HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Me di daxuyaniya 27’ê Nîsana 2025’an de ji gelê xwe û raya giştî re parve kiribû ku artêşa dagirker a Tirk di 11’ê Nîsanê de êrîşî çeperên me yên şer ên li Herêma Şehîd Delîl a Rojavaya Zapê kiriye û hevrêyên me Besê û Mîtra yên ku bi fedaî li ber xwe dan û rê nedan dagirkeran, şehîd bûne.

 Dewleta Tirk bi rêbazên ku dîrok şahidiya wê kiriye yên herî nemerdane û dermirovî hewl dide îradeya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bişkîne û bi vî rengî dixwaze êrîşên qirker ên li dijî gelê me bi encam bike. Li hember vê yekê, milîtanên Apoyî yên ku xwe bi nirxên herî mezin û bi heybet ên dîrokî pêçane, tevî hemû bêderfetiyê jî ji bo nirxên ku têdikoşin canê xwe feda dikin. Milîtanên Apoyî di şerê qencî û xerabiyê, bedewî û kirêtiyê, ronahî û tariyê ku ji destpêka mirovahiyê ve didome de her tim temsîliyeta qencî, bedewî û ronahiyê kirine, wekî serbilindiya mirovahiya pêşverû cihê xwe di dîrokê de girtin. Hevrêyên me Besê û Mîtra yên ku yek ji van milîtanên fedaî yên nemir in, li Herêma Berxwedana Girê Cûdî bûn nûnerên dawî yên vê kevneşopiya pîroz. Hevrêyên me Besê û Mîtra yên ku modernîteya kapîtalîst a ku rûdana herî dawî ya zîhniyeta serdest a mêr e, înkara mirovahiyê û xwezayê ye zû fêm kirin, ketin nava lêgerînê û paradîgmaya Rêber Apo ya li ser bingeha azadiya jinê nas kirin, berê xwe ber bi ronahiya Rêber Apo ve meşiyan û tevlî refên têkoşînê bûn. Hevrêyên me ji kêliya ewilî jiyana fedaî weke rêgez pejirandin, her roj xwe ji nû ve afirandin û bûn "Xwebûn", xweşiktir û azadtir bûn. Di serdemekê de ku êrîşên qirkirin û tasfiyeyê yên li ser gelê me û Tevgera me dijwar dibûn de hevrêyên me bêyî ku têkevin dudiliyê di çeperên berxwedanê û tunelên şer de cihên xwe girtin û bûn pêşengên berxwedana herî bi heybet a ku dîrokê şahidiya wê kiriye.

Hevrêyên me Besê û Mîtra ew tunelên şer ên bi diran û neynûkan kolandin veguherandin berbanga siberoja mirovahiyê, bersiva pêwîst dan hemû êrîşên artêşa Tirk a dagirker û sekna bêhempa ya milîtaniya Apoyî nîşanî dost û dijminan dan. Hevrêyên me Besê û Mîtra nîşan dan ku gel û tevgerek bi mîlîtanên wiha yên fedaî, bi israra berxwedanê heta nefesa xwe ya dawî têk naçe, bi vê helwesta xwe bûn mîlîtanên herî bijarte yên partiyên me PKK û PAJK’ê.

Malbatên wan ên hêja ku milîtanên pêşeng ên wiha mezin kirine, çiqasî bi hevrêyên me Besê û Mîtra re serbilind bin di cih de ye. Em soz didin ku wekî hevrêyên wan, em ê bibin şervanên xeyalên wan û em di serî de ji malbatên wan ên hêja û gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:


Nasnav: Besê Têkoşîn

Nav û Paşnav: Zehra Zelal Araz

Cihê jidayikbûnê: Mêrsîn

Navê dayik û bav: Avaş – Seyîtxan

Cih û dîroka şehadetê: 11’ê Nîsan 2025 / Zap

 

Besê Têkoşîn – Zehra Zelal Araz


Nasnav: Mîtra Kato

Nav û paşnav: Sara Eskerî

Cihê jidayikbûnê: Salmas

Navê dayik û bav: Lale – Kerem

Cih û dîroka şehadetê: 11’ê Nîsan 2025 / Zap

Mîtra Kato – Sara Eskerî

Besê Têkoşîn – Zehra Zelal Araz - Li wan lûtkeyên mezin ên ku bi ezman re tên ba hev û zinarên mezin ên bi heybetiya xweda û xwedavendan re bi erdê re digihîjin hev, kenek ciwan olan dide. Her çendî hewl didin bi topên giran, kazanên mezin ên ku erd û ezman dihejînin û bi çekên kîmyewî hewaya herî xweş qirêj bikin jî, ew kenê ciwan li wan cihên pîroz strana jiyan, berxwedan û serfiraziyê diqîrin. Celad her roj bi tirsa ku wê kengî dor were wan bêhna mirinê dikşînin, lê fedaî mirinê dikujin û ber bi bêdawiyê ve diçin. Xwedavendek li ser rûyê celadên bêhna mirinê dikşînin diqîre; ‘Ev der Kurdistan e. Ketin heye lê derketin tineye'.

Ji bo keleha berxwedanê ava bikin ew zinarên ji pola bi neynûkên xwe kolandin. Ma kesî qet evînek wiha ya ku her kêliya wê kedeke mezin tê dayîn dîtiye? Fedaî ji vê xaka ku her bihostek wê bi xwîdana gerîla û xwîna bi dehan şehîdan hatiye avdan re dibin mertal. Dema ku ev axên pîroz bihost bi bihost dihatin bombebarankirin, wan li ser ax, av û hewayê soz dan. Berdêla wê çi dibe bila bibe wan soza ku ji bo siberoja vê xaka delal şer bikin, dan. Wan ji Rêberê zana re soz dan ku her kêliya jiyana xwe ji bo vî welatî û mirovahiyê feda bikin. Wan soz dan hezaran şehîdên Kurdistanê. Soz dan neteweya jin a ewilî hatiye mêntingekirin û dayika pîroz. Soz dan ku dagirker, mêtinger, hevkar û xayin di her kêliyê de nefesa xwe de wê mirinê bikşînin û li van axan dawiya wan bibînin!

Hevrêya me Besê, yek ji wan dilên ku soza tolhildanê û li welatekî azad bijî dabû, bi eslê xwe ji Sîwerekê bû. Malbata wê ji ber zexta aborî ya dijmin koçî Mêrsînê kiribû. Bêyî ku bêhna çiyayên Kurdistanê bikşîne nava dilê xwe, çavên xwe li axa dûrî welatê xwe vekir. Her çendî qurta avê ya ewil ji kaniyên berhemdar ên Kurdistanê venexwariye û gava ewil li ser xaka berhemdar a Kurdistanê neavêtiye jî; ti carî ji rastiya Kurd û Kurdistanê dûr nema. Roja jidayikbû dayika wê di guhê wê de jê re gotiye Zelal, mîna navê xwe cewheriya zelal û arî parastiye. Bi saya welatparêziya malbata xwe û pismamê wê di sala 2009'an de tevlî nava refên PKK'ê bû, di temenê xwe yê biçûk de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir. Piştî ku pismamê wê hevrê Egîd Sîverek - Ferît Araz di sala 2011’an de li Erziromê şehîd bû, xwest tevlî refên gerîla bibe. Lê ji ber ku temenê wê pir biçûk bû nekarî tevlê bibe. Hevrê Besê ti carî dev ji israra xwe ya gerîlatiyê berneda, di sala 2013'an de berê xwe da çiyayên azad û li Cûdî tevlî refên gerîla bû. Hevrê Besê dizanî ziman ku gerîlabûn ‘xeyala dayika wê û ya wê bû’ û bi pêkanîna xeyala xwe re xeyala dayika xwe jî pêk anî. Di jiyana xwe ya gerîlatiyê de, her tim ji bo temamkirina xeyala jineke ku xeyalê wê nîvçomayî temam bike têkoşiya. Yanî her gava ku li çiya û şiverêyê diavêt, yek ji bo xwe be, ya din ji bo dayika xwe diavêt.

Hevrê Besê perwerdehiya şervanên nû li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît. Hevrê Besê piştî perwerdehiya xwe bi serketî qedand, tevlî xebatên pratîkî bû. Ji bo di qada leşkerî de pêşketîtir bibe li akademiyên leşkerî perwedeyî dît. Li cem fermandarên me yên pêşeng ên weke şehîd Azê Malazgirt, şehîd Leyla Sorxwîn û şehîd Delal Amed ma. Fermandarên jin ên wêrek de ku ji aliyê Rêbertiyê ve hatine perwerdekirin di teşegirtina nasnameya hevrê Besê de bandoreke mezin kirin. Weke gerîlayeke jin li pey evîna jiyana azad a bi destên van fermandarên jin ên ku bi felsefeya Rêbertiyê bûne xwedawend û hatiye honandin beziya û dilê xwe bi felsefeya Rêbertiyê mezin kir. Hevrê Besê pêvajoya ku bi van hevalên hêja re derbas kiriye wiha anî ziman; "Bi van hevalan re min her roj bêhtir tecrûbe girt.  Min partî, hevrêtî û hevalên şehîd nas kir. Rêxistinê gelek derfet da min ku di nav rêxistinê de pêş bikevim. Heval Azê ji xizmeta leşkerî bigire heya têkiliyên girîng her tişt fêrî min kir. Wê mirov wisa perwerde kir ku mirov her tim berê xwe didan Rêbertiyê. Heval Azê li gel Rêbertiyê mabû. Li ba wê ez bêhtir bi rêxistinê û Rêbertiyê ve girêdayî bûm. Jiyana bi fermandarên wiha re ji bo min pir girîng bû.”

Hevrê Besê digot, “Jiyana PKK'ê pir herikbar e", her tim bi îdiaya ku ne di nava wê de biherike, bi rê ve bibe, diguherîne û veguherîne, beşdarî vê herikbariyê bû. Bi gotina "Divê mirov her tim mezin bijî", ji roja yekem ve bê çawa bijî, şer bike û têbikoşe diyar kir. Daxwaza fedaîtiyê û hewldana ji bo layiqbûnê, her tim ji bo hevrê Besê meşeke bi heyecan bû. Di tevahiya vê meşê de ne heyecana xwe û ne jî baweriya xwe ya mezin winda kir. Bi vê baweriyê di sala 2016’an de bi tevlîbûna nava xebatên Hezen Taybet soza xwe ya fedaîtiyê dubare kir. Piştî sondxwarinê her tim di nava hewla xwe ji nû ve biafirîne û bidestxistina kesayetiya fedaî de bû. Ji aliyekî ve hewl dida jiyana pîroz a fedaîtî û hevaltiyê biparêze, ji aliyê din ve jî hewl dida ku xeyalên xwe pêk bîne. Taybetmendiya herî berbiçav a ku wê di nava jiyanê de ewqas xweşik dikir, nirxa ku dida hevrêtiyê û yekbûna bi manewiyatê re bû. Li her cihê ku lê bû, rêz nîşanî hevalên xwe dida, qîmet dida, evîn û ked dida; di têkilî û sohbetên xwe de jidilbûn û dilsoziya xwe raber dikir. Vê yekê bi van gotinan di dîrokê de neqşand; “Hevrêtiya PKK'ê mirovan bi awayekî wisa bi hev ve girêdide ku hûn çiqas wan nas bikin an nekin jî, ew ne pîvanek e. Ya girîng ew e ku mirov wî ruhî hilgire." Taybetmendiya herî diyarker a hevrêya me Besê evîna wê ya ji bo jiyanê bû û vê evînê bi moraleke bêdawî nîşan dide. Li cihê ku lê bû ti carî evîn, moral û heyecan kêm nedibû. Ew li her derê jiyanê ye; carinan bar dikişîne, carinan di amadekarina tunelên şer de ye û carinan jî bi kameraya destê bêsebrî û bi kelecan hewl dida ku hevalên xwe nemir bike. Her çendî gelek xebatên Partiyê bi serkeftî pêk anîbûn jî, diwest meşa xwe ya şoreşgerî li qadên şer bidomîne. Hevrê Besê pir dixwest bi dijmin re yek bi yek şer bike û her tim di vê xwesteka xwe de bi israr û biryardar bû.

Hevrê Besê mîna girêdana bi hevrêyên xwe re bi evîn û berpirsiyariyeke mezin bi şehîdan re jî girêdayî bû. Evîn û hesreta xwe ya ji bo hevalên xwe yên şehîd wiha tîne ziman; "Mirov bi rastî bêriya hevalan dike. Bîranîn, sohbet, kenê ku te bi wan re parve kir... CIhê her kes, her tişt, her zindiyekî pir cuda ye. Carinan mirov ewqas bêriya rabirdûyê dike ku vê carê mirov di kêliyê de najî, nikare li ser siberojê bifikire. Lêbelê, divê mirov her gav mîna avê biherike. Bi heyecan, bi wê lezê, bi wê tempoyê. Me soz da ku em xeyalên wan pêk bînin û em ê li gorî wê sozê bijîn." Ji ber vê yekê dixwest bersiva hevalên xwe yên şehîd bide û tola her dilopek xwîna wan a rijandî hilîne. Bawerî û girêdan xwe ya bi felsefeya Rêbertiyê, evîna xwe ya ji bo hevaltiyê, nefret û hêrsa xwe ya li hember dijmin bi xwe re bir û di sala 2022’yan de berê xwe da Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê. Bi beşdarbûna Pêngava Şehîd Savaş Maraş ku li vir dest pê kir, hestên xwe bi van hevokan anî ziman,"Hestên me yên tolhildanê êdî tijî bûne. Dem hatibû ku ji gotinan bêtir tişt bên kirin. Bi Pêngava Şehîd Savaş Maraş re, êdî derfeta me çêbû ku em tola ku bi salane li dij dijmin kom bûye, hilînin."

Hevrêya me Besê bi xurtkirina dilê xwe û berxwedêrbûna xwe li dijî hemû êrîşên hovane yên dijmin şer kir, her kêliya ku li qadê bû hemû hêza xwe dida têkoşînê. Berxwedana li herêmê; “Li ruhê berxwedanê ya li Şehîd Delîl Zagrosê; bi ruhê hevrêtiyê û hevalên şehîd bûn ava kir. Em hemû Zîlan û Egîd in. Erka me ew e ku em wan bidin jiyîn. Her roj, her meh, her sal pêvajoya ku em tê de ne gav bi gav dijwartir dibe. Ji ber ku em nêzîkî azadî û Rêbertiyê dibin. Azadî bêyî bedelê nabe, bi kedê çêdibe."

Hevrêya me Besê, bêyî ku hêvî û xeyalên xwe ji bo kêliyekê li pey xwe bihêle, heta nefesa xwe ya dawî xwe ji bo layiqî Rêber Apo û hevalên şehîd bibe têkoşîna fedaî meşand. Hevrê Besê di 11’ê Nîsana 2025’an de, di encama çekên kîmyewî yên nemerdane û tirsonekî yên ji aliyê dijmin ve hat bikaranîn, bi hevrêya me Mîtra re gihîştin şehadetê û meşa xwe ya şoreşgerî di lûtkeyê bi dawî kir.

Hevrêya me Besê heta kêliya ku şehîd bû, ji moralê xwe yê bilind û baweriya xwe ya kûr tawîz neda û bi coş, heyecan û soza tolhildanê ya ku qet ji bîr nekir, rastiya şer pêşwazî kir. Hevrêya me ya ku bi hemû wêrekî û cesareta xwe li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê şer kir û di heman demê de bi xebatên cuda re di domdariya berxwedanê de roleke girîng lîst. Ti carî xwe ji xebatên ku tola hevalên xwe hilîne, derbên mezin li dijmin bixe û hevdîtina bi Rêbertî re misoger bike, dûr negirt û bû yek ji mînakên herî berbiçav ên milîtaniya fedaî ya Apoyî.

Mîtra Kato – Sara Eskerî - Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ku hişmendiya Kurdewarî her tim lê nû û zindî ye, li dijî dagirkerî, mêtingerî û êrîşên qirkirinê yên bi dehan salan, bi berxwedaneke mezin çand, kevneşopî û taybetmendiyên neteweyî parastine. Gelê me yê ku serîtewandina li ber dijmin weke guneh û sûcê herî mezin dibîne, rêxistina xwe afirand û kevneşopiya berxwedanê heta roja îro domand. Bi taybetî piştî ku gelê me yê Rojhilat rastiya partiya me PKKê û Rêber Apo nas kir, bawerî û hêviyên xwe yên ji bo azadî û serxwebûnê zêde kirine, zarokên xwe yên herî hêja bêyî têkevin dudiliyê şandine nava refên gerîla û ji her demê bêtir nêzîkî pêkanîna xeyala dehan salan a Kurdistana azad bûne. Gelê me yê Rojhilat tevî ku zarokên xwe yên herî hêja bedel bidin jî, di hesreta welatekî azad de ti carî tawîz neda, wekî mînaka herî berbiçav a welatparêziya Kurdistanê di dîroka azadiyê de cihê xwe girt.

Hevrêya me Mîtra ya ku zarokeke hêja ya ev gelê qehreman e, li bajarê Selmas ê Rojhilatê Kurdistanê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku malbata hevrêya me Mîtra pir girêdayî nirxên Kurdewarî bû, li gorî vê cehwerê mezin bû û vê taybetmendiyê bi serbilindiyek mezin parast. Tevî hemû êrîşên asîmîlasyon û qirkirinê jî, li gorî cewhera xwe jiya. Ji ber vê yekê, bi taybetî di serdema ciwaniya xwe de her tim nava lêgerîn û lêpirsînê debû. Hevrêya me ti carî şêwaza jiyanê ya ku ji aliyê dagirkeran ve hem wek jinek û hem jî wek Kurdek li ser wê hatibû ferzkirin qebûl nekir û her roj hişmendî û lêgerîna xwe ya azadiyê di dilê xwe de mezin dikir. Hevrê Mîtra di nava êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me de mezin bû. Tevî ku gelek rêxistin û partiyên ku îdia dikirin ku armanca wan azadiya gelê me ye, nas dikir jî qet bi wan re têkilî nedanî. Her tim kevneşopî û îdeolojiyên van rêxistin û partiyan kêm didît. Her çendî rastiya Partiya me PKK’ê û Rêber Apo nas nedikir jî, ew ji serhildana bi heybet a gelê me, bi taybetî li Rojhilat, Kurdistan û cîhanê ya di pêvajoya Komploya Navneteweyî ya di sala 1999'an de li dijî Rêberê me pêş ket û li dora Rêberê me bû xelekek ji agir, pir bandor bû. Piştî vê pêvajoyê, eleqeya hevrêya me ya ji bo Partiya me û Rêber Apo roj bi roj zêde bû û ji bo têkoşîna me ji nêz ve nas bike kete nava lêgerînê. Hevrê Mîtra analîz û parêznameyên Rêbertî yên ku peyda kir xwend û bi taybetî jî ji felsefeya rizgariya jinê ya Rêber Apo bandor bû. Hevrêya me wek jineke ku di bin zexta giran a rejîm û rastiya civakî de dijî, ramanên Rêbertî wekî waheyek di çolê de nirxand û bi heyecan û xwestekek mezin hewl da ku van ramanan fam bike. Her ku hevrêya me Mîtra di felsefeya Rêbertiyê de kûr bû, jiyana heyî hîn bêtir di lêpirsînê de derbas kir û bi vê re her roj bêhtir jiyana bêwate ya sîstemê fêm kir. Hevrêya me digot ku jiyan tenê dema ku watedar be hêjayî jiyînê ye û di demek kurt de fêm kir ku ev yek di PKK’ê de teşe girtiye. Hevrêya me Mîtra li zanîngehê beşa îktîsadê xwend. Tevî ku gelek kes ji bo xwe bigihînin vê jiyana rehet pir hewl û ked dan jî, wê biryar da ku li pey evîna azadiyê ya ku di dilê xwe de hîs dikir de biçe. Hevrêya me Mîtra di wê baweriyê de bû ku ev yek tenê bi tevlîbûna refên gerîla pêkan e, di sala 2013’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.

Hevrêya me Mîtra ya ku jiyana gerîla weke cihê herî watedar ji bo vegera li xwe, ji bo xwebûn û azadiyê bi nav dikir, di demek kurt de hînî vê jiyanê bû. Hevrêya me Mîtra perwerdehiya xwe ya leşkerî û îdeolojîk bi serketî qedand û berê xwe da xebata pratîkî. Hevrêya me heyecana xwe wekî gavên pêşîn ên zarokekî nirxand, di tevahiya jiyan gerîlatiya xwe de vê heyecana parast. Hevrêya me anî ziman ku her kêliya gerîlatiyê nûjenî, xweafirandin, pêşxistin û gihîştina heqîqetê ye û di heman demê de gerîlatî şêwazek jiyanê ye. Ji bo vê ti carî ji coş û beşdariya xwe ya azwerî tawîz neda. Hevrê Mîtra yekem pratîka xwe ya gerîlatiyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Hevrêya me dixwest ku tecrûbeyên li wir bi dest xistiye, li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên ku li dijî gelê me êrîşên qirkirinê pêk dianîn, bi kar bîne. Hevrêya me li ser vê bingehê beşdarî berxwedana dîrokî ya li dijî çeteyan bû û heta sala 2018’an bi fedakarî û wêrekiyeke mezin şer kir. Hevrêya me bi beşdarbûna di gelek pêngavên li dijî çeteyan de erkên xwe yên şoreşgerî bi cih anî. Tevî ku carekê birîndar bû jî, ji ezîm û biryardariya xwe ya şerkirinê tiştek winda nekir. Berevajî vê, hewl da ku têkoşîna xwe hîn bêtir pêş bixe. Hevrêya me Mîtra piştî ku şerê xwe yê li dijî çeteyan bi serketî bi dawî kir, careke din berê xwe da çiyayên ku bêriya wan kiribû û xwest tecrûbeyên ku bi destxistiye bi hevrêyên xwe re parve bike û erka xwe ya hevrêtiyê bi cih bîne. Di heman demê de, pratîka xwe di ber çavan de derbas kir û hewl da ku kêmasiyên xwe yên leşkerî û îdeolojîk derbas bike. Hevrêya me ya ku beşdarî perwerdehiya leşkerî û îdeolojîk bû, piştî ku bi serketî ev perwerde qedand, berê xwe da xebata pratîkî. Hevrêya me heta sala 2021'an li herêmên cuda yên Herêmên Parastina Medyayê tevlî xebatan bû, di vê pêvajoyê de beşdariyeke mînakî nîşan da.

Hevrê Mîtra ku dixwest li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger a ku di sala 2021'an de li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin, li kêleka hevalên xwe yên li qadên berxwedanê li ber xwe bide, bi biryardariyeke mezin li ser vê daxwaza xwe israr kir. Hevrêya me bi helwesta xwe ya milîtanî û asta biryardariya xwe ya gihîştî bawerî da hevrêyên xwe û derbasî qadên ku şer lê dijwar bû, bû. Hevrê Mîtra yek ji milîtanên Apoyî ku dijmin bi her cûre rêbazan, bi taybetî çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî nikarîbû îradeya wan bişkîne, bû. Hevrê Mîtra bi vê taybetmendiyê di nav hevalên me yên fedaî ku azad bûn û mirin têk birin de cihê xwe girt. Hevrêya me Mîtra di 11’ê Nîsana 2025’an de di êrîşa çekên kîmyewî ya dijmin a li dijî tunelên şer ên li Herêma Berxwedana Girê Cûdî de heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da û ber bi şehadetê ve meşiya. Hevrêya me Mîtra wê her tim bi kesayetiya xwe ya durist, samîmî û fedakar were bîranîn û pêşengiya xwe ya têkoşîna me bidomîne.

 

30’ê Avrêla 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG