Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
19’ê Îlona 2019’an li qada Tolhildan dema ku artêşa Tirk a mêtinger operasyon pêk anî, şerek dijwar qewimî.
Dagirkerên ku li hemberî hevrêyên me yên fedayî nekarîn pêşde biçin, bi teknîka giran êrîş pêk anîn. Dagirkeran bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê qad bi dijwarî bombebaran kirin û di encamê de milîtanên me yên pêşeng û fedayî Roşer û Çekdar şehîd bûn.
Xaka Bakurê Kurdistanê, şahidî ji gelek destanên lehengiyê re kiriye ku bi Fermandar Egîdan destpê kiriye. Mêtîngeran hemû derfetên xwe bi kar anîn û gotin, “Em ê di 72 saetan tune bikin.” Lê têkoşîna me ya gerîla gihişt nîv sedsalê, nefesa dagirkeran di qirika wan de de hişt û îro bûye hêviya rizgariyê ya hemû bindestan. Bê guman ev pêşketina dîrokî di encama keda şehîdên me, jiyana wan a fedayî û tarzê şerê bi milîtanî de derket holê.
Hevrêyên me Roşer û Çekdar bûn şopdarên vê kevneşopiya berxwedana xurt. Weke fedayiyên xeta serketinê şer kirin û bûn mînaka şênber a serketina têkoşîna me. Hevrêyên me Roşer û Çekdar li qada Tolhildan bûn şevtirska mêtingeran, bi dehan operasyonên ku artêşa Tirk a dagirker bi hezaran leşker û teknîka bêsînor pêk anî pûç kirin û li qadên herî zehmet çalakiyên bi bandor lidar xistin û darbeyên mezin li polîtîkayên şerê taybet xistin. Li Bakurê Kurdistanê hêza xurt a Gerîlayên Azadiya Kurdistanê îspatî hemû cîhanê kirin. Tevî şert û mercên zehmet, taktîkên gerîlatiyê yên dema nû bi rengekî serketî derbasî pratîkê kirin û hêviya serketinê xurt kirin. Fermandarê me yê nemir hevrê Roşer li gelek qadên cuda yên têkoşîna me xebat meşand, wezîfeyên herî girîng bi berpirsyariyeke mezin girt ser xwe û bi ser xist. Hevrêyê me Çekdar jî taybetmendiyên milîtaniya Apoyîtiyê di şexsê xwe de şênber kir û têkoşîneke bênavber meşand. Weke hevrêyên Fermandar Egîd bûn fedayiyên berxwedaneke ku ti carî neyê jibîrkirin.
Hevrêyên me Roşer û Çekdar li dijî mêtingeran bi fedayiyane şer kirin û bûn lehengên layiqê şehîdên me yên nemir û gelê me. Di serî de malbatên wan ên hêja em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna fedayiyên xwe yên nemir teqez bigihînin serketinê.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
|
Nasnav: Roşer Tolhildan Nav paşnav: Elî Kemal Arslan Cihê jidayikbûnê: Semsûr Dayik-Bav: Ayşe – Mehmet Dem û cihê şehadetê: 19’ê Îlona 2019’an / Tolhildan
|
Roşer Tolhildan – Elî Kemal Arslan
|
Nasnav: Çekdar Bêzar Nav paşnav: Ozcan Bektaş Cihê jidayikbûnê: Semsûr Dayik-Bav: Hadîce – Mehmet Dem û cihê şehadetê: 19’ê Îlona 2019’an / Tolhildan
|
Çekdar Bêzar – Ozcan Bektaş
Roşer Tolhildan – Elî Kemal Arslan - Yek ji bajarên qedîm ê Kurdistanê bajarê Semsûr di tevahiya dîrokê de tevkariyên girîng li çand, huner, wêje û jiyana civakî ya gelê Kurd kiriye û ji ber van taybetmendiyên xwe timî rû bi rûyê êrîşên dijmin maye. Di tevahiya dîrokê de di gelek têkoşînan de bi rola xwe rabûye û bûye xwedî rastiya gel ê ku ji kêliya destpêkê ve dil daye Tevgera Azadiya Kurdistanê. Bajarê me Semsûr gelek ewladên xwe yên leheng di nava refên têkoşînê de fedayî azadiyê kir, bûye warê şoreşgerên leheng ên mîna hevrêyê me Roşer. Hevrêyê me Roşer li bajarê Semsûr ê Bakurê Kurdistanê di nava malbateke Elewî ya welatparêz de hate dinê. Li derdora ku lê mezin bûye, heya astekê xwedî zanebûna Kurdîtiyê bû. Li derdora wî piranî nasnameya Elewîtiyê derket pêş û bi vî rengî şêwe girt. Ji ber pirsgirêkên aborî malbata wî koçî Stenbolê kir, ev yek bû yek ji xalên destpêkê ya werçerxê ya di jiyana wî de. Li gel her cure êrîşên li ser nasnameya Kurdî, êrîşên li ser nasnameya Elewîtiyê jî ji nêz ve dît. Têkoşîna nasnameyê ya malbata wî bû sedem ku ev li dijî van êrîşan li ser bingehekê xurt mezin bibe. Di salên zarokatî û ciwantiyê de bû şahidê her cure nêzîkatiya sîstemê. Ev sal ji bo xwe kir bingehê derketineke mezin. Di salên dibistana amadeyî de bi fraksiyonên çep re kete nava peywendiyê, lê belê lêgerîna ji bo rastiya wî di vê qadê de bersiv nedît. Hevrêyê me Têkoşîna Azadiya Kurdistanê kêm nas dikir, fêmkirin û naskirina esas dema li Enqereyê zanîngeh dixwend çêbû. Zanîngeh bûne saziyên herî esas a amûra şerê taybet a sîstemê. Di salên zanîngeh dixwend de pirsgirêkên xwe yên nasnameya esas û encamên vê di rêjeyeke girîng de fêm kir û têkoşîn hîn kûrtir jiyan kir. Dît ku hewldanên dijmin ên ji bo li zanîngehan asîmîlasyon û bêkoktiyê pêş bixin, pir bi baldarî tên kirin. Piştî Komploya Navneteweyî, hem tasfiyegeriya hundir û hem jî ya ji derve ji bo tunekirina gerîla bi hêzeke mezin êrîş dikir. Di pêvajoyeke wiha de hevrêyê me Roşer li ser esasê lêpirsînên kûr û lêhêrbûnên xwe gihişt biryardariyekê û li dijî jiyana bêbingeh a dijmin biryara derketineke radîkal da. Lêgerîna wî ya jiyana li ser xeta şoreşgeriyê, ew bi tevgera Apoyî re anî ba hev û di encamê de sala 2004’an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû.
Hevrêyê me, hevdîtina ewil, zanîna pêşî ya der barê welat de û tevlîbûna xwe ya li nava refên têkoşînê, ji bo xwe weke mîladeke dîrokî dît. Hevrê Roşer guherîna ku piştî hatina welat bi dest xistiye di demeke kurt de nîşan da û hem ji hêla hestiyarî ve û hem jî ji hêla ramanî ve jiyana gerîla pejirand. Di perwerdeyên destpêkê yên li çiyayên azad de wergirt, li pêşberî rastiya welêt a li ber windabûnê, ji bo mezinkirina têkoşîna rastiya Kurd û Kurdistanê bingehên gelekî xurt danî. Hevrêyê me bi lêhûrbûn û xwe lêpirsînên xurt beşdarî perwerdeyê bû û ji bo di şexsê xwe de aliyê teorî û pratîkî bike yek, hewldaneke mezin raber kir. Li hemberî tecrîd û êrîşên giran ên piştî komploya li ser Rêbertiya me, ji bo pratîkeke xurt a gerîlatiya azadiyê nîşan bide, bi her awayî hewl da xwe bi pêş bixe. Têkoşîna xwe ya li dijî jiyana takekesî ya ji aliyê pergalê ve hatiye ferzkirin, bi tevlîbûna ji paradîgmaya Rêber Apo re ber bi zemîneke îdeolojîk a xurtir ve bir.
Hevrêyê me Roşer xwedî kesayetek zindî û cewherî bû. Bi perspektîfa îdeolojîk nêzî bûyeran û jiyanê dibû û cihê ku ew lê bû pîvanên milîtantiyê her tim bilind dikir. Her wiha bi girêdanên xwe yên hevrêtiyê yên xurt û kûr ve, tevlîbûna xwe ya di nava têkoşîna gerîla de li ser zemîneke saxlem bi cih kir. Uslûb, şêwaz û nêzîkatiya wî her tim zelal û avaker bû. Nirxdayîna jiyanê weke bingeha jiyana bi pîvan dît û têkiliyên xwe li ser vê têgihiştinê ava kir. Ji Qendîlê heta Zapê, ji Garê heta Amanosê, ji Amedê heta Tolhildanê di her qadê de rengê xwe û helwesta xwe ya şoreşgerî nîşan da.
Hevrêyê me Roşer hesreta xwe ya ji bo welat û îradeya xwe ya têkoşîna gerîla her tim zindî hişt. Ji ber ku di wê baweriyê de bû ku ji bo vê yekê divê di her warî de xwe bi pêş ve bibe, bi xwestek û îradeyek mezin tevlî nava Hêzên Taybet bû û li vir gihişt asteke ku pêwîstiyên serdemê bi cih bîne. Bi vê baweriyê di sala 2010’an de derbasî eyaleta Amanosê bû û piştî pratîkek xurt raber kir li gorî pêwîstiyan derbasî eyaleta Amedê bû û heta sala 2013’yan beşdarî xebatên li qadê bû. Di sala 2017’an de firsenda ku bi salan xeyal dikir bi dest xist û berê xwe da qada Tolhildanê. Hevrê Roşer bi pratîkên ku li vir meşandiye, tevlî xebatên rêveberiyê bû. Di van erkên demdirêj de bi têkoşîna li eniyên şer dilsoziya xwe ya bi mîrateya şehîdan re û dilsoziya xwe ya bi hevrêtiya xwe re nîşan da. Bû fermandarekî xwedî ruhê serketinê. Bi sadebûn, coş û dilnizmiya xwe bû kesayetek ku her tim ji aliyê hevrêyan ve mînak bê girtin. Qada Tolhildanê ew warên ku lê ji dayik bûye û cara pêşî xwe lê ava kiriye bû. Ji bo wî bû qadeke wiha ku tecrûbe û berheviyên xwe bike rêxistineke civakî û têkoşînê ber bi qadên berfirehtir ve bibe. Bi hişmendiya ku gerîlatî û berpirsyarî li warê xwe girantir e tevgeriya, nirx û pîvanên têkoşînê bi rengekî xurt jiya û nûnertiya nirxên têkoşînê kir. Li herêmê li hemberî êrîşên dijmin û şehadeta hevrêyan hem ji bo pêşxistina gerîlatî û hem jî ji bo rêxistinbûna civakê, gelek hewl da. Di şert û mercên herî zehmet de jî hewl dida ku tiştên ne mimkun veguherîne derfetan. Fikrên îdeolojîk û felsefî yên Rêbertî, dilsoziya xwe ya ji bo azadiyê ji kûr ve fêm kir û li gorî wê jiya.
Hevrêyê me Roşer weke ewledekî bi ruhê esilzade ku ji aliyê gelê Kurd ve hatiye mezinkirin, bi nasnameya xwe ya şervan û fermandarekî bi hêz heta kêliya dawî bi nirxên şoreşê re dilsoz ma û di dîroka me ya têkoşînê de şopeke xurt hişt. Di êrîşa dijmin a sala 2019’an de li Semsûrê heta kêliya dawî li ber xwe da û bi qehremanî şehîd bû. Di ronahiya îdeolojiya Rêbertiyê de weke gelek şehîdên me bi rengekî fedaî jiya û bû nemir. Weke hevrêyên van şehîdan, em dizanin ku ew ne tenê yên ku li ber xwe dane, di heman demê de ew bûne rûmeta gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê. Têkoşîna wan a bi rûmet û dilsoziya wan a ji bo heqîqetê, bersivek e ji bo banga azadiyê ya ji kûrahiya dîroka Kurdan bilind dibe. Azadî bi têgihiştin û fêmkirina van şehîdên leheng û gihandina têkoşîna wan heta serketinê pêkan e. Di şexsê hevrê Roşer de em soza serketinê ji bo tevahiya şehîdan bi biryardariyeke mezin dubare dikin.
Çekdar Bêzar – Ozcan Bektaş - Hemû bedewî, fetleke tecrûbeyên mirovan ên ji jidayîkbûnê heya kêliya dawîn e. Li Kurdistanê xwestine ku jiyanê ji hemû bedewiyan bêpar bihêlin û têkoşîna li hemberî vê yekê tim gelekî dijwar bûye. Têkoşîna kesên ezel û ebed hêvêna erdnigariya Kurdistanê ye. Faktora baweriyê ya ku li ser vê erdnigariyê pêş ketiye jî weke egereke jiyanî ya erkê mezinkirina nirxên şexsan, civakê û hemû mirovahiyê derxistiye pêşiya me. Kesên ku egerên vê yekê bi cih anîne jî navên xwe li ser dîrokê dane nivîsandin.
Yek ji mekanê ku vê têkoşîn û baweriyê bi hemû pîroziya xwe xwe nîşan daye û lê hatiye jiyîn jî bajarê Semsûr ê Bakurê Kurdistanê ye. Van xakên ku şahidiya zayina şaristaniyan kiriye, gelek şoreşgerên mezin jî mezin kiriye û ji bo azadiyê ew feda kirine. Hevrêyê me Çekdar jî di nava bîr û dîrokeke bi vî rengî de li bajarokê Komur ê Semsûrê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bûye. Hêvêna xakên ku lê ji dayîk bûye û mezin bûye, xwe gihandiya kamiliya hestî û fikrî bûye cewhera wî. Hevrêyê me yê xwedî baweriya Elewitiyê, weke egereke baweriya xwe tim qîmet daye xweza û mirovahiyê û wisa mezin bûye. Hevrêyê me li derdoreke ku ji aliyê îdeolojiya fermî ve hem ji ber nasnameya xwe ya Kurdbûnê hem jî ji ber baweriya xwe ya Elewîbûnê ne carekê du caran rastî zulmê hatiye, mezin bûye. Hevrêyê me yê ku hê di zarokatiya xwe de dest bi lêgerînan dike, bi saya taybetmendiyên xwe yên weke jêhatîbûn û zanabûnê ji aliyê derdora xwe ve gelekî tê hezkirin. Hê di zarokatiya xwe de li hemberî bûyer û hêmanên civakî bêdeng namîne. Hevrêyê me li dibistanên pergalê jî xwendekarekî gelekî serkeftî bû. Lê belê di dema dibistana amadeyî de pê hesiya ku ev serkeftin pêşerojekê pêşkêşî wî nake. Di van salan de bi rastiya civaka xwe û têkoşîna xwe hesiya. Serdemekê xebatên li herêmê bala wî dikişînin û tevlî wan dibe. Lê belê ev yek li hemberî bandorên ku li gel peyda bûne nebûn bersiv û ew pê tetmîn nebû. Gihîşt wê baweriyê ku divê pêngaveke mezintir biavêje û xwe li ser vê yekê kûr kir. Di encama vê naskirin û têgihîştinê de bi biryareke radîkal di sala 2011’an de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû ku wê li vir xwe bigihîne cewhera xwe.
Hevrêyê me yê ku bi sekna xwe ya bedew û şareza ku ji cewhera xwe standiye, ji kêliya destpêkê ve bû xwediyê kesayeteke ku bandorê li mirovan dike, pêngava xwe ya yekem a di nava refên gerîlayan de ji bo xwe weke vejînekê pênase dike. Perwerdeyên yekem ên di nava gerîlayan de bi têgihîştineke kûr, baldariyeke mezin û helwesteke nûxwaziyê dîtin. Hevrêyê me yê ku di demeke kurt de bû xwediyê hemû detay û hûrgiliyên jiyana gerîlayan, li gel pêvajoyê xwe ji hemû aliyan ve pêş xist. Tecrûbe û serkeftinên wî yên di xebatên xwe yên pratîkî, bûyî xwedî rol û bi xwe jê re pêşengtî kiriye de, bûn nîşaneyên wê yekê ku xwe ji hemû aliyan ve pêş xistiye.
Hevrêyê me ku di warê leşkerî de jî bi lez xwe pêş xist, zanîn û tecrûbeyên xwe yên leşkerî bes ne bi pêşketina fîzîkî bi pêşketineke taktîkî jî ew zêdetir kirin. Ji ber vê yekê tim û tim xwe li ser stratejî û taktîkên dijmin ên sereke kûr kir. Tim hewl da ku van kûrbûnan pêngav bi pêngav di pratîkê de pêk bîne. Hevrêyê me yê ku li gel perwerdeyên akademiya leşkerî jî ev kûrbûnên xwe li ser zemîneke bipergaltir da rûniştandin, di hemû erk û berpirsiyariyên xwe yên nava refên gerîlayan de bi sekneke pir cidî û xwedî berpirsiyar tev geriya. Yekbûna zanîn û jiyanê li gel wî dibe prensîbeke sereke. Di pratîka gerîlatiyê de bi kesayetiya xwe ya biryardayînê ya xurt û serkeftinên xwe heya erkê fermandariya komî bilind bû. Hevrêyê me Çekdar ê ku bi pêşbîniya xwe ya di jiyan û eniya şer de, pêwendiya xwe ya li gel şervanên di bin çavdêriya wî de, xemxuriya wî ya têkildarî hevrêyên xwe û hewldana standina biryara herî rast bûn taybetmendiyên wî yên herî berbiçav.
Helwesta xweşik a li ser çavên wî derbirîna xezîneya li gel wî bû. Tu caran tenezulî ketina nava kêmasiyan nekir. Hevrêyê me yê ku bi jêhatîbûna xwe li hemû qadan bala hevrêyên xwe kişand ser xwe, girêdanên xwe yên xurt ên bi jiyanê re ji bo avakirina hevrêtiyên xurt bi kar anîn.
Hevrêyê me Çekdar ê ku hesreta wî ya ji bo welêt û xwesteka wî ya têkildarî têkoşînê tu caran bi dawî nabe, girêdayî pêşniyara xwe kete nava hewdanan ku li xakên ku lê ji dayîk bûye gerîlatiyê bike û deynê xwe yê ji bo gelê Kurd bide. Hevrêyê me yê ku pêşniyara wî hate qebûlkirin, di sala 2015’an de berê xwe da Bakurê Kurdistanê û ji bo domandina têkoşîna gerîlatiyê derbasî welêt bû. Hevrêyê me tim hewl da ku têkoşîna xwe pêş bixe û egerên dilsoziya ji bo Rêber Apo bi cih bîne. Hevrêyê me yê ku derbasî eyaleta Amedê dibe, bi awayekî çalak beşdarî xebatên li wir dibe. Hevrêyê me yê ku bi saya kesayeta xwe ya bihêz di demeke kurt de adapteyî qadê dibe û nas dike, ji bo ku xebatên tên meşandin zêdetir pêş bixe, fikran pêşkêş dike, îspat dike ku Tevgera me biryareke çi qasî rast standiye. Piştî pratîka xwe ya li vir ji bo gerîlatiya Tojhildaniyê ku gelekî jê hez dikir, li gel komeke hevrêyên xwe derbasî Semsûrê dibe. Li vir ji bo ku tiştên ji Partiyê standine veguherîne pratîkê performanseke bêhempa nîşan da. Ji bo valaderxistina şerê taybet ê dijmin û êrîşên dijmin kete nava tempoyeke mezin û hemû gavan bi amadekariyên xurt derbên mezin li dijmin xistin. Li ser xakên ku dijmin lê gelekî ji xwe bawer bû û digot ku êdî tu gerîla nikarin lê pêngavekê jî biavêje, bû xwediyê pratîka gerîlatiyê ya gelekî bihêz.
Hevrêyê me Çekdar li hemû qadan lê dimîne şopên xurt û mayînde li pey xwe hiştin. Bi kesayeta xwe ya derbirîna dilpakî û esaletê ji hevrêyên xwe re dibe mînak, weke milîtanekî Apoyî heya kêliya dawî egerên dilsoziya ji bo Rêber Apo û şehîdan bi cih anîn. Hevrêyê me Çekdar ê bi hevrêtiya xwe ya bihêz, nûnertiya xwe ya kevneşopiyên dêrîn û şoreşgeriya xwe ya fedakar di sala 2019’an de di encama operasyoneke dijmin de heya kêliya dawîn bi lehengî li ber xwe da û tevlî karwanê şehîdan bû. Hevrêyê me Çekdar di her guleya xwe ya berdide ser dijmin de nîşan da ku ew ê tu caran rê nede dijmin. Hemû gavan bi fedaiyane jiya û bêyî dudilî bi ser dijmin de meşiya. Em soz didin ku em ê pêşerojên azad ên ku hevrêyê me Çekdar hesret û xeyala wan dikir, ava bikin û têkoşîna wan şehîdên me yên leheng bi serkeftinê tacîdar bikin.
23’ê Tebaxa 2025’an
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG