Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û bersiva hêzên me ya li hemberî van êrîşan bi vî rengî ne:
Êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker;
- 15 û 17’ê Nîsanê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 2 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, top û obusan pêk anîn;
- 15, 16, 17 û 18’ê Nîsanê qadên Heftebax, Mijê, Dêreşê û Zêvkê yên herêma Garê 131 caran, Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar û Girê Amediyê yên herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 439 caran û Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna û Bêşîlî yên girêdayî herêma Metînayê 57 caran; bi giştî 627 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombebarankirin.
- 16 û 17’ê Nîsanê li ser Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar û Girê Cûdî liv û tevgera helîkopteran bê rawestan dom kir.
Destwerdana hêzên me ya li êrîşan;
- 17’ê Nîsanê di saet 13.45’an de wesayîta zirxî ya bi tîpa Kîrpî û cîhaza Jammer a li ser wê êrîşî çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê kirin. Yekîneyên me yên Şehîd Axîn Mûş bi droneya kamîkaze bersiv dan û wesayîta zirxî îmha kirin. Ev çalakî ji bo bersiva êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker di demên dawî de bi rengekî zêde pêk anîn, hatiye lidarxistin.
18’ê Avrêlê 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê