bîrdoziya azadiya jinê bu, pêşenga xêza cangoriya Rêber APO bu ên ku di roja me ya îro de jî dibin canfedayên Rêber APO. Lê belê hevala Gulan bi şehadeta xwe hîna mezintir rol dileyîze di nav refên me de, ev rol leyîstina wê jî bi rika dijmin û xayînane, yanî bi rika wan vê hevalê dane jiyankirin di nav refên me de bersiv herî bi rûmete ji bo bîranîna hevala Gulan, pêşeng hevala Gulan dane jiyan kirin weke Zîlanan, Semayan, Bêrîtanan, Şîlanan, Viyanan û bi hezaran ji şehîdên rehber ên jin ancex bi berxwedanî jiyankirinê de derbaz bibe, hevala Gulan digot ku ‘’ ez dixwazim rihê hevala Zîlan, Sema û Bêrîtanan di kesayeta xwe de bi afirînim ‘’.
Heftê Pûşperê ji ber vê sedemê weke roja hemu şehîdên saziya fedaî hate îlan kirin. Ji bo em bikaribin hevala Gulan bi bîr bînin pêdivî bi kûrbuna di rastî û taybetmendiyên giştî şehîdên vê xetê heye, ji bo em çêtir û baştir wate bidin rastiya Rêber APO û zêdetir fêm bikin lêgerîna şehîd Gulan û di kesayeta wê de giştî şehîdan nimûneya vê ya herî diyar û zelale. Bi Rêber APO re bi temamî jiyan kirin, pir sade di nimûneya şehîdan dertê holê, ji ber vê pêdivî heye em tevayî hevalên şehîd di kesayeta hevala Gulan de bi bîr bînin û bidine jiyan kirin, her wiha soz xwe di şopa wan de nû bikin.
Em wek rêhevalên şehîdan; xwîna wan germ girtin erka me ya herî serekeye ev jî di rêbaza bîst û çar katjimêran bi Rêber APO re jiyan kirin re derbaz dibe,bi bilindkirina tempoya kar û lez dayîna wê re derbaz dibe, bi awayî herî baş û bê dudilî beşdarbuna karên rêxistinê (rêxistina Şehîdan) taybetmendiya hevala Gulan bu lewra bi teşeya (şekil) wê beşdarbun û karkirin erkê her kesê xwe tekoşerê şehîdan û Rêber APO dibîneye.
Zelal Cîger
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 15’ê îlonê de di saet 07.20’ande di navbera navçeya Colemergê Şemzînanê û girêdayî Şemzînanê qereqola Girana yê li dijî konvoyeke leşkerî ya girêdayî Artêşa TC’ê di dema derbasbûnê de li dijî maşîneke akrep ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 14’ê îlonê de di saetên êvarî de li navçeya Colemergê Şemzînanê li dijî nuqte ya kontrol a polîsan bi armanca tolhildana gerîla yê me yên liColemergê şehît ketine ji aliyê gerîla yê me çalakiyeke tolhildanê hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de ku di çapemeniya dijmin de 3 birîndar hatiye dayin, hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin.
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 12’ê îlonê de li navçeya Çewlikê Kanîreşê li dijî Kızılagaç, Geliyê Cehennem, Karê û li gundê derdorê bi tevlêbûna cerdewanê Çirik û Serxane ji aliyê Artêşa TC’ê operasyoneke bi rengê kemîn avêtinê hatiye lidarxistin. Li herêmê faaliyetên kemîn avêtinê hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ev demeke dirêj referanduma ji bo guhertina beşek ji makezagona derbeya 12’ê îlonê di rojeva Kurdistan û Tirkiye de bû. Encam eşkere bû, gelê kurd biryara xwe bi dengekî bilind da diyarkirin:XWESERIYA DEMOKRATİK.
