Ji çapemenî û raya giştî re!
Me di daxuyaniya xwe ya beriya niha de diyar kiribû ku hatina qada eyaleta me ya Zagrosê bi armanca nêçirvaniyê qedexe ye û eger ev hewldan dewam bikin, dê pêkanînan bikin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 15’ê Mijdarê de leşkerên artêşa Tirk ya dagirker li derdora Şehîdgeha Şehîd Egîd Sûrûç ya di navbera gundên Marînê û Xirbê Mişka ya girêdayî navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê de operasyon dan destpêkirin û ber bi herêmên gerîlayan meve hatin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 14 Mijdarê de di navbera saet 11.00 û 11.50’an de balefirên şer yên artêşa dagirker a Tirk li ser herêmên girêdayî Parastina Medya weke Zap, Zagros bi awayek nizim firiyan.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 7'ê Mijdarê saet li dora 06:00'de artêşa TC a dagirker, li herêma Akdag a Amedê û derdora qadên Mişke, Xeylan û Geliyê Heydan ê Dara Hênê ya ser bi navçeya Çewlik bi helîkopterên kobra derketiye operasyonê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Qetilkirina xwezayê ya li qada me ya Botanê ji aliyê artêşa TC ya dagirker ve tê birêxistinkirin, bi taybetî bi birîna daran dewam dike. Her wiha li qadên Çiyayên Cûdî û Gabarê bi zanebûn karê nêçirvaniyê tê kirin.
- Ayrıntılar
Ji Bo Gelê Me Yê Welatparêz Û Raya Demoqratîka
Di demek ku Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê demên hesas û dîrokî tên jiyîn herwiah li ser herêmê peşveçûn û şer desthelatdariya xwe dide nîşandan Hêzên Parastina Gel (HPG) bi serkeftî 7. Konferansa xwe li darxist.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 3’ê Mijdarê de Artêşa Tirk a dagirker li bajarokê girêdayî navçeya Mêrdînê Stewrê Barnayê li herêma Eltê kemînên berfih li darxistin. Ev kemîn di roja 4’ê Mijdarê de di saet 6:00’an de bi maşîneyên Zirxî û 1 jamîr, 1 Reo û li gel cerdevanên herêmê bi şeklê lêgerînê berdewam kir.
- Ayrıntılar
ji bo gelê meyê welatparêz û raya demoqratîk!
Di dîroka 3 cotmeha 2012'an de bi encamdayîna êrîşa hewayî ya ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve ku li ser Herêmên Parastinê yên Medya qada meya Xakurkê pêkaniyînde rêhevalên me yên ku gihayîn mertebeya şehadetê; (Kerim Şirnex- Hemît Akil), ( Heqî Urfa- Heqî Uludağ), ( Rêgeş Yildiz- Îlhan- Yildiz) û ( Şervan Sason- Engîn Argeş) di yekemîn salvegera şahedeta wande bi rêzdarî û minnet bibîrtînîn.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 27-28-29’ê Cotmehê de artêşa Tirk ya dagirker li çiyayê Akdag yê Amedê û li gundên Çewligê yên di kevin li sêgoşeya Genç û Paloyê Suveren, Îstakonî û Miyelanê kemîn danîn.
- Ayrıntılar
RÊBERÊ MIN; Di destpêka naskirina min ji gotina hevaltî re, deriyê dilê min ji fêmkirina rastiya te re vebû. Li gorî tîpên ez fêrbibûm, ger tu destê xwe hildê û bêje “Bijî Rêber APO” tu Apocî ye. Di Newrozan de, di merasîmên cenazeyên hevalên şehîd de ew gotin bi lêvkirin, baweriyekî mezin dida min. Dibe ku di gotin de, yan jî di ziman de min nikarîbû ez hinek hestên xwe bi lêvbikim, lê navê te anîne ser ziman mîna her mirovekî oldar wexta îbadet dike û ew îbadet wî aram dike, di lêvkirina navê te de jî min ew aramî hîsdikir. Rastiya te mîna zuhreyan diberiqe, bi qasî volkanan dikele, ji agir zêdetir gur e, ji deryayan kûrtir e, mîna xakê dewlemend e, rastiya te; hewaya nefes dide û ava ku li ser tê jiyîn. Ketina dûnya xakê, avê, hewayê û agir gelekî zehmet e, lê belê naskirina te hîn zortir e, ji ber tu nûnerê her çar çavkaniyê jiyanê ye.
HER HESRETA MIN EW BÛ EZ ROJEKÊ WE BIBÎNIM
Fikar û hesreta we dîtin, di kesayeta hevalên şehîd mîna hevalê Nezîr, Xebat û gelek kadroyên min wan nasdikir de, pêşket. Nêzîkatiyên wan ji jiyanê re, ji mirovan re û ji bûyeran re bala min dikişand. Bi mêjiyê xwe yê zaroktiyê tenê min dikarîbû ez bêjim heval ne mîna mirovên dîtirin, dilê wan bi rehme, dikarin wate bidin mirov û pêwîndiya te ji wan dixwest dibe ku te ji bav û dayîka xwe nedixwest. Girêdana wan bi Rêbertî re hertim mereqa dîtina we di dilê min de zêde dikir. Lê belê çavkaniya mereq û hesreta min ya we dîtin ji jîrkatiya pergala desthilatdar dihat. Pergala desthilatdar jî rastiya mirovên şoreşger mîna xeyalekî bi te dide naskirin. Gihîştina wan mirovan, mîna wan jiyankirin nemumkine, tenê tuyê ji dûrve heyrana wan be û tu nikare kesayeta wan lêkolîn bike. Nêzîkatiyên min ji kesayeta we re weha bû. Temenê min biçûk bû, min we nedît, bû hesret di dilê min de, lê ne hesreteke bi mentiqê pergalê xemilî ye, hesreta ku min dixwest ez bi çavê xwe nêzîkatiyên we ji jiyanê û ji mirovan re bibînim. Ez mereq dikim hûn çawa xwe perwerde dikin, ji bo pergal, bûyer, diyarde, mirov, xweza û her tişt bandor li ser we neke û hûn bê îrade nemînin, hûn çawa xwe perwerde dikin. Sîme û dibe yek gotina mirovekî/ê bandor li ser min bike, ez hertim li hemberî nêzîkatiyên ku ez navê xerabiyê li wan dikim, xwe diparêz im. Berteka min li hemberî gotin û nêzîkatiyên li xweşiya min neçûne derketine pêş, lê belê gotinên ku li xweşiya min çûne û min xeteriya wan hîsnekiriye, li xweşiya min çûne û ez li hemberî wan bê îrade mam e. Ev yek ji bo mirovan jî girîng e. Mirovên li gorî min ziyan didin jiyanê û kesayeta min, min xwe li hemberî wan parastiye û min nepejirandine, lê belê mirovên ez ji wan hezdikim, dibe ku min her tiştekî wan pejirandiye û ez li hemberî wan bê îrade mame. Rêberê min ev kesayeta min dibe asteng ku ez rastiya we nasnekim.
Her rojek, heyvek û saleke min di hundirê vê şoreşê de jiyankir, min ji xwe dipirsî gelo rastiya Rêbertî çiye? Gelo jiyan e, şehîdin, hevaltî ye yan jî li hemberî dijmin têkoşînkirin e, yan jî hemû bi hev re dayîne meşandine ye. Ne zanebûn û ne jî tecrûbeyên min têrê dike ku ez hemû tiştên min dane pey hevdû ez têxim piratîkê de. Kêmekî jî be min fêmkir divê însan li hemberî xwe têkoşîn bike. Tu çi qasî li hemberî xwe têkoşîn bike, tuyê ew qasî rast bijî. Encama ez gihîştime kesayeta te ji her tiştî zêdetir li hemberî te xeter e û li pêşiya pêşketina te dibe asteng, ji ber vê yekê divê tu hertim li hemberî kesayeta xwe, xwe biparêz e.
Medya SÎDAR
- Ayrıntılar
