Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Em hevrêyên xwe Arjîn, Zeryan û Baran ên ku xwedî li berxwedaneke dîrokî derketin û di rojên cuda yên sala 2024’an de şehîd bûn, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku xeyalên wan pêk bînin.
Hevrêyên me Arjîn, Zeryan û Baran dizanîn ku hemû destkeftiyên li Kurdistanê encex bi têkoşîneke li ser xeta fedayîtiyê dikare bê bidestxistin û bi vê zanebûnê tevlî nava refên gerîla bûn. Ji kêliya destpêkê û pêve xwe fedayê azadiya gelê me kirin. Weke ronahiya rûyê gelê me, di dîrokê de cihê xwe yê bi rûmet girtin. Tevî hemû êrîşên qirkirinê yên dewletên mêtinger ên ku Kurdistan dagir kirine, cewherê di dilê xwe de parastin û tevlî têkoşînê bûn. Ev hevrêyên me derbeya herî mezin li xeyalên sedsalî yên mêtingeran dan. Hevrêyên me Arjîn, Zeryan û Baran heta hemû hucreyên xwe hîs kirin ku PKK tevgereke tolhildanê ye û bi hemû hêza xwe tola komkujiyên li dijî gelê me hatine kirin, hildan û wezîfeyên xwe yên dîrokî bi cih anîn. Hevrêyên me weke şêwazekî jiyanê fedayîtî di kesayeta xwe de temsîl kirin û weke şopdarên fermandara me ya pêşeng Zîlan – Zeynep Kinaci bêyî teredut canê xwe fedayê azadiya gelê me kirin. Bi vî rengî weke milîtanên ku Rêber Apo û şehîdên me yên leheng bi rengekî herî baş fêm kirin, di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girtin.
Em weke hevrêyên Arjîn, Zeryan û Baran, di serî de malbatên wan ên hêja ji tevahî gelê Kurdistanê re sersaxî dixwazin, car din li ber bîranîna şehîdên xwe yên fedayî bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin
Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
|
Nasnav: Arjîn Mîrza Nav û Paşnav: Gulsun Tan Cihê Jidayikbûnê: Şirnex Navê Dayik – Bav: Mevlude – Salih Cih û Dîroka Şehadetê: 19’ê Îlona 2024’an / Zap
|
Arjîn Mîrza – Gulsun Tan
|
Nasnav: Zeryan Denîz Sarya Nav û Paşnav: Esra Temel Cihê Jidayikbûnê: Stenbol Navê Dayik – Bav: Zahîde – Osman Cih û Dîroka Şehadetê: 28’ê Cotmeha 2024’an / Zap |
Zeryan Denîz Sarya – Esra Temel
|
Nasnav: Baran Zîlan Nav û Paşnav: Eyub Mubarekî Cihê Jidayikbûnê: Dewlan (Sine) Navê Dayik – Bav: Ferîşte – Muhammed Saîd Cih û Dîroka Şehadetê: 19’ê Îlona 2024’an / Zap |
Baran Zîlan – Eyub Mubarekî
Arjîn Mîrza – Gulsun Tan -Hevrêya me Arjîn li Silopiyayê di nava malbateke welatparêz a ji eşîra Sipêrtî de hate dinê. Ji ber dilsoziya derdora wê ya nêz û malbata wê ya bi nirxên Kurdî û têkoşîna azadiyê re, bi çanda welatparêziyê mezin bû. Ji xizmên wê yên nêz gelek kes tevlî nava refên gerîla bûne û mamê wê Pala – Mehme Tan û keçxala wê di salên 90’î de şehîd bûn. Ev yek bû sedem ku hevrêya me Arjîn di demekî zû de li hemberî partiya me PKK’ê bibe xwedî sempatî. Hevrêya me bi taybetî qedrekî mezin da têkoşîna gerîla û mîna gelek zarokên Kurd xeyal kir ku bibe gerîla. Hevrêya me Arjîn hingî ku mezin bû, rastiya dijmin hîn baştir fêm kir. Dijmin xwest gelê me di qirkirinê re derbas bike, li hemberî vê yekê hevrêya me bû xwedî hêrseke mezin. Lewma eleqeya hevrêya me ya li hemberî têkoşînê hîn zêdetir bû û ji sala 2009’an û şûnde di nava xebatên şoreşger û ciwanên welatparêz de cih girt. Di vê pêvajoyê de rastiya Rêber Apo hîn baştir fêm kir û xwe di warê îdeolojîk de pêş xist. Bi taybetî pir zû zanebûna azadiya jinê bi dest xist û ket ferqa zihniyeta desthilatdariya mêr. Hevrêya me hingî ku lêhêrbûn kir, hîn baştir xwe nas kir û li dijî bandorên ku sîstemê li ser afirandî têkoşiya û ket nava hewldanê ku nasnameya jina azad di kesayeta xwe de ava bike. Piştre ji bo xwendina zanîngehê hevrêya me çû bajarê Aydin û li vir jî xwedî li wezîfeyên şoreşgeriyê derket û xebatên xwe domand. Di pêvajoya ku çeteyên DAÎŞ’ê hewl dida Şoreşa Azadiyê ya Rojava bifetisîne de, hevrêya me Arjîn fikirî ku divê têkoşîna azadiyê ya gelê me hîn mezintir bike û di dawiya sala 2013’an de beşa hemşîretiyê ya ku li zanîngehê dixwend, di nîvî de hişt û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Bi vî rengî hevrêya me xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî, kêfxweşî û coşa xwe di tevahiya jiyana xwe de parast.
Hevrêya me Arjîn ji roja ewilî ya tevlî nava refên gerîla bûyî û vir ve, bi tevlîbûna xwe ya bi moral derket pêş û bi zelalbûna xwe ya di felsefeya Rêbertî û meşa xwe ya bi biryar de ji kêliya destpêkê û şûnde bû milîtanek mînak. Exlaq û terbiyeya ku ji malbata xwe girtî, bi pîvanên azadiyê yên Apoyî re kir yek û di nava demek kurt de di kesayeta xwe de guhertinên girîng çêkir. Hevrêya me ji perwerdeyên îdeolojîk fêm kir ku milîtaniya Apoyî meşa li ser xeta fedayîtiyê ye û li gorî vê tevlîbûn esas girt. Di demeke ku êrîşên giran li ser gelê me hatin kirin de, hevrêya me Arjîn xwest bi gelê me yê berxwedêr re be. Ji ber pêdiviyan demekê di nexweşxaneya gerîlayan de hate wezîfedarkirin. Ji ber asta rêxistinî û îdeolojîk a ku xwe gihandiyê, xwesteka xwe ya çûyîna şer neçar ma ku demekê taloq bike. Hevrêya me bi hemû hêza xwe tedawiya hevrêyên xwe yên birîndar û nexweş, girt ser xwe. Hevrêya me Arjîn bi saya hestê hevrêtiya xurt a di dilê xwe de, yek bi yek bi her hevrêyek xwe yê nexweş re eleqeder bû û ji bîrînên wan re bû derman. Qasî serketina xwe ya pîşeyî bi peywendiyên xwe yên civakî re jî ji bo hemû hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêya me zêdeyî 2 salan di nava xebatên tenduristiyê de ma û di vê pêvajoyê de lêhêrbûna xwe ya ji bo şer kûr kir. Bi taybetî di pêvajoya Berxwedana Rêveberiya Xweser de hevrêya me ji çalakiyên fedayî bandor bû û ev hevrêyên xwe yên ku milîtaniya Apoyî bi rengekî herî watedar pêk anîn, mînak girt. Hevrêya me Arjîn bi vî rengî xwest tevlîbûna xwe ya fedayîtiyê tevlî xebatên şênber bike û di sala 2016’an de tevlî xebatên Hêzên Taybet bû.
Hevrêya me Arjîn dizanî ku ji bo tolhildana komkujiyên li dijî gelê me hatine kirin, sîstema tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me û hevrêyên me yên ku bi lehengî şehîd bûne, divê xwe di warê leşkerî û îdeolojîk de pêş bixe û li ser vî esasî nêzî perwerdeyan bû. Hevrêya me bi lêhêrbûnên xwe yên cewherî tevlîbûna fedayîtiyê veguherand tarzekî jiyanê; bi uslub, germiya xwe ya di peywendiyên hevrêtiyê de, tarzê xwe yê encamgir ê di xebatan de xwe ji nûbûnê re vekir û bê navber di nava pêşketinê de bû. Bû şervaneke YJA Starê ya ji hemû hevrêyên xwe re mînak. Di heman demê de bi kûrbûna xwe ya li ser xeta azadiya jinê, bi xwe re hevrêyên xwe jî sewqî lêhêrbûn û veguherînê kir. Hevrêya me Arjîn bû yek ji parêzvanên xurt ê pîvanên azadiyê ya ku di partiya me PKK û PAJK’ê de wate dîtî. Hevrêya me Arjîn di bin bunyeya Hêzên Taybet de tevlî xebatên girîng û stratejîk bû û ji bo bilindkirina performansa şerê gerîla, tevkariyên girîng kir. Bi taybetî ji bo li dijî êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bibe bersiv, xwest derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bibe. Hevrêya me Arjîn li vê qadê bi gelek hevrêyên xwe re ked da û bîranînên pir bi qîmet ên ku ti carî nayên jibîrkirin, jiyan kir. Bi îdîa û biryardariyeke mezin berê xwe da herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê. Hevrêya me Arjîn ji ber tecrubeyên xwe yên di qada tenduristiyê de hîn zêdetir li vê qadê beşdarî xebatan bû û bi tempoyeke bilind a ku şev û roj nasekine, birînên hevrêyên xwe tedawî kir. Bi vî rengî nehişt gelek hevrêyên me şehîd bibin û ji bo ku têkoşîna me demdirêj bimeşe, kedekî mezin da. Hevrêya me Arjîn li warê fedayiyên nemir gav bi gav mezin bû, bedew bû û xurt bû. Bi hevrêtiya xwe ya samîmî, biryardariya xwe ya di têkoşînê de, jiyana xwe ya bi mînak û di hemû hevrêyên xwe de coş û moral ava kir û bi vî rengî derbasî dîroka azadiyê ya gelê me bû. Weke hevrêyên wê em soza xwe dubare dikin ku wezîfe û berpirsyariyên wê dewrî me kirî bi cih bînin û bibin layiqê hemû şehîdên xwe.
Zeryan Denîz Sarya – Esra Temel - Hevrêya me Zeryan weke ferdeke malbateke ji Meletiyê, li Stenbolê hate dinê. Ji rastiya Kurdîtiyê dûr mezin bû. Ji ber ku malbata wê û xizmên wê pir ji polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a mêtinger bandor bûn, weke biyaniyê kevneşopî û çanda Kurdî mezin bû. Lê belê hevrêya me ji zarokatiya xwe û pêve derdora xwe lêpirsîn kir û timî di nava lêgerînê de bû. Destpêkê bi malbata xwe re ket nava nakokiyan. Malbata wê zanebûna xwe ya Kurdîtiyê winda kiribû û gihiştibû asteke ku xwe înkar bike, ev yek bû yek ji xisûsên ku ji aliyê hevrê Zeryan ve were lêpirsînkirin. Dîsa nakokiya sermayeyê û jiyana jinan a di bin zext û gefên mirinê de jî ji aliyê hevrêya me Zeryan ve hate lêpirsînkirin. Hevrêya me li aliyekê li bersiva van nakokiyan digeriya û li aliyê din jî bi sekneke serhildêr li dijî sîstemê sekinî. Hevrêya me ji bo ji lêgerînên xwe re bersiva rast bibîne, bê navber ket nava hewldanê. Her çendî ku bi gelek çêkerên çep û sosyalîst re ketibe nava peywendiyê jî, fikreke ku ji lêhêrbûnên wê re bibe bersiv nedît. Lê belê hevrêya me Zeryan xwedî kesayeteke welê bû ku ti carî pes nedikir. Fikirî ku divê vegere xwe û pêşketineke bi wêrek pêk bîne. Hevrêya me beriya her tiştî biryar da ku bibe ‘xwebûn’ û mîna Rêbertî diyar kirî, wê xezîneya ku lê digere li cihê windakirî bibîne. Yanî beriya her tiştî wê Kurdîtiya xwe bi rengekî bêfikar qebûl bike û lêgerînên xwe yên ji bo jiyanê jî li ser vê esasê kiriba. Hevrêya me ji bo xwendina zanîngehê çûbû bajarê Sakaryayê, li vir lêgerînên xwe hîn zêdetir kir. Lêkolînên xwe yên têkildarî Kurdîtiyê hîn kûrtir kir. Hevrêya me di lêkolînên xwe de rastiya PKK û Rêber Apo jî nas kir û fêm kir ku Kurdîtiya azad di nava PKK’ê de şênber dibe. Li ser vî bingehî piştî çend rûpelên pirtûka Rêbertî ya bi navê ‘Parastina Gelekî’ xwend, bandor bû û biryardar ku bibe Apoyî. Hevrêya me Zeryan di dawiyê de bersiva hemû nakokiyên xwe yên têkildarî jiyanê, dît û demildest li çêkereke ku lêhêrbûnên xwe bixe pratîkê geriya. Li ser vî bingehî hevrêya me xwendekarên welatparêz û şoreşger ên li Sakaryayê nas kir û bêyî teredut beşdarî xebatan bû. Hevrêya me di nava demek kurt de bû pêşeng û bi qabîliyeta xwe ya îknayê û kedeke bêhempa, ji bo ku gelek ciwan xwe rêxistin bikin û tevlî nava refên têkoşînê bibin bandoriyek afirand. Hevrêya me Zeryan mîna her şoreşgerek xwedî helwest, dizanî ku divê ew jî têkoşîna xwe mezin bike û beşa Endezyariya Kompûteran terikand, di sala 2015’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrê Zeryan ji roja ewil ve bi coş û kelecanek mezin tevlî jiyana gerîla bû û gelek ji çiyayên Kurdistanê yên bi heybet bi bandor bû. Hevrêya me li warê herî pîroz ê gerîla Botanê ku bi xwîdana hezaran şehîd hatiye avdan, gerîlatî kir. Hevrêya me bi perwerdeyên ku dîtî re lêpirsînên kûr di kesayeta xwe de jiya û pêşî hewl da rastiya ziman, çand û kevneşopiya Kurdbûnê hîn bibe û di vê mijarê de kedek mezin raber kir. Hevrêya me şansa ku bi gelek milîtanên Apoyî û bi taybetî Şehîd Zeryan Denîz re bijî bi dest xist û têkoşîn meşand. Bîranînên ku di vê pêvajoyê de bi dest xist, biryardariya wê ya têkoşînê xurtir kir. Hevrêya me piştî perwerdeya xwe qedand ji bo pêşî li êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me bigire û li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer bike derbasî eniyên herî pêş bû û bi wêrekiya xwe derket pêş. Li vir piştî tecrûbeyek xurt bi dest xist û erka xwe bi serketî bi dawî kir, xwest bersivê bide qetlîamên dewleta Tirk ên di dema Berxwedana Rêveberiya Xweser a li Bakurê Kurdistanê de. Hevrêya me di wê baweriyê de bû ku ev bersiv tenê bi tevlîbûna li ser xeta fedaîbûnê dikare were dayîn. Li ser vê bingehê di sala 2017'an de careke din vegeriya çiyayên Kurdistanê û tevlî xebatên Hêzên Taybet bû. Hevrêya me li vir perwerdeyên berfireh dît û lêhûrbûnên xwe kûrtir kir. Hevrêya me her ku di felsefeya Rêber Apo de kûr bû, hîs kir ku her ku diçe nêzî xeta fedaîbûnê ya şehîd Zîlan û Rêber Apo dibe. Ev pêvajo di jiyana xwe de weke qonaxeke veguherînê girt dest. Hevrêya me êşên guherînê jiya û wekî nîşana ji nû ve avakirina kesayetek bihêztir girt dest. Hevrêya me ya ku bi kesayeta xwe ya serhildêr her mijareke ku hîn dibû ji kûr ve lêpirsîn dikir, her tim bi awayekî dilsoz tevlî jiyanê dibû. Hevrêya me ku tevlîbûneke pir bi zanebûn nîşan da, her roja ku derbas dibû bi hêza manewî ya ku bi dest xistî, xebatên xwe yên ji bo layiqî Rêber Apo û hevrêyên şehîd bibe, didomand. Hevrêya me Zeryan li ser pîvanên jina azad bi kûrahî lêhûrbû û di hundirê xwe de li dijî bandorên sîstemê yên li ser kesayeta xwe şer kir û bi vê helwesta xwe re bû milîtaneke mînak a PAJK’ê. Hevrêya me piştî ku perwerdeya xwe qedand, beşdarî xebatên ku ji bo têkoşîna me gelek girîng bû. Hevrêya me xwest serketina di nava van xebatan de bi dest xistiye, li qadên ku şer giran e tacîdar bike. Hevrêya me di vê mijarê de bi israr daxwaz û pêşniyarên xwe kirin, di sala 2022’yan de derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû.
Hevrêya me Zeryan ku di tunelên berxwedanê de bi gelek hevrêyên xwe yên hêja re şer kir, bi sekna xwe ya bi coş û fedaî hêz da hemû hevrêyên xwe. Hêrsa xwe ya li hemberî dijmin bi çalakiyên ku tevlî bû veguherand pratîkê û nûnertiya tolhildana gelê me bi taybet jinên Kurd kir. Em weke şopdarên hevrê Zeryan ku di êrîşa dijmin a 28’ê Cotmeha 2024’an de şehîd bû, soza xwe ya pêkanîna xeyala Rêberê Azad û Kurdistana Azad dubare dikin.
Baran Zîlan – Eyub Mubarekî - Rojhilatê Kurdistanê yek ji qadên bingehîn e ku di bin bandora ruhê şoreşgerî yê ku li tevahiya Kurdistanê di pêşengtiya partiya me PKK’ê de derketiye holê. Rojhilatê Kurdistanê hêviya azadiyê di partiya me PKK’ê de û di rastiya Rêber Apo de ku berxwedaneke dîrokî li dijî dagirkeran pêş xistiye, dît. Têkoşîna fedaî ya gerîlayên azadiyê ya li hemberî dagirkeran û îsbatkirina hebûna xwe ya bi vîna xwe ya xurt, hişt ku gelê me yê Rojhilat bi baweriyeke bêdawî li dora gerîla bibe yek. Di serî de bi serhildanên ku pêş xist û bi helwesta neteweyî ya ku li dijî Komploya Navneteweyî ya sala 1999’an li hemberî Rêbertiya me nîşan da, dilsozî û baweriya xwe ya bi têkoşîna me ya azadiyê re hîn xurtir kir. Ji bo vê jî bi tevlîkirina ewladên xwe yên herî bi qîmet ber bi refên têkoşîna azadiyê ve karî erkên xwe yên welatparêziyê di asta herî jor de bi cih bîne.
Hevrêyê me Baran di nava rastiyek wiha de li herêma Dewlan a bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê di malbateke welatparêz û kedkar de mezin bû. Hevrêyê me ji ber ku bi nirxên Kurdewariyê re hat mezinkirin, her çend demek çûbe dibistanên sîstemê jî, kariye cewhera xwe biparêze. Tevî ku malbata hevrêyê me ji siyasetê dûr bû û têkiliya wan bi ti partî re nebû jî, di sala 2003'yan de bi tevlîbûna nasekî wan re, partiya me PKK’ê nas kirin. Ji ber ku li herêmê bi salan behsa têkoşîna vî hevalî dihat kirin, bala hevrêyê me Baran kişand û gelek bi bandor bû. Bi Şoreşa Rojava û berxwedana li dijî DAÎŞ'ê re eleqeya hevrêyê me ya ji bo PKK'ê xurtir bû. Hevrêyê me Baran di sala 2018’an de ku xwe li hemberî têkoşîna azadiya gel berpirsyar dît, li ser bingehê vê hişmendiyê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Baran li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdeya xwe ya destpêkê li nava refên gerîla wergirt, bi cewhera xwe ya bi coş û meraq di demeke kurt de adapteyî jiyana çiyê bû. Ji bo tevlîbûna xwe ya li ser esasê hestewarî veguherîne tevlîbûnek bi zanabûn kedek mezin raber kir û di demeke kurt de berpirsyarî girt ser xwe. Hevrêyê me yê ku ji şehadeta hevrêyên xwe gelek bi bandor bû, fêm kir ku zindî hiştina bîranîna wan encax bi xurtkirina têkoşînê re pêkan e û li ser vê bingehê lêhûrbûna xwe kûr kir. Hevrêyê me Baran piştî ku perwerdeya xwe bi serketî qedand, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me li van herêman tevlî gelek xebatan bû û ji ber hesasiyeta xwe ya li hember xebatê derket pêş û di demeke kin de bala hevrêyên xwe kişand. Hevrê Baran ne tenê bi pratîka xwe baweriya hevrêyên xwe bi dest xist, di heman demê de weke milîtanekî Apoyî bi israr hewldanên xwe yên ji bo avakirina tarz û tempoya Rêbertî di kesayetiya xwe de dewam kir. Ji kêliyên destpêkê ve ji bo xurtkirina têkoşîna me di nava xebatên stratejîk de cih girt û ji ewil ve giranî û cidiyeta van xebatan hîs kir û bû xwedî tevlîbûnek li gorî vê yekê. Di vê pêvajoyê de hevrêyê me ku bi rengekî herî baş tevlî karê xwe bû, li aliyê din lêhûrbûnên kûr jiyan kir. Ji ber ku pêvajoya şer a dijwar pêwîstî bi sekneke fedaîtî didît, hevrêyê me Baran jiyaneke ji rêzê red kir û berê xwe da nava xebatên Hêzên Taybet. Bi perwerde û lêhûrbûnên ku li vir bi dest xist, xeta fedayîtiyê esas girt ji bo êrîşên dijmin bişkîne pêşniyar kir ku derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bibe.
Hevrêyê me Baran ji ber sekna xwe ya jiyanê û hakîmiyeta xwe ya di şêwazê şerê gerîla yê dema nû de, pêşniyara wî hat qebûlkirin û li ser vê bingehê bi biryardariyeke mezin berê xwe da herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê. Li dijî êrîşên nemirovî yên dijmin bi vîna Apoyî li ber xwe da. Bi kesayetiya xwe ya kedkar, fedekar û leheng ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya moralê. Hevrêyê me Baran ku di berxwedana zêdeyî sê sal in dewam dike de tevkariyên girîng kir, di 19'ê Îlona 2024'an de gihîşt şehadetê û têkoşîna xwe di lûtkeyê de temam kir
20’ê Avrêla 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG