Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 4’ê îlonê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qadên Elîbogazî, Alûklû, Kurûder û Bozanê ku girêdayî Dêrsimê ne êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin. Di encama êrîşan de li qadan şewateke ku hê jî didome destpêkiriye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 4’ê îlonê de ji hêla Artêşa TC’ê ve bi roj saet di navbera 13:00-14:30’an de li Qadên Parastina Medya li hember gundên Mûsolokê û Ermûşê û qada Ebdalkovî êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin. Di van êrîşan de eydî gundiyan zevî û baxçe zirar dîtine û nêzî 30 sewal jî telef bûne.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 3’yê îlonê de ji hêla Artêşa TC’ê li hember qadên Girê Nêriya, Şehîd Reşîd û Şehîd Dogan ku girêdayî qada Tendûreka Agiriyê ne operasyonek hatiye li dar xistin. Di operasyona ku berdewam dike de, xebatên kemînavêtinan didomin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 2’yê îlonê de bi roj saet di navbera 10:00-11:00’an de ji hêla artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember sêgoşeya Avaşîn û Basya û gundê Mêzê ku girêdayî Zagrosê ne êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin. Di encama van êrîşan de li qadan şewateke ku hê jî didome derketiye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Ji roja 21’ê adara 2009’an pê ve ku tevgera biryara bêçalakîbûnê yekalî girtiye, ji hêla artêşa TC’ê ve 56 operasyonên bi armanca tunekirinê hatine li dar xistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di demên dawîn de ji ber tengezarî û aloziya di navbera malbatên Xerîkan û Tayanê ku li navçeya Silopyayê ne, di 31’ê tebaxê de di navbera herdu malbatan de pevçûn hatiye jiyandin û di vê pevçûnê de 4 kes mirine û nêzî 30 kes jî birîndar bûne.
- Ayrıntılar

