Di afirandin û pêşxistina çîna navîn de pêşengiyê Cihû dikin. Dema Hz. Îbrahîm di sedsala 17’an B.Z. de derdikeve holê, têkiliya wî bi Hîksosan re heye.
Dema Mîtanî li bakur dimînin, Hîksos ber bi Misrê ve belav dibin. Cihû di navbera Babîlî û Misriyan de rola zencîra navberê dilîzin, di navbera her duyan de bazirganiyê dikin û wan bi hev ve girêdidin. Cihû afirînerên bazirganî û çîna navîn in. Bêguman rola Asûr, Îyonya, Atîna û Mîken-Girîtê jî di vê yekê de girîng e.
Çîna navîn û arîstokratî çawa û çima derketin holê? Bi zêdebûna wargeh û eşîrên ku di Neolîtîk û piştî wê de pêş ketin, kombûneke mezin çêdibe. Çawa ku Girê Mirazan li Mezopotamyaya Jorîn 5 hezar salan pêş ket û belav bû, pêşketina neolîtîk a ku rê li ber dayikbûna arîstokratiyê vekir jî li Mezopotamyaya Navîn pêk hat. Çanda Til Xelef dikeve vê serdemê. Ev serdema pêşketina etnîsîteyê ye. Serokên eşîran û hemû malbatên ku li gund dewlemend dibin veguherin arîstokratiyê. Sedem ew e ku kast êdî hêza kontrolê winda dike. Pêşketinên li ser bingeha yekîneyên komunal li tevahiya herêmê belav dibin; ev yek dibe sedem ku kasta ku jixwe hejmareke wê sînordar e nikaribe van pêşketinan kontrol bike û di bin çavdêriyê de bigire. Ji bo kontrolkirin û di bin çavdêriyê de girtina pêşketinên li lehê civakîbûnê, pêşxistina arîstokratiyê tê dabînkirin. Êdî şêweyek çend derece nermtir a kastê û gavên pêşketina ber bi çînîbûnê ve hatine avêtin. Serdema arîstokratiyê dest pê dike. Bi hilweşîna Romayê re arîstokratî diguhere, şêweyeke nû digire û vediguhere xanedan, padîşahî û dewlet-neteweyê û tê têkbirin.
Çîna navîn di şerê bi hezaran salan li hember arîstokratiyê serdikeve. Li Îngilîstanê arîstokratî vediguhere bûrjûwaziyê. Şoreşa Îslamê di navbera arîstokratî û çîna navîn an jî bûrjûwaziyê de pirek e. Sasanî li Erebistana Başûr, Bîzans li Erebistana Bakur serdest e. Li Erebistana Navîn arîstokratî li ser her tiştî serdest e, lê li aliyê din bûrjûwaziya bazirganî ya nû heye ku dixwaze pêş bikeve.
Çîna navîn çîneke navberê ye. Ew derzîbûneke di navbera bindestan û arîstokratiya piştî kastê de pêşketî ye. Ew çînek e ku bi bazirganî, pîşe û ribaxwarî ji arîstokratiyê distîne û li yên herî jêr difiroşe, ji yên herî jêr distîne û li yên herî jor bazar dike; ne resenî, lê çêkirîbûnê esas digire. Bi pere arîstokratiyê têk dibe. Di destpêkê de pere jiyan an danûstandinê hêsan dike. Ew amûreke xwedî nirxa guherînê ye. Pêşî li şûna pereyan “qalikê deryayê, zêr, xwê û obsîdyen” tê bikaranîn. Tiştê ku pêdivî pê heye bi pere dikire. Dema tê gotin “li hember vê tiştê ewqas pez, genim, hirî, hêk”, tê vê wateyê ku pere ketine dewrê. Niha di serdema fînansê de bi trîlyonan dolar pereyên virtual ên bê tu beramber di bazarê de digerin. Dîsa bêyî tu hilberînê, bi lîstikên borsa, faîz û diravên biyanî pere tê qezenc kirin. Dewlet berhema zewaca xwedayê sekuler û xwedayê ezmanî ye. Dewlet zarokê neşerû yê vê zewacê ye. Yekbûna pere û Yehowa rê li ber dewletê vekiriye.
Cihû nimûneya herî baş a vê çînê ne. Dînên paşerojê yên Mûsewî û yekxwedayî jî versiyonên wê ne. Di destpêkê de çîna navîn hindikahî bû, lê bi pêvajoya kapîtalîst re gihîşt hejmareke devasa. Heta gihîşt nifûseke ku avahiya civakî dixwe, diqedîne û tüket dike. Êdî pirsgirêka windabûna civakê bûye pirsgirêka herî bingehîn. Hîtler û Stalîn berhemên vê çînê ne. Wisa xuya dike ku qada ku vê çînê mohrê xwe lê nexistiye tune ye. Li şûna analîza çînê divê li ser kast û arîstokratiyê bê sekinîn. Di dirêjahiya dîrokê de şaristaniya dewletdar-çînî bi destê sê beşên bazirgan, ango kahîn-rêveber, burokrat û leşker, hatiye avakirin.
Di dîrokê de 3 şoreşgerên mezin ên çîna navîn hene: Yê yekem Îbrahîm û berdewamkara wî Hz. Mihemed e; yê duyem Robespierre; yê sêyem Lenîn e. Herçiqas bi navê sosyalîzmê hatibe kirin jî, nêrîna çîna navîn nehatiye derbaskirin û sosyalîzm wekî maske hatiye bikaranîn. Mafê Neteweyan ê Diyarkirina Çarenûsa Xwe wekî taktîk û nêrîneke demkî ji bo belav nebûnê hatiye bikaranîn. Ew bi tevahî nêrîna çîna navîn nîşan dide. Bikaranîna zêde ya şîdetê, belavkirina terorê û di esas de pelçiqandina yên herî jêr, ji taybetmendiyên bingehîn ên rêberên çîna navîn e. Qetilkirina şoreşgerên sosyalîst, Xaricî û peyayên tazî ji ber vê yekê ye. Krîza ku îro tê jiyîn jî ji ber vê ye. Ew krîza herî mezin a çîna navîn e. Yên herî jêr di dîrokê de dikarin berxwe bidin, heta azadiya xwe jî bi dest bixin; lê di encamê de ji şibandina axayî wêdetir naçin. Nizanin dê çi ava bikin.
Serhildana yekem û pêşengiya îdeolojîk a çîna navîn ji aliyê Cihûyan ve tê kirin. Derketina Mûsa ji Misrê dikare wekî gava yekem a şoreşgerî ya çîna navîn bê nirxandin. Gava duyem ew e ku ev îdeolojî xwe dispêre bingeheke girseyî ya diyarkirî, sînorê eşîrtiya Cihû derbas dike, bi wateyeke giştî û gerdûnî belav dibe û digihîje bingeheke civakî ya diyarkirî. Dikare wekî serdema civakîbûna wê bê nirxandin. Bi Şoreşa Îslamê re dikare wekî pêvajoya siyasîbûna wê bê nirxandin. Di bingeha pevçûna Muawiye-Elî de ev şer heye. Bi Şoreşa Fransayê gihîştiye Ewropaya Rojava û bi Şoreşa Bolşevîk-Çînê gihîştiye Rojhilat. Ew şoreşên çîna navîn in. Ji ber ku Stalîn 6 milyon gundî kuştin, wî karî koleyên ku di pêngava pîşesaziyê de bixebitin peyda bike. Bi awayekî din nikarîbû pîşesazîbûnê pêk bîne. Bi bikaranîna zor û şîdeta dewletê, yên bê milk kir, kole û bêkarên ku di pîşesaziyê de bixebitin peyda kir û xebitand. Ya ku li Çînê qewimî jî ev e; bi navê maskeya sosyalîzm-komunîzmê bûrjûwa tên afirandin, çîna navîn tê hilberandin û beşên karker dibin hêza kar a erzan û amûra îstîsmarê.
Çîna navîn li dijî demokrasiyê ye. Yekîtîparêziyê di warê zêhnî û pratîk de red dike. Yek-çîn tê wateya çîna Rûs, yek-netew tê wateya neteweperestiya Hîtler. Dînê yekîtîparêz, mezhebê yekîtîparêz û qalibên zihniyeta yekîtîparêz ber bi faşîzmê ve dibin. Hem fikra çînê hem jî fikra neteweyê berhema avahiya ramana Alman e. Cihûtî yekemîn şêweya vê ramanê ye.
Îro çîna navîn bûye bela serê mirovahiyê. Pergala heyî li ser çîna navîn radiweste. Niha berpirsiyarê sereke yê hilweşîn, tengavî û krîzê ev avahiya pêkhatî ye.
TÊBÎNÎ: JI MANÎFESTOYÊ HATIYE BERHEVKIRIN.
