HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Şevbaş Gerîlayê Min 

 Vêga Stêrkên heskirinê yek û yek çavan diqirpînin. Di şeva tarî de stêrk di ezmanan de bi awayekî azad me mêze dikin.

  Em jî li ser rûyê erdê bi awayekî kelecan wan mêze dikin. Ger ku mirov bikeve bin bandoriyê dibe ev mêze kirin demdirêj bidome. Ez bixwe hertim dikevim bin bandora stêrkan û demdirêj bi hûrgulî wan dimeyzînim. Pir caran di ezmanan de stêrk dişimitin. Û ez ji vê yekê pir ditirsim. Tirsa min ewe ku rojekî ezmanan de yek stêrk nemine û êdî ez nikaribim bi heyran, bi heskirin li wan meyzînim. Wateya stêrka ji bo min pir cûda ye. Dema ku ez stêrka mêze dikim, ez hîs dikim ku hemû hevalê min ên şehîd li wir, li gel hev in ku çavan li me diqirpînin. Ez kengê li stêrkan binêrim, difikirim. Her ku difikirim dibêjim baş bû ku min xiyanet li xeyalên xwe yê zaroktî re nekir.  Baş bû ku ez hatim û bûm zarokê axa xwe ya piroz. Baş bû ku ez hatim û bûm heval û rêhevalê we. Di şeveke Mijdarê de cihek wek Xerzanê de, van hevokan dema dînim gel hev, hesteke pir cuda dilê min de ava dibe. Ez vê hestê dilê xwe baş dizanim, heya dawî bi bîryar e û heya dawî bi kelecaniya APOYÎ tije ye.

 

 Vêga payiza Xerzanê xwe ji bo zivistaneke dijwar amade dike.  Her çiqas serma, berf , zehmetî hebin jî, dîsa ne xem e.  Ji ber ku wateya ku li hevaltiya me a xerzanê tê barkirin pir cuda ye. Xerzan wateya xwe ji hevaltiya me digire.  Ji çiyayê Sîser heya quntarê kember ,ji Şêx Cuma heya kûris ê  , ev çiya û deştana hemû şahidê hevaltiya me ne. A rastî mirov dikare bibêje ku cihê gerîla lê heye, çiqas zor û zehmetî hebin jî, dîsa ne xem e. A rastî ew e ku gerîlayê APOYÎ hertim dixwaze li eniya pêş û li cihê herî zehmet de jiyan û têkoşîn bike. Vêga ev bû 3 salê min ku ez hatime van çiyan û tevlî nav rafên gerîla bûme.  Min dehan heval naskir û min bi dehan hevalan re jiyan kir. Vêga jî em bi dehan hevalan ve di qampa şehîd Berçem CÎLO de bi hevdû re ne. Em hemû jî bi kelecan, bi moral û bi biryardariyek mezin xwe ji bo biharê amade dikin. Xerzan bi awayek kelecan benda zivistanêye ku xwe bi berfa spî bixemilîne. Em jî xwe ji bo biharê amade dikin û em jî benda biharê ne. Em çiqas bi kelecan , bi hêvî û bi biryardarî benda biharê bin, dijmîn jî ewqas bi awayekî tirs ji bo biharê rojan dihijmêre. Dijmin naxwaze ku bibe bihar. Ji ber ku dema dibe bihar , dijmin nikare rihet di Kurdistanê de gavan bavêje. Hertim ditirse û hertim çareseriyê di hovîtiyê de dibîne. Îşev şeveke sar a payîza dereng e. Îşev şevek ji şevên xerzanê ye ku mizginîya wî bihar e.  Di şevek wisa de, ji we hemû gerîlayên dilê min re şevbaş.

 

            HEQÎQET..…

Heqîqet tarzê jiyana bêdawî ye ku di hundirê xwe de têkoşîn, lêgerîn û xwenasiyê dihûne.  Peskirin ango sekinandin di rêwîtiya heqîqetê de nayê pajirandin. Ji ber ku Her kêliyeke jiyanê  di xwe de çiqas wate bar bike, ewqas dibe perçeyek ji heqîqetê.  Em jiyana xwe wek herikîna heqîqetê pênase dikin. Ji ber ku heqîqet felsefe, azwerî,  sekn û girêdanbûyîna jiyanê ye.  Ji ber ku heqîqet rastiya Serok APO ye. Heqîqet û xweza di hevsegiyekî de bi hevdû re diherikin. Ew bîranînê  me yên ku li gelîyê Şêx Cuma, Sîser, Kember, Kûris, li Tetwanê Sîneger, li Xîzanê Çiyayên Heşter,  Qerzeyel , Belejor hatin jiyankirin perçeyek ji heqîqeta rasteqîn in.

 

Di Cîhanê de jiyana herî xweş  di nav PKK ‘ ê de tê jiyankirin. PKK rêxistineke wisa ye ku di cîhanê de emsalê wî nîne. Ji ber PKK partiya Heqiya, Kemala û partiya Sarayan e.  Bi vê awayê partiya Berîtana, Egîda û Zîlana ye. Tu ji bo azadiyê berxwe didî, şer dikî, têkoşîn dikî û her ku van tiştan pêk dînî, ewqas xweşik dibî , ewqas nêzê azadiyê dibî. A din jî tişta ku di nava PKK’ê de mirov bi hevdû re dide girêdan, hevaltiya PKK ê ye. Hevaltiya PKK’ê dûr ve nayê jiyan kirin. Lazim e mirov kêlî bi kêlî di nav de tije jiyan bike. Ji ber ku ew jiyan heya dawî bi wate û heya dawî bi evîn e. Evîn girêdanbîyina dil û mêjiye.   Hemû hevalên me ên şehîd, heya dawî bi evîn jiyan kirin. Ji bo ku karibin bibin parçeyek heqîqetê,  hertim rast jiyankirin û rast têkoşînkirin ji xwe re esas girtin. Ger ku mirov bi dil û can vê jiyanê hembêz bike, ger ku mirov kêlî bi kêlî Serok APO jiyan bike û ger ku mirov her şehîdan jiyan bike, wê demê mirov vê jiyanê baş fêm dike û dibe parçeyek vê jiyanê.  Ji ber wê jî  “heya mirinê nîne şerkirin, heya azadî û serketinê şerkirin, evîna herî mezin”

 

Çiyayê Sîser Kenê rûyê jiyanê  ye

Roja min a yekemîn ku ez tevlîbûm û hatim Şêx Cûma de tişta herî bi heybet ber çavê min  ket , çiyayê Sîser bû. Dema ku di quntarên çiyayê Kember de mirov li Sîser mêze dike, mirov dibêje xwezî ez bazek bama û min bi awayekî kelecan, di ezmanên azad de  bask vedaba. Ger ku ez bazek bam, minê bê rawestandin , ji çiyayê Kûris heya  lûtkeya Kember, ji lûtkeya Kember heya lûtkeya Sîser bê navber bask vebida û bifiriyama.  Yek rawestandineke min heba, ewê jî ew ava ku çiyayê Kember û çiyayê Kûris ji hev vediqetîne yê li ser wi avê ba. Wî rojê kelecana dilê min wek çiyayê Sîser bilind bû. Wê rojê hestên ku di dilê min de tije bibûn, ti carî bi peyvan nikarim bînim ziman. Dizanim her çiqas binivîsim ê kêm bimîne û nikare wateya xwe bibîne.  Lewma ew kêlî tenê bi jiyankirinê mirov dikare watedar bike , tenê mirov dema jiyan bike dikare pênase bike.  Ew hestê yekemîn ku cara yekem min  heval dîtin û min heval hembêz kir, ew hestê yekemîn ku cara yekem min cilê gerîla li ber xwe kir û ew şeva yekemîn ku mirov ji kelecana nikare birazê, ti carî ji bîra min naçe. Çend sal biborin, çend dem û demsal biborin jî, dîsa ew kelecan û ew hest wê hertim bêne jiyankirin.

           

Pir caran difikirim û her ku difikirim jê encam derdixim. Gelo Rêber APO neba , PKK neba ê çi biba?  Dema ku mirov vê difikire, mirov hîn bêhtir dikare encaman jê derxîne. Ger ku mirov dîrokî hilde dest, ew êş û azarên ku   gelê me kişandiye dikare bersiva vê pirsê bide. Ger ku Rêber APO neba û PKK ne afiranda wê demê kesî nedikarî qala Kurdayetî bike.  Her wiha ger ku Rêber APO neba îro ez li van çiyan de bi nasnameya xwe yê azad, min nedikarî bijiyama.

Ez xwe pir bi şans hîs dikim ku ez  bûme endamek APOYI, endamê tevgera PKK’ ê. Bi heman awayê ez xwe pir bi şans hîs dikim ku min bi sedan hevalan re jiyan kir û ez bûm rêhevalê wan. Ger ku ez carek din jî bême dinê teqez ezê dîsa berê xwe bidim çiyayan û dîsa bibim lêgerinvaneke heqîqetê. Ne gengaze ku ez ji çiyan qut bibim ango ne gengaze ku ez carek din  nebim endamek tevgera APOYI. Bi vê kelecana roja yekemîn ez ji we hemû hevreyên xwe re serkeftinê dixwazim.