HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Apollon weke Xwedayê tav, ronahî û rênîşana heqîqetê tê naskirine. Weke xwedayê mûzîkê jî tê pênasekirin, lê herî zêde weke xwedayê ronahiyê tê naskirin.

Weke Yûnanî navê wî nîne. Weke Diyonses koka wî ji Anatolya ye. Ew jî weke xwedayê Olympûs û Diyonses cuda ye. Koka xwe ji Anatolya ye. Dayika wî Xwedavend Leto ye. “Leto” ji “Lat” hatiye. Leto bi zimanê Yûnaniye û esas koka wê Lat e. Jixwe Lat xwedavenda Lîgya ye. Di mîtolojiyê de jî wisa derbas dibe, koka Apollon ji Lîkya, yanê ji Anatoya tê. Dibêjin, di şerê Troya de aliyê Hektor girtiye ango aliye Anatolya cihê xwe girtiye û gel parastiye. Dibêjin, Zeus ji Apollon pir ditirse û di nav xwedayên Olympûs yê Yûnanîstanê de dema behsa Apollon tê kirin, ji tirsa ziravê wan diqete. Herî zêde ji xweda Apollon ditirsin. Ji ber xwedayê parastinê ye û aliyên wî yên şerker pir di pêş de ne. Weke “xwedayê tîran” tê naskirin. Taybetmendiyên Apollon ên xwedavendiyê hene. Xwedayê rastî û heqîqetê ye, ti caran derewan nake. Ev jî berdewamiya çanda Zerdûşt e. Heqîqet, ronahîbûn û tavê ji xwe re esas digire. Di heman demê de ev taybetmendiyên Rêbertî ne. Rêbertî dibêje;

“Hûn nikarin di zekaya min de misqalek fêlbazî bibînin?” Lê dema Yûnan û çanda baviksalarî tê gotin yekser hîle, derew û komplogerî tê bîra mirov. Lê Apollon berovajî wê ye. Di vî wateyê de Apollon girîng e. Xalek balkêş li vir heye. Dema behsa Apollon hat kirin divê behsa Artemîs jî bê kirin. Di mîtolojiya Anatolya de heye, piştre derbasî Yûnanîstan bûye, tê gotin Apollon û Artemîs xwîşk û birayê hev in. Artemîs xwîşka Apollon e û dayika wan xwedavend Lat e. Artemîs jî weke

xwedavenda bereket, axê û heyvê tê naskirin. Herî zêde Artemîs di Lîdya de, li Anatolya pir hatiye qebûlkirin. Artemîs xwedavendek mezin e. Dibêjin, peykerê Artemîs niha li aliyê Efes (Îzmîr) hatiye dîtin û jixwe perestgehên Artemîs li wir in. Her wiha Artemîs sembola nûneriya bakîrebûnê ye. Dema çûye Ewropa, Roma û Yûnanistanê jî aliyê Artemîs ê bakîrebûnê xurt e. Di dema Xiristiyaniyê de jî bakîrebûn pîroz tê dîtin, ew bingeha xwe ji Artemîs digre. Artemîs li Ewropa zêdetir weke bakire tê naskirin. Lê li aliyê Anatolya zêdertir bi aliyê wê yê bereketê tê nas kirin. Di peykerê Artemîsê de 40 heb memikên wê hene, ew jî sembola bereketê ye. Lê xalek balkêş e, dema Artemîs diçe Ewropa weke sembola bakîretiyê tê naskirin. Dibêjin, di Xiristiyaniyê de bingeha bakîretî û ezîzetiyê li ser vê pêşketiye. Bi hezarê salan çandek li ser vî esasî çêbûye. Navê Artemîs ne Yûnanî ye. Navekî Anatolya ye, ji ber “Art” tê wateya “ax û tavê”. Jixwe Artemîs Xwedavenda axê ye. Mijarek balkêş jî ew e; Artemîs li Efes derdikeve. Li heman cihê Amazon jî derdikevin, Artemîs weke xwedavenda xwe qebûl kiribûn. Her wiha di heman cihê de fesefe derketiye. Felsefa yekemîn beriya ku li Yûnanîstan derkeve li Efes, Anatolya, Îyonya derdikeve. Dibêjin ku, Heraklîtos fîlozofek herî mezin e, ev filozof di salên B. Z. 500’an de li Efesê derketiye. Dibêjin, pirtûka xwe ya herî girîng li ser xwezayê nivîsandiye û ew pirtûk diyarî perestgeha Artemîs kiriye. Hereklîtos îlhama xwe ji Artemîs girtiye. Artemîs weke “Xwedavenda Tîr û Kevanê” tê naskirin. Taybetmendiyên203 Artemîs û Apollon dişibin hev. Artemî xwedavenda parastinê ye û keçên ciwan diparêze. Di mîtolojiyê de 3 curên xweda û xwedavendên tîrkevanê derbas dibin hene. Yek tîrkevana Apollon e, du tîrkevana Artemîs e û sê jî tîrkevana Arês an Atêna ye. Taybetmendiyên van hemûyan jî şerker in. Lê cudabûna di navbera wan de çi ye? Dibêjin, Apollon û Artemîs xweda û xwedavendên parastinê ne. Lê Arês û Atêna xweda û xwedavendên şer in. Tê gotin Arês û Atêna çanda baviksalarî temsîl dikin, lê Apollon û Artemîs çanda neolîtîkê temsil dikin. Hat gotin, Apollon kurê xwedavend Lat e. Ew û Artemîs xwîşk û birayên hev in. Yûnan herî zêde ji Apollon û Artemîs ditirsiyan. Ji ber di aliyê şer de pir xurt in. Balkêş e, Atêna ji mejiyê Zeûs çêbûye, mertalê wê heye û weke zilaman tê dîtin. Tê gotin, peyva Arês jî êrîşê hatiye. Ji ber wî her tim êrîş dike. Lê ev êrîş ji bo parastina axa xwe ye. Di navbera her du şeran de ferq heye. Arês û Atêna temsîla çanda Yûnan a baviksalarî dikin, nûnertiya Akhayiyan, Aşîl dikin. Di şerê Troya de, bi armanca dagirkeriya Anatolya bi navê Aşîl hatine. Li pişt Aşîl xweda û xwedavend Arês û Atêna heye. Lê li pişta Hektor (Hektor parastina Anatolya dike) Apollon û Artemîs heye. Heya Afrodît jî heye, her wiha hemû xwedavendên neolîtîk û Amazonê aliyê Troya girtine. Lê yên din aliyê çanda baviksalarî girtine. Di mîtolojiyê de Arês xwedayek hare (Azgın), tîrkevana wî ji hesin û tunc hatiye çêkirin. Ketûber tîrkevana xwe davêje, êrîşî her derê dike ji bo vê jî ti kes jê hez nake. Di heman wateyê de xwedayê dizî, şer û talankirinê ye. Atêna jî wisa ye ji mejiyê zilam çêbûye û li gor zilam şer dike û parastina Atêna dike. Tîrkevana Apollon û Artemîs jî heye, lê ev tîrkevan ji bo parastina gel e. Hektor nûneriya egidiyê ye û li ser vî esasî pişta Hektor digirin. Di mîtolojiyê de tê gotin, tîrkevana Arês û Atêna ji hêsin û tunc çêbûye. Lê tîrkevana Apollon, Artemîs hîn cudatir e. Dibêjin, tîrkevana Apollon zîv e, ya Artemsî jî Zêr e. Ji ber wê tê gotin, zêr û zîv teknîka çanda neolîtîkê temsîl dikin. Lê hêsin204 û tunc temsîla dewlet û şaristaniyê dike. Di tarzê her du şeran de ferq heye. Niha tevgera azadiya Kurdistanê jî şerê parastinê dike. Armanca şerê tevgera azadiya Kurdistanê ne weke ya Arês, dizî, xesp, talan û îxtîdar e. Armanca şerê tevgera azadiyê parastin û xwe parastine. Ji ber wê Rêbertî got,“Apollon.” Jinên Kurd jî niha parastina jin û civakê dikin. Jinên şerker in. Artemîs jî heman tişt îfade dike. Ji bo wê jinên şerker ên Amazon gotin, em rahîbên Artemîs in.’ Di şerê Troya de şerek pir xurt kirine û alîkariyek mezin dane. Hektor çawa binket? Atêna hîle û komplo çêkirine. Di bin navê dirûvên cuda de lêhûrbûna Hektor belav kir û derew kirine. Li ser van esasan Artemîs û Apollon girîng in. Bi taybet Artemîs weke jinek şerker di dîrokê de derbas dibe. Ji bo parastina bajarê xwe li dijî çanda baviksalarî şer kiriye.