Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Di sala 2019’an de hevrêyê me Fedakar Şengalî di êrîşeke dijmin a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû.
Em hevrêyê xwe Fedakar Şengalî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û di şexsê wî de soza xwe ya serketinê ya ji hemû şehîdên azadiyê re, dubare dikin.
Xelkê me yê Êzidî tevî 74 fermanên di dîrokê de, pişta xwe dane çiyayê Şengalê û hebûna xwe parastine. Weke hucreya kokê ya Kurdîtiyê, bû sembola tevahî berxwedanên gelê me yên di dîrokê de. Xelkê me yê Êzidî nûneriya herî esas û saf a ziman, çand û baweriya gelê Kurd dike. Di van taybetmendiyên xwe de israr kir û hemû êrîşên qirkirinê yên dagirker û hevkaran vale derxist. Xelkê me yê Êzidî ev yek bi saya bi hezaran zarokên xwe yên wêrek pêk anî, bi avakirina jiyana azad xwedî li bîranîna şehîdan derdikeve û parastina Êzidxanê ku mîrateya binirx a şehîdan e, weke wezîfeya herî esas dibînin.
Zarokê hêja yê xelkê me yê Êzidî hevrê Fedakar jî hemû êş û rastiya qirkirinê hîs kiriye. Lewma xwe li hemberî gelê me berpirsyar dît û di têkoşîna azadiyê de cih girt. Yekane armanca wî tolhildana qirkirin û komkujiyên li hemberî gelê me hatine kirin e û derfetê ji bo xelkê me yê Êzidî biafirîne ku jiyaneke azad û biewle bijî. Hevrê Fedakar bi têkoşîn û şehadeta xwe di dilê hemû gelê me de cih girt. Xelkê me yê Êzidî ku xwedî milîtanên hêja yên mîna şehîd Fedakar e, bi pêşengiya şehîdên me yên pîroz parêzvantiya jiyana azad li her qadê pêş xist û gefa qirkirinê têk biriye. Lewma xelkê me her şehadeta ku çêbûyî, kir hinceta hîn zêdetir têkoşînê û bi vê sekna xwe car din nîşan da ku divê sekna welatparêziyê çawa be.
Em bawer dikin ku malbata hêja ya hevrêyê me Fedakar jî wê wateyeke mezin li vê şehadetê bar bike û têkoşîna xwe hîn mezintir bike. Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:
|
Nasnav: Fedakar Şengalî Nav paşnav: Faruk Şeref Qasim Cihê jidayikbûnê: Şengal Dayik-Bav: Naîm – Şeref Dem û cihê şehadetê: 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Fedakar Şengalî – Faruk Şeref Qasim
Hevrêyê me Fedakar li Şengalê di nava malbateke ku nirx û taybetmendiyên herî esas ên Xelkê me yê Êzidî lê tên jiyîn de, hate dinê. Li gorî cewherê xwe mezin bû. Hevrêyê me 10 salan xwend, bû xwedî asteke zanebûnê ya diyar û êdî bûyerên li derdora xwe fêm dikir. Hevrêyê me ji temenê biçûkahiya xwe û vir ve, guh da êrîşên qirkirin û fermanên li dijî xelkê me yê Êzidî hatine kirin û bi vî rengî mezin bû. Di vî warî de bû xwedî hişmendiyeke diyar. Lê belê ji ber li Şengalê xelkê me yê Êzidî nexwedî rêveberiya xweser û xwe rêxistinkirinê bû, weke pratîk di nava ti xebatên siyasî û civakî de cih negirt. Çeteyên DAÎŞ’ê di sala 2014’an de êrîş birin ser Şengalê. Hêzên ku xwedî wê îdîayê bûn ku xelkê me yê Êzidî biparêzin, bêyî li pişt xwe binêrin reviyan û xelkê me bêparastin hiştin û piştre komkujî û bûyerên dermirovî qewimîn. Ev yek bû sedem ku hevrêyê me Fedakar bikeve nava lêpirsînên kûr. Ji xelkê me yê Êzidî bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi hezaran jin û zarok hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin. Ev yek bû sedem ku hevrêyê me Fedakar li hemberî çeteyan û hêzên hevkarên wan, bibe xwedî hêrseke mezin. Li dijî êrîşa qirkirinê milîtanên Apoyî bi cesaret û biryardariyeke mezin berê xwe dan Şengalê û parastina xelkê me kir. Vê yekê weke hemû xelkê me yê Êzidî, hêviyên hevrê Fedakar jî mezin kirin. Milîtanên Apoyî yên ku qet nas nedikir, xwe ji bo parastin û azadiya xelkê me feda kirin û ti carî jî xwe ji fedakariyê nedan paş. Hevrêyê me ji vê yekê pir bandor bû û weke ciwanekî Êzidî fikirî ku divê ew jî berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelê me bi cih bîne. Hevrêyê me li ser vî bingehî ket nava lêgerînan û mîna gelek endamên malbata xwe, biryar da ku beşdarî nava refên berxwedanê bibe.
Hevrêyê me Fedakar li ser vî bingehî cihê xwe di nava refên berxwedanê de girt û xwe bi şans hîs kir ku bi fermandarên me yên hêja yên mîna şehîd Egîd Civiyan, şehîd Dilşêr Herekol û şehîd Memo Mêrdîn re têkoşîn kir. Hevrêyê me ev fermandarên hêja her tim ji xwe re mînak girt. Bi perwerdeyên destpêkê yên dîtî re, xwe di warê leşkerî de kir pispor. Di felsefeya Rêber Apo de kûr bû û ket nava lêgerînê ku taybetmendiyên milîtaniyê di kesayeta xwe de bide rûnişkandin. Hevrêyê me Fedakar tolhildana fermana ku li dijî xelkê me yê Êzidî hatî kirin, weke armanca xwe ya herî mezin diyar kir û ji ber vê yekê pir israr kir ku di çalakiyên li dijî çeteyan de cih bigire. Bi saya asta xwe ya di warê leşkerî û tevlîbûna xwe ya samîmî bawerî da hemû hevrêyên xwe. Hevrêyê me tevlî gelek çalakiyên ji bo rizgarkirina Şengalê bû û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin, di pratîkê de raber kir. Tevî ku zêde xwedî tecrubeya şer nebû, bi cesaret di çalakiyan de cih girt û bi ser ket. Hevrêyê me her roja derbas bûyî, hîn bêhtir ji xwe bawer kir. Hevrêyê me li aliyekî di pêngavên ku ji bo azadiya gelê me de cih girt, li aliyê din jî di xwe de hêz û enerjiyeke bêhempa ava kir, xwe di felsefeya Apoyî de kûr kir, asta xwe ya lêhêrbûnê di her qada jiyanê de nîşan da û ji hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Fedakar di warê îdeolojîk, leşkerî, rêxistinî û jiyanî de tecrubeya bi salan ji milîtanên Apoyî girt, ji sekna wan a jiyanê bandor bû û ev yek kir hinceta hîn bêhtir mezinkirina têkoşîna xwe. Hevrêyê me di heman demê de xwe li ser bingehê parêznameyên Rêber Apo pêş xist û têkildarî mijara azadiyê ya hemû gelê Kurd xwe berpirsyar hîs kir. Di vî warî de weke şoreşgerekî profesyonel, hevrê Fedakar xwest li gelek herêmên Kurdistanê têbikoşe û bawer kir ku ev jî bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e.
Hevrêyê me li ser vî bingehî berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bi perwerdeyên wergirtî re, bû milîtanekî Apoyî. Bi perwerdeyên wergirtî re, fêm kir ku xeteriya fermana li dijî xelkê me yê Êzidî, encex bi têkoşîna yekgirtî ya gelê Kurd wê derbasî dîrokê bibe û lewma têkoşîna xwe hîn mezintir kir. Hevrêyê me Fedakar dizanî ku bi tevlîbûna nava refên PKK’ê, ji hemû ciwanên Êzidî re bûye mînak û di jiyanê de mîna navê xwe, bû xwedî sekneke fedakar. Hevrêyê me bi kesayeta xwe ya dilnizm, dirûst û samîmî şopên kûr di her hevrêyek xwe de hişt. Di êrîşa dijmin a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû. Hevrêyê me Fedakar qasî têkoşîna xwe, wê bi şehadeta xwe jî her tim pêşengiyê ji me re bike. Em soza xwe dubare dikin ku bibin şopdarê xeyala hevrê Fedakar a Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad û Êzidxana Azad.
10’ê Sibata 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG