Ji gelê me û rayagiştî re!
Gelê me di pêşengiya tevgera apocî de têkoşîna xwe bi rê ve dibe û ji bona azadiya xwe bi dest bixe her roj bedel dide û bi bedeldayînê re nirxên nû diafirîne. Bi gotina serokatiya me, Pêngava 1’ê Hezîranê wekî “Duyemîn Pêngava 15’ê Tebaxê” hate bi nav kirin û ev pêngav bi biryarî dikeve sala xwe ya şeşan. Bi vê wesîleyê em di şexsê şehîdên 1’ê Hezîranê hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bibîrtînin û vê roja ku di riya azadiyê de bûye xala fetlonekî, em vê roja gerîlayên xwe û ya gelên xwe yên welatparêz pîroz dikin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Me wekî HPG duh der barê operasyon û pevçûnên ku li hember gerîlayên me li dar ketibûn daxuyanî dabû. Wekî tê zanîn ji hêla tevgera me ve ji bona ku pêşiya pêvajoya demokratîk vebikin û pirsgirêka kurd da ku bi riyên demokratîk çareser bibe, ji hêla me ve ji 21’ê Adarê pê ve wekî HPG me biryara bêçalakîbûnê girt û vê jî me pejinkarî û fedakariyeke mezin pêk anî. Digel vê pejinakariya me sazûmana TC’ê vê wekî fersenda êrîşa nirxandin û li her deverên Kurdistanê operasyon li ser operasyonan li dar xistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 30’yê gulana 2009’an de artêşa TC’ê êvarî saet di navbera 18:00-19:00’an de li Qadên Parastina Medya li hember xeta qada Avaşîn û qada Dola Bîra ku girêdayî Eyaleta Zagrosê ne êrîşeke hewayî li dar xistiye.
31 Gulan 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 29’ê gulana 2009’an de bi roj saet di 10:30’an de û danê êvarî bi tevahî du car ji hêla balafirên şer ên artêşa dagirker ên tirk ve li hember qadên Avaşîn, Tabûra Ereba, Mervanûs û Kinyanîşê ku girêdayî Eyaleta Zagrosê ne, êrîşa hewayî hatiye li dar xistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Ji hêla tevgera me ve ji bona ku pêşiya pêvajoya demokratîk vebikin û pirsgirêka kurd da ku bi riyên demokratîk çareser bibe, ji hêla me ve ji 21’ê Adarê pê ve wekî HPG me biryara bêçalakîbûnê girt û vê jî me pejinkarî û fedakariyeke mezin pêk anî. Digel vê pejinakariya me sazûmana TC’ê vê wekî fersenda êrîşa nirxandin û li her deverên Kurdistanê operasyon li ser operasyonan li dar xistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 27’ê gulana 2009’an de bi şev saet di navbera 23:00-1:00’an de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember Girê Şehîd, Şehîd Cahîd, Girê Şehîd Çeko û Kela Ertûş ku girêdayî Geliyê Zapê ku bi ser Eyaleta Zagrosê ve girêdayî ye bi topên obûsan êrîş li dar ketiye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 26’ê gulanê de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qadên Çiya Reş, Girê Rûbar, Gundê Kerê, Reşmê, Zêrê û Horê ku girêdayî Zapê ne bi roj saet di navbera 09:30-10:30 û bi şev saet di navbera 17:00-18:00’an de cuda cuda du êrîşên obûsan li dar xistiye.
2. Di 22’yê gulanê de li hember qada Kirêkorê ku girêdayî Îdirê ye ji hêla artêşa dagirker a tirk ve operasyonek li dar ketiye. Operasyon di 25’ê gulanê de vekişiyaye.
28 Gulan 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar