Di Rojhilata Navîn de hêzên desthiladar çi qas bi polîtîkayên qirkirin û perçekirinê bi ser gelan de çû be jî kesayetên ku dixwazin yêkîtî û aşîtiyê di nava civaka da ava bikin, her demê derketine pêş û jiyana xwe di oxira va heqîqetê de, bê dudilî feda kirine.
Wan qehremanan bi lehengî li beramberî hişmendiyên paşverû şer û têkoşîn dane meşandin. Yek ji wan kesên fedakâr, ku giyana xwe ji bo yêkitiya civakan bexşandiye, ciwanek ji miletê Ereb ku li bajarê Humsê yê Sûriyê ji dayîk bûye ABDULLAH NEBÛ ye.
Abdullah Nebû bi navê xwe yê tevgerî Mordem Eylul, li Bajarê Himsê yê Sûriyê di nava malbateke welatperwer de çavên xwe li dinê vedike. Ew heya 11 saliya xwe li bajarê Himsê jiyan dike. Dema ku bi raperînên gel re alozî jî mezin dibin, ew bi malbata xwe re berê xwe didin qadên rêveberiya xweser li Bakûr Rojhilatê Sûriyê. Qadên rêveberiya xweser ji bo malbata Abdullah Nebû dibe cihek guncav ji bona lê bi cîh bûnê. Malbata Nebû li bajarê Rimêlanê yê Kantona Hesekê bi cih dibin û di nava şoreşa ku bi fikir û ramanên Rêber Apo pêk hatiye jiyana xwe didomînin. Abdullah di nava dibistanên Rêveberiya Xweser de jiyana xwe ya hîndekariyê didomîne. Bi pêşketina şoreşa azadiyê ya li bakûr rojhilatê Sûriyê re ew dest bi şopandina têkoşîna azadiya gelê Kurd dike û bi riya şoreşê ew rastiya têkîliyên gelê Kurd û Ereb yên dîrokî nas dike. Li hemberî êrîşên çeteyan ku li dijî destkeftiyên gelan têne pêkanîn di hinavên Abdullah de hêrseke mezin xwe bi cih dike. Nexasim êrîşên dewleta Tirk û çeteyên pêre rê li ber Abdullah vedike ku ew têkeve nava lêgerînên têkoşînê.
Êdî Abdullah dizane ku cihê herî bi çalak bikaribe têkoşînê lê birêve bibe, nava refên azadiyê ye. Her wiha fikrên Rêber Apo jî ji bo Abdullah pir balkêş tên. Her ku li kûrahîya fikren Rêber Apo ve dadikeve bersiva lêgerînên xwe jî di nav de dibîne. Bi vî awayî ew fêm dike ku Serok Apo ne tenê Rêberê gelê Kurd e ango tenê ji bo mafên gelê Kurd şer dike. Ji bo wî Rêber Apo Rêberekî wisaye ku ji bo hemû mirovahiyê têkoşînê dike. Bi vî awayî Abdullah li gel jiyana xwe ya hîndekariyê lêkolînên xwe yên di derbarê tevgera azadiyê de jî zêdetir dike. Ji ber temenê xwe yê piçûk encex li gel malbata xwe dikare beşdarî xebatên civakî bibe.
Abdullah bi rihekî ciwan di sala 2015’an de bi awayekî çalak beşdarî nava xebatên ciwanan dibe. Di nava xebatan de zêdetir rastiya Rêbertî û tevgera azadiyê nas dike. Ew çiwqas fikir û felsefeya azadiyê nas dike ewqasî jî bi derdora xwe re parve dike û dibe pirek di navbêra ciwanan û hîmê şoreşê de. Ew armanç dike ku ciwanên Ereb fikrên Rêber Apo ji nêz ve nas bike. Abdullah piştî demekê ku di nava xebatên ciwanan de derbas dike, beşdarî nava hêzên leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê dibe.
Êdî ew bi navê Mordem Eylul jiyana xwe ya têkoşînê didomîne. Tevli perwerdeya seretayî dibe û bi serkeftî perwerdeyê bi encam dike. Piştî ku perwerdeya xwe diqedîne xwe amade dibîne ku li dijî hêzên dijminahiya şoreşê dikin têkeve nava şer. Bi vî awayî di sala 2017’ an de li deverên Tebqa û Reqayê bi şeklekî çalak li dijî çeteyên DAÎŞ' ê dikeve nava şerê man û nemanê. Mordem li gel rêhevalên xwe di vî şerê rûmetê de derbên giran li çeteyên DAÎŞ' ê didin. Piştî ku ew gelek danehevan bi dest dixe, ji bo bibe yek ji şopdarên Şehîd Ezîz Ereb ê ku ji bo biratiya gelê Kurd û Ereb têkoşîn da bû meşandin û bûbû yekem şehîdê Ereb di nava tevgera azadiyê de dixwaze hewldanên xwe bigihîne asteke mezintir. Ji bo xwe zêdetir nêzî Rêber Apo bike bi israrek mezin daxwaz dike ku tevlî têkoşîna Gerîla ya li çiyayê Kurdistanê bibe. Bi vê daxwaz û biryardariyê di sala 2018’an de berê xwe dide çiyayên azad ên kurdistanê û tevlî nava refên gerîla dibe.
Gerîla Mordem ji terz û jiyana gerîla gelek tesîr dibe û girêdanek mezin ji jiyana xwe ya nû re dide raberkirin. Di heman demê de rêhevaltiya di nava tevgera azadiyê de gelek bala wî dikişîne. Ew jî bi hîmê rêhevaltîyeke rast hewl dide tevlî nava jiyana gerîla bibe. Ji bo bikaribe têkoşîna xwe bigihîne asteke bilind û xwe di serdema gerîlatiya nû de kûr bike beşdarî Akademiya Kadîr Usta dewreya Şehîd Rojbîn Ereb ya ku piraniya xwe ji gerîlayên Ereb pêk tên dibe. Ew di nîvenga perwerdeyê de li ser parêznameyên Rêber Apo lêhûrbûnek berfireh dike. Bi vî awayî ew dikeve ferqa jiyan û heqîqeta xwe. Ew di perwerdê de rastiya civaka xwe jî ji nêz ve nas dike, ku bi hezaran sala ji milê feraseta desthiladar ve tê dagirkirin. Li gorî vê naskirina ku bidest xistiye bi awayekî çalak û bi zanebûnek mezin beşdarî jiyan û têkoşîna li çiyayên azad dibe.
Piştî pratika xweyî di nava jiyana gerîla de dimeşîne, ji bo bikaribe xwedî li erkên xwe derbikeve, di kesayeta xwe de sekneke fedaî ava bike, xwe bi felsefeya Rêber Apo re bike yek û bibe şopdarê xeta Zîlanan, pêşniyar dike ku derbasî saziya Hêzên Taybet bibe. Ji bo ku xwe bigihîne vê armanca xwe di jiyanê de bi fedakariyek mezin tevdigere û gelek ked dide. Ji ber vê sekna wî pêşniyara wî tê erê kirin û ew wiha derbasî saziya Hêzên Taybet dibe.
Gêrîla Mordem piştî endamtiya xwe ya Hêzên taybet, bi parastina nirxên madî û manewî erkên xwe yên milîtaniya Apoyî bi cih tîne û êdî di her aliyê de xwe şareza dike. Ji bo di kesayeta xwe de sekna milîtantiya Apoyî ava bike, di her milî de ked û fedkarî raber dike. Ji ber fedaîtî û fedekariya wî ya jiyanê, ew ji aliyê hemû rêhevalên xwe ve tê hezkirin.
Gêrîla Mordem bi çoş û kelecanek mezin beşdarî kar û xebatan dibe û bi baldarîyek mezin nêzî erkên xwe dibe. Ew di her gaveke xwe de li ser lûtkeyên çiya dide diyarkirin ku ewê ne tenê di şer de, di her aliyê jiyanê de jî ji her demê zêdetir sekneke fedaî raber bike. Her wiha bi hêza ku ji perwerdê digre bi hêrseke mezin li hemberî dijmin derbasî qadên pêş yê ku şer lê gelek mezine dibe. Bi şêwaza gêrîlatiya modern tevî rêhevalên xwe li her derê derbeyên giran li dijmin didin. Bi her lêdanekî wî ya li dijmin dide de ew dizane ku tola rêhevalên xwe radike û xwe zêdetir nêzî Rêbertî dike.
Gerîla Mordem dema li qada şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, li girê bihar di çeperên berxwedanê de, li hember faşîzma dewleta Tirk şerê rûmetê dide meşandin, di encama êrîşeke hewayî de digîhêje asta şehadete û tevlî karwanê nemir ên gele Kurdîstan û Rojhilata Navîn dibe.
Gêrîla Mordem heya henaseya xwe ya dawiyê bê dûdilî, ji bo azadiya gelên rojhilata navîn şer û têkoşîn da meşandin. Bi vî awayî wekî lêgerînvanekî heqîqetê navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka têkoşîna tevgera azadiyê de nivîsand. Ew bû mînaka ciwanên Ereb ên azadîxwaz ku ji bo serkeftina biratiya gelan şer dikin.
