LI RABATÊ DERSIMÊ RENGÊ BERXWEDANÊ!
Dîrok 30ê Kanûna 2011’an e; Rabat bi dengên çekan wek dîn bûye.
Di vî geliyê serhildêr ê ku bi perdeyek spî hatiye pêçandin de, sê roj in dengên çekan bê navber bilind dibin. Dengên çekan li zinarên tûj ên Rabatê vedidin û di kendalên wê yên bêbin de winda dibin!
Rabat fêrî daqurtandina dengên çekan e, mîna ku fêrî daqurtandina êşên giran ên salan bûye! Kendalên Rabatê ku di qirkirina 38’an de qêrîna bi dehan jinan daqurtandin, niha jî qêrîna berxwedanê ya heft lehengan daqurtînin!
Rabat di bin metreyên berfê de hema winda bûye. Nêzîk e doşeka spî ya ku xistiye ser xwe bi xwîna heft lehengan sor bibe. Rabat nêzîk e bereketê birijîne axa xwe ya bereketdar ku di bin spîtiyê de razaye. Bereketîna ku bi xwînê tê xwedîkirin nêzîk e bibe xwarina heft zarokên wê û efsaneyeke nû ya berxwedanê bê nivîsîn! Nêçîrçiyên mirovan li hemberî vê berxwedanê biçûk bibin, biçemilin, bikevin û winda bibin!
Berxwedana Aziz Dersim, Îsa Cihat, Sason Zagros, Mahsum Çayan, Zînar Siirt, Özgür û Dijwar Batman li Dersimê bibe dengekî nû yê azadiyê. Bibe straneke azadiyê û li Dersimê bigere; dilê pîrên wê yê xemgîn, bi hêrs, serhişk, serhildêr, berxwedêr û zana rehet bike. Di dilê ciwanên leheng de rûmet, erdem û esaletê biçîne. Dersim bi berxwedana van lehengên birûmet dîsa bigihîje nasnameya xwe ya berxwedêr. Ev berxwedan Dersimê dîsa bi xwe re bide hevdû, dîsa bi xwe re aşt bike û dîsa rabe ser piyan, serhildanê û berxwedanê!
Heft leheng bi dirûşmên azadiyê, bi dilên xwe yên birûmet û cesûr û bi dengên xwe yên bilind bang li Dersimê bikin:
‘‘Dersima ku birîna dilê me ya xwînî ye
Êdî êşa ku hundirê te dagirtiye berdî
Guh nede êşê,
Xwe bi berxwedanê ve girêdî
Berxwedan
Tûndiya êşê dide sekinandin
Ruhê te pê dixe
Dilê te rehet dike
Êşê dike evîna azadiyê
Ronahiyê dide jidayikbûn
Êşê berdî, Dersim
Li kenda êşê nesekine
Bask veke
Serê kendalê cihê baskvekirinê ye
Êşa xwe girêdî serê baskê xwe
Wê bavêje dehlîzên kendalê
Kendal êşê didaqurtînin
Dilê te tûj dikin
Xurt dikin
Dîsa di dilê te de diçînin
Tovê azadiyê, rûmetê, cesaretê
Te ber bi hêviyê ve
Te ber bi berxwedanê ve
Te ber bi azadiyê ve
Te ber bi heqîqetê ve dibin
Mîna ku me bir, Dersim!’’
Dema dîrok 30ê Kanûnê nîşan dide, heft leheng efsaneya xwe bi destê xwe li Dersimê dinivîsînin. Di 30ê Kanûnê de efsaneyeke nû ya berxwedanê li dîroka berxwedanên Dersimê zêde dibe.
Aziz, dema li ser rêçikên dîroka xwe ya winda dimeşe, bi heqîqeta xwe re dibe yek. Wekî di havîna 2009’an de ji min re gotibû, gotina ‘‘ez diçim ku bi heqîqeta xwe re bibim yek û xwe temam bikim’’ dike kiryar. Aziz, bi hiştina êşên mezin ên ku dîrokê barê wî kiribû li kendalên Rabatê, xwe temam dike.
Her car ku ez li Aziz difikirim, ez hewl didim wateyê bidim lêgerîna mirov a TEMAMKIRINA xwe. Hestkirina ku mirov her dem parçeyekî xwe kêm dibîne, ji bo min wek şertekî pêwîst yê vekirîbûna pêşketinê û guhertinê û meşîna li ser şopa heqîqetê tê. Ew hesta nîvbûnê mirov dikişîne nav xwezayê, gerdûnê û jiyanê. Wî bi heqîqetên jiyanê re dide hevdû, mirov bi mirovahiya xwe re dide nasîn. Mirov bi mirov dide vedîtin! Çavekî li çavê wî, dilekî li dilê wî, mejiyekî li mejiyê wî zêde dike; herikîna bêdawî ya jiyanê li ber wî vedike û dide ku herikîna xwe bibîne!
Her car ku ez li Aziz difikirim, ez hewl didim wateyê bidim lêgerîna mirov a TEMAMKIRINA xwe. Ez difikirim û hîs dikim ku zarokên welatekî ku heqîqeta wî hatiye dizîn û talankirin her dem bi hesta nîvbûnê dijîn. Bi taybetî jî ger ev welat welatekî qirkirinên domdar be… Aziz zarokekî sirgûnî yê welatekî tijî qirkirinan e. Ew yek ji qêrînên dawî yên berxwedanê yên gelê ku qirkirineke mezin dîtiye ye.
Malbata Aziz di sala 1973’an de, dema Aziz hîn sê salî bû, ji Dersimê tê sirgûnkirin Kayseriyê. Ev malbat jî wek bi hezaran malbatên Dersimî, piştî derbeya faşîst a 1971’an li gorî qanûna îskanê ji axa xwe tê derxistin. Bi gotina Aziz, ‘Sirgûnên Dersimê di taxeke peravê ku dişibe kampa penaberan de, hema Dersimeke biçûk ava dikin.’ Ev taxeke nêzîkî sed malan e ku ji derve re bêbawer û ji hundir ve girtî ye. Ev taxa ku bi faşîstan hatiye dorpêçkirin, her dem şahidî pevçûn û şerên tûnd dibe. Gelek şev pevçûnên bi çekan, rojên jî şerên ciwanan bi kevir û dar tên jiyîn. Qirkirina Mereşê wek şûrê Damoklesê li ser serê taxê tê ragirtin. Dema bîranînên nû yên qirkirina Dersimê bi qirkirina Mereşê re dibin yek, mirovên taxê hîn zêdetir xwe digirin hundir; dest pê dikin her Tirkî faşîst û her faşîstî qirkirker bibînin. Ji derketina derveyî taxê ditirsin, nobeta şevê digirin û bi dizî li malên xwe destçek vedişêrin. Aziz di bin tûndiya bilind a nakokiyên neteweyî, mezhebî û çînayetî de mezin dibe. Ew ji çar zarokên malbateke rast, sade, dilnizm û bi nirxên civakî ve girêdayî zarokê sisiyan e. Aziz zarokekî pir rast, sade, jîr û cesûr e. Ew ciwanek e ku di çanda Elewîtiyê ya tund de mezin bûye, prensîba Elewîtiyê ya ‘dest, ziman û navika xwe biparêze’ bi kûrahî hês kiriye, di dema dibistanê de dil, mejî û ruhê xwe bi weşanên sosyalîst xwedî kiriye û bi awayê jiyanê û têgihiştina xwe li derdora xwe heyranî çêkir. Salên zanîngehê yên Bolu ku lê bi PKK’ê re nas dibe, ji bo Aziz bibin salên meşîna ber bi heqîqeta xwe ve.
Aziz di Cotmeha 1993’an de derdikeve gerîlatiyê. Ew serpêhatiya temamkirina xwe bi têkoşîneke bênefes didomîne. Piştî tevlîbûnê demek li Botanê, paşê salên dirêj li Mêrdînê, Qendîl û Behdînanê dimîne û têkoşîn dike. Di asta fermandariya kompanî û tabûrê de erk digire. Hemû hevalên wî wî bi dilnizmiya wî, bi hevaltî û evîna wî ya mezin a mirovan, bi rastdariya wî, bi kedkarîbûna wî, bi jîrî û zanîna wî nas dikin. Her kes ji wî pir hez dike û rûmeteke mezin jê re digire.
Aziz di salên xwe yên dirêj ên têkoşînê de dîsa her dem xwe nîvçe û netemam hîs dike û berê xwe dide Dersimê. Bi dil bawer dike ku ew li axa ku lê hatiye qirkirin û sirgûnkirin temam bibe û bi hesreteke mezin digihîje Dersimê.
Heqîqet cih û demê ku mirov xwe dibîne û temam dibe ye. Temambûn heqîqet e. Mirovê ku digihîje heqîqetê tirsa mirinê derbas dike û azad dibe. Nîvbûn rastiya mirovê neazad e. Ew aliyê mirov ê li azadiyê girtî, aliyê hatiye qetilkirin e! Aziz bi azadkirina aliyê xwe yê hatiye qetilkirin xwe temam kir û bi şeş hevalên xwe re gihîşt heqîqetê! Bi vî awayî Dersim û Kurdistan di heqîqeta heft hevalên min de careke din heqîqeta xwe dît!
Ez bi rûmet li ber bîranînên wan serê xwe ditewînim!
Navê Kodê: Aziz Dersim
Nav û Paşnav: Mehmet Güneş
Tarîx û Cihê Jidayikbûnê: 1970 Dersim
Navê Dayikê: Azime
Navê Bavê: Tillo
Tarîx û Cihê Tevlîbûnê: 26.11.1993 Stenbol
Tarîx û Cihê Şehadetê: 30ê Kanûna 2011’an/Dersim
BESÊ ŞÎMAL
