Jî çapemenî û raya giştî re!
Di 19’ê Adarê de saet 10:00-10:30’an de li hemberî wesayîta zirxî ya artêşa TC dema ku dixwest li sînorê navçeya Qilaban a Şirnexê ber bi Girê Seyîdan ve biçe, ji aliyê gerîlayên me YJA-STAR’ê ve bi çekên giran çalakî hat lidarxistin
- Ayrıntılar
Ji gelême yê walatparêz û raya giştî re!
Cejna Newroz’a gelême a Azadi û berxwedanîyê bi pêşwazîkirina arîfeya buharekî nu di serîda li Reber Apo a Newroz gihîjande wateyek rast u giyana we nimînande, tevayî gelê Kurdistan, Şehîdenme yên birûmet, malbatêxwe yên heja yên şehîda, rêhevalênxwe yên tekoşînê û tevayî yen ku ji ve kevneşopê bawerdikin û tevayî gelan Newroza wan piroz dikin
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di çarçoveya êrîşên bê perwa yên li ser Kurdistanê de êvara 18’ê Adarê Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin bomberdûmankirin.
- Ayrıntılar
Zeman wek avê diherike û em ne di bîra wê de ne ku bê zeman çi ji me bir ango me çi tevlî zeman kiriye. Rêheval Ekîn jî yek ji wan hevalan e. Nizanim dê çawa behsa wê bikim. Dizanim ku ev peyvên stûxwar wê têrî pênasekirina wê jiyana bêhempa nekin. Hevnasîna me ya cara yekemîn tê bîra min. Hevnaskirina me ya yekemîn di cotmeha sala 1997’an de bû. Ş. Ekîn hîna nû qeyda xwe li zanîngehê kiribû. Û her tim bi hevaleke xwe ya tirk a ji Balikesîrê re digeriya. Tim bi wê hevala xwe re dihat nav koma me ya xwendekarên welatparêz û diçûn. Hîna bi rêk û pêk tevlî koma me nebûbûn. Jixwe ev pêvajo pêvajoya naskirina xwendekarên nû, bi wan re têkilî dayîn, wan rêxistinkirin û bi vî awayî wan tevlî têkoşînê kirin bû. Hevalê Huseyin (Bulent Dogan)’ ê di sala 2004’an de li Amanosan şehit ketibû û hevalê Cuma Ali (Yıldırım) ku di sala 2005’an de li Başkaleyê şehit ketibû di wan deman de xebatên propaganda û rêxistinkirinê pêk dianîn. Hevalê Ş. Huseyin bi kom û derdora Ş. Ekîn re mijûl dibû ku wan qezenc bike.
Ş.Ekîn ji rastiya gele Kurd dûr, ji malbateke ku ji aliye pergalê ve hatibû pişaftin dihat. Bavê wê yê mamoste di heman deme de alîgirê MHP’ya faşist bû. Dema li Mêrdînê mamostetî dike, her dixwest zarokên kurdan ji rastiya wan dûr bixe, bi her awayî pişaftinê li ser wan ferz bike û wan ji cewhera wan biyanî bike. Ruxmî vê yekê ne di bîra wî de bû ku keça wî jî di nav lêgerîna heqîqetê de bû.
Ş.Ekîn tevî van rastiyên xwe, bûyerên li Kurdistanê diqewimîn û neheqiyên li kurdan dihate kirin ditît û hîs dikir. Ev feraseta wê rê da ku bi salan şûn de wek gerîlayekê gav biavêje çiyayên Kurdistanê. Bingeha meraqa wê ya PKK’ê û têkoşînê, ji lêgerîna wê ya azadiyê bû. Ew li tiştinan digeriya. Li bersiva pirsa ‘‘Çawa bijîn’’ digeriya. Bersiva pirsa ‘‘Çawa bijîn’’ dîtibû û zanibû ku bi jiyan û feraseteke wisa dê neyê jiyîn. Lê li şûna vê feraset û jiyanê divê çi hebûna? Tişta ku lê digeriya jiyana azad û wekhev bû. Di vê qonaxa xwe ya şoreşgeriyê de gelek kêfxweş bû. Heta ku jê dihat pirsan dikir û ferasetên heyî jî lêpirsîn dikir. Di rastiya xwe de em wek civaka kurd, ji kesayetên wisa zêde hez nakin. Ango li şûna kesayetên meraqdar, pirsiyar û yên ku zûzûka tiştinan napejirînin zêdetir, ji kesayetên ku bi nezanî û bêyî lêpirsîn her tiştî dipejirînin bêhtir hez dikin. Ji ber ku mirov bi wan re kêmtir mijûl dibe. Lê mixabin, divê mirov ji kesayetên wisa jî zêde hêvîdar nebe.
Di serdema me de, yên ku jiyanê bi dest dixin û di jiyanê de rola pêşengtiyê pêk tînin ew kesayetên ku dizanin tevlî çi bûne û ji boyî çi tevlî bûne ne. Di vê wateyê de Ş. Ekîn her çiqasî me tengijandibe û acis kiribe jî, dixwest famh bike ku tevlî çi bûye û ji boyî çi tevlî bûye. Rasterast neketina wê ya jiyana me, nêzîkatiyên wê yên dudilî û pisrsiyarkerî her çiqasî me acis bike jî, bi pirsen dijwar me bitengijîne jî, her tim bi hebûna û sekna xwe vê gotinê bi me dida gotin: ‘‘ Ger em wê qezenc bikin em ê gelek tiştan qezenc bikin.’’
Ev pêvajo heta payîza 1998’an domiya. Ev pêvajo ya lêkolîn, lêhûrbûn, nîqaşkirin û ya naskirinê bû. Her kevirê ku li şibakeya mala me ya xwendekaran diket, me dizanibû ku Ş. Ekîn li bendî me ye. Dîsa bi gelek pirsên xwe ve hatibû bersivên xwe bigre. Di vî warî de xwe zelal kir û tevlî têkoşînê bû. Ji ber vê jî tevlîbûna wê tevlîbûyîneke ‘‘bîrdozî’’ bû. Piştî gelek salan bi wê re, di mekteba jinûve avakirina PKK’ê de em rastî hev hatin. Wek tê zanîn di sala 2004’an de tasfiyekarî bi her awayî xwe li ser partiyê ferz dikir. Li ser vî esasî, Ş. Ekîn jî ji wan hevalan bû ku, dixwest di nav xebatên jinûve avakirina PKK’ê de cihê xwe bigre. Ruxmî ku rêhevaleke bi çanda tirkan mezin bûbû jî, bi tevlîbûna xwe ya jiyanê, çalakbûyîn û bi coşa xwe her li pêş çavan bû. Di xebatên perwerdehiyê de jî yek ji wan hevalên herî zîrek bû. Mirov bi hêsanî dikare bêje ku di bingeha vê tevlîbûyîn û çalakbûyîna Ş. Ekîn de nêrîn û lêgerînên mezin hene. Hevaleke ku lêgerîn û bersivên xwe di PKK’ê de ditî û disxwest ji bîrdoziya wê xwe têr bike, her wiha armanca wê di jiyanê de vê yeke nişanî her hevalekê/î bike bû. Fahmkirina vê sekna wê gelekî dijwar nebû. Ji ber ku di rewşên herî zor û zehmet de rûyê xwe yê biken û jidil ti carî ji xwe kêm nedikir. Bi vî awayî di tevlîbûna xebatên jinûve avakirinê de pir bi coş bû. Her wiha hewldana wê ya naskirina çanda kurdî jî hebû. Li hemberî pisrgirêkan sekna wê ya bêxem û wêrek, girêdayîna wê ya bi armancê nîşan dida. Rêhevalek ku dixwest di nav PKK’ê de xwe ji nû ve ava bike bû. Ji boyî perwerdeyên ku dîtî pratîze bike bi kelecaneke mezin dixwest biçe qada cengê. Di çûyîna xwe ya Botanê de ew kenê li ser rûyê wê û biriqîna çavên we wek ku ji me re bêje ‘‘ ez bi ser ketim.’’ Kêfxweşiya Ş. Ekîn a çûyîna Botanê bi peyvan rave kirin pir dijwar e. Ji boyî girêdayîna xwe ya bi Rêbertî, şehîdan, gel û rêhevalên xwe bide nişandan, di nav coşeke mezin de bû. Ji sekna wê ya bi heybet diyar bû ku, dê vê coşa xwe di her qada şer de bi ruhê fedayîtî derbixîne holê.
Dema ku min rewşa şehadeta Ş. Ekîn bihîst qet matmayî nemam. Ji ber ku Ş. Ekîn ji boyî xwe bigihîne lûtkeya milîtaniyê xwedî hewldanên mezin, xwedî sekneke zelal û bêfikar û ji boyî xwe bigihîne armanca xwe, bêyî ku dudiliyekê bikişîne dikaribû canê xwe feda bike bû.
Rêheval Ş. Ekîn piştî ku di pevçûna Geliyê Hêzil de birîndar dibe, di serî de rêheval Kûrtay û gelek hevalên dî şehît dikevin. Pişt re heval Ararat a li gel xwe, ji xwe dûr dixe. Herî dawî jî rojnivîsk û qolyeya xwe daniye li ser kevirekî û çeka xwe jî li ber heman kevirî daniye û bi kişkişandinê xwe ji wir dûr dixîne. Ji vir jî tê fahmkirin ku ew bombeya ku dê di bedena xwe de wek volqanekî biteqîne, naxwaze zirarê bide qolye, çek û rojnivîska xwe ya bi renge porteqalî. Di wê baweriyê de bû ku, baranên biharê wê peyvên wê yên watedar ji rojnivîska wê nebe û teqez dê rêhevalên wê werin çek, qolye û rojnivîska wê li ser wî kevirî rakin.
Helbet lêgerîna armanca mezin ya Ş. Ekîn di wê kêliya kişandina pîma bombeye de bi dawî nebû. Bereksê vê, heta ku ev lêgerîn negihê armanca xwe wê bênavber bidome. Ger bê pirsin ku; ‘‘sekna fedayiyekê çawa ye’’ bersiveke herî xurt jî jiyan û kesayeta Ş. Ekîn e.
Rêhevalên Wê Yên Têkoşînê
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Balafirên şer ên artêşa Tirk di 14’ê Adarê de saet 11:40’an heta 13:30’an li ser Qendîlê ya Herêmên Parastinê ya Medyayê geriyan.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 14’ê Adarê (îro) de saet 03.30-06.30’an balafirên şer ên TC gundên Bûkrîskan, Lewcê, Ebabekîr û Siyesê yên di nav sînorê herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê de , saet 04.45-05.30’an qereqola Êrîş; qadên Kanî Cinnetê, Dola 82 û gundê Mergeşînê
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 12’ê Adarê de saet 15.30’an hêzên gerîlayên me ji 2 baskan li hember leşkerên TC ên li qada Şehîd Kendal a li xeta sînorê Herêma Heftanîn’ê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi cih bûne çalakî li dar xistin
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 11’ê Adarê ji bo bîranîna şehîdên Şîlo li herêma silsileya Başûrê çiyayê Kalika û çerxerêyê Pêngava Tolhildana Medîvan hatibû destpêkirin
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 10'ê Adarê de saet di navbera 15:00-16:00 de artêşa TC a li qada Xapuşkê ya li navçeya Colemêrg Şemzînan’ê
- Ayrıntılar
Em herdû li ber deriyê bexteweriya xwe rawestiya bûn. Deriyê welatekî ku bûye du parçe…Em herdu li ber deriyê bexteweriya xwe rawestiya bûn. Deriyê welatekî ku bûye du parçe. Na; çar parçe. Ez behsa kîjan parçeyî bikim, bi eynî serpêhatiyê re rû bi rû hatiye, lê di van salên dawiyê de, herî zêdetir şerê têkoşîna me li ser axa Başûr û bi taybet li Bakurê Kurdistanê bi giranî jiyaye. Vekirina deriyê Bakur û derbasbûna herêmên şerê giran, bi têkoşîna her gerîlayekî ve girêdayî ye. Bi têkoşîneke xurt gerîla yek dikare her rê û xebatê bi dest bixîne. Vê carê ez jî di nav gerîlayên ku li deriyê bakurê Kurdistanê dixistin hebûm. Deriyê ku xeyalê cîhaneke nû li mirov vedike. Dibe ku te dest avêtibe çembilê deriyê jiyana xwe ya dawî, lê ji bo gerîlayekî xwedî lêgerînê azadiyê ev tu carî ne astengiye. Lewra gerîlayên ku di vî deriyî re derbas bûne û dibin ji bo xwe deriyê bexteweriyê dinirxînin. Beriya niha kî û kî di van deriyan re derbas bûne, tenê ev rê şahidê vê yekê ne. Yên derbas bûne û ne vegeriyane hene, yê ku derbas bûne û vegeriyane û dîsa ji bo derbasbûneke nû amedehiya xwe dikin hene. Ya ku ez dixwazim bêjim her gerîlayekî li ser vê rêzika sînorê ku di navbera bakur û başûrê kurdistanê de dirêj bûye, di pêşbirka bexteweriya jiyana xwe de ne.
Dîsa ev dem û ev roj bûn, ev germ û havîn bû gava ku Xelîl Çiya xwe ji rêwîtiya seranserê bakurê welatê çiyan re amade kiribû. Di wê salê de, dijmin ne tenê bi têlên strî sînor pêça bûn, lê belê ji goştê leşker û teknîka giran jî seranserê sînorê welatê me ku di navbera Bakur û Başûr de rapêça bûn. Lê heyî hê ku tu hêz bikaribe li pêşiya armancê gerîlayên çavreş bisekine. Yên xwe fedayî armancê xwe bikin, yan wê biperçiqînin û derbas bikin. Ji xwe êdî gerîla bi van rêgezan nasnameya xwe ya şervantiya vî welatî mohr kirine. Xelîlê ku çavê xwe berdabû projeya belgeseleke sînema, cihekî girîng di nava vê rêwîtiyê de girtibû. Navê serkeftin û qezenca herî mezin ya jiyana xwe li vê projeya xwe kiribû. Yê Xelîl Çiya êdî ne sînor ne dijmin û ne jî heval, fermandar û dostên wî dikarî bûn wî rawestînin û gotina neçe pê bidin erê kirin. Her çiqas ji bo wî jî mîna her gerîlayekî encamê vê rêwîtiyê ne diyar bû jî, lê xwe mîna rêwiyekî şad bi nav kiribû. Raman û hestê xwe di asta mezinbûn û giraniya rêwîtiya xwe de amade û tijî kiribû.
Berî niha bi deh salan, Xelîl çiya di vê riyê re çûbû û hatibû. Xelîl di wê çaxê de, bi hozanê welatê çiya, Serhed re di yek derî re ji başûrê Kurdistanê derbasî bakurê Kurdistanê herêma Botanê bûbû. Kamêrvanê çiya Xelîl û hozanê çiya Serhed, li ser projeyekê li hev dikin. Di armancê projeya van herdû hunermendan de ev hebû; wê gerîla Serhed bi têlê saza xwe ya birîn û şahiyê di dilê gerîlayê Botanê fetih bike, û gerîla Xelîl jî wê bi objektîfa kameraya xwe rû û dengê gerîlayên Botanê ji dîrokê re mîras hiştibana. Di wê demê de Botan deriyê riya Bakur ji herdû mêvanê xwe yê hunermend re li ser piştê vedike û bixêrhatineke germî ku liyaqî wane têne pêşwazîkirin.
Botana ku zû eşqa xwe dixîne dilê her gerîlayekî de, wisa zû dilê gerîla Xelîl û Serhed jî qezenc dike. Bi xweza xwe ya çavên mirovan miç dike, hevaltî, zorahî, dostayî, birçîbûn, parvekirin, rexnekirin, avakirin, girî, şahî, evîn, veqetîn. Ji her rêbazê ku jiyanê bi wate dike bi awayekî tazî xwe bi wan dide jiyîn û wan mezin dike.
Dibêjin ya; encama her afirandinekê ked e. Ya herî xweş jî ku tu bi xwe jî dibî şahidê vê rastiyê ye. Lewra pariyek nan û qurtek av ji bo ku tu bi vê jiyanê re bijî têra te dike. Serhed bi têlê dengê xwe yê çiyayî Xelîl jî bi kamêra xwe ku tu carî ji dest nediket, xwe newqî nava jiyana Botanê dikin. Serhed li her derekê bi konseran kêliyên hestiyar û bi coş bi gerîlayên Botanê dide jiyandin Xelîl jî ji bo ku van kêliyên xweşik bi dest bixe bûbû gerokê nava rû û hestan de. Ev herdû gerîla, ev herdû hunermend, ne tenê bi kar çûbûne Botanê, piştî ku karê xwe biqedînin wê li cihê ku jê hatine vegerin. Na; Xelîl û Serhed êdî mîna du botaniyan tevdigeriyan û êdî di şevên ku bi rengên zimrudî diman wêneyê xeyalên hestiyar digirtin, Xelîl û Serhed bûbûn parsekê cîhana wan gerîlayê ku ew bi sala bû niştecihê herêma welatê ne nase bû. Li keştiya bîranînên wanî rabirdû siwar dihatin û xwe ber bi rojên wanî îro diherikandin. Dirêj dirêj Xelîl û Serhed xwe ji xewên şevan vedidizîn da ku tenê li lehengiya wan di qadê şer de guhdarî bikin, yan jî serpêhatî û bûyerê wanî jiyanî, bîranîn komîk û xemgîn, destanê evînên bi diziyî ku bi koçê abidîn rû bi rû hatibû guhdarî dikirin. Her diçû her dû hunermendan tûra xwe ya nav Botanê berfireh dikirin û gerîlayek li ku bûna pêwîst bû xwe bigihandibanê. Yek yan deh gerîla ji bo wan ferq nedikir, ya girîng ew bû ku di ser kesekî de ne buhurin, ji ber ku herdû hunermendan jî dizanî bûn her tiştekî ji Botanê û gerîlayên botanî qezenc bikin wê bibe serwext û mîrasa hunera wayî ku wê rojekê ev dîrok wan pê xelat bike.
Ne girîng e her projeyek ku tu pê rabe heya serî biçe, yan jî ne girîng e ku tu her tiştekî dixwaze bi dest bixîne, belkî ne pir girîng e ku jiyana te têra rêwîtiyekî bi plan û xebateke bi aste ku te daye pêşiya xwe jî bike, lê ya girîng ew e ku berî her tiştekî ku tu pê rabe, tu bi serkeftin û qezenca wê bawer bike. Lê ya ku li vir qezenc kiriye tiştê ku em pê radibin. Mirin tu carî nakeve nav hesabê bawerî û serkeftinên ku em dixazin gavê wan bavêjin.
Gerîla Xelîl; şehadeta hozanê xwe Serhed mîna bûyereke herî bi birîn di jiyana xwe de dinirxand. Ne li bendê bû, ne texmîn kiribû, ne jî jê re amade bû. Çawa dibe ku cêwiyê riya xwe ya Bakur winda bike û ew di şûn de bimîne û li dû wî jiyan bike. Çawa dibe ku cêwiyê hunermendiya xwe winda bike û çawa dibe ku cêwiyê deftara xwe ya sor ku bi hev re li ser rojaneyên xwe yên Botanê dinivîsandin winda bike. Ne misogere ku Xelîl vê koça Serhed ya bi tenê bipejirîne. Çima zorî nedabû Serhed da ku ew li pêşiya wî bireve. Çima gava ku Serhed ji helîkoptera ku dijmin ew jê avêtiye hembêza xwe ji fira wî re venekiriye û beyî ku tiştek jê were ew nedaye ber hembêza xwe. Ne ev tenê; bi biryara Rêber APO ya sala 1999’an de, ku gerek gerîla xwe ji sînorê Bakur vekişîne, bi fermana rêxistinê, Xelîl neçarî vegera başûrê Kurdistanê dibe û di deriyê ku bi Serhed re derbasî bakurê Kurdistanê dibe, bi tena xwe têre vedigere.
Çûyîn xweş e; yan di şûn de mayin: gava ku em her dû li ser rêzika sînorê Bakurê kurdistanê li bende vebûna deriyê bexteweriya xwe bûn, mamoste û derhênerê min dubare dubare, ev gotin ji min re digotin. Ji xwe ji bo gerîlayekî ev pirs ne xaçepirs e, ne jî ji bo bersiv dayina wê pêwîstî bi şareza bûnê heye. Gava ku çavê min bersiva pirsa wî dida digot: Ji bo vê yekê pêwîst e ez biçim û divê kes ji min re ne bêje neçe. Gava ez li te dimeyizênim şehîd Serhed li bîra min tê. Hin tiştê te dişibin wî. Ne ji bo vê yekê tenê, piştî şehadeta Sarya û Serhed, ez ê careke din bi hevalên xwe yê xebatê re bi tu riyeke din ve neçim. Her car ez li dû wan dimînim û ez wan winda dikim. Lewra ez ê bi tena xwe bi vê riyê de biçim.
Berî vê bi deh sala di rojên tîrmehê ya germ de hozan Serhed şehîd ketibû. Berî sê salan ji niha di heman rojan de gerîla û hunermend Xelîl jî di eynî deriyê ku bi Serhed re derbas bûbû dîsa derbas dibe. Lê vê carê bi tena xwe bû. Min jî ji piş deriyê xwe yê girtî, li wê riya wî ku ji min ve dixuya û hêdî hêdî dûr diket û winda dibû temaşe dikir.
Ez dizanim êdî gerîla Xelîl careke din hozan Serhed bi tenê nahêle û ji Botanê venagere, lê deriyê ku Xelîl tê re derbas bûye, li dû xwe negirtiye. Ez bi vê hêviyê dijîm ku wê rojekê deriyê bexteweriyê ku herdû mamoste û hunermendê me tê re derbas bûne di rûyê min de jî vebe û ez ê jî tê re derbas bibim. Çima ez ê timaya navê rêwiyên şad nekim ku jiyaneke xweşik li benda min be. Ez wesiyata vî derîyî li we jî dikim, hûnê poşman nebin.
Zêyav ÇIYA
- Ayrıntılar