Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Di daxuyaniya xwe ya 9'ê Sibata 2025'an de me ragihandibûn ku hevrêyên me Zîlan û Delal di 24'ê Çileyê de li hemberî operasyonê bi wêrekî li ber xwe dan û ji bo bi saxî nekevin dest, bombeyên xwe bi xwe ve teqandin û şehîd bûn.
Hevrêyên me Zîlan û Delal mîna navê xwe, weke xwedawendên azadiyê hevrê Zîlan-Zeynep Kinaci û Delal-Hulya Eroglû bûn fedaiyê azadiya jinan, gelê Kurd û gelan. Evîndarên jiyana azad hevrêyên me Zîlan û Delal ji bo parastina hebûna gelê me û pêkanîna azadiyê bi rengekî fedaî têkoşiyan. Ji bo jiyana azad ku dilsozê wê bûn berê xwe dan çiyê, her cûre zor û zehmetî ji pêşiya xwe rakirin û di nava bê derfetiyê de li ber xwe dan. Şervanên leheng ên YJA Starê û milîtanên fedaî yên Apoyî bi wêrekî, tevlîbûn, sekn û performansa xwe ya li çalakiyê serketinên girîng bi dest xistin. Hevrêyên me ku her yek ji wan ewladên bijarte yên gelê me û mirovên bedew bûn, li her devera ku lê man, jiyana her mirovî bedew kirin. Bi sekna xwe hêz dan hevrêyên xwe, pêşengî kirin û bi rengekî bê eman têkoşiyan. Pîvanên jin a azad, ruhê fedaî, hunera gerîla di kesayetiya xwe de pêk anîn û di nava hevrêyên xwe de bûn cihê hezkirin û hurmetê. Dema ku bi dijmin re rû bi rû hatin jî bi wêrekî û hêrseke mezin derbên giran lê dan. Dema ku mêtingerî, nokerî û xiyanetê dest dan hev û hewl dan wan dorpêç bikin, nîşanî dost û dijminan dan ku jinên Kurd ên azad û milîtaniya fedaî ya Apoyî ti carî teslîm nabe. Ji bo vê jî bi rengekî bê eman şer kirin û bombeyên xwe yên dawî ji xwe re hiştin, rûmeta xwe parastin û şehîd ketin.
Hevrêyên me Zîlan û Delal wê bi sekna we ya bi rûmet û fedaî bibin hinceta bilindkirina têkoşîna me, em soz didin ku armancên wan teqez bi ser bixînin. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatên hêja yên şehîdeên xwe, di serî de xelkê Colemêrg û Rojava ji tevahiya gelê Kurd ê welatparêz re dixwazin.
Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:
|
Nasnav: Zîlan Botan Nav û Paşnav: Zîlan Guler Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg Navê Dayik – Bav: Tulî-Suleyman Cih û Dîroka Şehadetê: 24'ê Çileya 2025 / Heftanîn
|
Zîlan Botan – Zîlan Guler
|
Nasnav: Delal Botan Nav û Paşnav: Rûksen Derwêş Cihê Jidayikbûnê: Dirbêsiyê Navê Dayik – Bav: Ehlam-Îsmaîl Cih û Dîroka Şehadetê: 24'ê Çileya 2025 / Heftanîn
|
Delal Botan – Rûksen Derwêş
Zîlan Botan – Zîlan Guler - Hevrêya me Zîlan li Colemêrgê ku li gel polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk a mêtinger nirxên Kurdîtiyê parastiye, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku malbata wê dilsozê nirx û çanda Kurd û Kurdistanî bû, li gorî cewhera xwe mezin bû. Navê fermandara me ya fedaî Zîlan-Zeynep Kinaci lê hate kirin û di tevahiya jiyana xwe de hewl da hêjayî vî navî be. Ji ber vê yekê jî bi saya terbiye û exlaqa ji malbata xwe wergirtî, li gel ku çû dibistanên mêtingeriyê jî ji polîtîkayên asîmîlasyonê bi bandor nebû û cewhera xwe parast. Ji ber ku li cihekî weke Colemêrgê mezin bû ku têkoşîna me lê bi bandor e, partiya me PKK hîn di temenê biçûkanî de nas kir, bala xwe çû ser jiyana gerîla. Lewma her agahiya têkildarî gerîla hîn bû, gelekî hêja dît. Hevrêya me eleqe û meraqa xwe ya ji bo gerîla her roj hîn mezin kir û tevlîbûna li nava têkoşîna gerîla ji xwe re ki armancek. Ji ber ku ji xizmên wê yên nêz tevlîbûn li nava refên gerîla hebû, vê yekê lêgerînên hevrêya me Zîlan ên ber bi vî alî ve xurt kir. Mîna her kesayetek Kurd li Kurdistanê hevrêya me Zîlan jî rastiya dijmin zû nas kir. Ji ber ku polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li hemberî gelê me bi rê û rêbazên derveyî mirovahiyê û bê navber dewam dikir, hêrsa wê ya li hemberî dijmin xurt bû. Ev hêrsa xwe jî kir çavkaniya herî xurt a têkoşînê. Di dema ciwantiyê de lêgerînên xwe kûr kir, bi taybetî sala 2011'an piştî ku gelek hevrêyên me li herêma Geliyê Teyarê di êrîşên bi çekên qedexekirî de ji aliyê dijmin ve bi rengekî nemerdane hatin şehîd xistin, gihîşt asta biryardanê. Piştî vê demê kûrbûnên xwe yên li ser partiya me PKK'ê, rastiya Rêber Apo û jiyana gerîla hîn xurt kir û sala 2013'an berê xwe da Zagrosan û tevlî nava refên gerîla bû.
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî perwerdeya destpêkê ya gerîlatiyê bû, bi coş û moreleke mezin beşdarî nava jiyanê bû. Bi saya daxwaza xwe ya hînbûnê û sekna xwe ya bi biryar a li têkoşînê ji aliyê îdeolojîk, leşkerî û jiyanî ve bû xwedî tecrûbeyên girîng û veguehrî gerîlayeke YJA Starê ya şareza. Piştî ku perwerdeya xwe qedand, derbasî herêmên lê pratîkê bike bû û heta sala 2015'an timî xwe perwerde kir, xwe ji pêvajoya şer ê gengaz re amade kir. Bi taybetî eleqeya wê ya li ser hunera şer a gerîla kir ku bi daxwazeke mezin tevlî perwerdeya leşkerî bibe û derfet dît ku di gelek branşên leşkerî de xwe bi pêş ve bibe. Hevrêya me Zîlan ku dikarîbû gelek çekan bi kar bîne, bi daxwaza xwe ya hînbûnê û enerjiya xwe ya erênî li nava hevrêyên xwe hate hezkirin û bû cihê hurmetê. Bi sala 2015'an de piştî ku dijmin li hemberî tevgera me dest bi êrîşan kir ji bo derbasî qadên ji şerê giran bibe israr kir û xwest perwerdeya wergirtiye bixe meriyetê.
Hevrêya me Zîlan li ser vê bingehê derbasî Zagrosan cihê şerê giran bû û heta sala 2018'an tevlî pratîka xurt bû. Beşdarî gelek çalakî û pêngavên li dijî dijmin bû, taybetmendiya milîtaniya fedaî ya Apoyî ya têk naçe di kesayetiya xwe de ispat kir û bi wêrekî û fedakariya xwe ya di şer de bû çavkaniya wêrekiyê ji hevrêyên xwe re. Di pêvajoya şer de şahidî ji şehadeta gelek hevrêyên xwe re kir, gihîşt wê bawaeriyê ku bi têkoşîneke hîn xurt dikare xwedî li bîranîn û armancên şehîdan derkeve û li ser vê bingehê tevgeriya. Lewma kete nava pêvajoyeke xurt a kûrbûnê, di mijara gerîlatiya serdema nû de xwe bi pêş ve bir. Di vê pêvajoyê de ku êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bû, hevrêya me Zîlan xwest li eniyên herî pêş be, derbên xurt li dijmin bixe û li ser vê bingehê li Zagrosan cihê xwe di asta herî bilind de girt. Weke milîtaneke jin bi mîsyona xwe ya pêşengiyê rabû û bi tevlîbûna xwe ya bi fedakarî bû gerîlayeke YJA Starê ya mînak. Ji bo karibe têkoşîna xwe ya demdirêj a li Zagrosan binirxîne, kêmasiyên xwe yên di pratîkê de bibîne û gaveke nû biavêje, pêwîstî bi perwerdeyê dît. Hevrêya me Zîlan li ser vê bingehê derbasî akademiyên leşkerî û îdeolojîk bû û tevlî perwerdeyê bû.
Di demekê de ku êrîşên dijmin giran bû, hevrêya me Zîlan perwerde ji xwe re kir hinceta wergirtina berpirsyariyeke hîn xurt û bi vê têgihiştinê nêzî perwerdeyê bû. Hevrêya me zanîbû ku beriya her tiştî divê ji aliyê îdeolojîk ve xwe şareza bike, di xeta azadiyê ya jinê de xwe kûr bike, bi taybetî jî li ser analîzên Rêberê me yên têkildarî îdeolojiya rizgariya jinê kûr bû. Weke milîtaneke jin pîvanên jiyana azad di kesayetiya xwe de temsîl kir û roj bi roj di kesayetiya xwe de guhertinên girîng û bingehîn pêk anî. Hevrêya me ku xeta azadiyê ya partiya me PKK û PAJK'ê di kesayetiya xwe de bi cih kir, perwerdeyên xwe ji bo têkoşîna xwe kir bingeheke pêngavî ya girîng. Hevrêya me di heman demê de zor û zehmetiyên di pratîkê de hîn bêhtir fêhm kir û tecrûbeyên girîng jê wergirt. Bi rêbaza gerîla ya dema nû re di serî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek deveran pêşengiya gerîlayên YJA Starê ya ji çalakiyan re ku derbên giran li dijmin hate xistin, ji bo hevrêya me Zîlan bû çavkaniya moralê û hinceta wergirtina berpirsyariyê. Hevrêya me ji bo karibe asta têkoşîna xwe bilind bike xwest biçe herêma Heftanînê ku êrîşên dijmin lê giran bû û pêşniyara wê hate qebûlkirin.
Hevrêya me Zîlan bi biryardarî û îdîayeke mezin derbasî herêma Heftanînê bû. Bi fedakarî, tevlîbûna xwe ya bi coş a li nava jiyanê û lêgrîna xwe ya lêdana derbê li dijmin, bû mînak ji hevrêyên xwe re. Hevrêya me ku fikir û pratîka wê yek bû, dema ku derfet dît yekser kete nava hewldanan ku çalakiyên bi bandor li dijî dijmin bike. Hevrêya me li ser vê bingehê di çalakiyên li herêma Heftanînê de kedeke mezin da, ji bo ev çalakî timî bibin, hewl da. Hevrêya me ji xwe re ki wezîfeyeke şoreşgerî ya herî mezin ku barê hevrêyên xwe sivik bike, li gel şarezebûna xwe ya leşkerî bi sekna xwe ya îdeolojîk û rêxistinî jî bû cihê baweriyê. Di 24'ê Çileya 2025'an de di operasyona li Qada Berxwedanê ya Keşanê ya li herêma Heftanînê de hevrêya me Zîlan bi lehengî li ber xwe da, ji bo bi saxî nekeve destê dijmin li gorî navê xwe bombeya xwe bi xwe ve teqand û bi fedaîtî şehîd bû. Weke hevrêyên wê, em soza xwe dubare dikin ku em ê li ser xeta têkoşînê ya hevrêya xwe Zîlan bimeşin û armancên wê pêk bînin.
Delal Botan – Rûksen Derwêş - Hevrêya me Delal li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Hevrêya me li nava malbateke welê mezin bû ku dilsozê çand û kevneşopiya Kurd e, bi cotkariyê debara xwe dike û kesayetiya wê bi vî rengî afirî. Hevrêya me ku şahidî ji demên destpêkê yên Şoreşa Azadiyê ya Rojava re kir, tevî ku partiya me PKK û rastiya Rêber Apo nas nedikir jî baweriya xwe bi wê yekê anî ku şoreş wê azadiya gelê me pêk bîne. Şoreşa Azadiyê ya Rojava ku hemû êrîş dişikand, gelê me her roj hîn bêhtir azad dikir, sîstema xweser ava dibû û jin li her qada jiyanê li pêş bû, pêşengî ji avabûna civakê re dikir; van hemûyan bala hevrêya me Delal kişand. Ji ber vê yekê jî xwest felsefeya Rêber Apo hîn bibe ku di demeke ewçend kurt de pêşketinên ewçend dîrokî afirand. Bi vê armancê kete nava lêgerînan. Li ser vê bingehê serdana gelek saziyên şoreşê kir û hîn bû ku karên şoreşê çawa tê meşandin. Ya ku destpêkê bala wê kişand hevrêtiya milîtanên Apoyî û hunera mirovî ya bilind a kadroyên li nava şoreşê bû. Hevrêya me dît ku felsefeya Apoyî li her qada jiyanê ketiye meriyetê, lewma hîn bêhtir xwest Rêber Apo fêhm bike. Hevrêya me Delal ku baweriya xwe bi hebûna bedewiya şoreşê anî, weke jineke Kurd xwest bikeve bin bar û di têkoşînê de bi berpirsyarî rabe. Li ser vê bingehê hevrêya me demekê tevlî nava karên şoreşê bû, derfet dît ku têkoşîna me azadiyê hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Piştî ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê me her roj hîn zêde bûn û xwestin destketiyên gelê me ji holê rakin, hêrsa hevrêya me Delal a li hemberî dewleta Tirk û hevkarên wê hîn zêde bû, ji bo bersivê bide vê yekê têkoşîna xwe mezin kir. Hevrêya me ji tevlîbûna hin hevalên xwe ya li nava refên gerîla bi bandor bû û hem ji bo dilsoziya hevrêtiyê hem jî bersiva li êrîşên qirkirinê yên li hemberî gelê me, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Delal ku berê li ser jiyana çiyê û gerîla ti agahiya xwe nebû, bi perwerdeya wergirtî re di demeke kurt de hînî gerîlatiyê bû. Hevrêya me yekemcar li nava refên gerîla çiya dît, ji heybeta çiyê û çavkaniya wan a jiyanê bi bandor bû. Hevrêya me taybetmendiya çiyê ya azadkirinê zû dît, giranî da ser perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî û xwe bi pêş xist. Bi rêya perwerdeyên wergirtî re xwest xwe bigihîne sira hevrêtiya PKK'ê, di heman demê de her ku dît hevrêyên ji heman fikir û hestê dikarin ji bo hev fedakariyê bikin, ji bo armancên hevpar têdikoşin, hîn bêhtir bi jiyana PKK'ê re dilsoz bû. Ji bo karibe bibe hevrêyeke baş ji hevrêyên xwe re, hîn bêhtir xwe kûr kir û giranî da ser fêhmkirina felsefeya Apoyî. Hevrêya me Delal her detaya hîn bû di cih de xist meriyetê. Her wiha perspektîf û nêrînên Rêberê me yên têkildarî pirsgirêka jinê bi berfirehî lêkolîn kir, xwend û li hemberî taybetmendiyên jinê yên ku sîstem dixwaze biafirîne kete nava têkoşîneke xurt. Hevrêya me hîs kir ku her ku perspektîfên Rêbertî fêhm kir azad bû, xwest şehîdên jin ên pêşengî ji têkoşîna azadiyê ya jinê re kirin, hîn bêhtir nas bike. Li ser vê bingehê têkoşîn û jiyana hevrêya me Delal Amed-Hulya Eroglû lêkolîn kir ku navê wê li xwe kiribû û xwest bibe milîtanek ku bide ser şopa wê. Ji bo vê daxwaza xwe pêk bîne timî ked da, hewl da û bi guhertinên di kesayetiya xwe de pêk anî gav bi gav nêzî vê armanca xwe bû.
Hevrêya me Delal, piştî ku wê perwerdehiyên xwe temam kirin derbarê qadên pratîkê bû û bi taybet xwest li qadên şer lê dijwar bû cih bigire. Li herêma Heftanînê beşdarî xebatên pratîkî bû li vir gelek rêhevalên ji hev biqîmettir nas kirin. Ji her hevalekî xwe hînî tiştekî bû, tecribeyên xwe dewlementir kirin û xwest di çalakiyên li dijî êrîşên dijminî de cih bigire. Di êrîşa dagirkirinê ya sala 2019’an de bû yek kesên ewilîn ku midaxeleyî vê êrîşê kir.
Hevrêya me bi pratîka xwe nîşan da ku mirov dikare encax di nav şerî de şerî nas bike û di demeke kurt de bû xwedî tecrubeyeke giring. Rêhevala me Delalê di gelek çalakiyan de cih girt û wê derbeyên giran li dijminî xistin, bi wêrekî û fedakariya xwe ji bo hemû hevalên xwe bû milîtaneke mînak a PKK-PJAK’ê. Di serdema şerê giran de derfet dît ku bi Şehîd Hejar Zozan, Şehîd Bargiran Erkendî, Şehîd Rustem Serêkaniyê, Şehîd Esmer Devrim Zerdeşt, Şehîd Zelal Sîdem û bi gelek hevalên din ên hêja re têkoşîna xwe bidomîne. Rêhevala me piştî her şehadetê soza xwe ya tolhildanê dubare kir û beşdariyeke xurt nîşan da. Rêhevala me Delal, di pêvajoya herêma Heftanînê de, li dijî hewlên dagirkeriyê yên dewleta Tirk her tim di nav çalakiyan de bû û pişte da ku xwe di warê leşkerî û îdeolojîk de pêş bixe beşdarî perwerdehiyan bû.
Hevrêya me pêvajoya perwerdehiyê gelek baş derbas kir û hem di warê felsefeya Rêbertî de zelal bû hem jî di warê taktîkên nû yên gerîlatiyê de xwe pêş xist. Rêhevala me dixwesr demildest derbasî herêma Heftanînê bibe û pratîka xwe ya taktîkên nû nîşan bide.
Hevrêya me Delal bi asta xwe ya lêhûrbûnê bawerî da hevalên xwe û careke din derbasî herêma Heftanînê bû ku cara ewil li wir dest bi gerîlatiyê kiribû, derbeya ewil li wir li dijminî xistibû û hesta rêvaltiyê li wor zanîbû. Rêhevala me bi taktîkên ciyawaz gelek caran derbe li dijminî xistin û di her derbê da tola hevalên xwe stand, di bin şert û mercên herî zehmet de serkeftina mîlîtaniya Apoyî nîşan da û bi kêfxweşiya vê jiya.
Hevrêya me li herêma Heftanînê, ji bo bingeheke xurt a gerîlatiyê bê danîn hewl û kedeke mezin da û bi vê keda xwe ji bo hemû hevalên xwe bû gerîlayeke YJA Starê. Rêhevala me Delal, di êrîşa îxanetê ya 24’ê Çileya 2025’an de da ku nekeve destê dijminî bombeya xwe li ser xwe peqand û giheşt şehadetê. Ew dê her tim bi hevaltiya xwe ya bihêz were bibîranîn û berdewam rêbertiya têkoşîna me bike.
11’ê Sibata 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG