Wê rojê dilê min bi çavê min re bibûn alîkar ji bo ez şahiya wê bibînim. Dibe ku para hevalên şehîd, xwezayê, hevalên ez bi wan re bûm û hevalên ku ez wan bibînim tê de hebe, lê ya girîng wê rojê nîgarvanê jiyanê hestên min bûn. Ez hevala Nûpelda û hevalê Baran me ava Keşane û daristanên wê şopandin û me berê xwe da goristana ku heval nû çêdikin.
Em gihîştin pira Sor ya ku hevalan nû çêkiriye, navê wê PİRA SOR e, bi rengê sor hatibû xemlandin û diyar bû ku heval gelekî ked dane heyanî ku ew pir çêkirin e. Ev cara yekem e pir li dola Keşane tê çêkirin ew jî hevalan çêkiriye. Me pir derbas kir, tenê hevalê xwarinpêj diyarbû hevalên dîtir jî hemû çûbûn ser kar. Hîna em bi wî hevalî re daxivin kêvroşk li ber çavên me ketin. Du kêvroşkên gelekî şêrîn bûn, bi dîtina wan kêvroşkan re min texmîn kir ku kevok jî hebin, ji ber hevalê Kadir Wan li goristana nû dixebite û ez dizanim ew li kûderê be kevokan xwedî dike û gelekî ji wan hezdike. Ez di texmînê xwe de neşaş bûm, hevalan bi bilokan ciyekî gelekî cindî ji kevokan re çêkiribûn. Refkê wan hebûn û di hundir de bûn. Piştî ku me wêne û dîmenên kevokan kişandin, me berê xwe da ciyê ku heval li wêderê dixebitîn. Em çawa nêzî ciyê goristana nûbûn, du welatparêzên Wargeha Şehîd Rûstem li ber çavên me ketin. Dîwar çêdikirin û em çawa dîtin dev ji karê xwe berdan û hatin silav dane me. Piştî wê heval jî yek bi yek hatin silav dane me, gotina ku di jiyana min de hêzdide min û çavkaniya moralê min e “HEVAL” bi dilekî şad min pêşwazîkir. Min hinek heval nasnekirin, lê belê wexta ji min re gotin “tu bi xêrhatî heval û rewşa te çawa ye,” bes bû ku ez bi wan re suhbet bikim. Ciyê Goristanê gelekî fireh bû û dihate fêmkirin ku projeyên hevala mezin e. Du hevalên ciwan çûn ji me û ji hevalên dixebitin re çayê bîn in. Hevalan navber dane xebatê xwe û em hemû bi hev re rûniştin û suhbet kir. Hevalê Hacî yê ku di zemanê berê de milîstî ji rêxistinê re kiriye bi israra hevalan ji me re dengbêjiyek got.
Xizmetkirina goristanê, yan jî di goristanê de xebitîn moralekî mezin dide hevalan. Her hevalekî/e ku ked di goristanê de dide bi wate nêzdibe û di giraniya nirxê goristana şehîdan de ne, ji roniya çavê wan, ji rûkeniya riwê wan ev yek diyar bû. Bi taybet wexta min dît ku ew qasî bi kêf dixebitin ez gelekî bandor bûm. Hevalên milîs ji Wargeha Şehîd Rûstem hatibûn ji hevalan hostatî dikirin û bi wan re dixebitîn. Dibe ku gelek hevalên şehîd ên cenazeyê wan li erazî ye, ew milîs nasbikin. Şopê kedê wan jî di vê xakê de gelekî heye û wexta bi hevalan re dixebitin xwedî li hevalên şehîd û li keda xwe derdikev in. Bi hevalan û bi wan milîsan re suhbet kirin gelekî li xweşiya me çû. Piştî ku destbi karê xwe kirin em vegeriyan ser Pira Sor. Hevalê Kadir ê ku ev şeş sal e xizmeta goristanê dike hate pêşiya me û em bi hev re çûn ser pirê. Qazên ku hevalê Kadir xwedîdike ber çavê me ketin. Wan qazan di nava avê de aza avjênî dikirin, mirov ji temaşekirina wan qazan têrnedibû. Bi taybet hevala Nûpelda dixwest bi dayîna nan şivantî ji wan re bike, lê zêde bikêrî şivantiya qazan nehat.
Me xatirê xwe ji hevalan xwest û em birêketin, di kêliyên xatir xwestine de, hîsekî balkêş ez dorpêçkirim; ya rastî ez gelekî kêfxweş bûm ji ber wê heval cenazeyê hevalên ku salên berê şehîd ketine wê bînin goristanê.
Medya SÎDAR
- Ayrıntılar
Ez û gurûpeke heval me berê xwe da Goristana Şehîd Cîger, warê hevalên şehîd bi hedar û aram e. Hemû heval ji bo yek dozê şehîd ketin e, lê belê çîroka her yekî ji wan a gerilayetî ji hevdû cûda ye. Li herêmên cewaz gerilayetî kirin e, bi bûyer û zehmetiyên cûda re derbas bûne, dibe ku hinek hevalên şehîd berî ku şehîd bikevin hevdû nasdikirin, niha jî li gel hevdû ne. Lê ya girîng hevalên ku gora wan li goristana şehîd Cîger e, hevalên gelekî kevn in û hinek heval van salên dawiyê jî şehîd ketin e hene. Ez hinek hevalan dinasim û min hevalên dîtir jî nû naskirin.
Ez gelek caran çûme wê goristanê, di her çûyînekê de hest û fikarên cûda bi min re hevalbend in. Heyecana her carekê ji cara dîtir zêdetir e. Kulîlkên wê, wêneyên wê, lênûsa wê, her tişt ji min re nû tê û ji dilekî germ ez silav didim wê goristanê. Bi fikara gelo ezê gora kîjan hevalê/î bibîn im, di serê min re derbas dibe, hestên xemgîniyê min dorpêçdikin, bîranînên ku min bi hinek hevalan re jiyankirine têne bîra min. Êdî ez bideng bi wan re naxivim, ezê di dilê xwe de silav bidim wan û di giyan de wan hîsbikim. Min gelekî bêriya wan kiriye, sîmeyên wan, rûkeniya wan û bîranînên wan ên berê di mejiyê min de ne.
Em gihîştin goristanê û di nava gurûpê de tenê min goristana şehîd Cîger dîtibû û nasdikir. Her yek ji me heyecaneke cûda dijî, ji milekî ve ew ciyê pîroz dîtin moralekî mezin bû, lê gora ew qas hevalan dîtin zehmet bû. Hevalên ku li wêderê dimîn in hatin pêşiya me. Ji hejmara me ya zêde hinekî matmayî man, texmîn nedikir ku em ew qas heval bi hev re biçin serdana wan. Em hemû heval bi hev re derbasî goristanê bûn. Ez destpêke çûme ser gora hevalê Leheng Qamişlo, Rojhat Kobane, Harûn Wan, Partîzan Mêrdîn û hevalê Alî. Ev her pênc heval sala 2011 an bi êrîşên hewayî şehîd ketin. Wexta ku şehîd ketin ez jî li wê herêmê bûm. Ew sê roj bûn min ji wan re gotibû ezê biçim li yekîneyên leşkerî bigerim û pişt re dîsa bîzîvirim ciyê ku ew lê dimîn in. Heta min ji hevalê Leheng re gotibû “ ka em xatir ji hevdû bixwaz in şer e, dibe ku em careke dîtir hevdû nebîn in,” wê demê hevalê Leheng keniya, em herdu jî ne di rastiya vê gotinê de bûn, û me mîna henekan girte dest. Kesek naxwaze kêliyên xatir xwestin bijî…..ji ber ku gelekî zor in. Min cara dawiyê ew nedîtin, ji ber min xebera şehadeta wan bihîst û ji min re gelekî giran hat. Berî ku ez ji herêmê cûda bibim, dawiya sala 2011 an ez çûm ser goristana wan. Payîz bû, kesek heval li ber goristanê nebû, dar ketibûn şîniya Payîzê, herkesî xwe ji bo Zivistanê amade dikirin, lê belê Zivistaneke bê hevalê Leheng, Rojhat, Alî, Partîzan û Harûn wê derbas bikin. Wê rojê ji barîna baranê bêhna biyanîbûnê dihat, min nikarîbû wê bêhnê bikişîn im cergê xwe û nefesa min qutdibû. Lê belê vêcarê goristan bi kulîlkan xemilî bû û ava goristanê aza diherikî. Li ser goristana hemû hevalên şehîd kulîlk şînbibûn. Heval û gundî jî li goristanê hebûn, em hemû bi hev re li ser gorê hevalên şehîd digeriyan. Hinek gor bê nav bûn û kesek nizane ew cenazeyê kîjan hevalê/î ye. Gelekî zor e, dema ku mirov gorên bê nav dibîne, tu bixwaze nexwaze ew dîmen peyamekî cewaz dide dilê te û êşeke zirav dide canê te. Me yek bi yek li wêneyên hevalên şehîd meyzekir û hinek hevalan di lênûsa goristanê de nivîs nivîsandin. Ew lênûs xwedî nirxekî manewî ye, û bi wate ye, herkes dixwaze hestên xwe parvebike. Gelek hevalan di wê lênûsê de nivîsandibû.
Tişta ku bala min kişand, tiştên hevalên şehîd bûn. Şe, eyne, pêlav û pênûsên hinek hevalên şehîd li pey wan mabû. Hevalan ew tiştên hevalên şehîd xistine ciyekî de û diparêz in. Di heman demê de hevalan wêneyê şehîdên ku cenazeya wan li goristanê ye û wêneyê hevalên şehîd ên dîtir jî bi odeya lênûs tê de ye daleqandibûn. Wexta tu derbasî wê odeyê dibe, mîna hemû hevalên şehîd te pêşwazî bikin û ji milekî ve tu gelekî kêfxweş dibe, ji ber şopên wan hevalan wenda nabe. Wekîdîtir li kêleka goristanê bexçeyê Rêber APO hebû. Hevalan sala 2003 an destbi çêkirina goristanê kirine, bexçeyê Rêbertî jî sala 2005 an çandin e. Darên wê gelekî gewr e bûne û ji siya wan mirov rokê nabîne.
Em nêzî du demjimêran li goristanê man, her perçek ji goristanê peyameka ji hev cewaztir dida mirov. Heyecan û kêfxweşiya mirov li goristanê dijî, dibe ku ti carî bi destê mirov nekev e.
Medya SÎDAR
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di navbera 20-25'ê Cotmehê de li qadên Kirê Kor, Topa Agîd, Topa Mîrê û Tepê Sisilê yên Îdirê, yekîneyeke kontra ya 14 kesan a artêşa Tirk a dagirker kemînan datîne.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 22 Cotmehê di saet 8:00'an de girêdayî navçeya Colemêrgê Şemzînanê li derdora gondê Gelîşim, girê Karadagê û meydanê artêşa dagirker a Tirk bi helîkopterên tîpê Kobra û Skorsky tevgera leşkerî pêk anîn.
- Ayrıntılar
Ji gelê meyê welatparêz û raya giştî re!
Komploya 9'ê Cotmehê a lî dîjî kesayeta Rêber APO, tevgera azadiya kûrdistan û gelê me. di salvegera 15'emîn de hêzên komploya navneteweyî pêkanîne, yên ku di navde cîh girtine şermerzar dikin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Em bi xemgînî pê hesiyan ku lehengê neteweyî yê gelê Vîetnamê, fermandarê mezin ê gerîla hevalê Nû Ûgûyen Gîap jiyana xwe ji dest daye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
ji êvara 3'ê Cotmehê û vir ve bi 2 panzêr û 6 maşînên zirxî yên bi tîpa kîrpî, girêdayî navçeya Çelê a colmergê Qereqola Bîlîcanê ji aliyê artêşa dagirke a Tirk ve leşker hatine veguhastin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 2’ê Cotmehê de li herêma (Mêrdînê) Stewrê bajarokê Barmanê û herêma Eltê artêşa Tirk a dagirker bi maşîneyên zirxî û bi piyan operesonek daye destpêkirin.
- Ayrıntılar
Ji gelê meû raya giştî re!
Tevî hemû hişyariyên tevgera me, dewleta mêtînger a TC karê çêkirina bendav û qereqolan ku perçeyek ji şerê qirkirina gelê Kurd de, dewam dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 1'ê Cotmehê saet di navbera 11.00 û 17.00‘an de qadên Talisa, Ş. Karwan, Tepê Mirîşka, Bogaza Erbîş, Gara Biçûk, Gara Mezin û Şehîd Dunya yên li Zapê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi hewan û obusan hatine bombekirin.
- Ayrıntılar
