Fermandarê Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) Nûredîn Sofî, bi mebesta salvegera damezrandina PKK’ê, di pîrozkirinên cûda yên gerîla axaftin kirin û kiryarên dewleta Tirkiyeyê yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zordestiya dewleta Sûriyeyê ya li dijî gelê kurd û girtiyên azadiyê bi tundî rexne kirin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 28'ê mijdarê de bi roj di navbera saetên 10:30 – 11:00 de, artêşa tirk li hemberî navçeya gundê Şîvê girêdayî herêma Zap'ê êrîşek bi topên hawan û obûsan pêk anî.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 16’ê mijdarê de bi roj saet di navbera 11:00-12:00’yan de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qada Çiyareş ku girêdayî Zapê ye êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 14’ê mijdarê de saet di navbera 19:00’ê şevê û 05:00’ê sibehê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember Govendê, Mîrosê, qadên xeta Basya û gundê Hergûşê ku girêdayî Şemzînana Colemêrgê ne, êrîşên bi obûs û hawanan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di çarçoveya tevdîrên ewlekariyê yên giştî de, ketin û derketinên bi armanca nêçîrvaniyê ku li navçeyên Dara Hênê, Pasûr, Hezro, Hênê, Aricak, Palû û Karazê pêk tên hatiye rawestandin. Di çarçoveya vê biryara me de, divê tu kes bi armanca nêçîrvaniyê nekeve van qadan.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 13’ê mijdarê de bi roj saet di navbera 13:00-15:00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember girê Govendê ku girêdayî Şemzînana Colemêrgê ye êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidaxistin.
- Ayrıntılar