Pir hate nîqaşkirin û şîrovekirin, ‘çima eniya kurd referandûma 12’ê îlonê boykot dike, ma ne yên herî zêde êşa wê kişandine kurdin.’ Lê kurdên berxwedêr û rûmet bi dengekî bilind gotin guhertineke ku gelê kurd û tevgera azadiyê muxatap negire ji hêla wan nayê pejirandin. Ji xwe Gelê Kurd dixwaze di nava pergala xwe de jiyan bikin û erê kirin an jî dij derketina vê makezagonê jî wê daxwazên dagirkeran pêk bianiya. Di xwestekê kurdan de tu guhertin nedibû. Ji ber vê ye me gote boykot. Yanî em xweseriya demokratik dixwazin. Emê bi hêza xwe, xwe bi rêvebibin. Biryarê xwe emê bi xwe xwe bidin.
Encamê referandûmê eşkere bûn. Li Kurdistanê encameke ku dewletê û hukumeta AKP’ê qet hêvî nedikir derket. Hema bêje li tevahiya Kurdistanê ji derveyî polîs, memûr û hin noker an tu kes neçûn ser sindoqan. Yanî sindoq wala ji devletê re çû. Ev jî îspat dike û kes nema dikare înkar bike ku gelê kurd êdî weke berê bi derewê dagirkeran naxape, xwedî vîn e û dikare xwe birêve bibe. Sîstema xwe bijartiye; Konfedaralîzma Demokratîk… Şêwaz a wê jî Xweseriya Demokratîk…
Heta neha hewldanê me yê ji bo ku dewlet Rêber Apo û tevgera azadiyê muxatap bigire hebû, lê êdî ew dem derbas bû. Gelê kurd bi çalakî, serhildan û di hilbijartinên referandûmê bi boykot kirinê nîşan dan ku êdî wê xwe nespêrin dewletê an wê ji dewletê hêvîneke. Wê çareseriya xwe bi xweriya demokratik peşbixwe, bi rêxistingerî û yekîtiya xwe jî azadiya xwe bi dest bixe. Pêşengê wê jî bêguman jin û ciwan bin.
Jin û ciwan hêzên motor ên civak a ne. Yên civaka li ser piyan dihêle û nîşaneya pêşketina wan e. Sîstema dagirker ev berovajî kiriye û 5000 hezar sale serdestiya xwe bi bindestkirina jin û ciwan a mîsoger kiriye. Pîştî binxistin a jin û ciwanan her roja çû koletî, bindestî û şer li ser cîhanê serdest bû. Dîroka şaristaniya kapîtalist ku bingehê we heta 5000 hezar salan diçe, her bi şer, talan û mêtingeriyê derbas bûye. Hemû nîrxên pîroz ên civakan weke exlaq, çand û kevneşopî ji bo berjewendiyên desthilatdaran hatiye binpê kirin. Di roja me ya îro jî sistema desthilatdar ji bo jin û ciwan venegerin cewherê xwe hemû rê û rêbazî bikar tînin. Dema mirov taybet li Kurdistanê mînakê vê binirxîne, hemû qirêjî, xerabî bi destê saziyên dewletê tê pêşxistin. Li deverên hestên welatparêzî li pêşe bi zanebûn fuhûş, esrar û hwd. madeyên tevizandinê bi destê polîsan tên pêşxistin. Ciwane kî kurd dizî, xirabî û hrw. bike dengê xwe jê re dernaxin, lê dema tevlî çalakiya bibe, xwedî li hestên xwe yê netewî derbikeve hemû zext, girtin, lêdan û îşkencê ji bo wan rewa dibînin. Ev jî tirsa wan a ji ciwanan nîşan dide. Ji berk u dema ciwan ji bo tiştekî biryarê bidin teqez pêktînin. Di pêvajoya hilbijartinên referandûmê pir eşkere hate dîtin ku di çalakî û serhildanan de yên herî pêş jin û ciwan bûn. Jin di hemû çalakiyan de him di warê hejmar him jî di warê coş û moral de li herî pêş bûn. Li hemû bajar û qadan yên bi polîsan şer dikirin, yên bi dengê herî bilind dirûşme diavêtin, xwedî li Rêberti ya xwe û Tevgera Azadiyê derdiketin ciwan bûn.
Tevî hemû propaganda, derew û zextên dewletê biryarbûyîn û îrade ya gelê kurd careke din derkete holê. Ev biryarbûyîn û îradeya gelê kurd wê dewletê û hukumeta AKP’ê bêhtir tengav bike. Ji ber êdî pir eşkereye ku gelê kurd bi hêz e, bi vîn e û bi biryar e. Zext, zorî, çewsandin û hewldanên tunekirinê çiqas bê zêdekirin wê ew qas daxwazê xwe bi dengekî bilintir qîr bike. Ji ber ku vî gelî gelek bedel daye. Gelek êş kişandiye, bi dehhezaran şehîdê wê heye. Hema bêjê li her maleke kurd xwedî şehîdekiye. Gelê Kurd vê ji bîr nake. Vî gelî biryara xwe daye. Ji bo vî gelî ji bîr kirin ÎXANET e.
Tevgera Azadiyê jî beriya referandûmê di navbera 13’ê Tebaxê û 20’ê îlonê him ji bo hilbijartin din ava rewşeke aram pêk were, û careke din ji bo bangawaziyên gelek derdoran biryara bêçalakitiyê da.
Lê cardin jî tevî ku tevgera azadiyê ev biryar pêk anî lê cardin êrîş, operasyon, topbaranê li dijî herêmên parastinên medya û zextên li ser gel bênavber berdewam kir. Ev jî niyet a devlet û hukumeta AKP’ê radixist ber çavan. Bersiva herî di cîde ya ji bo vê helvesta dagirkeran ew bû ku di 12’ê îlonê de gelê kurd sindoqên wan ê xapandinê vala ji wan re vegerand. Li Amedê nêzî %70’ê, li Colemerg ê zêdetirî %90’î sindoq valabûn. Ji encamê hilbijartinan jî diyar dibû ku dengên eniya kurd zêde bûye. Piştgiriya gelê kurd zêde bûye. Ji xwe KCK’ê di daxuyaniya xwe ya di piştî referandûmê gelê kurd pîroz kir û ew bang li avakirina sîstema xwe ya azad û demokratîk kir. Sîstema azad û demokratîk a gelê kurd jî konfedaralîzma demokratîk e. Şêwaz a wê ya herî guncav jî xweseriya demokratîk e.
Werin em bi hevre pêşeroja xwe ya azad biafirinîn…
Salar Mendo
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 12’ê îlonê de li dijî herêma Akdag ya bi ser Amede ye ji aliyê balefirên şer ên Artêşa TC’ê êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de şewata destpê kiriye hîn jî berdewam dike.
2. Di 11 û 12’ê îlonê de di navbera saet 10.00-11.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî gundê Hergûş, Mawata û Mamreşo ku bi ser Zagrosê ne ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşande du gundiyên Ergus û Mawata birîndar bûye. Agahiyên di derbarê bûyerê de dema ji aliyê me hate zelalkirin wê ji raya giştî re were ragiahandin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 6’ê îlonê operasyona li dijî Bileh, Binevş, Derzengilê û Geliyê Lewînê ku ji aliyê Artêşa TC’ê hatibû destpêkirin û ji aliyê fermandariya hêzên bejayî Erdal Ceylanoglu dihate birêvebirin ku bêyî agahiya qereqolê hatibû lidarxistin, ji raya giştî hatibû ragihandin.
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 2’ê îlonê de di navbera saet 16.00-17.00’ande li Gabzo, Baxir, Şehîd Cîhad, Şehîd Hesen û Sîrkût ku di sêgoşeya navçeya Dersim Pulurê û navçeyên Çewlikê Çêrmê û Kixi yê ye ji aliyê helikopterên kobrayan hatiye bombebarankirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 1’ê îlonê de di navbera saet 06.00-07.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Girên Şehîd Berîtan, Koordîne, Karker û Telefon ê ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
2. Ji 1’ê îlonê û vir ve bi navber li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Bêtalma, geliyên Aş û Alaniş ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de şewata li Dola Alaniş û Aş destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
1 Îlon 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Operasyona di 6’ê îlonê di navbera Wan û Colemergê hatibû destpêkirin û ji aliyê fermandarê hêzên bejayî Erdal Ceylanoglu dihate birêvebirin, di saetên serê sibê ya 10’ê îlanê paşde vekişiya.
- Ayrıntılar