Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 4’ê îlonê de ji hêla Artêşa TC’ê ve bi roj saet di navbera 13:00-14:30’an de li Qadên Parastina Medya li hember gundên Mûsolokê û Ermûşê û qada Ebdalkovî êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin. Di van êrîşan de eydî gundiyan zevî û baxçe zirar dîtine û nêzî 30 sewal jî telef bûne.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 3’yê îlonê de ji hêla Artêşa TC’ê li hember qadên Girê Nêriya, Şehîd Reşîd û Şehîd Dogan ku girêdayî qada Tendûreka Agiriyê ne operasyonek hatiye li dar xistin. Di operasyona ku berdewam dike de, xebatên kemînavêtinan didomin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 2’yê îlonê de bi roj saet di navbera 10:00-11:00’an de ji hêla artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember sêgoşeya Avaşîn û Basya û gundê Mêzê ku girêdayî Zagrosê ne êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin. Di encama van êrîşan de li qadan şewateke ku hê jî didome derketiye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Ji roja 21’ê adara 2009’an pê ve ku tevgera biryara bêçalakîbûnê yekalî girtiye, ji hêla artêşa TC’ê ve 56 operasyonên bi armanca tunekirinê hatine li dar xistin. Li hember van operasyonan ji ber pejinkariya gerîlayên me tenê ji van operasyonên di pênç operasyonî de şer qewimiye û ji hêla gerîlayên me ve di vê mehê de tu çalakiyek nehatiye li dar xistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di demên dawîn de ji ber tengezarî û aloziya di navbera malbatên Xerîkan û Tayanê ku li navçeya Silopyayê ne, di 31’ê tebaxê de di navbera herdu malbatan de pevçûn hatiye jiyandin û di vê pevçûnê de 4 kes mirine û nêzî 30 kes jî birîndar bûne. Ev rewş her diçe xwe digihîne asteke xeter.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 30’yê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Demanan, Laç, Tûlîk, Alabag û Pîrlvenk ku girêdayî navenda Dersîmê ne operasyonek hatiye li dar xistin. Opeasyona ku firokeyên kobra jî hatine bikaranîn, di 31’ê tebaxê de bi paş ve vekişiyaye.
1 Îlon 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 28’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qada Govendê ku girêdayî Şemzînanê ye operasyonek hatibû destpêkirin û di vê operasyonê de di 30’yê tebaxê de bi roj saet di 10:00’an de leşkerên artêşa TC’ê hewl dane ji sînor derbas bibin. Di dema derbasbûnê hêzên gerîlayên me ji neçarî bi leşkeran ketine pevçûnê.
- Ayrıntılar