Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û bersiva hêzên me ya li hemberî van êrîşan bi vî rengî ne:
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
- 18'ê Nîsanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker;
- 18'ê Nîsanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bagar carekê bi balafirên şer hate bombekirin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, top û obusan pêk anîn;
- 18 û 19'ê Nîsanê li herêma Xakurkê qada Lolanê 5 caran, li herêma Garê qadên Zêvkê, Girgaşê, Sipîndarê, Mijê, Dêreşê 115 caran, li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê û Bêşîlî 14 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Baharê 224 caran; bi giştî 358 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.
Destwerdana hêzên me ya li êrîşan;
- 18'ê Nîsanê saet di 13:58'an li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Sergelê obusek ku bombe li çeperên me dibaran bi droneyeke kamîkaze ji aliyê Yekîneya Me ya Şehîd Axîn Mûş ve hate îmhakirin. Çalakî ji bo bersivdana li êrîşên giran ên artêşa Tirk a dagirker hate kirin.
- 19'ê Nîsanê saet di 10:58'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan ku êrîşî tunelên berxwedanê dikirin.
20’ê Avrêlê 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê