HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Hêzên Parastina Hewayî;

— 11'ê Sibatê saet di 23:00 de Yekîneya Şehîd Dogan Zinar a ser bi Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 4 çalakî pêk anîn. Li bajarokê Rûbarokê yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê Tûgaya Sînor a 1'emîn a Rûbarokê 2 caran, pîsta helîkopterê ya li vê tûgayê carekê û li heman herêmê Qereqola Mawan a li Hacîbegê jî carekê bi balafirên kamîkaze hatin bombekirin.

Ev çalakî weke bersiva li êrîşa dewleta Tirk a 27'ê Çileyê ya li Ranyayê hate kirin ku di encamê de hevrêyê me Azîz Koyluoglû û 4 mirovên me yên sivîl ên pê re şehîd bûn.

2. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

— 10'ê Sibatê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

— 11'ê Sibatê saet di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar dema ku dagirker ketin nava liv û tevgerê bi çekên giran lê hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

3. Li Herêma Xakurkê;

— 10'ê Sibatê saet di 09:45'an de li Qada Berxwedanê ya Sinînê bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Hêmin hate xistin.

4. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

— 11'ê Sibatê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

5. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

— Di navbera 8 û 12'ê Sibatê de li herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şerîf û Goşînê 3 caran, li herêma Qendîlê qadên Bêpala, Newroz û Girê Roj 4 caran, li herêma Garê qadên Mêranê, Bergarê, Meçrobotkî, Yekmalê, Kanî Sarkê, Dêreşê, Zêvkê, Rêbînê, Girê Zengil 13 caran, li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî carekê, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bahar, Girê Amediyê 4 caran; bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

12’ê Sibata 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê