Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
1. Di 1’ê puşperê saet derdora 20:00 an li dijî Girê Bilîcan ya girêdayî navçeya Colemerg Çelê’ye ji hêla gerîlayê me çalakiyek hatiye li darxistin. 70 leşkerê ku li ser girê bilîcanê bû ji hêla gerîlayê me bi awayekî bandor hatiye lêdan. Li vir 10 çeperê dijmin, konekî mezin û çepereke ku çeka giran A6 têde ji hêla gerîla yê me hatiye imha kirin. Li vir bi qasî ku hatiye zelalkirin 23 leşkerê dijmin hatiye kuştin, 9 çekê HK-33(melez) yên ferdî û kamerayeke termal ji hêla gerîlayê me hatiye desteserkirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 3’yê pûşperê de saet di navbera 02:30-04:00’an de li Qadên Parastina Medya li hember qada Şikêrê Bêtalmeyê ku girêdayî Heftanînê ye, Artêşa TC’ê bi firokeyên kobra êrîşeke hewayî li dar xistiye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û rayagiştî re!
1. Di 1’ê pûşperê de saet li derdora 10:00’an li Girê Şehîd Gafûr ku girêdayî Oramara Geverê ye, hêzên gerîlayên me çalakiyeke sûîkastî li dar xistine. Di çalakiya ku fermandarê gir hatiye kuştin, piştî çalakiyê eydî Artêşa TC’ê firokeyên kobra derdora qada çalakiyê bombebarîn kirine. Bîrîma me ya çalakiyê, bê windahî gihîtiye yekîneya xwe.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re;
1. Di şeva 30’yê gulanê ku bi 31’ê gulanê ve girê dide, saet li derdora 00.40’an de eydî Eyaletama ya Amanosê ya HPG’ê, ji hêla Tîma Şehîd Karker ve li hemberî Fermandariya Piştgiriya Îkmalê ya Deryayê ya Îskenderûnê çalakiyek li dar ketiye û di vê çalakiyê de gerîlayên me ji têlên derbas bûne û gihandine qulûbeya leşkeran û di dema nobet guherînê de, maşîna bi marka reo ya leşkerî û qulûbeya nobetê hedef hatiye girtin û bi roketavêjên B7 û çekên ferdî hatine lêdan. Maşîna ku tê de nêzî 20 leşker hebûne bi tevahî hatiye rûxandin. Di çalakiyê de 7 leşkerên dijmin hatine kuştin û ji 3 giran 11 leşkerên dijmin jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê gerîlayên me bi ewlehî gihîştine yekîneyên xwe.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di gulana 2010’an de digel ku em wekî HPG di pêvajoyeke agirbesteke yekalî de bûn jî, Artêşa TC’ê tu carî êrîş û operasyonên nedaye rawestandin. Ji van operasyonan beşek ji wan ji ber zirûfên şer ji hêla me ve nehatiye zelalkirinê, bes ên ku ji hêla me ve hatine zelalkirin ev in û vê ji gelê me û raya giştî re daxuyandin em wekî peywireke dibînin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re;
Di demên dawîn de di pevçûnên li Sêrt, Berwarî û Şirnexê de hinek cahş mirine û hinek ji wan jî birîndar bûne. Dewleta TC’ê jî di propagandayên xwe de, dibêjin ku gerîla bi zanebûn cahşan hedef digirin. Ev propagandayeke ne rast û bê esl e.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Em dixwazin bidine diyarkirinê ku, çalakiya me ya dawîn a ku di 27’ê gulana 2010’an de li Pervariya Sêrtê li dar ket, ji bona ew destên bi alçaxî dirêjî rûmet û namûsa gelê kurd bûye hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar